|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
ÇINÎNA MESTIYÊ Hefîz Ebdilrehman - Qamişlo
|
|||||
pişkivîna kenê te di mista min de. mestiyeke xalxalokî bi dûvikê nerînan li spehîtiya berbanga xumalî dipêçe. Zeviyê jehan bi zimanê meyê bedewiya hejêkirina rojhilatî dimeyîne. kêlîkên xapînok didoşe. sînorên kûvî kedî dike. Û hespê henasayî semaker. bi diljenek e neliwext meqamê "Hûrizî" di rekeha "Xurfanî" de dikeyîne. Bi lîlan. alên zayîna pêxemberekî li hêlên nexşeya evînê belav dike. Û bi zengilên cejna çinînê borîzanên werzayî xilmaşbûyî dihilçenîne. Kilîlên hembêza bajêr ji serkarwan re radixe. beranê şermiyê li ber piyên wî serjê dike. Bi şahî. destlimêja gumanên laş bi behweriyên xweşiyê dişkîne. Bi qebe-qeb bang dide!
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |