www.amude.com - navenda çanda kurdî


15.11.2003 - 16:36

'Sîrwan, tu qiyametekê di dilopeka avê de radikî'

Arif Zêrevan
zerevan@nefel.com


Arif Zêrevan (saradistribution.com)
>> Sîrwan Hecî Berko: Bazarvaniya Arif Zêrevan bi navê kurd û Kurdistan
Min "nûçe" yan jî "nêrîna" te ya di malpera Amûdê de xwend. Te gelek meseleyên jihevcuda tevlihev kirine. Heger ku te nûçeya xwe tenê li ser projeya Nefelê nivîsandiba û fikrên xwe yên şexsî tênexistayê, ew dê pir bi serketîtir bûya.

Ez ne berdevkê wan hemî kes û bûyeran im, ku têkiliya wan ne bi Nefelê ve heye, ne bi portala Kerkûk Kurdistan e ve heye û ne jî bi min ve heye. Ji aliyê Nefelê ve, tenê niqteyek heye ku bersivdana wê jî pir hêsanî ye. Teza te ya esasî li ser projeya Nefelê ew e, ku Nefelê cd-yek çêkiriye, lê belê ew belav nekiriye. Ev tesbîta te rast e, lê ti guneh û qebahet di belavnekirina cd-yê de nîne.

Mirov ji nûçeya te wisa fêm dike, wekî ku tu qezenckirina pereyan heram dibînî. Nefel şirketeka ticarî ye, qezenckirina pereyan guneh nabîne. Wekî hemî şirketên ticarî, armanca Nefelê qezenckirina pereyan e. Dema ku helwêsta te ev be, tişteke zêde ku ez ji te re bibêjim, nîne, lê belê cardî jî, ji ber ku te gelek tişt tevlihev kirine, divêt haya xwendevanan ji eslê meseleyê jî hebe.

Nefelê "bi navê kurd û Kurdistanê" arîkarî ji kesê nexwestiye û Nefelê çi kiribe, bi navê xwe, bi navê Nefelê, kiriye û dê wisa berdewam jî bike.

Nefelê ji bo amadekirina cd-ya klasîkên kurdî ji hinek dezgehên swêdî alîkarî girt û alîkariya wan dezgehan li gor pîvanên Swêdê têra nîvê mesrefa cd-yê jî nedikir. Produksiyona Nefelê, heger mirov li gor hesabên bazara şirketên Swêdê bihesibîne, hêjayî duqatî wê alîkariyê ye.

Ji bo qeydkirina dengên melayên kurd, ku dikarin helbestên "Dîwana" Melayê Cizîrî wekî qesîde bibêjin, ez bi xwe sala 1998ê çûm Kurdistanê û 45 rojan geriyam da wan dengan qeyd bikim. Ji Cizîra Botan bigire û heta Bayezîdê ez li melayan geriyam û min dengên wan qeyd kirin.

Vêca, her ji sala 1999ê û heta niho beşek ji wan qesîdeyan wekî berhema projeya Nefelê di malpera Nefelê de heye û gelek kes jî dixwînin, guhê xwe didinê û spasnameyan ji Nefelê re verêdikin.

Ji bo programkirina cd-yê derengketinek çêbû û min di dema xwe de ew ji "Stiftelsen framtidens kultur" re jî got. Di destpêkê de, salekê em li ser programkirina wê xebitîn û paşê em gihan wê qenaetê, ku ya herî baş ew e, ku em programkirina cd-yê bidin şirketeka swêdî. Ji ber hindê jî, min karê programkirinê da şirketeka swêdî û wê şirketê jî cd program kir.

Haya gelek nas û dostên min û gelek kurdan ji vê cd-yê heye û wan ew dîtiye. Heta carekê min li Swêdê di civîna gruba Kurmancî de ew nîşa piraniya endamên civînê da û ji wan re demonstrasyonek jî çêkir. Ne pêwist e ku ez zêde behsa cd-yê bikim ji ber ew programkirî ye, lê nehatiye belav kirin.

Ez gelek karan bi hev re dikim. Di vê navê de, min serokatiya projeya cd-ya dersê ya Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê kir û ew derxist. Herwiha min karê epirtûkên Nefelê bi rê ve bir û ew weşandin. Û di heman demê de jî ez portala Kerkûk Kurdistan e digel hinek hevalên dî bi rê ve dibim. Ji bilî van karan hemiyan, ez bi du milyaketan, herdu keçên xwe, ve mijûl dibim, dema xwe didim wan.

Min xwe li çapkirin û belavkirina cd-ya klasîkan giran kir, ji ber ku bazareka zêde niho jê re nîne. CD-ya dersê hê jî di embara Nefelê de ye û gelek kes wê kopî dikin û Nefelê ti qezenc ji firotina wê nekir.

Gava ku min cd-ya klasîkan ji "Stiftelsen framtidens kultur" re rêkir, min di nameya xwe de diyar kir ku min berê cd-yeka perwerdeyê jî derxistiye û ew baş nehatiye firotin û ji ber hindê jî min xwe li hêviya firseteka baş girtiye da cd-ya "Dîwanê" belav bikim. Herwiha min di nameya xwe de diyar kiriye, herçend dem niho ne minasib jî be, ez dê cardî jî cd-yê belav bikim. Min digel cd-ya "Dîwanê" nisxeyek ji cd-ya perwerdeyê jî wekî agahdarî bo "Stiftelsen framtidens kultur" verêkir.

Nefelê di dema xwe de alîkarên xwe ji rewşa projeyê agahdar kiriye û problemên heyî jî ji wan re gotiye. Heta dema ku Nefelê 25 000 kron alîkarî ji Kulturrådetê girt, wê di cih de xeber da "Stiftelsen framtidens kultur" û got 25 000 kronan ji alîkariya ku hon bidin, kêm bikin. Ev jî cidiyeta karê Nefelê dide xuya kirin.

CD ji berê de amade ye û programkirî ye, tenê nehatiye belav kirin. Min digel çapxaneyekê li hev kir ku ez cd-yê çap bikim û ew da çapxaneyê jî. Lê belê paşê min fikra xwe guhort û xwest cd û kitêba wê bi hev re çap bikim, da rawestandin. Çapkirina kitêbê di projeya Nefelê de nebû û Nefel dê niho cd û kitêbê bi hev re çap û belav bike. Dibe ku nûçeya te min dehf bide ku ez cd-yê ji dema ku min plan kiribû, zûtir derxim. Heta du mehan gava ku cd û pirtûk bi hev re derketin, hingê xwendevan dê bizanin ka Nefelê produksioneka çiqasê biserketî çêkiriye.

Wekî min di destpêkê de gotî, beşa internetê ji berê de amade ye û derxistina cd-yê jî bi temamî girêdayî Nefelê û daxwaza Nefelê ye.

Dezgeh û şirketên ku bi heman metodê kar dikin, ne tenê Nefel e. Dibe ku tu bi xwe ti caran nebûbî xudanê şirketekê yan jî berpirsê dezgehekê û ji ber hindê baş nezanî ka kar çawa bi rê ve diçin. Enstîtuya Kurdî ya Parîsê berî 5-6 salan ji bo amadekirina ferhenga Kamuran Alî Bedir-Xanî alîkarî ji Sidayê stand û ew ferheng amade kir. Enstîtûyê heta niho jî ferhenga Kamiran Alî Bedir-Xanî belav nekiriye. Enstîtû biryarê dide ka dê kengê wê belav bike.

Swêdê gelek dezgehên cida yên alîkariya bo kulturê hene û armanca wan dezgehan alîkariya projeyên cida ye. Ti guneh di wê yekê de nîne, ku şirketek an dezgehek ji bo pêkanîna projeyekê alîkariyê ji dezgehên swêdî bistîne. Ew şirket û dezgehên ku alîkariyê distînin jî, tenê li hemberî alîkarên xwe berpirs in.

Tu behsa dengê Xelefê Zêbarî dikî. Carekê divêt te ji Xelefê Zêbarî bi xwe bipirsiya ka kê ew deng bi çi awayî ji Nefelê re rêkirine. Ti têkiliya Xelefê Zêbarî bi cd-ya ku Nefel belav bike ve, nîne û Xelefê Zêbarî bi xwe ew deng di kasêtan de bo Nefelê rêkirine û Nefelê ew di malpera xwe de belav kirine.

Çavnebarî û zikreşiya "kurdên Swêdê"

Tu bi zanebûn tawanbariyekê li kurdên Swêdê dikî û wiha dinivîsînî: "Kurdên li Swêdê ji çavnebarbûn û zikreşiya ku li cem kurdan peyda dibe, gotinên negatîv li ser Dagdeviren belav dikin."

Carekê "kurdên Swêdê" grupeka mezin e (dor 50 000 kes) û tu wan hemiyan tawanbar dikî. Ya didoyê jî, tu ji kû dizanî ka kî di heqê kê de çi difikire û ka kî çavnebarê çi ye û kê ye.

Kurdên Swêdê çi bersivê didin te, ew bi dilê xwe ne, lê belê ji aliyê xwe ve ez dikarim bibêjim ku mirovê herî dawiyê ku ji Nedim Dagdevirenî biheside yan jî çavnebarê wî be, ez im. Ji ber heta niho min çi kar dabe ber xwe, min îmkanên madî jê re peyda kirine û min his nekiriye ku ti kurdan jî ji min re asteng derxistine. Heger hinekan xwestibe astengekê ji min re derxe jî, diyar e ku ew bi ser neketine û ez bi astengeka wisa nehesiyame jî.

Kurdên Swêdê tiştek li ser Nedim Dagdevirenî nenivîsîne. Tenê portala Kerkûk Kurdistan e hinek nûçe û daxuyaniya Nedim Dagdevirenî belav kiriye û ti guneha "kurdên Swêdê" di vî karî de nîne. Nûçeya Kerkûk Kurdistan e jî ne li ser şexsê wî, lê belê li ser bikaranîna nav û belgeyên Kitêbxaneya kurdî bû. Kerkûk Kurdistan e ti caran negot çima Nedim Dagdeviren ticaretê dike û behsa projeyên wî yên ticarî yên berê jî nekir. Nedim Dagdevirenî wekî dî jî ji hinek cihan berê alîkarî girtiye û kar kiriye, lê berhemên xwe belav nekirine û nedane bazarê. Kerkûk Kurdistan e li ser wan projeyan ranewestiya, ji ber ku ew meseleyeka ticarî ya şirketa wî bû û ji bo Kerkûk Kurdistan e ne giring bû.

Terefdarî û neterefdarî

Îdiayên te yên li ser rojnamevaniyê jî qenaetên te bi xwe ne û ti têkiliya wan bi rastiyê ve nîne. Portala Kerkûk Kurdistan e êrişî ti şexsan nekiriye û tenê behsa projeyekê û faktayên li dora wê kiriye. Nedim Dagdeviren di wê rola xwe de ne şexs e, ew şefê dezgeheka kurdî Kitêbxaneya kurdî ye. Wî jî di daxuyaniya xwe de faktayek tenê jî ku Kerkûk Kurdistan e nivîsîbe, înkar nekir.

Portala Kerkûk Kurditan e çi got wî jî got, rast e. Ka em yek bi yek bihejmêrin:

1. Me got ku ew proje ne ya Kitêbxaneya kurdî ye û wî jî gotina me piştrast kir.

2. Me got ku wî belgeyên Kitêbxaneya kurdî ji bo şirketa xwe ya şexsî bi kar anîne û wî jî gotina me piştrast kir û got ew ti kêmasiyê di wê bikaranînê de nabîne.

3. Me got ku hersê weşanxaneyên li Kurdistanê ne hevkarên projeya wî ne û wî jî gotina me piştrast kir.

4. Me got ku wî 500 kitêbên dîjîtalîzekirî rênekirine bo kitêbxaneyên Kurdistanê û wî jî gotina me piştrast kir. 5. Me got ku wî 700 kitêbên dîjîtalîzekirî ji Başûrê Kurdistanê neanîne û nedane Kitêbxaneya kurdî li Stockholmê, wî jî gotina me piştrast kir.

6. Me got ku wî kitêbên dîjîtal di internetê de yan jî li Kitêbxaneya Kurdî berdest nekirine û wî jî gotina me piştrast kir û got ew dê paşê bike.

7. Me got ku wî mafê telîfê yê wan kitêbên nû ku wî dîjîtalîze kirine, nekiriye û ew problem çareser nekiriye, wî gotina me piştrast kir û got ew dê paşê çareser bike.

Nedim Dagdevirenî di daxuyaniya xwe de tenê rexneyek li min girt û ew jî îdiaya wî ya terefdarbûna min konkurensê bû.

Ti nakokiyeka şexsî di nêvbera min û Nedim Dagdevirenî de nîne û ez bawer dikim ku ew bi xwe jî rêza wê yekê digire ku min mesele moralîze nekir û qenaetên xwe yên şexsî nenivîsîn. Di nûçeyên me de îdiayên sûbjektîv nînin û gava ku tu behsa subjektîvîzmê dikî diyar e ku tu nabînî te bi xwe nûçeya xwe çawa nivîsiye.

Ka li nûçeya xwe binêre û beşên ku subjektîv in û têkiliya wan bi projeya Nefelê ve nînin jê bavêje. Tu dê bibînî ku ji şeş rûperan rûperek jî namîne. Heger ku tu bi xwe nekarî bi çavekê guhortî li nûçeya xwe binêrî, wê bide kesekê ku ji rojnamevaniyê fêm dike û bila ew fikra xwe ji te re bibêje.

Te bi îdiayên xwe yên şexsî û subjektîv dest bi nûçeyê kiriye û herwiha te bi îdiayên xwe yên şexsî û subjektîv ew xelas jî kiriye. Gava ku te ji min re telefon jî kir te bi xwe got ku tu lêdigerî hema tiştekê bibînî ku li ser min binivîsînî. Min jî ji te re got here û bigere, tu çi dibînî û çi dizanî binivîsîne.

Vêca ji nûçeya te û awayê nivîsîna wê jî diyar e ku hema te xwestiye tu tiştekê li ser min binivîsînî. Tu bi zimanê swêdî nizanî û civata Swêdê jî nas nakî, divêt naveroka wan belgeyên ku te belavkirine, hinekan ji te re rave kiribe. Gelo te qet lê fikirî ku ew kesên alîkariya te kirin û tu li wê nûçeya hewqas kêmnaverok û êrîşkar germ kirin, çima xwestin te ji xwe re bi kar bînin?

Tu behsa konkurensê (rikeberî) û terefdariyê dikî. Gelo te lê fikiriye ku portala Kerkûk Kurditan e ne portala min ya şexsî ye û têkiliya wê bi Nefelê ve jî nîne. Heger ku em bi rastî behsa konkurensê û terefdariyê bikin, divêt em behsa beşa epirtûkan a Nefelê û ya malpera Amûdê bikin. Ji ber hem Nefel epirtûkan belav dike (www.nefel.com/epirtuk) û hem jî malpera Amûdê epirtûkan belav dike (www.amude.net/epirtuk). Gelo te qet lê fikiriye ku beşa epirtûkan ya malpera Amûdê ji aliyê forma xwe ve jî kopyayeka Nefelê ye?

Herwiha mirov pir rehet dikare bibêje ku konkurensek di nêvbera portala Kerkûk Kurdistan e û malpera Amûdê de jî heye. Herdu jî nûçeyan belav dikin û ji aliyê forma xwe ve jî beşa nûçeyan a Amûdê kopyayeka portala Kerkûk Kurdistan e ye û tu dizanî te kengê malpera xwe guhort û xwest bişibînî portala Kerkûk Kurdistan e.

Heger ku te bixwesta ku tu li ser min yan li ser Nefelê nûçeyekê binivîsînî jî, divêt te berê ew kar kiriba, yan jî bêhna xwe frirehtir bikira û piştî du-sê mehan binivîsanda. Niho tu derdikevî û behsa "çavnebarî û zikreşiya kurdên Swêdê" dikî û Nedim Dagdevirenî diparêzî û qet behsa faktayên me jî nakî. Parastina projeya wî li te pîroz be, lê belê ji bîr neke ku pir bi hêsanî hinek terefên sêyê û çarê jî dikarin derkevin û bipirsin "gelo peywendiyeka pereyan di nêvbera malpera Sîrwan Hecî Berko û hinekên dî û şirketa Nedim Dagdevirenî de heye yan no"?

Heger ku tu vê bersiva min ne di malpera Sîrwan Hecî Berko de, lê belê di malpera me kurdan www.amude.net de belav bikî, ez dê kêfxweş bibim.

Digel silamên dostaniyê

Stockholm, 15ê çiriya-paşiyê sala 2003ê


--------------------------------------------------

Têbiniyên biçûk:

Ez ne bi nêt bûm, ku bersiva vê nameya Arif Zêrevan bidim. Lê piştî xwendina gotinên wî, ez mecbûr dibim ku çend tiştan serast û diyar bikim. Wekî din, min di nivîsara xwe de her tişt nivîsandibû û xwendevan dikare bi xwe binere çi rast û çi derew e.

1. "Gava ku te ji min re telefon jî kir te bi xwe got ku tu lêdigerî hema tiştekê bibînî ku li ser min binivîsînî,.." (Arif Zêrevan)

Min li ser telefonê ji Zêrevan re got, ku ez li ser projeya wî ya CDeyên klasîk lêkolînan dikim û ger ez tiştekî nedurust peyda bikim, ez ê li ser binivîsînim.

2. "Gelo te qet lê fikirî ku ew kesên alîkariya te kirin û tu li wê nûçeya hewqas kêmnaverok û êrîşkar germ kirin, çima xwestin te ji xwe re bi kar bînin?" (Arif Zêrevan)

Di wergerandina belgeyên swêdî de, 3 kesan li ser telefonê alîkariya min kirin. Ew her sê kes jî ne ji nêzîk û ne jî ji dûr ve têkiliyên wan bi Nedim Dagdevirenî an Arif Zêrevan re hene.

Sîrwan Hecî Berko



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]