NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Dr. Kamiran Bêkes
Wêne: amude.com
"Heger yekî biryar dabe ku ji bo kêşeya rewa ya gelê xwe bimre ew ji gefûgurên tu kesî natirse"
                      Mesûd Barzanî



Piştî Şerê Kendavê yê didoyê û Serhildana 1991-ê Gelê Kurd li beşekî welatê xwe yê parçekirî, li Kurdistana Başûr rewşeke azad bi dest xwe xist; hilbijartinên demokrat pêk anîn, Perleman û hikûmeteke netewî damezrandin. Li gor biryara Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê, ji bo çareseriya doza kurdî li Îraqê û destnîşankirina pêşeroj û çerenûsa Kurdistanê û têkiliya ligel hikûmeta navendî, federaliyet hate vebijartin. Ji hingê de ne tenê Sedam Husên, lê belê hemû neyarên gelê Kurd li heremê (Tirkiyê, Îran û Sûriyê), ji vê yekê gelek dilteng bûne; ew destkeftiya di dil û çavên wan de weke stiriyekî daçikiyaye. Ji bo têkdana aramiyê û hilweşandina saziya netewî ya Kurd li vî parçeyî, çi ji destê wan tê dikin. Ji roja pêşîn de wan (dijminên Kurdan) bi mebesta nixumandina vê destkeftiya pîroz û jinavbirina federaliyetê, dest bi plan, dek û xapînokan kirine û hemû alav û navgînên kirêt bi kar anîne: civînên hevbeş ên sêqolî li dar xistin, û hîn jî li dar dixin; bi behaneyên curecur hêzên xwe yên leşkerî ji carekê bêtir xistin nav Kurdistana Başûr; hêzên Kurdan berdan hev; dorpêçkirinên aborî (embargo) bi kar anîn … û hwd.

Dewleta Tirk, weke nimûne, hebûna PKK-ê li herêmê pir caran kir behane û bi dehan caran êrişên leşkerî birin ser Kurdistana Başûr, ew bombebaran kir û gelek ziyan gihande Kurdistanê. Ji bilî hebûna PKK-ê, Dewleta Tirk pirsa Tirkmanan jî ji xwe re dike behane ku kari be destdirêjiyan bike û xwe têkilî kar û barên navxweyî yên Kurdistana Başûr bike. Hêja ye em bêjin ku rêveberiya kurdî li Başûr gelek maf û azadî bo Tirkmanan, ku li Kurdistanê hindikahiyeke netewî ne, terxandine, ku îro roj jî hîn ew maf û azadî ji 20 Miliyon Kurdên Bakur re tenê hêvî û xewn in.
Lê rastî ew e ku Dewleta Tirk a nijadperest, ji her destkeftineke di berjewendiya Kurdan de, li ku dibe bila bibe, dilgiran û zikreş e. Ew serê şorê binê şorê dibêje "Kurd xwe ji damezrandina dewletekê re amade dikin", "em rê nadin dewleteke kurdî ye serbixwe", "Welatekî Kurdan li ku derê jî çê bibe, emê wî wêran bikin"…û gelek cûtinên wisa.

Rêber û rêxistinên Kurdên Başûr bi dehan caran gotine ku wan damezrandina dewleteke serbixwe, tevî ku ew daxwaz û hêviya hemû Kurdan a herî mezin e jî, ji xwe re armanc ne girtine, ew tenê Îraqeke demokrat û federal dixwazin. Ma gelo ne hîn duh bû, gava Kek Mesûd li Perlemana Kurdistanê goti bû: "Wekî ku tête guhê we jî, nuha gelek caran ji vî alî û ji wî alî ve gef û guran li me dikin û dibêjin 'em qebûl nakin dewleteke kurdî ava bibe'. Me daxwaza dewleteke kurdî ne kiriye. Ez careke dî jî dibêjim me daxwaz ne kiriye, ne ji ber wê yekê ku em damezirandina dewleteke kurdî ji xwe re maf nabînin, û ne ji ber ku me navêt, lê ji ber ku em realîst nabînin. Rewşeke wisa heye, heger em vê durişmê bilind bikin dibe ku ne gengaz be. Me bi xwe ew hêz nîne ku wê bi cih bînin û kes jî pişta me nagire. Reng e ji bo gelê me ziyana wê ji sûdeya wê pirtir be. Me daxwaza mafê Kurdan kiriye û em wî mafî di çareseriyeke federal de dibînin ku ew jî bi biryara parlamentoyeke hilbijartî ye ku nimînendeya viyana miletê Kurd dike. Vêca ewên ku li dijî damezirandina dewleteke kurdî ne, ew bi keyfa xwe ne. Ev mafekî me ye lê me daxwaz ne kiriye."

Digel vê yekê jî, gelo, ma dewleteke Kurdî çê bibe çi dibe? Çima ji her neteweyekê re dewlet mafek e, ji Kurdan re na? Çima ji 100 hezar Tirkên Qibrisê re, ji du Milyon Çeçenan re, ji du-sê Milyon Boşnak û Kosoviyan re dibe, lê ji 40 Milyon Kurd re na? Ma mafê çarenûsî û dewletbûnê, li gor hemû peyman, lihevhatin û danezanên navnetewî - peymana Neteweyên Yekbûyî, danezana gerdûnî û herdu peymanên mafên mirovî jî tê de - ne mafekî rewa, dadmend û destûrdayî ye?! An "ê xelkê can e, ê me bacan e"?!

Lê dîsa jî ewqas daxuyanî û danezan têra vemrandina kîn, zikreşî û nijadperestiya berpirsîyarên Tirk nake. Hîn jî ew dibêjin: "Naaa, Kurd amadeya dewletekê dikin, emê jî loman bikevin Başûr şerê wan bikin, berevaniya Tirkmanên 'belengaz' bikin û yekîtiya Îraqê 'biparêzin'!..".
Di vê dema dawiyê de jî, nemaze piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê reşbeleka destûra (yasaya bingehîn) Kurdistanê û ya Îraqa Federal a pêşerojê pêşkêş kirin, ku tê de sînorên herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin, şaliyarê berevanî ya Tirkiyê, Sabahadîn Çakmakoglu, li ser heman babetê weha anî zimên û got: "Navandina herdu bajarên Kerkûk û Mûsil, ku piraniya wan Tirkman in, wek bajarên Kurdan ji aliyê Mesûd Barzanî de, ku serokekî Kurdan e li Bakurê Îraqê, karekî redkirin û mendelkirinê ye… bi tu şêweyekî em ne qayil in ku ev herdu bajar, ku berê beşek ji niştîmana Tirkiyê bûne, wek bajarên kurdî bêne binavkirin."

Evê yekê baş xuyakir ku şoven û nijadperestên tirk dixwazin dîrokê, tenê li gora berjewendiyên xwe, bi şûn de vegerînin û destên xwe deynin ser Kurdistana Başûr, wê dagir bikin. Lê, dîsan weke Kek Mesûd gotî, "eger hizra wê yekê bikin û li ba wan her wisa be ku Emerîka li Îraqê bide dê parçe parçe bibe û êdî her kesek dê bi keyfa xwe navendekê ji xwe re deyne û her yek dê pariyekî ji bo xwe bibe, bi dîtina min, ev hizreke gelekî şaş e. Îraq ji wê yekê mezintir e ku bibe pariyek ji bo wan dewletan. Ne miletê Îraqê, ne jî em wekî Kurd vê yekê dipejirînin".

Piştî gotinên Çakmakoglu yên xav û hov, li Kurdistana Başûr di rojnameye "Birayetî" de, roja 21 Tebaxê 2002 sernivîsek hate weşandin ku tê de hati bû nivîsandin: "Qet ne veşartî ye ku rayedarên tirk berê xwe ji wilayeta Mûsilê (Herêma Kurdistana Îraqê) nagirin, wê wek bermayiyeke ji dewleta Osmanî ya kolonî dihesibînin, û di budjeya xwe ya salane de Lîreyeke tirkî bo terxan dikin(!) bê ku li ber çav bigirin ku wîlayeta Mûsil angorî peymanên navneteweyî beşek ji Iraqa niho ye û ti mafê Tirkiyê tê de ne maye. Û ew wîlayet qet ne amade ye jî xwe bide dest dewleteke wek Tirkiyê ji ber ku rind tê zanîn ku çarenivîsa zarokên wê dê bibe mîna feleka zarokên Kurdistana Tirkiyeyê û zarokên wê dê li bajarên mîna Stembol, Îzmîr û Enqereyê bibin boyaxkerên sol û pêlavan.
Ayende û pêşeroja Kurdistanê jî gorî û qurbanî rayedarên tirk û mirûd û peyrewên wan nayê kirin. Niha cangoriyên Kurdistanê û hokerên navdewletî (ku rayedarên tirk nikarin wan bi paş guhê xwe ve biavêjin) û hemî amaje jî di berjewendiyên gelê Kurdistanê de ne…
Lê eger dîsan jî li ser vê helwesta xwe bi rik û serhişk in, bila dubare çarenivîsa xwe li Kurdistana niho bicerbînin. Hingê ewê bi çavên xwe bibînin ka çawa ev gel dê xwe ji bo pîroziyên xwe, ku Kurdistan e, bide kuştin û ka çawan dê welatê xwe bo wan, ê ku destdirêjiyê lê bikin, bike goristan."

Herweha di hevpeyvîneke rojnameya almanî ya heftane "Die Zeit" (ya roja 05.09.2002) ligel Kek Mesûd, ewî merdane û bi cegersojiyeke bilind bersiva gefgurên Tirkiyê da û got: "Gef in vala. Em milîmitrekê ji axa xwe ji Tirkan re nahêlin. Bo vê yekê dê ne tenê leşkerên me şer bikin, lê belê jin, ciwan û pîr jî. raperîneke kurdî dê riyên me bikin gora artêşa tirk. Çêtir e ku Tirk mafên 15 Milyon Kurd li welatê xwe biparêzin."

Li ser vê nivîsê berpirsiyar, siyasetmedar û weşanên Tirkan gelek hatin hejandin, dîn bûn û gotin "çawa dibe ku Barzanî tiştên hanê dibêje?!". Wan ji bîr kir ku gelê Kurd, di dirêjiya dîroka xwe de, ji bo ku bigihîne azadî û serbestiya xwe ti dirêxî (kêmasî) ne kirine û herdem xebat, têkoşîn û xwegorîkirin weke erkeke pîroz li ser milê xwe zaniye û hertim, tevî stem, zor û dijwariyan; tevî çekên kîmî, bombebarankirin û tevkujiyan; tevî hemû gef û gurên dagirkeran dilketiyê azadî û serbestiya xwe bûye. Weke Kek Mesûd jî gotî: "Em çavdêriya ti dewletan napejirînin. Ez aşkere dibêjim, em fêr ne bûne ku bi bindestî bijîn. Divêt em azad bin. Ji bo bidestxistina azadiyê em gelek caran derbeder û penahinde bûne, bi salan di bin çadir û şkeftan de, li jêr top û balafiran jiyane. Lê em serbest bûn. Her dema me dixwest ji vê newalê biçin neweleke dî me rêdan û destûr ji kesekî wernegirtiye... Belê bi rastî me zordariya hikûmeta navendî ne pejirandiye. Emê çawa bipejirînin ku dewleteke biyanî, cîran, bêt û sîstemeke destnîşankirî (mueyen) li ser me ferz bike!"

Em bêjin Tirkiyê tu mafî nade 20 Milyon Kurdên Tirkiyê, heya mafên çandî jî, lê gelo ew ji Kurdên Başûr çi dixwaze? Ma ev cîhana, an Rojhilata Navîn, malê bavê wan e, malê Ataturkê nijadperest e?.
Baş xuya ye ku daxwaza şoven û nijadperestên Tirk her dagirkirina Wîlayeta Mûsil (Kurdistana Başur) e. Di rojeva wan de ev daxwaz ji mêj ve xwe nîşan dide. Vê dawiyê jî şaliyarê berevaniyê, Çakmakoglu ev daxwaz wek berpirsiyarekî bilind eşkere kir.
Ev yek jî nîşan dide ku, dewlet û hikûmeta Tirk dev ji êrîşgerî û dagirkeriya xwe bernedaye. Ne ku tenê beşê Kurdistanê yê herî mezin û 20 mîlyon Kurdên Bakur bindest kirine û ew ji hemû mafên wan ên netewî û mirovane bêpar hêştine, lê dixwaze bi ser de jî şerê pêşbînkirî, yê Emerîka li dijî Îraqê, ji xwe re wek keys û delîve werbigre da ku xewna xwe ya hov û kevnar bi cih bîne û beşekî din î Kurdistanê dagir bike.

Lê xewn tenê xewn e. Divê ev kesana baş bizanin ku êrîşgerî û dagirkerî ne navgîna vî zemanî ye, herweha divê baş zani bin ku goştê her çivîkekê nayê xwarin. Bi vî şêweyî jî pirs û kêşe çareser nabin. Çunkî, dem dema hevpeyvîn û danûstandinê ye; dema pejirandina hevdu ye; dema demokrasî, mafên mirov û miletan e; dema rêzgirtina yasayên navnetewî ye; dema azadî û wekheviyê ye. Bi ser de jî gelê Kurd îro hêz û şiyaneke wisa heye ku dikare hemû plan û êrişên dijminên xwe têk bide, xwîn û giyanê 40 Milyon Kurd li herçar perçên Kurdistanê ji vê yekê re amade ye, çunkî parastina ezmûn û destkeftiya li Kurdistana Başûr erkeke netewî ye herî pîroz e.

Baştir e ji Tirkiyê re ku bi tembiya Kek Mesûd bike (binêre rojnameya "Die Zeit" a roja 05.09.2002-an) û kêşeyên xwe yên curecur, li serê wan jî doza kurdî li Bakur, bi awa û şêweyên serdem çareser bike. Divê ew carekê tê bigihin ku pirsa wan ne li Başûr e, li Bakur e. Heya ew mafê 20 Mîlyon Kurdên Bakur nedin, ji wan re aştî, aramî û pêşketin tune. Belê, Divê ew dev ji siyasetên kevin û hovane berdin, rastiyê bipejirînin û pirsa Kurd li ser bingehên demokrasî û wekheviyê çareser bikin.

Di vê keftleftê de hinek pirs xwe berdidin holê:

Yek - gelo çima ew hêz, rêxistin, rewşenbîr, siyasetmedar û dewletên ereb, ewên ku bi roj û şev (xwedêgiravî) li ser pêşeroja Îraqê û yekîtiya xaka wê rondikan dibarînin, tu bersiv ne dan Tirkiyê û gefên wê şermezar ne kirin? Ma, ew jî bi Tirkiyê re hemhelwest û hembawer in? Ango ji bo ku destkeftiyên Kurdan têk bidin, buha çi dibe bila bibe, ne xema Ereb, Tirk û Farisan e.
Dido -heya kengî partî û rêxistinên me Kurdan dê xwe dûrî hevdu bigrin û yekîtiya xwe, weke tête xwastin, neparêzin? Ma çima dijminên me ji bo bihêzkirina daxwazên xwe yên ne rewa li hember gelê Kurd dikarin, tevî hemû dijayetî û newekheviyên wan, bibin yek, lê em - ku di bingehê de yek netewe ne, welatê me yek welat e, êş û derdên me yek in û daxwaz û hêviyên me yek in - hîn yekîtiya hêz û rêxistina xwe naparêzin? Ma yekîtiya me, di roja îro de û li hember ton planên weha hov, ne erk û delameta netewî ya herî girîng e; ne gava pêşîn ji xwedîderketina li Kurdayetiyê ye?

Hêvî û daxwaz ew e ku em rojekê pêşde gotina mîrê wêjeye kurdî, Ehmedê Xanî "Ger yekîtî nebe, ne dîn dimîne ne dewlet" bînin bîra xwe û bi hev re, bi yek dengî, biqîrin: Berî hertiştekî em Kurd in.

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
* Sernivîserê kovara PÊNÛS


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]