|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
EV MEH DI DÎROKA KURDISTANÊ DE Hekar Findî - Duhok
|
|||||
Dîroka miletê me pire ji rudanên xweş u nexweş , ji serhildan û berxwedanan. Ne bisanahiye ku mirov bikare wan hemû rudanan bi yek nivîsandin xweyabike u heqê wan bidetê, lê min viya ez wan bi vi rengî xweyakim, anku rudanên her rojeke ji mehekê binvîsînim , dibe ez nikaribim gelekan binvisînim lê min kariye evên li ber destê min ketin biweşînim. Evca daxaza lêborîne ji xwndevanê hêja dikem u hêvî dikim ku ew li min biborin eger kêmasî tê de hebin. Her wesa daxwaz dikim ku her yek zêdehiyêke li ser wan bike ew jî xizmeta gel welate û em li hîvînene ku di rojên dahatîde namên we wergirîn û wan pêşinyar û nivîsara li ser zêdekîn. Meha Îlonê - 3.91989an: Damezirandina Yekîtiya Mafperwerên Kurdistanê - 4.9.1995an: Girêdana kongirê Cîhanî yê Afretan li Pekîn bi beşdarbûna nûnera Afreta Kurd ji Kurdistanê - 6.9.1930î: Roja Reş a Silêmaniyê - 9.9.1984an: Wexerkirina hunermendê kurd ê bi navûdeng Yelmaz Guney - 1.91959an: Girêdana yekemîn kongirê Mamostayên Kurd - 11.9.1961ê: Despêkirina Şoreş Îlona Mezin bi serokatiya Barzaniyê nemir -11.9.1971ê: Weşandina Rojanmeya (BIRAYETÎ) bi zimanê kurdî li Silêmaniyê ji aliyê xebatkerê kurd Dara Tewfîq ve -14.9.1985an: Wexera dawiyê ya Mela Hesenê Kurdî (HIŞYAR) -14.9.1987an: Dastana Kanî Masê -15.9.1992an: Weşandina yekemîn hejmar ji kovara (ENCUMEN -MECLIS ) ya ku nia ji alîyê Perlemanê Kurdistanê ve bi navê PERLEMAN tê weşandin - 16.91932an: Despêkirina şoreşa Barzan bi serokatiya Şêx Ehmedê Barzanî - 16.9.1992an: Derketina yasa Encumena Wezîran ji Perlemanê Kurdistanê - 17.9.1992an: Tîrorkirina sikirtêrê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Îran Sadîq Şeref Kendî û 3 hevalên wî li Berlîn - 17.9.1998an: Murkirina Rekeftina aşitiyê di nêvbera P.D.K û Y.N.K li Waşington - 18.9.2000î: Bestina Festevala Cizîrî li bajarê Duhokê ji aliyê Wezareta Roşinbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê - 21.9.1947an: Wexera dawiyê ya zanayê Kurd Hisên Huzinî Mukriyanî - 25.9.1908an: Damezirandina yekemîn komela kurdî li Stenbolê (Kurd Tealî Cemîyetî ) - 25.9.1999an: Wexera dawiyê ya nivîser û xebatkerê kurd Hemîd Surî - 26.9.1996an: Damezirandina kabîna sisiya ya Hikumeta Herêma Kurdistanê - 28.9.1963an: Damezirandina Êzgê Dengê Kurdistana Iraqê - 28.9.1984an: Tîrorkirina çîroknivîs û navdarê kurd Hesen Qizilcî - 29.9.1971ê: Pîlana Beisîya dijî giyanê Barzanî - 30.9.1992an: Azadbûna Şêx Mehmûd Hefî ji ixsîrîyê û gehiştbûna Silêmanîyê - 30.9.1924an: Gehiştina nûnerê (Esbet El-Umem ) bo Kurdistanê ji bo lekolînê di kêşeya Kurd û wîlayeta Mûsil da
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |