NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

"...Zarok ji bo Cezayîrê çûbûn sînemayê. Ji bo piştevaniya Serxwebûna Cezayîrê. Li dibistanan mamosteyan bi darê zorê zarok şandin sînemayê da ku li wî fîlmî binêrin. Navê fîlm, "Cerîmet-ul Nisif el leyl" ango "Cerîmeya nîvê şevê" bû. Paşî navê wê kirin "Semaya Nîvê şevê". Fîlm bi erebî bû, qaşo şoreşa Cezaîrê nîşan dida. Lê tiştekî ku şoreşê nîşan bide tunebû. Fîlmekî beredayî bû! ..."



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Gotineke bav û kalan heye ku wiha diêje:"Tenê deng û huner dimînin û nemirin". Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xweşê mamosta Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tejî êşiq û evînê wî nebihîstibe, tine ye. Kurmanc, Soran, Zaza, Loran, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên cima´eta Kurdan nas diken. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybetî çêdikin. Yek ji dengên ku hertim para kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelalê Aramê Dîkran e. Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û heza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi şan û şeref diafirand...

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

De werin.......
werin
dergehê dilê evîndara
ji xwe re vekin,
û li MALPERA AMÛDÊ
binerin .......
werin
da em dîroka rûreş,
û çîrokên bextreş,
bi yek destî
bugherin .......

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Piştî Şerê Kendavê yê didoyê û Serhildana 1991-ê Gelê Kurd li beşekî welatê xwe yê parçekirî, li Kurdistana Başûr rewşeke azad bi dest xwe xist; hilbijartinên demokrat pêk anîn, Perleman û hikûmeteke netewî damezrandin. Li gor biryara Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê, ji bo çareseriya doza kurdî li Îraqê û destnîşankirina pêşeroj û çerenûsa Kurdistanê û têkiliya ligel hikûmeta navendî, federaliyet hate vebijartin. Ji hingê de ne tenê Sedam Husên, lê belê hemû neyarên gelê Kurd li heremê (Tirkiyê, Îran û Sûriyê), ji vê yekê gelek dilteng bûne; ew destkeftiya di dil û çavên wan de weke stiriyekî daçikiyaye. Ji bo têkdana aramiyê û hilweşandina saziya netewî ya Kurd li vî parçeyî, çi ji destê wan tê dikin...

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Berî ko Dr. Qasimlo, rehma Xwedê lê be, bimre, kovara "Alseyad" hevpeyivînek pê re kiribû. Ji naveroka wê hevpeyivînê , tiştê herî balkêş Dr .Qasimlo bersiva hevpeyivînkerê li ser rewşa avakirina Kurdistanê bi van gotinên kurt dabû: "Kurdistana mezin xewneke xweşik e." Peyvê berdewam dike û dibêje: "Dibe ko em bi xebata xwe hinek maf li her perçeyekî bistînin. Lê avakirina welatekî yekbûyî bi navê Kurdistan bi dijwarî em dikarin bighênê.." Ev gotin tekez dike ko Qasimlo pisporekî nerîn li pêş bû. Her weha prof. Ismaîl Peşikçî jî pirtûkek bi navê "Kurdistan dagîrkereke cîhanî ye" weşandiye. Ango ne tenê çar dewlet wê dagîr dikin, belê cîhanek…Di wê dema hevpeyivînê de gotina Qasimlo bi guhê Kurdan tal û giran dihat û digotin çawa Dr. efendî wisa dibêje!?..

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Xwendevanên hêja!

Dîroka miletê me pire ji rudanên xweş u nexweş , ji serhildan û berxwedanan. Ne bisanahiye ku mirov bikare wan hemû rudanan bi yek nivîsandin xweyabike u heqê wan bidetê, lê min viya ez wan bi vi rengî xweyakim, anku rudanên her rojeke ji mehekê binvîsînim , dibe ez nikaribim gelekan binvisînim lê min kariye evên li ber destê min ketin biweşînim. Evca daxaza lêborîne ji xwndevanê hêja dikem u hêvî dikim ku ew li min biborin eger kêmasî tê de hebin. Her wesa daxwaz dikim ku her yek zêdehiyêke li ser wan bike ew jî xizmeta gel welate û em li hîvînene ku di rojên dahatîde namên we wergirîn û wan pêşinyar û nivîsara li ser zêdekîn.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Nerînên te

Gihiştin min
şevek pars û şikestî
Dar tê de bê av in
Steyrikên bêdeng in
Rojên drêj li cem mirovên yekmayî ne
Nerînên te
Roj in dijwar in
Matmayî hiştime!!
Ji êvarên xwe yên hênik
bêpar kirime..

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Rakirina mijarek giran nepende mîna mijara mirinê, dergehekî fireh û tarî li pêşiya her olekê vedike, wê derbasî cîhana zindiyên do dike yên ko îro barkirine, û xwe berdane nav pêla felsefa pirs û gumanan.
Êzdiyatî jî, di zanistiya xwe ya devokî de (Ilmê Sîngî) nerîna xwe li ser qewimandina mirinê dide xuya kirin, û bi mînakên kesan e têgihiştineke felsefî û bawermendane li hawirdorî vê hizrê dihûne.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Tiştekî berçav e ku di van salên dawî de li nav Kurdên Sûriyê di warê nivîsandina bi zimanê kurdî de tevgerek dest pê kirye, û hêdî hêdî zimanekî yekbûyî bo nivîsandinê peyda dibe.
Ev yek cihê şanazî û dilxweşiyê ye, û gaveke rast e bo danîna bingeha çandeke kurdî ya berfireh.
"PIRSA REWşA ÇANDA KURDÎ LI SÛRYÊ" tiştekî destnîşan dike, ew e ku çanda kurdî dabeşbûye û li her perçeyekî Kurdistanê taybetîyek wê çêbûye.
Lê ev nayê wê wateyê ku dîwarekî ji hesin di navbera çanda kurdî ya giştî de hatiye ava kirin.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

dîkên tolaz dîxemilînin berbangê
mela banga dilpakiyê dike
bajar û ez
best û çemê nazdar li hev in

ev meheke wisa ye
tenêtî keziyên birîna min dihûne
heyva kal û rûgeş

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Di geşbûn û kêfxweşiya zanistî da, fîlosofê elman ê navdar Friedrich Wilhelm Nietzsche biriyar girtbû ku hemî rexneyên ne-avaker bidê aliyekê, û xwe biket di xizmeta karekî fîlosofî tox da weke Also sprach Zarathustra (Zerdeşt wiha peyivî). Peyamên fîlosofî û ayînî yên pak ji giyan û deronê peyamberekî asîmanî, bê hemtayê çerxê xwe (Zerdeşt ), bûn armanca F. W. Nietzsche. Wî di fîlosofiya xwe da li ser pend û gotarên Zerdeştî (dirudên Xodê li ser bin ) pêkolîn kirin da ku vê gengeşa ku di naveroka xwe da fîlosofiyek olî ye, bêxît di şêweyekî fîlosofî da, bi kêşan û pîvanên rojavayî.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Şeveke xemrî dibişire wek bizmarekî li ser bajêr. Bayê azwer nameyên bê bersiv li ber deriyên bêxwedî diweşîne. Û ez piştî çûyina te lanetê tînîm bi kafirkî....

Di bin darekî hişk de me û li çûyina te difikirim. Niha tenetiya min û ya darê dişibe hev. Ne pelên minê sor mane ne jî yê darê. Wek du zarokên ji dê kî. Em her du bi tenêne û kokên me hêdî hêdî ber bi rizandinê ve diçin. Dirizim, dar jî dirize. Ez bi temenê xwe ve diqermiçim, dar bi xetên sor pel diweşîne. Ditirsim li aweneyan binêrim. Kokên darê jî ji xwe.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

1

Dîsa vexwndiyê kuştina xwe me
Dozdarên xwîna min
Vê carê
Hevalpiştên min bûn
Hinek ji wan birayên şîr,
Hevparên
Xew, xewn û xwîna min bûn.
Kî dikare xwîna min bispêre stûna
Konê xwe.
Kî dizane navekî
Li kuştina min bike...

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Rojekê ji rojan, Padîşah dît ku çend zarok di zeviyekî de dilîzin, dikenin û şadibin. Ji wan pirsî:
- Çima hûn dikenin?

Zarokekî got:
- Ez dikenim ji ber ku ezman şîn e.
ê didua got:
- Ez dikenim ji ber ku dar kesk in.
Yê sisyan got:...



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Xuyaye ku hîn civaka kurdî fêrî rexneyê nebûye û ne amade ye li baweriyên dijber, û vajî yên berê hazir û cihgirtî, guhdarî bike!! Ev yek ji min ve qenc hat nasîn piştî nivîsên Nîzar Agrî û bersivên ku derbarî nivîsên wî de hatin weşandin. Niha ez vê yekê jî berfireh nakim, tenê ez dê di xeleka azadiya rewşenbîr de bizîvirim. Tiştê ku dihêle mirov şaş bimîne ew e ku hinek hene mafê rexneyê li gor dilê xwe li filan û bêvan belav dikin. Bavê Nazê di nivîsa xwe de dibêje: "Ew mirovê ku ne pisporê zimanê kurdî û ne jî zaniyarê edeba me ye ( !! )mafê wî yê rexneyî nîne!!". Li gor vê nerînê, rexnegirî wezîfeyeke fermî ye û kaxezên wê yên taybet hene, mîna fotoyên şexsî, nasname, qencejînek ji ba muxtarê taxê muhrkirî …. û hdw.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

-1-

Bahozê ji rewrewkê re got:
- Bi dûrkeve, xwe bide alî,
Te xelk bizdandin bi dîtina wan
Pêlên derewîn.
Rewrewkê lê vegerand:
- Ta ko sitemkarên wek te hebin,
Wê xapînokên wek min jî hebin
De ka emê herdu xwe nema bikin?!

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Di 20 saliya xwe de ya ko berî kurtedemekê borîbû, "Hevdîtina Sêşemê" jibo rojbûna xwe ahengek li dar xist û sê kesayetiyên kurd xelat kirin ko ew jî ev in: Konê Reş, Seydayê Keleş û Seîd Yûsif.

Hevdîtina Sêşemê di sala 1982an de hatiye damezirandin, temenê wê 20 sal heye, li Qamişloka Bavê Felek dest pê kiriye û hîn jî berdewam e. Di "Hevdîtina Sêşemê" de hemû nivîskar û hunermend beşdar bûne, hin ji bo xwendina berhem û afirandinên xwe, hin jî jibo hevnasîn û hevdîtinê. Min bixwe di vê hevdîtinê de hemû hunermend û nivîskar û zimanzan nas kirin...



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Çi me ez?
çi hêz im,
ko karibim ba û pêlê
ji hev cuda bikim?
çi dil im,
ko çav û nerînê
ji dûrbînê,
temaşeyê
rizgar bikim?
çi şoreş im,
ko nesrînê

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Eyşoka delal, ez ji bo beşdarbûna civîneke li ser mijareke girîng siwarî balafirê bûm ku herim Fîzanê. Lê mixabin balafira me di dema ku me dixwestî de danenî balafirgehê. Ji nişkave ji ber çavên min re teyrek bi leza birûskê derbas bû. Min got:

'Qey em jî dê wekî wî li hewa bimînin…!?.
Ma tiştekî wisa dibe? Çima nebe?

Demek dirêj derbas nebû ku em pê hesiyan çi bûye. Tu nebêjî ji ber bikaranîna madeyên şîmyayî hewa xera bûye û hewayê jî ji bo ku tola xwe ji mirovê bêaqil bistîne em li jorê dane sekinandin...

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Peyv ji bo min gelek tişt in di nav her rojên Xwedê de.
Û ez her roj bi wan dilîzim, ew bi min û em bi hev re dikevin reqsê. Ew dibin reqasek ku wekî marekî bejna wê fetlan dide xwe, ez dibim wekî gurekî har, çavên min di wê de zîq dibin, dil perîşan, jar û dîlê wê...
Em bi hev re dilîzîn.


>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Ey delalo!
Delalê nesrîna li ber ba
Ketî,
Delalê kêla bê nav
Û gora bê deng
Û bejna li nav wê
Raketî

* * *

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Carna ku sirûşiya kurdayetiyê dikeve hindirê hebûna giyanê kurd, ew diheste ku em Kurd di valahiyek ramyarî û çandî de dijîn. Ji ber wê em xwe bi ziman û raman û çanda bilî xwe perwerde dikin, û em dibêjin Kurd jî wekî her gelekî di cîhanê de heye, û nameya hebûna xwe bi cih tînin. Lê hin kar ji rewşa me re divê, û kêmasî tê de li dar in.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Bêgûman mercên pêşîn û çarenîn ên ferdîbûna mirov û şarezabûna civakê, demokratîkbûn e. Rêya komelayetîbûna takekes û cîvakê her gav di têgihîştin û xunafkirina demokrasiyê re derbas dibe. Ji bo wê, hewcetiya her kesî/ê bi zanîn û perwerdehiya demokrasiyê heye. Belê beriya wê, divêt wateya demokrasiyê ya rastîn bête danîn û her wiha rist û erka wê baş bête zanîn û ravekirin.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Kewek e.
  pişkivîna kenê te
    di mista min de.
  mestiyeke xalxalokî
    bi dûvikê nerînan
    li spehîtiya berbanga xumalî
                                       dipêçe.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Nisêbîne bajarekî gelekî kevn e, yek ji bajarên dinyayê yê herî kevn e. Ji ber wilo jî navê herî pêşî bi esehî nayê zanîn.
Berî zayînê (b.z.) 5000 salan li mezopotamya mirov cara pêşî fêrî çandiniyê dibin û bajarên herî pêşî li wir ava dikin. Wî çaxî bajarên herî mezin dor deh hezar kesan in. Gava mirov dor salên 4500 b.z. halet peyde dikin, ajotina axê, rûniştina li cîhekî hêsantir dibe û avakirina bajaran xurt dest pê dike. Wî çaxî çend sed bajar li herêmê tên avakirin. Nisêbînê jî bi gumana mezin wî çaxî tê avakirin. Bi gumana mezin dibêjim, ji ber ku Nisêbînê bi qasî ku tu kes bi esehî nizanibe bê kengî hatiyê avakirin kevn e.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Kesek bi ser nakeve

Mihemedê Hedlê mirovekî dirêj, dirêj, dirêj, heta sibê dirêj bû. Hedla Mihemed jina wî bû, kin, kin, kin, heta doh kin bû. Herdû kurdûnde mirin.

Derew

Xortê evîndar, du rojin li hêviya evîndara xwe li stasyona tirênê dimîne. Deh tirênên rêwiyan û dehên baran derbas bûn û evîndara wî nehat. Tirêna bîst û yekê destê xwe li milê xort xist. Xort gotê: "Ke?çê, çima tu nehatî ser soza xwe?"
- Wîîî, ma tu nizanî doh hingê xeberên xweş li ser welat min bihîstin ji kêfa re ez mirim.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Vegere

Payîz
li ser reva
tilûran siwar e;
û dêrika çavên te,
biyaniyê pûç dike...!!

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Ez û Guljînê, em li kampeke awarte rastî hev hatin, ji xwe ew berî min li wan dera bû, vêga em herdû keç bûn ji welatê nifreta parçebûyî vehewiya bûn. Tiştê dî yê ku ez û wê tê de hevparbûn, me dizanîbû bi zimanê xwe bi axifin, lewma jî di gelek caran de Gulê zimanê dirêj, dirêj ji koka devê xwe derdixist ji bo tenê bêje eve nasnameya min e. Bi rastî gava zimanê xwe derdixist, min didît ku bi çar rengan hatiye xemilandin ji ber wisa ji min dixwest ku zimanê min jî bibîne, lê ji we venaşêrim ku min zimanê xwe daqûrtandibû ji roja çavên min li kum û potînên leşkeran ketibû.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Ronî û Memo li bin çadira leşkerîyê bi dizî, bi kurtepista bi hevre - wek pisîkên dizek li dora xwe temaşe dikirin - û dipeyivîn. Ronî ji Memo pirsî:

- Ger ez ne şaş bim, dema çûyîna te û mal nîzîk bûye. Ger te rêdana xwe girt, tu çû mal û me hevdû nedît, tê vê nameyê bigihîne diya min û jê re bêjî: "Em gelekî baş in. Xmê mexwe, yadê."
- Ronî, zû bêje, hîn tu çi dixwazî bêjî, bêje? Ez ditirsim niha kesek ji nişka ve bê, bibhîze ko em bi zimanê xwe diaxivin, dîsa here li me bide, serokhêz careke dî me têxe zindanê, rêdana min dîsa bifire.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Di şevê de
Bi tenha şev
Xwedî li mêvanê
şeva xwe digere
Û yar li hêviya .. hêviya



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Min li ser gelek romanên kurdî nivîsên danasîn, analîz û nirxandinê nivîsî û gelekên wan nivîsan di kovarên kurdî de derketin. Ji bo ku nivîs di kovarên cure cure de derketin, dibe ku hinek kovar nekevin destê xwendevanan, bi taybetî jî kovarên ku li Ewropayê derketin, nakevin destê xwendevanên li welêt. Loma jî, min wan nivîsên xwe yên li ser romanan civand ser hev û wek pirtûk amade kir.

Di pirtûka min a ku min navê wê "Danasîna Romanên Kurdî" daniye de ji her romannivîserekî kurd danasîna romanekî wî heye. Min piştî ku pirtûka xwe ji bo çapê amade kir, hinek romanên kurdî yên din jî derketin û ketin destê min. Divê min danasîna van romanan jî binivîsana.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Dawiya salên 1980'yî ye. Li Batmana Kambax em li lîseya bi navê 'Yahya Kemal Beyatliyê'dixwînin. Ligel ku ciwanên 'kurdçî' û 'welatparêz' hene; her wisa jî xortên 'sûtal' û 'beredahî' ku ji çand, ziman, hebûn, nasname û şexsiyeteke pak bêpar in, ne kêm in. Aliyek ji van koman kovar û rojnameyên wekî 'Halk Gerçegî', 'Serxwebûn' û 'Berxwedan' tînin, bi dizî be jî dixwînin û didin xwendin; carinan jî bi Salihê Reşî ku şirîkê qantîna dibistanê ye şewr û mişawirên giran pêk tînin. Aliyeke din ji ciwanan jî, di dersan de şelafiya mamosteyan dikirin di tenefûsan de jî di nava toz û telazê de bi gogê (fûtbol) dileyistin. Piraniya wan, ji dêrî leyistina gogê, diketin pey nêçira keçikên delal! Piştî dema dibistanê heger bikaribûna biçûna 'Sînemayê Mehtabê', ji bo wan kêf, 'kêfa gurê pîr bû'.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Bahoz e....
Bahoza laşekî ye,
Zivistan e,
zivistana hestekî ye,
serma ye,
serma canekî ye,
di xwe de hemî dibe
zivistanek.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

1. Pel: Min xak bi rokê stira û bûm hunermendê keskayetiyê, çavnebariyê ez pûç kirim û bayê zuha ez kuştim.

2. Ewr: Hingî li bayê hênik geriyam, bi serê ç?iyan ketim.

3. Rok: Eger min dizanîba ku kor min ne nasin, min ê xwe kor kiriba.

4. Welat: Carekê bi tenê ji xwînê bipirsin. Ewê ji we re bibêje çendî şêrîn im.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Li kîj cihî,
          Sirûda bajarên wêran
                               Lê dikî tu?
Li kîj baxî,
          Leylanan bi şîniya daran
                               Dirêsî tu?
Li kîj şarî,...

>>> Berdewam bike..
 
 




 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]