|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
REQSA BI PEYVAN Cemîl Oguz *
|
|||||
Û ez her roj bi wan dilîzim, ew bi min û em bi hev re dikevin reqsê. Ew dibin reqasek ku wekî marekî bejna wê fetlan dide xwe, ez dibim wekî gurekî har, çavên min di wê de zîq dibin, dil perîşan, jar û dîlê wê... Em bi hev re dilîzîn. Carinan di zivistanên sar de peyv ji bo min dibin sobe û ez xwe wekî êzîngên darê mazî davêjim nav ku evîndaran dikişînim cem xwe; wan germ dikim tevî evîna wan. Di ciwaniya min de peyv dibin evîn, evîn dikeve dil, dil ji cihê xwe dertê dikeve nav çîrokan, çîrok bi bayeke hênik diherikin nav dîwanên began, dikevin devê dengbêjan, ji devê dengbêjan, ji destpêka şevê ta şefeqê sibê têne vegotin. Gava bi wan peyvên pîroz ev çîrokên dilşewat têne vegotin, guhdar berê mest dibin, paşê xemgîn, dûre dilê wan kel dide, çav sor dibin û jixwe diçin; dest davêjin çekan û radibin hev. Piştî wê kêliyê êdî xwîn diherike, xwînî dest pê kiriye, koçberî û jarî dest pêkiriye. Lê di wê kêliyê de peyv îcarê dibin qasidê aştiyê... Peyv dibin hevok li ser qaxiza min a spî ku ji nav daristanên mezin hatine birîn û di fabrîkeyên mezin de hatiye çêkirin; hevok dibin paragraf, ji paragrafan çîrok dertên dibin stran, stran ji devê Mihemedê Arifê Cizrawî têne vegotin bi hemû coşiya xwe. Carinan jî civak ji peyvên min pêk tên, ez Xwedê, ew jî qul. Em li hev nakin... Di xwezaya xwe de peyv dibin ronahiya pişt tuneleke tarî, min ber bi xwe ve dikişîne ku li wir evîn, ronahî û jiyan xeyal e, lê dîsa jî min bi wir ve dikişînin peyvên bêbext, bê cih, bê war û peyvên bê xwedî. Peyv bi min re dikevin rê, dibin rêwî, dibin hevrêyên karwaniya min a dûvedirêj. Di rêya karwaniyê de dibin hespên herî jîr, barê herî giran hil didin, ji nav çemên herî dijwar di zivistaneke sar de soberî dikin û min di rê de nahêlin. Paşê pevy dikevin ser rêya evîndariyê û di vê rêyê de dibin hespê Rewan ê Memê Alan û min ber bi Zîna min ve dibin, ew min şa dikin, ez wan bi kar tînim... Di vê ciwaniya min de peyv dibin çav ji bo min, çav dikenin carinan, carinan xwe vedişêrin, carinan sansûr li wan dikeve ku têne girtin, carinan jî bi awirên xwe metnên herî serketî dinivîsin ji bo yeka bi tenê. Carinan peyv dibin welateke xerîb, bi xemgînî tije dibin, bêrî wan ber bi xwe ve dikişîne, zindan nahêle... Di wê kêliyê de êdî derûnî têk diçe, ronî tê girtin, tarîtî dest pê dike û êdî peyvên min yeko yeko xwe bi darve dikin.
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |