NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Adar Jiyan
Wêne: Rojev
Bêgûman mercên pêşîn û çarenîn ên ferdîbûna mirov û şarezabûna civakê, demokratîkbûn e. Rêya komelayetîbûna takekes û cîvakê her gav di têgihîştin û xunafkirina demokrasiyê re derbas dibe. Ji bo wê, hewcetiya her kesî/ê bi zanîn û perwerdehiya demokrasiyê heye. Belê beriya wê, divêt wateya demokrasiyê ya rastîn bête danîn û her wiha rist û erka wê baş bête zanîn û ravekirin.

Demokrasî, bi gelemperî wekî "rêveberiya gel" an "rêveberiya ku bi vîna gel pêk tê' tê binavkirin. Bi awayekî din, wekî "xuhermenda (hikûmet) ku ji aliyê nimûnendeyên gel û hemwelatiyên wî welatî ve tê hilbijartin " tê watedarkirin û ravekirin. Her çend ku wateya demokrasiyê ji aliyê pispor, zanyar an jî civaknasên demê hatibe danîn jî dîsa herkes, wê li gora dilê xwe şîrove dike. Ji ber ku demokrasî jî wekî hemû têgîn û kirûyên din ên ku di maweya civakên çînî de derketiye holê, mirov nikare rasterê bibêje îlam wateya wê ev e an wateyeke rastîn lê bar bike. Berî ku mirov bikaribe wateya demokrasiyê ya rastîn deyne divê mirov derbarê gelek têgîn, bûyer û lêqewmînên dîrokî û komelayetî de xwedî zanîn û agahî be. Çimkî, herkes wê li gora berjewendiyên xwe yên kesane û rojane basko dîke û dikesixîne. Ev yek jî dibe sedema alozî, dubendî, nakokiyên civakî. Heta gelek caran dibe sedema şer û pevçûnên navxweyî û gerdûnî jî.

Di kîjan dem û serdemên dirokî de derketibe holê bila derketibe; li gora sûd û berjewendiyên kîjan çîn û civakê hatibe guhartin bila hatibe guhartin; ji aliyê kîjan pispor û civaknasên demê hatibe watedarkirin bila hatibe watedarkirin; demokrasî, îro ro ji aliyê herkesî/ê ve, wekî kilîda hemû derî û dergehên girtî û asê tête dîtîn û pejirandin. Dîsa li ser rûyê dinê, kîjan civak û mirov dibe bila bibe, gava ku ditengije hawara xwe dike demokrasiyê û mafê mirovan. Ango li ku dibe bila bibe, ji bo çareserkirina qeyran û buhranên kesane û giştî, herkes radibe serî li demokrasiyê dide. Mixabin kilîda deriyê demokrasiyê û mafê mirovan jî di destê kes û hêzên xesîs de di emana Xwedê de ye. Deriyê demokrasiya xopan, ji bo wan heta dawî li piştê ye ; belê heman derî, li ber gel û kesên mezlûm û bêrî jî, her gav girtî û mohrkirî ye. Kengî qîma wan dixwaze wê gavê derî li gelan vedikin û heq û hiqûqê wan ên awişt û rewa, wekî şîvmiriyan li wan belav dikin. Belê mixabin ne haya gelên bindest ji vê yekê heye û ne jî kes guh dide tevger û komên aştîxwaz û mafparêz. Berevajî wê herkes, hêz û dûgelên dagirker û kolonyalîst wekî xudanê erd û asîman dibinîn û xwe dispêrin rehmet û dilovaniya wan. Bextreşî, afatî û bêwefatiya herî mezin jî ev e. Lewre, mirov radibin lî ber neyarê demokrasiyê çok didin, destê xwe vedigirin û parsa demokrasiyê dikin.

Gelek dûgel, xuhermend û her wiha kes û hêzên cur be cur jî demokrasiyê wekî pêdiviyeke rojane an jî navgîneke konevaniyê ya demsale û demdemî dîbînîn. Gava ku ew jî ditengivîn ji nêçarî û bêzarî hawara xwe dikin demokrasiyê û xwe bi çarlep li demokrasiyê dipêçin. Heta şapat bi şapat li demokrasiyê jî xwedî derdikevin û xwe wekî demokrat û demokrasîxwazên bêhempa û tekane jî nîşan didin. Bêgûman, ew kes û hêzên kevneperest û paşverû tu car demokrasiyê ji bo gel û hemwelatiyên xwe naxwazin. Çi hêz û kesên desthilatdar, çewsîner û çi jî dûgel û xuhermendên mêtinger û împeryalîst dibin; ew demokrasiyê tenê ji bo nefsa canê xwe û berjewendiyên xwe yên demdemî û rojane dixwazin û diparêzin. Ji aliyekî ve ew gef û guran li mirovên aştîxwaz û mafparêz dixwin û ji aliyê din ve jî behsa demokrasiyê û mafê mirovan dikin. Hêçku, pirr baş tê zanîn ku ew, her gav dijminê demokrasiyê û hemû hêjahiyên mirov û mirovahiyê ne. Heta li kîjan devera cîhanê maf û mafdarî hebe, ew pozberiya wê dikin. Li kîjan herêma dinê dengê aştî û azadiyê bilind bibe, bi êrîş diçin ser û difetisînin. Ji quncika kîjan welat, gund û bajarî behna biratiyê û mirovahiyê bê, wê derê dihedinînin.

Demokrasiya (demokrasîparêziya) rastîn ew e ku nîjad, ol, netewe, reng, deng û zayenda mirovan çi dibe bila bibe mafê her mirovê/a bi yeksanî û bêlayan diparêze û qet cudayetiyê naxe navbera wan. Demokrasiya rastîn ew e ku hemû xurek û xenîmeyan dinê di suxreya mirov û mirovahiyê de dixebitîne. Demokrasiya rastîn ew e ku mafê jiyanê di ser her tiştî re digire û mafê jiyana her mirovî/ê di çembera ewlekariyê de digire û diparêze.

Demokrasî, ne navgîna berjewendiyên kesane û demdemî û ne jî stargeha sedestî û zordariyê ye. Demokrasî, ne şûrê Demokles ê ku di destê desthîaltdariya dinê de bi ser serê gelan re diheje û ne jî mertalê rantxurî, kûjerî û kirêtiyên cerdevanî û nîjadperestiyê ye. Demokrasi, ne devlokî û laqirdîtiya olpersetên durû û paşverû û ne jî qelpîtî û sextekariya laîkperestên bêrû ye... Demokrasî, şêwaza şarezabûn û mirovîbûnê ye. Mafî tukesî tune ye ku wê di gemerdanî û yekdestiya xwe de bigire û li gora dilê xwe bikar bîne. Ew, hevpariyeke gerdunî û navneteweyî ye. Û hewcedariya her kesê/a ku hatiye ser rûyê dinê û jiyana xwe didomîne, bi demokrasiyê heye.

Mixabin ji ber ku wateya demokrasiya îroyîn ji aliyê hêzên serdest û şerandek û kesên zordest û şemarok ve hatiye danîn û ew her gav wekî amûreke mêtingeriyê tê xebitandin, hemû gel û mirovên bindest tune têne hesibandin. Îcar heta ku hîmê demokrasiyê li ser navê gelan, ji bo gelan, ji aliyê gelan, nemaze bi destê gelan neyê danîn, ne pêkan e ne demokrasiya rastîn pêk were û ne jî nav û dengê kesên demokrasîxwaz û mafparêz were bihîstin. Demokrasî, hewcedariya mirovahiyê ya bîngehîn û çarenîn e. Dem, dema demokrasiyê ye. Belê divê demokrasî bi vîna gelan û bi destê gelan pêk were.


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]