|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
KÎ AMADE YE? Bavê Jînê |
||||
Û hinan digotin: ma ew endamê sosyalizma diwelî ye? Ji van gotinan pê ve çi dikare bêje? Bê ko kes ji wan raman bibe bê ka Qasimlo çi di bêje… Hevalên hêja! Giring e ko em îro roj li kêşeya xwe bêtir hay bibin. Rewşa miletê kurd bi ber zehmetî û dijwariyan bêtir diçe, û pir pilan li ser serê me pêk hatine û pêk tên!! Her weha dijminên me ne rawestiya ne, çav li rewşa me zirdoq kirine û davê xwe li ber pêşketina kêşeyê vedane, bi taybetî rewşa li Kurdistana Başûr (Iraq), ne xasim ev bû çend sal piştî cenga Kendavê ya diwemîn ko Kurd li welatê xwe serdariyê dikin, welatê xwe ava dikin, Kurdan bi rewşê re guhartin di welatê xwe de pêk anîn. Perlemanek hilbijartin û hikûmeteke herêmî damezirandin. Ez naxwazim gotinê fireh bikim, hûn tev dizanin bê çi di van salan de çêbûn..!! Piştî diwazde salan ji cenga Kendavê, dîrok dîsa dike xwe vegerîne û vê carê bi rengekî ne xuyanî û veşartî… Emrîka qîlên xwe ji rejîma Sedam re derdixe û jê re dibêje "bes e tu nema gerekî me yî!!" Êdî rêjîmên ko Kurdistan di bin destê wan de ye û bi taybetî rêjîma Tirkiyê, xwe bi xerabî û eşkere dilivîne, û dixwaze pilan in nû li gel Emrîka li ser serê Kurdan pêk bîne û vê ezmûna Kurdistana Başûr beravêtî bike!! Û ya herî giring, dixwaze, piştî ketina Sedam, destê xwe deyne ser Kerkûk û Mûsil bi behana mafê wê yî dîrokî di herdu wîlayetan de..!! Tev ko ez pêkhatina vê xewna Tirkan dûr dibînim, çimkî cudakirina parek ji xaka Kurdistana Başûr, ne tenê bi Kudran ve girêdayî ye. Lê ew "dixwazin bi tov bavêjin ji bo firk ne yê", dixwazin Kurdan ji biçûktirîn maf dûr bikin, û ji Emrîka re dibêjin: "em ê bi vî mercî alî we bikin, beramber em dewleteke kurdî di bin çengê xwe de naxwazin." Li aliyê din gotin çêbû ko Emrîka ji Kurdan xwest wek Efxanistan ango "Hevbendiya Bakur" li Iraqê pêk bînin. Kurd jî matmayî ne. Ji ber vê yekê jî dibêjin: çawa em ê miletê xwe bikin êzingê vê cengê tev ko em nizanin û nabînin zelaliya paşeroja Iraqê piştî ketina Sedam dê çawa be!! Helbet berjewendiyê Emrîka nikarin bi rawestînin, lê em nizanin bê ka Emrîkanan çi ji me re kolane!! Çimkî Kurd baweriyê bi Emrîka nayinin, ji ber ezmûnê wan ên berê bi Emrîka re wilo dibêjin!! Vêca di vir de pirseke girîng tête kirin : gelo Kurdan xwe amade kirine ji vê babelîskê re, an wek carê berê em ê têkevin pêxîla hev û dijmin ji bîr bikin? Em bi hêvî ne ko Kurd tev de, û bi taybetî herdu partiyên desthilatdar, ji vê berpirsiyariya dîrokî li gel hemû hêzên netewî yên li Kurdistana Başûr re amade bin … 28/8/2002
|
||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |