|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
NISÊBÎNÊ: NISÎBÎS- ANTÎOCHÎA MYGDONÎA Silêman Demîr
|
|||||
Berî zayînê (b.z.) 5000 salan li mezopotamya mirov cara pêşî fêrî çandiniyê dibin û bajarên herî pêşî li wir ava dikin. Wî çaxî bajarên herî mezin dor deh hezar kesan in. Gava mirov dor salên 4500 b.z. halet peyde dikin, ajotina axê, rûniştina li cîhekî hêsantir dibe û avakirina bajaran xurt dest pê dike. Wî çaxî çend sed bajar li herêmê tên avakirin. Nisêbînê jî bi gumana mezin wî çaxî tê avakirin. Bi gumana mezin dibêjim, ji ber ku Nisêbînê bi qasî ku tu kes bi esehî nizanibe bê kengî hatiyê avakirin kevn e. Ber çeman ji bo avakirina bajaran cîhên herî baş in. Cîhên wilo, vala nayên hiştin, hemû zû tên girtin û avakirin. Nisêbînê li cîhekî wilo ye, cîhekî gelekî bedew e, av heye axa ajotinê pir e, çiya û newal ji bo nêçîrê û xweparastinê hene. Li gora ku Xanefones b.z. 400 salan dinivîse, heta wî çaxî li wê herêmê piling, zebra, xezal, peskovî û gelek şiklên heywanên din hene. Deşt bi dar û beran xemilandî ye, bi av e. Ji ber wan dewlemendî û mecalên jiyanê yên hêsan, Nisêbînê piştî avabûnê, di demeke kin de di warê dînî, leşkerî û îdarî de dibe bajarekî herêmê yê herî girîng. Wî çaxî, yanî hîna dema ku Asûrî gelekî xurt in navekî dînî yê bilindtir lê dikin û jê re Nisîbîs dibêjin. Nisîbîs, ji ber dûmahîka -îs, bi gumana mezin guhertina Nisîbîn ya jî Nasîbîn, Nasîbîna ya bi Yûnanî ye. Nisîbîn ya jî Nisîbîs navekî payedariya dînî yê nevendî ye û ew navê bilind heta îro li Nisêbînê dimîne. Wî çaxî û gava ku nû tê avakirin Nisêbînê çi qasî mazin e, ew nayê zanîn. Lê tiştê ku bi esehî tê zanîn, wî çaxî, êlekê, eşîrekê, ya jî malbateke mezin bajarek ava dikirin û ew tenê dibûn xwediyên bajêr. Mezinê wan mîrê bajêr bû. Lê dibû ku bac û leşker didan dewleta mezin. Li gora xurtbûn û dewlemendbûna bajêr, kesên din jî dihatin û xwe lê digirtin û ew mezintir dikirin. Nisêbînê xwediya mecalên mezin yên nêçîr û ajotina axê bû. Ji ber wilo jî hejmara rûniştvanên Nisêbîne nikare ji sê-çar hezaran hindiktir be û hemû nikarin ji malbatekê, ye jî eşîrekê bin. Nisêbînê zû mezin dibe û dibe navenda herêmê. Em îro ji zaniyariyên ku Romiyan bi dû xwe de hiştine fêr dibin ku gava ew li Nisêbînê ne, Nisêbîne dor 4000-an e. Serê pêşî, dema xurtbûn û mezinbûna Sumeran e. Mezopotamya û gelek deverên derdorê di bin hukmê wan de ne. Wilo xuya dike ku Sumer, bi bingehîn Asûrî ne. Lê li jêra welêt Ereb hene û ew xurt in. Akadî di pêşengiya Sargon de li jêra Îrana îro xurt dibin û heta mezopotamya tên. Gava ew xurt dibin, Sumer zeîf dibibin. B.z. 2334-an Sargon êrîş dike bajarên Sumeran. Welatê Sumeran wî çaxî dibe du beş. Li jor Asûrî û li jêr jî Babîl. Wan çaxan Asûrî hêdî hêdî wek dewlet derdikevin qada jiyanê û her xurt dibin. Di demeke kin de ji devera di nabêra çiyayên Zagros (ku li jêra Îrana îro dikeve) digihije heta ber devera Edenê û di Lubnanê re dadikeve heta Sûdanê. Jora Iraqê û Sûrî dikeve ber. Ji jor jî ve, di ber jêra gola Urmiye û a Wanê re digihije heta Kizilirmakê. Dor salên b.z. 1500 Hûrî li rojhilatê jora mezopotamya û dora gola Wanê dewleta Mîtanî a xurt ava dikin û hukum li xelkên herêmê dikin. Wî çaxî Asûrî hinekî qels in, Hîtît û Misirî xurt in. Mîtanî dan û stendinên xurt bi Misrê re datînin. Hîtît û Asûrî êrîşî wan dikin û dor salên b.z.1250 dewleta wan hildiweşînin. Mîtanî Îndoewropî ne, ji hêla rojhilat hatine. Navê mîr û mezinên wan û ên xwedayên wan bi Hindî ne, lê zimanê wan ne Hindî ye. Her wilo Hîtît jî ji rojhilat hatine û ew jî îndoewropî ne. Wî çaxî û heta gelekî bi dû re jî Kurd û Faris hîna baş ji hev veneqetiya ne. Geh mîrên Kurd mezinên dewleta Faris in, geh jî ên Faris mezin in. Bi dû re demekê ji hev vediqetin û Kurd di nav salên b.z.650-539 dewleta Medan ava dikin. Lê ew dewlet bi xwe gelek caran di bin xurtiya Asûriyan de ye. Dewleta Asûriyan salên 800-an b.z. digihije doşa xwe ya herî xurt. Lê cîran ji ber zulma wan îdare nakin, li hev digerin, alî hev dikin û bi hevkariya Med û Babîlan dîsa cîh li wan teng dibe. Wî çaxî ji hêla din ve jî mîrekiyên Cihûyan mezinbûna wan tehdît dikin. Hîtît ji bakur êrîş dikin û wan hêdî hêdî ber bi jêrtir ve dadixin. Ew welatê Asûriyan ê wilo mezin, xurt û li gora dîrokzanan gelekî despot, dor salên b.z. 700-an wilo hêdî hêdî qels dikeve. Wek hêza îdarî qels dikeve lê karîna dînî û çandî a wan e. B.z. 612 tiştek ji wî welatê wilo mezin nemîne, mezopotamya dikeve bin hukmê Medan û Babîlan. Bi şeran re, bi hatina dewlet û dînên nû re, pêlên wilo mezin li demografa mezopotamya ketine. Li rojhilat û bakur Med dibin serbixwe. Hinek ji jora Mezopotamya jî digihije wan. Paytextê wan Ekbatana (Hemedana îro) ye. Lê sê aliyên Medan bi dewleta Farisan rapêçayî ye, Faris xurt in û Medan tehdît dikin. Kyrosê mezin, bi sefera b.z. 539-an Medan û Babîlan bi xwe ve girêk dide. Êdî Faris li herêmê tevî hukum dikin, hemû mîrekiyên ku hene dixin bin destên xwe û dibin ên herêmê yên herî xurt. Jêra Asya biçûk tevî digirin û Yûnaniyan li hêla derya ege ya din tehdît dikin. Gava sal tên dor çarsedan, Yûnanî jî xurt dibin û şerên ku bi sedsalan li rojavayê asya biçûk û hin caran li Maraton bi xwe li dijî Farisan dikirin û xwe diparastin, vedikişe heta mezopotamya. Îcarê Yûnanî û Faris du hukmên xurt in û sêngên xwe li wir didin hev. Ermenî ji şerê wan û hevdû zeîfxistina wan fersendê dibînin û hêdî hêdî bingehên dewleteke mezin li ser axa ku di nav wan de dimîne diavêjin. Piştî ne gelekî, welatekî ku ji der û dora çiyayê Agirî dadikeve heta quntara rêza çiyayên jora deşta Nisêbînê ava dikin. Li jor ew in û li jêr jî Misirî ne. Vî çaxî Cihû qels in. Wilo xuya dike ku gava Med têk diçin û dewleta Faris dibe a xurt jî, Kurd bê karîn nemane. Ya mîrekiyên wan hene û bi dewleta Faris a navendî ve girêkdayî ne, ya jî di dewletê de xwedî karîn û heq in. Gelek caran kurd dibin xwediyên karîna dewleta mezin a herî bilind û mîrê Kurdan dibin mîrê mîran yê ser hemû welatê Faristanê. A din ew e ku Kurd bi firehbûna dewleta Faris re, ji der û dora devera Ekbatana, ber bi rojava ve fireh dibin û rûdinin. Ew rewş, heta ku îslam derdikeve dom dike. Bi hatina îslamê re tê guhertin. Êdî kurd û Ereb him tev hev dibin û him jî dikevin dijî hev. Êdî kar û xebata kurdan bi bingehîn dimîne ji îslamê re û bi Ereban re. Li gora şopên dîrokê, Asûriyan Nisêbînê ava kirine. Xwedî û mezinên wir demên dirêj Asûrî ne. Lê a ku bi esehî nayê zanîn, bê kengî ava kirine. Lê hemû şik û şop mirov digihînin baweriya ku di dema Sumeran de ava kirine. Gava dîroknas dibêjin Nisêbînê hîna di dema xurtbûna Asûriyan de bûye xwediya roleke girîng û mezin, baştir eşkere dibe ku avabûna Nisêbînê ji dema Asûriyan kevntir e. Piştî ku dewleta Asûrî hildiweşe jî, Asûrî li herêmê ji hêla civatî û ekonomî ve xwedî roleke mezin in. Ji bo bajerên wek Nisêbînê, bes dewleta mezin ku carê bac û leşker didanê hat guhertin, lê dewlemandî, wirşe û mezinbûna bajêr wek xwe dimîne. Lê divê bê gotin ku wî çaxî Cihû jî li Nisêbînê pir in û xurt in. Piştî têkçûna Asûriyan, rewş hêdî hêdî tê guhertin û Zerdeştî û Cihû li Nisêbînê dibin ên herî pir. Bi xurtbûna Farisan re Cihûtî ber bi jêrtir ve vedikişe û dînê Zerdeştî xurttir dibe. Zerdeştî li jora mezopotamya û rojavayê Asya biçûk tevî digire ber xwe. Ew rewş heta sefera Aleksandrê mezin dom dike. Bi dû re filehtî tê Nisêbînê û xurt dibe. Heta wî çaxî çi guhertin di karînên sîyasî de bûbin jî, wirşe û rewşeniya Nisêbînê, heta ku ereb tên, dom dike. Ereb, ji salên p.z.700 pê ve tên. Heta wî çaxî rewşenbîrên navdar ji Nisêbînê derdikevin. Hinan ji wan nav û dengê mezin danê û berhêmên edebî bi dû xwe de hiştine. Yek ji wan bi navê Ephrem (Eprhaîm) e, papazekî mamoste û helbestvan e. Li Nisêbînê çê bûye. Ji helbestên wî tê famkirin bê çi qasî human û welatperwer e. Wek xelaskirê pîrekan tê naskirin. Ji ber ku bi hewldanên wî pîrekên herêmê fêrî nivîsandin û xwendinê dibin. Heta dem tê dema filehtiyê, çend hezar sal di dîroka mirovatiyê de derbas bûne. Di wan çend hezar salan de, şerên gelekî mezin li ser bajaran bûne. Hin hatine talankirin, şewitandin û dîsa hatine avakirin. Hin jî hatin wendakirin û tu carên din nema ava bûne. Nisêbînê çiqase caran ketiye ber talanê û hatiye xerakirin, ne kifş e. Li gora ku xuya dike, heta wî çaxî, Nisêbîne û Qamîşlo yek in (ez niha tiştekî di derheqa dîroka Qamîşlo de nizanim, di agahdariyên ku dîroka Nisêbînê eşkere dikin de bahsa Qamîşlo nayê kirin. Ji ber wilo jî ez digihijim baweriya ku ya Qamîşlo tune ye, ya jî heger hebe taxeke Nisêbînê ye). Bê guman ji bo ku nexşeya bajêr a wî çaxî bikaribê bê çêkirin divê kolînên arkeolojîk bên kirin. Lê em bêyî wan jî xwediyên hin zaniyarî û texmînan in. Nava bajêr, yanî cîhê ku qesrên mîrên Nisêbîne, ên mezin û dewlemendên wê lê hatine avakirin, cîhê Nisêbîna îro ya li ber çem e, li du aliyên rêya Qamîşlo ye, li wê talda li hemberî Qamîşlo ye. Ji xwe hîna jî stûnên deriyên hewşên avaniyên kevnar li wir hene. Û pir bi hêsanî mîmariya Yûnanî tînin bîra mirov. Xirbê ku îro li Nisêbînê jê re Mîr Yakob tê gotin, li gora zaniyariyên ku Alman didin, bes mezelê mezinên Nisêbînê û pêşevanên Dêrê ye. Li gora eynî salixdanan, Dêr gelekî mezin bû û ew serê pêşî him dêr bû, him jî dibistan bû, xwendina dînî lê dibû. Di herêmê de dêra navendî bû, metropol bû. Bi dû re ji bo xwendinê, dibistaneke bilind lê tê avakirin. Navê wê Dibistana Antioch e- bi Înglîlîzî The School of Antioch. Sê dibistanên wilo tenê li herêma rojhilata navîn hene. Yek li Aleksandrîa (Îskenderiye), yek li Antakya û a din jî li Nisêbînê. Lê avaniyên leşkerî li hêla rojhilat dikevin. Ji xwe Kişla leşkerî, heta van demên dawî li devera ku îro jê re taxa Kişlê tê gotin, hebû. Her tiştê ku li ser zimanan wek mîr Yakob maye, ji navê papaz Yakobê navdar tê. Ew ji salên p.z. 330-an pê ve jiyaye. Zilamekî zana ye, gelerî ye, egît e, welatperwer e û gava hewce ye ew serok e. Li gund û çiyayên dora Nisêbînê tevan geriyaye. Di şerên li ser Nisêbînê de, li herî pêş cîh girtiye. Ji ber wilo navê wî heta îro jî li ser zimanê Nisêbîniyan maye. Lê navê Dêra Nisêbînê, ji navê papazekî bêrî wî tê. Dêr bi navê St. James tê binavkirin. Heta wî çaxî jî filehên Nisêbînê ku Yakobî ne, bi hejmarê hindik in, lê xurt in. Gund û bajarên der û dorê bi bingehîn fileh in. B.z. 334 gava Aleksandrê mezin (Iskenderê mezin) diçe ser Farisan, sala 331 di Nisêbînê re derbas dibe. Nû ji Misrê dihat û li wir fêr bûbû ku ew lawê Zeus e. Li wir, Orakela Ammon (perestgeha mezin ku şêx li ser navê xwedayê mezin lê ye û ji bedêla wî ve dipeyive) wilo jê re dibêje, ew jî bawer dike û bi wê bawerî û rolê tev digere. Aleksandr, zilamekî xwende ye, Arîstotales mamosteyê wî ye, ew di warê huner û edebiyatê de xweş perwerde kiriye. Dema wî, dema Helenîzma Yûnanî ye. Huner, spehîbûna hunermendî û wirşeya mîmarî stûneke jiyanê ya herî girîng e. Aleksandr, dîn, çand, huner û mîmariya Yûnanî bi xwe re dibe çi devera ku diçiyê û belav dike. Aleksandr xwe dişibîne Herakles û Akhîlleus. Ew dixwaze û hewl dide ku hemû bajar xwe teslîmî wî bikin, ya na ew ê bi hêza şûr û şervaniya xwe bi dest bixe. Aleksandr berê hespê xwe Bukefalos bi wê biryarê dide welat û bjarên nû. Bajarên ku pê re şer nakin û teslîmî wî dibin, ew merdî û dilovaniya Herakles bi wan re dike, wan naêşîne, baca wan zêde nake. Lê ên ku teslîmî wî nabin (wek bajarê Tyros) bi ser mîr û mezinên wan û rûniştvanên wan de hildiweşîne. Tiştê ku xuya dibe, Nisêbînê bi hêsanî dikeve destê wî. Çi qasî li wir mayê, ne kifş e, lê her ne ji mehan zêdetir e. Yûnanî hinekî bi dû re navê Nisêbînê dikin Antîochia Mygdonia. (ji navê mîr Antiochosê I. Soter tê, dor 50-60 salekî bi dû Aleksandr re, mîrîtiya Makedonya dike). Lê ew nav bes dibe navê îdarî tenê, ji ber ku wî navî, navê Nisîbîs ranekiriye, xelkê herêmê her jê re gotine Nisîbîs û ew nav li ser zimanan hiştine. Yûnanî, ne navê Nisêbînê tenê diguherin. Navê çemê ku tê re derbas dibe û îro bi tirkî jê re Çag-Çag tê gotin jî dikin Mygdonius. Li gora ku xuya dibe, navê çem jî ji xwe heye û Jeruyer e. Hin dîroknasên Romî dibêjin ku ew nizanin bê navê Nisêbînê yê berî Nisîbîs çi ye, lê hinên din eşkere dikin ku Shubat-Enlîl e. Di hin nivîsên ku Asûriyan hiştine de Nasîbîna ye û tê eşkere kirin ku bajarekî gelekî kevn e. Piştî ku filehtî li herêmê xurt dibe û gelek Nisêbînî dibin fileh, hin demên kin navê Nisêbînê dibe Nasîbîn. Lê Nisêbînê ji ber dewlemendiyên xwe, bala hemû xurtan kişandiye. Piştî Faris û Romiyan, Nisêbînê demekê dibe a Ereban jî. Ew jî navê Nisêbînê dikin Nasîbeyn. Hin caran, di destguhertinên di nabêra fileh, cihû, ereb û bi dû re jî tirkan de, navê Nisêbînê bûye Nezib jî. Yûnanî bi sefera Aleksandr ne cara pêşî tên herêmê, ji xwe herêmê baş nas dikin û nexşeya wê heye. Rêza çiyayên li bakurê Nisêbînê, ku bi kurdî jê re çiyayê Bagokê tê gotin, tev çiyayê Karaca Dag heta ku digihije Xabûr, wek çiyayekî tê hesabkirin. Navê wî, Mt. Masius e. (Mt. kinkirina gotina MOUNT e) Lê bi sefera Aleksandr re, Nisêbînê, êdî bajarekî dewleta Yûnanî ye. (Wî çaxî, Yûnanistan ji du beşên mezin pêk tê. Li jor Makedonya û li jêr jî Yekîtiya Korînhtiyan.) Aleksandr, Makedonî ye, lê Yûnanistan hemû di bin destê wî de ye. Deverên ku bi sefera ser Farisan digire jî, dikevin bin îdara wî. Nisêbînê dibe navendeke îdarî. Berpirsyarê dewletê li wir heye û leşker di bin emrê dewleta mezin de ne. Nisêbînî bacê û leşkeran didin dewleta Yûnanî û karên ku divê ji dewletê re bên kirin, dikin. Lê a ecêb ew e ku dewleta Romî hêdî hêdî dibe xwediya hemû Yûnanistanê û koloniyên wê. Lê her çi qasî navê beşê dewletê yê rojhilat Romî be jî, çand, şiklê îdarekirinê û ziman, her Yûnanî ne. Piştî wê, Nisêbînê demekê dikeve destê Ermeniyan. Bi îngîlîzî wilo tê gotin "From 149 B.c. to A.D. 14 Nisîbîs was the residence of the king of Armenia, and there Tigranes hed his treasure-houses." Bi kurdî: "ji sala b.z. 149 heta p.z. 14 Nisîbîs paytextê qesrên mîrên Ermeniyan bû, û xezînên Tîgranan li wir bûn". Gotina "residence" ji bo cîh û malên mîr û serokên welatan tê bikaranîn. Lê wilo xuya dibe ku Nibêbînê wek paytextê duyem e, ê îdara bilind e. Wê demê sê Tîgran dibin mîrên Ermeniyan. Mîr Tîgranê I. ku jê re Tîgranê mezin jî tê gotin, lawê wî Tîgranê II. û lawê wî Tîgranê III. Welatê Ermeniyan ku wî çaxî di pêşengiya sê Tîgranên bi dû hev de ye û ji bavê Tîgranê pêşî mîr Mîthradates ê VI. yê Pontosî ku rojhilatê asya biçûk hemû di destê wî de ye, ji wan re maye. Pontos, herêma ber derya reş a rojava ye. Mîr Tîgranê jîrek, bi peymanekê welatê bavê xwe asya biçûk tevî digire destê xwe û berê xwe dide jêrtirê welêt, tê bajarê Sêrtê, bi navê Tîgranocerta, wek paytextê împaratoriya xwe ava dike. Ew, Tîgranê I. e û di nav salên b.z.140 û b.z.55 de jiyaye û 45 salên sax mîrîtî kiriye. Hukmê wî ji Pontos digihije heta Nisêbînê û deşta Heranê. Ew û Romî şerên mezin bi hev re dikin û gelek ji welatê wî dikeve destê Romiyan, lê bacê dide û bi wan re li hev dike. Ji ber ku malên mîrên mezin li Nisêbînê ne, ji ber ku paytext e, li gora ku xuya dibe wê dema ku Ermenî lê ne, wek çavên xwe li Nisêbînê nerîne û ava kirine. Kar, sinet û xwendin lê xurt kirine. Nisêbînê hîn xweştir kirine. Nisêbînê kirine bajarekî Ermenî, ew dibin ên ji hêla civatî û çandî ve serdest. Lê di nav du hêzên xurtir de asê bûne: Faris û Romî. Nisêbînê dîsa dikeve destê Farisan. Xerabiyên wan dûrêzî hevdû nayên kirin, lê li gora ku xuya dike, Nisêbîniyan ji wan hez nekirine. Lê Yûnanî û Faris li ser herêmê û Nisêbînê li hev nakin, şerên mezin bi hev re dikin û herêm dibe qada şerên wan. Ermenî di nav wan de dimînin. Xwe û welatê xwe diparêzin, lê nikarin bi herdu dewletên mezin. Pêşî şer dikin, lê bi dûre mecbûrê ku bacê bidin wan dibin. Bacê didin û wek berê mîr û mezinên welatê xwe ne. Sala p.z. 115 Nisêbînê, piştî dorgirtineke dirêj, dîsa dikeve bin destê Farisan. Sala 194-an, Septimus Severus (qeyserê Romî) dîsa piştî şerekî mezin Nisêbînê digire, koloniya sisêyan ava dike û Nisêbînê dike paytextê herêmê (headquarter). Navê koloniya nû a ku Nisîbînê jê re paytext e, Septimia Colonia Nisibis e. Îcarê karîn, bi navê Roman Empire e. Tiştê ku xuya dibe ku Nisêbînê piştî wê dîsa ketiye bin destê Farisan heta ku sala 297-an bi peymana Narses dîsa dikeve bin destê Dewleta Romî. Sala 363 dîsa dikeve bin destê Farisan. Her çi qasî wan şer û dorgirtinan tadehiyên mezin dabin Nisêbînê jî, avabûn û bipêşdeçûna wê nesekiniye. Rola Nisêbînê ya di herêmê de hîna bi hatina Yûnaniyan re dest pê dike û mezintir dibe. Hêdî hêdî dibe navenda herêmeke mezin. Demên dirêj paytextiya herêmê dike. Salên aştiyê, qesrên delal lê tên avakirin, bi gul û bexçan tê xemilandin. Xwendin, çandin, hesinkerî, bazirganî û her babet karên din ên wê demê lê geş dibin. Nisêbîne bi qesrên delal û bexçeyên dora xwe, di herêmê de diçirise, bi gul û meyweyên xwe deng dide. Û li gora ku xuya dibe, Nisêbînê cara pêşî dibe xwediya pereyên ku li herêmeke fireh derbas dibin. Ew dewlemendî, xurtî û wirşe, dor heştsed salan diajo. P.z. 300-an, keşetiya Nisêbînê tê avakirin. Camêrekî bi navê Babu ava dike. Piştî wê bi neh salan dimire û St. Jamesê navdar dikeve dewsa wî. Gava Faris dîsa tên ser Nisêbînê, St. James pêşengiya Nisêbîniyan a dînî û exlaqî dike. Lê nikarin Nisêbînê biparêzin. Gava p.z. 363-an dikeve bin destê Farisan, Nisêbînê navendeke filehtiyê ya girîng e. Kî wek dewlet hatibe û çûbe, çi dîn hatibe û hilatibe, wirşe û rewşeniya Nisêbîne nesekiniye, heta dor salên p.z.700 ajotiye. Jê û pê ve Ereb Nisêbînê tehdît dikin û rewşa wê tê guhertin. Gava Hemdaniyên Mûsilê diavêjin ser Nisêbînê û wê digirin, hildiweşînin û baca giran diavêjin ser. Ereb wî çaxî îdara xwe li wir ava dikin, Nisêbînê dikin navenda, ya jî paytextê herêma Diyar Rebi-a. Lê dîroknas ravekirina hatina wan ji bo Nisêbînê bi gotina "this destroyed the prosperity of Nisibis, and the district - ew hilweşandina wirşe û rewşeniya Nisêbînê û der û dora wê" dikin. Wî çaxî hemû tiştên Nisêbînê yên delal tên hilweşandin û dewlemendiyên wê tên talankirin. Ji xwe piştî wê hatina wan, Nisêbînê tu caran nema bi ser xwe tê û nema dîsa dibe Nisêbîna berê. Dewlemendî û xwendin jê diçe, avakirina qesrên delal û xemilandina bi gulan hiltê. Kerehî, feqîrî û nezanî dibe qedera Nisêbînê. Nisêbînê, wilo bûyê Nisêbîna îro. Not: ev nivîs, kinaya nivîseke dirêjtir e. Ez ê rojeke xweş tevî eşkere dikim.
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |