|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
DU HELBEST Dîlan Şewqî - Serê Kaniyê e-mail: dilana@amude.com |
||||
|
Vegere
Payîz li ser reva tilûran siwar e; û dêrika çavên te, biyaniyê pûç dike...!! De veger ji bo tutina Amedê, wek dilê te zû vêkeve …!! Em ê dîsa wek du destên nerm û sivik, li têlên baranê bidin… Dîno ew çi awaz bûn? Ger xanî ne cotar ba me nê ji ku de Fisteqê evînê bixwarana..? Şam, 6-6-2002 De were De were, em ê tariyê veçirînin; û dûrbûnê bi nêzîkbûnê bidin..!! De were, em herin nêçîra xewna Mem û Zînê … bela, xewa vê bêdengiyê bişikê ; bela, Tacidîn agir bi qesrê xîne…!! De were, ji bo xuncên gul û kulîlkan ne weşin…!! De were, berî stêr bixeyidin , û berî dengê Beqan bê te birrîn …!! Serê Kaniyê, 01-12-1997
|
||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |