NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Ferhad Içmo
Wêne: amude.com
De werin.......
werin
dergehê dilê evîndara
ji xwe re vekin,
û li MALPERA AMÛDÊ
binerin .......
werin
da em dîroka rûreş,
û çîrokên bextreş,
bi yek destî
bugherin .......
werin
werin em bi hevre
li nav baxê Xanî û Cizîrî,
bi serbestî,
bigerin .......
werin
em pirtûkxaneya ŞERMOLA
dîsa vekin,
û li nûçeyên ORKÊŞÊ
vegerin .......
werin
em bi baskên
nivîskar û helbestvanan
di ser zozanê KEWISTANê re
bifirin .......
werin ......
de werin ....

* * * *

de werin .......
werin
li şoreşa dilê me
guhdarkin .......
werin
pêmayên serhildana
daxwazên me,
weke bira,
li hevdû parkin .......
çendî hûn,
ji dilên me
bi dûr kevin.
hûn nikarin
agirê dilê me,
sarkin .......!!!
werin
xatir bixwazin,
û ber bi ...
deryayên ...
rewrewka de
dîsa barkin ......
werin
ewrên kul û êşa,
li ezmanê me
tar û mar kin ......
werin
de werin.

* * * *

de werin
w..e..r..i..n
da ku em
paşeroj û pêşerojê
li ber dîwarên
vê rojê
li hevdû bînin.......
werin
gulekê li ber
deryê me deynin,
û kulekê
ji zindana hêviyên me
derxînin .......
werin
em bi hevre
veşartiyên
dilê AMÛDA kevnar
ji xwe re
bibînin ......
w..e..r..i..n
malper
malpera we ye.
bi destên xwe
kelendor û kelempera
ji baxên wê rakin
û ..gul û çîçekan
biçînin .......
werin .... de ... werin.

* * * *

Qamişlo, 22.08.2002

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
* EV HELBEST diyarî ye ji bo malpera AMÛDÊ bi helkeftina derbasbûna du salan di ser damezirandina wê re. (Ferhad Içmo)


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]