www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

15.03.2003 - 03:10

Pelekî din jî ji dara me weşiya*

Zana Farqînî - Stenbol

Me mirovekî xwe yê din jî winda kir. Hem jî yekî hêja û pak. Me xemxurekî xwe yê din jî da axa sar. Yeko yeko ji nav me bar dikin û diçin. Xebera sar a cemidî roja çarşemê saet li dor dehan bi riya telefonê ji min re hat. Ez wisa bêliv mam ji xwe re. Qirika min ziwa bû, min nekarî ku ez xweziya xwe daqurtînim. Canê min li min lerizî.
Bi rastî ez ne li hêviyê bûm. Rojekê berê bi telefonê min bi keça wî Mîne re xeber dabû. Ji min re got ku hê jî nikare biaxive, lê li nûçeyan guhdarî dike. Destê mêvan û serdaniyên xwe digire, li wan dinêre û gava ku mêvan diçin ji wan re destê xwe bilind dike.

Ez ne biyan bûm ji vê nexweşiyê de lê...
Ev yek ji bo min pêşveçûnên girîng bûn. Belê min baş dizanî ku nexweşîna wî nexweşîneke giran e û jê re tedawiyeke dûr û dirêj divê. Ez ji vê nexweşînê re ne biyan bûm. Eynî derdekî wekî yê wî, heta jê girantir hatibû serê xesiya min û sê mehan bêliv û tevger raketî mabû. Doktoran jî hêviya xwa jê birîbû. Lê wê kefend çirand û niha li heyatê ye.Tenê hiş û bîra wê derbe xwariye û bi tena xwe nikare rabe ser xwe û bigere.
Îcar Mamo, bi destûra we be min tim wiha deng lê dikir, ji wê li serxwetir bû. Hem jî zûtir bertekî û reaksiyon nîşanî tedawiyê dabû. Min dizanibû ku êdî ew naye ser hem û hişê xwe yê berê. Lê belê min hêviya mirinê nedikir.

Di deftera wî de kalbûn û westan tune bû

Rast bû, belayeke mezin bi serê Mamo de hatibû, derbe li bajarê serî ketibû. Xwînariya mêjî pê re çêbûbû, te dît mîrato hêvî ye, min digot belim dîsa wekî carek ji caran em Mamê xwe di nav xebat û kêferatan de bibînin. Wî xortê 77 salî, bi rastî jî ligel wî jî û temenî cust û çeleng bû, şipl û çalak bû, dîsa di milê ciwanên nûhatî de, di nav kar û baran de bibînin. Nebû, bêwext çavê xwe li dinyaya gewrik girt û çû.
Çimkî, ew ji mirinê re ne amade bû, di deftera wî de kalbûn, reht û westan tune bû. Hîn çavê wî li dinê bû. Gelek projeyên wî hebû ku dê li ser wan bixebitiya û bibira serî. Lê çerxa felekê lê çep geriya, bê destûr û ji nişka ve Ezraîlê kulê bi ser de girt. Nehişt ku Mamo mirad bi wan xebatan bike. Rê nedayê ku ya dilê xwe bîne cih.
Mamo, kurdperwerekî xas û neteperwerekî xalis bû. Seranbê bi nirx û hêjahiyên kurdan dagirtî bû. Çendî wekî zimanzan nav û deng dabû jî, ew piralî bû. Ji temenê xwe, zêdetirî pêncî (50) salî, bêrawestan di xizmeta gelê xwe de borand. Hem ji aliyê siyasî ve û hem jî ji hêla çandî ve. Der barê Kurdan de her tişt di tûrikê wî de hebû. Ji mîtolojiya kurdan bigirin heya bi dab û nêrîtên wan, ji zargotinê bigirin heta bi dîroka kurdan. Bi rastî jî ew gencîneyeke bêhempa û yekta bû.

Ew kaneke zêrîn bû

Di karê xwe de cidî û yekî maqûl bû. Xwe her tim digihand, lêkolîn û lêgerînên wî her berdewam bû. Tam dozdeh (12) salên min pê re derbas bûn. Min gelek tişt jê girtin. Devê min nagere ku ez bibêjim kêmasiyeke wî hebû, belê ew ji medreseyan rabûbû, metodolojiya wî yên kesên wekî me ku ji dibistana rabûne hev nedigirtin. Ez nabêjim ji emrê wî bû, çimkî tiştek wisa zêde ji hişê xwe winda û berze nekiribû. Ji mêran jêhatî ku bikaribûna ji ezmûn û tecrûbeyên wî sûd wergirin. Ew kaneke zêrîn bû, ciwanên nûhatî ez bawer dikim pir jê fehm nekirin, hinek bi şik û guman nêzîkayî lê kirin. Ez carinan diketim qirika wî, heta hin caran min didît ku tengezar dibû. Dengê xwe bêhemdî bilind jî dikir. Hişkiyek pê re hebû. Lê belê nefsbiçûk bû. Te didît çend roj bi şûn de, ew tiştê ku bûbû mijara mijûlahiyê, careke din dianî rojevê û li xwe datanî ku ew şaş bûye. A mêrekî wisa jî bû.
Carekê em bi hev re diçûn mêvandariyekê, ez, Hesen Kaya, Mulazim û Mele Kerem bûn. Me di erebeyê de ji xwe re sohbet dikir. Mijar hate ser xebatên li ser zimanê kurdî. Min dît wiha ji me re got: "Eger ez jî wekî we xort bûma, ez dê bibûma alemeyê cîhan." Me li hev nihart. Car din domand û got: "Di wexta me de, em hem ev çend ne rihet bûn û hem jî ev çend tişt tune bûn ku em xwe pê bigihînin û xwe bi pêş bixin. Hûn ji me pir bi siûdtir in."

Ew xemxurekî gelê xwe bû

Ev hem bersîvek bû ji me re û hem jî gazinek bû. Ger îro agahî û zanînên der barê çand, huner, wêje, zargotin û wêjeya kurdî de pir bin, hinek jî bi saya serê van camêran e. Wan kevirên li ser riya me dane alî. Bi gotineke din wan çend keviran ji me re danîn ser hev, loma em jî îro bi hêsanî dikarin qet nebe kevirek li ser wan keviran zêde bikin.
Feqî Huseyn, ne tenê mirovekî zimanzan bû. Xemxurekî gelê xwe bû. Ji du aliyan ve li meseleya kurdan dinêr:. Azadî û rizgarî. Diviya gel hem azad bibûya û hem jî rizgar bibûya. Ew ji bo hişyarkirin û ronîdarkirina gel jî têkoşiya. Ne tenê têkoşîna siyasî kir, her wiha têkoşîna civakî jî da. Ji lew re ew têkoşerek jî bû.
Ji salên destpêka 1950'yî ve tevî dest bi xebat û têkoşîna gelê kurd kir. Bêşdarî Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê bû. Ji bilî tehde û girtina wî ya ji aliyê dewletê ve, li hember paşverû kevneperestan jî li ber xwe da. Navê wî di nav gel de bi komunîstî belav bûbû. Gelek kesan xwe jê dabû dûr. Serê wî pir ketibû nav teq û reqên giran. Kurdbûn îro hêsan e li gor çaxên wan. Çimkî kurdbûn kirasekî ji hesin bû. Girtin, îşkence, lêdan, tehde û zindan li dera hanê, tenêhiştin hebû. Kes û lêzimên mirov jî xwe ji pişta mirov didan alî. Mirov bi tena serê xwe diman. Piştgirî, alîkarî, piştvanî tune bû.
Wan çaxan kê dexmeya komunîstiyê bixwara her kesî ew ji derge û dîwanên xwe diavêtin. Ew heram dikirin, heramoyî dikirin. Lê Feqî Huseyn ji riya xwe averê nebûbû.
Carinan der heqê wan rojan de min pirsin jê dikirin. Xweziya xwe bi van rojan dianî. Digot: "Hema bibêje me ew qas zêde bawer nedikir ku rojekê wê bê gelê kurd hişyar bibe, li xwe xwedî derkeve, bi sed hezaran bên ba hev, meş û xwepêşandanan li dar bixe, doza maf û azadiyê xwe bike. Ev ji me re xewn bû. Lê îro ez dêhna xwe didimê ev xewna me bûye rastî. Loma ez pir pê şad im."
Erê, ji aliyekî ve têkoşîna li hemberî dagirkeran û ji hêla din ve xebata li dijî serdestên kurd ên paşverû û hevkarên mêtingehkaran.

Ew heta dawiyê kurd bû

Min qet rojek nedît ku gazin kirin. Baweriyeke xurt pê re hebû. Heta dawiyê kurd bû û dev ji doza xwe neqeriya. Di wî emrî de, ji tu çalakiyekê nedima. Her tim li pêş bû.
Belkî niha serê me germ e, hîn em bi êşa xwe nehesiyane. Kengê hişê me hate serê me em dê wê çaxê tê bigihîjin ku me çi winda kiriye. Heta ku hene û li nav me ne em qedrê wan nizanin, gava ku diçin hîna em li çokên xwe dixin. Lê êdî bêfeyde ye. Rewşenbîrek, têkoşerek, rûspiyek ji nav me bar kir û serê xwe danî ser axa sar. Birîna me germ e, em hê bi xwe dernaxin. Kengê serê me li hedê ket îcar em ê bizanibin ka me çi ji dest daye. Bila em serxweşiyê di xwe bidin hêja bi malbata wî. Serê me giştan xwe be. Ji nivîseke bilez û bez û hestî, ev ji min hat. Bi dilekî xemgîn, bi dilekî zîz min ancax karibû ew qas binivisanda.

-----------

Feqî Huseyîn Sagniç kî ye?

Zimanzan û nivîskarê Kurd Feqî Huseyîn Sagniç jiyana xwe ji dest da. Berî niha bi sê mehan Sagniç li malê dema xebata xwe ya li ser "Dîroka Edebiyata Kurdî" dikir xwînwerîna mejî derbas kir û sê mehan li nexweşxanê raza. Piştî dermankirinan wî ya nexwşxanê Sagniç ku li malê dihate tedawîkirin û duh bi şev jiyana xwe ji dest da.

Jiyana xwe ji bo kurdî fîda kiribû

Feqî Huseyîn Sagniç, di sala 1926'an li gundê Xarosê la Hîzana Bilîsê hate dinyê. Di sala 1938'an di dest bi xwendinê dike û çar salan di medreseyan de dixwîne. Di van salan de Feqî dest bi xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî û nivîskariyê dike. Ji sala 1958'an şûn de nasîtiya wî bi rewşenbîrên kurd re çêdibe û di sala 1964'an ji ber hin pirtûk û nivîsên wî birayar girtinê derbarê wî de derdikeve. Di sala 1965'an de Feqî derbasî PDK-T'yê dibe û gelek caran tê darizandin. Di sala 1971'an de 40 roj û carekê jî 8 mehan, di sala 1981'an de 3 meh, 1983 jî mehekê di girtîgêhê de ma. Feqî Huseyîn Sagniç di sala 1991'an pirtûkên xwe yên Hêmana Rêzimanê Kurdî û Hewisîna Zimanê Kurdî çap kir. Di heman salê de li Navenda Çanda Mezopotamayê dersa zimanê kurdî da. di sala 1992'an de pirtûka xwe ya Pêşeriya zimanê Kurdî çap kir. û di demezirandina Enstîtuya Kurdî de cih girt. Feqî piştî destpêkirina rojnaman di rojnameyên wekî, Welat, Rewşen, Jiyana Rewşen, û Demokrasiyê de nivîsî. Di kovara Zendê nivîsî û pirtûka Yusuf û Zuleyxa ji tîpên erebî guhêste tîpên latînî.


Ev nivîs ji Azadiya Welat (hejmar 371) hatiye wergirtin.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]