|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
ZIVISTANA CANEKÎ Mehmûdê Ako*
|
|||||
Bahoza laşekî ye, Zivistan e, zivistana hestekî ye, serma ye, serma canekî ye, di xwe de hemî dibe zivistanek. Hest li ber dergeh, vizîneke bi hêz li dar dixe. Dilbijînên nehênî yên jiyanî, di laş de dîlaneke kobrayê dikin. Can di mêtineke dûmahî de şil dibe, û bi ser sîngê de tê xwarê. Hetanî ku bêhnên wî lê vedgerin, dadikeve û vedgere, dadikeve û vedgere, ji vegerê laşek çêdibe. weke dojehê, lêv xwe vêdixin, dest mîna sîka bin ewran, di ser pêyan re buhiştê pîroz dikin. Xelatên, gelî û deştên xwe, ji cotekî re keskesor dike. Bi meherevanî xwe dimjin, hest. Di ser buhiştê re, ew çiyayên ji çavan re, peristîne bilindî ya wan, Avên jiyanî ji kanî û sûlavên xwedayî dibarin bi ser laşekî de, dibarin. Xaka tîh, Qelşokên xwe, ji bêhna wî re, dike newrozek. Xwêdan tê bi mêhvanî, her dilopek wê, Çîroekekê dibêje. Ji nermbûna xwe, ji germbûna xwe, ji mestbûna xwe, di xwe de dihilin çiya. Agirê zerdeştî di giyanê xwe de, pîrozdar dibe. Di cotbûnê de, xweda wan bi xwe dinixumîne, û xwe di wan de pîroz dike xweda. Dawiya buhara 2002an --------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- * Nivîskarek ji Rojavayê Kurdistanê ye.
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |