www.amude.com - navenda çanda kurdî


12.06.2004 - 23:57

Sîrwan Hecî Berko û PENa Kurd

Dr. Zorab Aloian*
zourabi@yahoo.com


Dr. Zorab Aloian

www.pen-kurd.org
Hinde mirov hene, ku eger ew kîna te biajon, tu çi jî bikî, ewê mina agirekî belapêşgerî te bibin.

Xwediyê malpera amude.com Sîrwan Hecî Berko ji PENa Kurd ne razî ye. Em çawa bikin? Bêjine wî, ku camêrên nerazî dikarin xwe li Ewropayê bi gelek şêweyan razî bikin? Meyê bigota, lê ez bawer im, ku Sîrwan Hecî Berko vî tişî dizane, bihîstiye yan belkî kiribe jî.

Piştî ku malpera amude.com her roj gotarên neşirîn li ser Navenda PENa Kurd diweşandin û min bersiveke giştî dayê, birêz Siruan Hadsch-Hossein lêpirsîneke (anketeke) teşqele afirand, di kîjanê de hevokên bêrûmet hebûn, mîna:

- Eger tu ne endamê PENa Kurd bî, çi divê bête kirin, da ku tu jî bibî endam?... Eger tu endam bî, nerîna te derbarî "girêdana" PENa Kurd bi "PKK"ê ve çi ye?
- Sekreterê PENa Kurd Dr. Zorab Aloian êrîşî Malpera Amûdê dike û dibêje ku vê malperê dest bi "kampaniyayekê li dijî PENa Kurd" kiriye. Tu derbarî vê yekê çi dibêjî?


Bi dû re, serhildana xwişk û birayên me li Başûrê-Rojava dest pê kir û PENa Kurd ji endamên xwe re aramiya giyanî li himber serêşiyên kevin xwest. Gava Dr. Zerdeşt Haco û min gotareke bi înglîzî li ser dîrok û rojeva kurdên Binxetê di navgînên înternetê de weşand, bersivên rojnamevanên biyanî ji me re hatin û wana ji me agahiyên nû xwestin. Me bala wan kişande ser malperên, ku bûyer baş radigihandin, û di nav wan de me herweha amude.com jî bi nav kir. Me ji endamên xwe re got, ku Navenda PENa Kurd ji malpera amude.com re serkevtinê dixwaze, ji ber ku nûçeyên ji vê beşa welêt me gişkan eleqeder dikin.

Lê niha ava nûçeyan li ber amude.com dîsan çikiyaye û rastgoyê me careke din PENa Kurd bi gotinan gez dike. Ji bona xwendevanên arxayîn Sîrwan Hecî Berko dibêje: Binêrin, Dr. Zerdeşt Haco di Komîteya Birêvebir a KNK de ye, sê cîgirên wî yên PENê jî endamên KNK ne!

Lê kesên gêj û bêheş jî wê hebin, ên ku nebihîstine KNK çi ye: penîr e, sazî ye, eşîret e. Sîrwan Hecî Berko çavên wan jî vedike:

"KNK di destê apoçiyan de ye û ew li gorî siyaseta wan dixebite. Berî ku Zubeyir Aydar bibe serokê Kongra Gel, ew endamekî birêvebiriya KNKê bû."

Ji ber ku kula xwişka Hêvî Berwarî ji zû de ketiye dilê xwediyê amude.com, wî bi şaşî navê wê jî xiste nav endamên KNK.

Bêguman, ev nûçeyeke zor giring e. Berê, Sîrwan Hecî Berko rerxengirên xwe bi polîsên elmanan ve ditirsandin:

"Eger ew [Fuad Akpînar] vê yekê neke [lêborînê nexweze], ez dê li cem polîsên elman dozê li dijî Fuad Akpînar bo gefxwarin û belavkirina derewan li dijî min vekim."

Heyran, doz li dadgehê têne vekirin, ne li ba polîsan! Lê ji ber ku Sîrwan Hecî Berko pişta xwe dispêre polîsan, pêşniyazeke min heye: Bila ew sebir neke û bi lezgînî vê xebera reş li ser têkiliyên KNK û PENa Kurd bide polîsên Elmanyayê. Yekser bila ew bêje polîsan, ku yek ji avakarên KNK rehmetî Ibrahîm Ehmed bû û yek ji birêvebirên Iraqê yên niha birêz Mahmûd Osman jî nêzîkî KNK bûbû. Bila ji bîr neke, ku di dema xwe de endamên YNK û nivîskarên Başûr jî (wek Şêrko Bêkes) di civînên KNK de beşdar dibûn. Bila polîsan agahdar bike, ku siyasetmedarên belcîkî, slovenî, fransî û emerîkî jî silavname ji KNK re dişandin. Divêt polîsên elman her kesekî, yê ku li ber dergheha KNK sekinîbû, bigire û biavêje nav zindanan, da ku nûçeyên Sîrwan Hecî Berko têr û tijî bin. Yan na, xewa wî teqisî.

Eger rast tê bîra min, amude.com digot:
"Sîrwanê Hecî Berko dixwaze li dijî Fuad Akpînar dozekê bo "belavkirina derew û gefxwarinan" veke".
We dît, mesele çi ye? Dixwaze, lê nikare. Lewma jî ji xelkê ne razî ye.

---------------------------------------
* Sekretêrê Navenda PENa Kurd


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]