|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
BOMBA VEŞARTÎ Şêx Birîmce - Heleb
|
|||||
- Ger ez ne şaş bim, dema çûyîna te û mal nîzîk bûye. Ger te rêdana xwe girt, tu çû mal û me hevdû nedît, tê vê nameyê bigihîne diya min û jê re bêjî: "Em gelekî baş in. Xmê mexwe, yadê." - Ronî, zû bêje, hîn tu çi dixwazî bêjî, bêje? Ez ditirsim niha kesek ji nişka ve bê, bibhîze ko em bi zimanê xwe diaxivin, dîsa here li me bide, serokhêz careke dî me têxe zindanê, rêdana min dîsa bifire. - Memo, ger tu bikaribî, silavên min bighîne Şêrînê, jê re bêje bila hinekî xwe bigre, aramê bide dilê xwe, ji kutahiyê re pir nemaye, meha bê dora rêdana min e, ez ê bêm, hertiştê ew dixwaze, dê bi dilê wê bibe. Dengê hêzgê peyva wan birî: - Divê Ronî Xelo bilez here ba serokhêz, divê Ronî Xelo bi lez here ba serokhêz. - Ronî, bi Xwedê rêdana min dîsa firî, dîsa kîjan bêbavî li me da , rêdan ji dest me firand? Bi Yezdanê mezin, dengê me baş nizim bû, çavên min jî herdem li derve bûn, pêjna kesî nedihat, dengê meşa kesî jî, ji nêzîk de me nebihîst, guhên min herdem li ser derva bûn!! Ronî li Memo venagerîne, li bayê bezê, cilên xwe yên xewkirinê ji xwe dike û yên leşkeriyê werdigre û bilez ber bi oda serok dibeze. Gava dighe ber derî, dergevan bilez bê rawestan wî dixîne ba serok. Ronî bi tirs dikeve odê, silava leşkerî dide, wek dîrakekî bihîstokan li ber derî radiweste, kutkuta dil wek defek cengê lêdikeve. Serok li ser kursiyek gerok rûniştîye, herdû simbêlên xwe yên reş û qelew ên wek qoçên beranan badide. Rûyê wî vê carê li ken e, ne wek hercar tirş e. Rûyê li ken hinekî kutkuta dilê Ronî kêm dike. - Ronî, kurê min fermo li ser kursiyê danîşe. Çima te bêhin li xwe çikandiye? Fermo, fermo rûne . Ti caran serok bi vê nermahiyê û dilovaniyê ne peyiviye. Xwedê bêra vê rojê bide. Ma gelo çi heye? Çi li paş vê nermahiyê mar heye? Xwedê me ji jehra wî biparêze. Ramanên wî bi bi dengê serok re hatin birîn. - Kurê min, ne tu kurdî baş dizanî? Nebêje na. Ji navê te xuya ye, hûn ji malbatek kurdperest in. Divê kurdiya te baş be, ne raste? bêje û metirse, ez we wek hercar ceza nakin. Vê carê ez ji we dixwazim hûn bi kurdî biaxifin û bixwînin û binivîsin. Te çi got? Ronî bêdeng dimîne, ketiye nav xeyalan, zaroktiya xwe tîne ber çavên xwe, despêkên salên xwendinê tîne bîra xwe, çawa diçûn dibistanê, û gotinek tenê bi zimanê dibistanê nizanîn û nedibû bi zimanê xwe jî bipeyivin. Pir caran bi mamoste re bi lalkî an bi nîşandanê dipeyivîn, çiqas lêdan ji dest mamosteyan dixwerin, baş tê bîra wî ko roja Reşo ji ber ko bi erebî nizanîbû û bi kurmancî jî qedexe bû di fêra xendinê de, bi xwe de mîskir,û bi ser da çiqas dar li bin lingan ketin, û bi sedan çîrokên wek vê tînan bîra xwe. Serok bi dengekî nerm û nizm dipirse: - Tu çi diramî, te çi got? Erê, an na? Memo berî bersivê bide, ji Xwedayê xwe dipirsî: Xwedêyo, ez çi bêjim? Bêjim na, derewan bikim ta xwe ji pêlanên wî xelaskim? An bêjim erê, û çi dibe bila bibe? Dengê serok lavaja wî birî: - Xwendina te ji ya tevan bilintir e û ji navê te jî xuyayî e ku tu ji malbatek kurdperest î. J ji ber vê yekê ez te dikim berpirsyarê koma xortên hînî zimanê kudî bibin. Divê tu bilez û bê erê û na herî hin pirtûkîn hînkirina zimanê kurdî peydakî, da ko tu dusibehan dest bi fêrbûna kurdî bikî. Zanim, nizanim, ji te naxwezim, bê rawestan divê dest bi va biryarê bibe. Dema me pir teng e. Ronî, ji ba serok derdikeve, tiştekî ji hev dernaxe. Lê ev pirsa serok, bê rêdan bê amedekirin, wek birûskekê li mêjiyê wî dixe, ramanên wî tev beravêtî dike, nîv gêjî dibe, riya çadira xwe winda dike. Çadira wan li alî bakur e, ber bi başûr diçe. Gava bi xwe hesiya, b idengekî bilind keniya û ji xwe re got: Xwêdyo ev çi xişim li min gerya ye? Ez çi bikim? Ez herim ji xwe re bigerim û vegerim bibêjim min ti pirtûk kurdî li ti pirtûkxaneyan nedîtin? Pirtûkên kurdî qedexe ne, min nikarî ti pirtûkên hînikirinê peydakirbana, an ez herim pirtûkna ji xwe re peydakim, wan bînim da ko leşker tev bi çavên serê xwe pirtûkên kurdî bibînin, nema karibin bibêjin: "Zimanê kurdî nîn e, zimanê qerçiyaye, nayê xwendin û nivîsandin". Ronî dighe ber tiranbêlê, li turmbêlekê siwar dibe, bi gotin û biryara serokhêz dîsa dirame, ji xwe van pirsan dike: - Gelo dema çi? Derngiya çi? Tengîya çi? Çima ev xwastek? Çima ev bendewarî? Li ser axaftinek kurdî bi mehan em ji çûna mal dihatin qedexe kirin, xwas di ser stiriyan re dibezandin, avcenî di ava genî de bi me dikirin, bê liv demek dirêj li bin tava çilê havînê radimedandin, li hember dîwarekî bilind û qelew disekinandin û digotin: "Bi têvedanê dîwar bibin cihekî dî", û he he bi me dikeniyan , an li hember çirên kehrebê em radiwestadin û ji me dixwastin ko bi pufkirinê çiran vemrîn û bandikirin "yala bilez çira vemrînin", û di bû tîqtîqa kenê wan. Ev û Hemo cezayên dî wek filmekî sînemê di ber çavan re diçûn û dihatin. Ji xwe dipirsî û bi xwe bersiv dida, digot: ''Ma gelo ev xwaestek ji bo çi ye? Ne ji bo ez pirtûkên kurdî bînim ta min bi dest bigre da min têxe zindanê? Wê çaxê ji bilî Xwedê kes nizane ez ê jê sax derkevim an hestiyên min dê tê de birizin?" Lê Ronî biryara xwe digre û ji xwe re dibêje: "Çi dibe bila bibe, ez ê herim hin pirtûkan ji xwe re peydakim, werim hevalên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikim, û ji leşkeran tevan re xuya bikm ku zimanê min jî ziman e, ji koka xwe zimanekî Hindo-Ewropî ye ,ji koma Îranî ye, koka wê ya kevn ji zimanê Med û Avesta ye, ne kêmtirî ti zimana ye, zimanekî xwendin û nivîsandinê ye, ji kevintirîn zimanên rojhilata navîn e, yekemîn ziman bû ku tîpên wê dengîn bûn, bi çil û çar tîpên dengî û xweser xemlandî bû." Ji sedê salan de, ev ziman dibin nîrekî sitemkarî de dijî, lê ti miletan nikarîbû bi wan rêzanên xwe yên nijadperest û şoven vî zimanî bipijavta. - Leşkero, em gihiştin dawî, bilez peyabe. Tu bi evîndara xwe diramî, ha ha ha, ajoker bi dengekî bilind dikene. Ronî bi tena xwe ma bû, bê bersiv peya dibe û diçe mala hevalekî xwe û jê dipirse: - Ma gelo ti fermanên nû derketine ko tê de zimanê kurdî serbest û aza bûye? Lê hevalê wî bi erêkirinê lê venagerîne, dibêje: - Çi li vî welatî hatiye guhertin ta ziman aza û serbest bibe, li pêşî divê hebûna me qebûlkin, paşê hin mafan bidin me,"me belangazên Xwedê". Na, bawernakim ti biryar an ferman di vî warî de hebin. Ez ditirsim ev xapik be, ti prtûkan bi xwe re mebe, bêje ez li bajêr tev geriyam, min pirsî lê min nikarî ti pirtûk dîtibana, yên min ji wan dipirsî, digotin min: pirtûkên kurdî tev qedexe ne, çawa tu dipirsî? Lê Ronî biryara xwe gihandi bû serî, çend pirtûkên hînkirinê peyda kiribûn û bi sibehê re tev pirtûkên xwe dev da bû oda serok . - Baş e, min zanîbû ko tê bikaribî pirtûkan bilez peydakî. Rabe here xortên kurd komke, dest bi hînkirinê bike, dem pir teng e. Oda çaran ji we re ye, li tu ferên leşkeriyê beşdar mebin, bes haj xwendin û nivîsana kurdî hebin. Careke dî dibêjim, bila zimanê we paqij be, gotinên biyanî tê de tune bin û bi taybetî gotinên erebî. Ronî egera bendewariya serok bi zimanê kurdî nenasî, lê dest bi hînkirinê dike, destpêkê bi tirs, paşî bi serbilindî û dilşahî hîn dike. Serok rojê sê-çar caran bi ser wan de derbas dibe, bi pêşketina wan pir şa dibe, xwarin û vexwarina wan du qatî dike soza rêdaneke dirêj dide "ger di demek kurt de baş hînbûn û serê wî bilind kirin." Ronî herdem pirsa çima li serî dixist, ji xwe dipirsî gelo serbilindiya çi? Lê rojekê negiha egerê, û ne karîbû bersiva wan çiman bide. Her ko roj dibihûrîn, bêtir bi xortî û bi evînî xort fêrî kurdî dikirin, wek ku mamosteyê zimanê kurdî be di Kurdistanek serbixwe de. Di temenê xwe de bawer nedikir ko rojek bê, bi serbestî kursên hînbûna kurdî bide û li ku? Li cihekî leşkerî! Li xortan ev şîret dikir: - Hevalno, divê em baş ha ji zarokên xwe hebin, wan jî hînî xwendin û nivîsandina kurmancî bikin. Ger keys ket destê me, ev rojên wek xewnan ji me re man, em ê we hînî rêziman jî bikin. Divê her yek ji we bibe mamoste û dest bi hînkirinê bike, ji mala xwe dest pê bike û paşê cîran û xelkên dora xwe, gundê xwe û paşê...... Hatina serok şîretên wî birîn. - Ez bi we serbilind im, dîsa dibêjim divê hûn şaşiyê nexin zimanê xwe, ha ji gotinên xwe hebin, gotinên biyanî û erebî divê bi we re derbas nebin, ha. Di rojên pêş de ev tişt gelekî giring û pêwîst in. Çend roj di ser van rojên xweş de ne bûrîn, cenga heftê û sisyan dest pê kir. Ev xortên hînî zimanê kurdî bûbûn tev danîn ser radaran. Radarvanên kurd, bi kurdiyeke paqij hemû daxûyan û biryarên cengê diweşandin û belav dikirin. Dijmin şêto mêto dikirin, bi van biryaran bi ser ketin û ceng vexwarin. Zimanê kurdî bû çekek ji çekên cengê, nav lê bû (bomba veşartî). Serokhêz biva çeka xwe ya nih bi kar aniye; wîsama komarê ya yekemîn girt û du dereceyên leşkeriyê bi hev re hate bilind kirin. Piştî kutahiya cengê hat, egera vê bendewariya alevanî (ecîb) xuya bû, dîsa zimanê kurdî bû zimanekî qedexe. Şam, 21-8-2002
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |