www.amude.com - navenda çanda kurdî


06.09.2003 - 12:30

Medya û ragihandina kurdî û xewa şêrîn

Ezîz Xemcivîn

Piştî taristana ragihandinê li ser miletê kurd, ku di salên berê de asîmanê Kurdistanê vegirtibû, û ji hêla din şerê dewletên dagîr li Kurdistanê gelek pênûs û TV û radyo yên cîhanî û derdorê Kurdistanê...
Heger beriya deh-pazdeh salan mirov nûçeyek li ser Kurd û Kurdistanê di kovarekê de dixwend, behitandinek bû; her yekî nûçe diguhest ê din, dost û hevalên xwe û digot 'îro kovara yan radyoya yan TVaya filan bêvan li ser Kurdan peyivî ye...
Taristan berdewam bû û miletê kurd di bend û kilîtan de bû, lewra tu nûçe, pêjin, deng û qîrîna evî miletê sitembar nedigeha ji hezarî yek kesî, heya bi kuştarên mezin li serê Kurdan hatin, heya bi çekên kîmyabaran û "cînosayd" enfal û qirkirina milet, rakirina bi hezaran gundê Kurdan, binaçavkirin, zindankirin û işkencekirina têkoşerên Kurdan hem hin hatin darve kirin, lê dîsa çi deng, pêjin û nûçeweşîn ji van ziyanan re tune bû!!

Tevî ku tifinga pêşmerge û girîlayên kurd li gel qîrîna Kurdên bê nasname digeha asîmanan, lê mixabin qîrîneke stûnî bû, û berê wê li jor bû ango bi pankayî ne diçû, serban quldikir lê ber bi dîwaran de nediçû. Helbet heger pirsîn çê dibe çima stûnî bû? Sedem gelek in û nayên jimartin. Weke berî niha me got, ne tenê destê me di bend û kilîtan de bû, belê deng û qîrîna me jî wisan bû.

"Kurdistan dagîrkereke cîhanî ye", ev gotina Simaîl Beşikçî herdem li bîra mirov tê, çimkî bi sedê salan me bera dû ola Misilmanan da, dawî û pêşî kesê ku em perçiqandin mixabin dîsa Misilman bûn, û bi dehê salan me qirka xwe li ser markisîzmê derand û cihêbûneke berçav seba wan di nav civaka kurdî de çê bû. Mixabin dîsa ziyana mezin ji dûv dewletên wan, ên ku piştgiriya rêjîmên dîktator dikirin û ewan rêjîman em qir dikirin, me berê xwe da Emrîkanan gava ya wan hat ber wan şoreşa kurdî ya 75an bi fermana wan şikest.. Li hemû nîran em ne gog bûn, ne lîstekvan bûn; tenê em ji xwe re weke xak didîtin, ku pê li me kin!!

Beramber evê tarîbûna şevan li berxwedan û xebata miletê me bê hempa bû, bi golên xwîna pakrewanan ev xak hate avdan, ta hinekî ronî dît, lê belê nîrên navnetewî jî roleke giring di evê roniyê de hebû, wek şikestina dewletên sosyalizmê, bi tenê mayîna sermeyandariya Emrîkan û desthilatdariya wê li ser pirên dewletên cîhanê, û rabûna tevgerên şûm û çepel (terorîst) ên misilman û serkêşa herî binav û deng "El-Qaîde" û şikestina baweriya Emrîkana bi rêjîmên dîktator, ên ku piştgiriya ewan dikir, û eşkerebûna hovîtiya miletên çepel, ku li hember berjewendiyên Emerîka bi xurtî radiwestin, mînaka herî balkêş bûyera 11 Septembera 2001ê li Washignton û New York bû, ya ku bêtir ji 3000 kesên bêguneh bûn qurbaniya terorîstiya Misilmanên mîna Bin Ladin. Vê pirsgirêkê tev de bivê-nevê rewşeke nû afirand. Lewra di qoziyekê de hin ronî li ser pirsgirêka Kurdan çêbû, û îro roj li Kurdistana Iraqê û detxistên giranbuha, ku miletê kurd di avakirina dewleteke nû de dî bû xwedî biryar, xwedî maf û bawerî û piştgirî ji dewletên hevbend...

Li vir ji mîdya û ragihandina kurdî, çi radyo, tv, rojname, kovar, xelekên çandeyî, partî û rêxistinên siyasî, malper û koçkên internêtê pirsin giring derdixin holê: Dikarin çi bikin? Çi dikin? Çi dibe? Dikarin çi biguhêzin? Çi cureyên nûçeyan dikarin bidin? Çi ji hemûyan tê xwestin, bi taybetî her sê satelaytên me (Medya tv, Kurd Sat, Kurdistan tv)? Gelo kîjan ji wan bi rola xwe ya herî giring radibe? Gelo karê ku pê radibin, tenê ji xizmeta serokên xwe re dikin, an karê neteweyî di ser karê partiyan re digrin? Gelo nûçeyên ku diguhêzin, kevn û tozgirtîn e, an nû û teze ne? Gelo tu pişkdarî di nav wan de heye, yan her yekê ji wan dijî a din e?

Li gor ez dibînim, herçî li her sê satelaytên me guhdarî bike, ewê bersiva evan pirsan ji ber xwe ve bide; helbet ewê bêzar û dilşikestî be jî, gava bibîne ku her satelaytekê ji bo serokê partiya berpirsiyar li ser wê xebat û rêklam û pesindariyê dike, û mebest û nama ragihandinê ji bîr dike. Halê rewşa her sê satelaytên kurdî ev e. Mixabin em keviran li kaboka xwe dixin, lê em nikarin jî çavên xwe ji rastiyê bigirin. Weku çawa malperên kurdî li ser "mezaca" berpirsiyaran derdikevin, bê ku li erkên neteweyî guhdanê bikin, geh evî yan ewî nivîskarî ji rûpelên malpera xwe didin alî, yan bilez in ku bêjin 'ev wêne taybetî malpera me ye, nabe malperek din bê destûra me wê biguhêze'!!

Emê bizîvirin ser satelaytan, ku heya sibê em bipeyivin jî em nagihên dawiya peyvê. Hin ji wan dozkirina hozanekî dikin, ger ew di ewê kenalê de derket, xwedê ji wî stand û ji her duyên din bêpar bû. Heger bûyerek li Silêmaniyê çê bû û "Kurd Sat" ew guhast, nabe "Kurdistan tv" li ser bipeyive; berûvajî jî heger nûçeyek li Dihokê çê bû, nabe "Kurd Sat" li ser bipeyive ji ber "ew ji xaka Efrîka ne, û yê din ji Asya ne"!
Heger serokê Perlemanê Kurdistanê bi karekî rabû, ne ji "kutla" kesk e, nabe "Kurd Sat" nûçe biguhêze. Heger Mam Celal çû seredana Australya û Çînê, nabe nûçe li "Kurdistan tv" bê weşandin. Heger rewşa tenduristî ya serokê KADEK birêz Abdula Ocelan pir xerab be, nabe herdu satelaytên din li ser bipeyivin. Heger birêz Mesûd Barzanî bêje: 'ala "Baas" mumkin niye li ser xaka Kurdistanê bête hildan', nabe herdu satelaytên din nûçeyê bibêjin, an li hêviya satelatên şofîniya erebî, tirkî, farisî ne, ta ku ji dêvla wan xeberê birayên wan biguhêzin...

Ji xwe Kurdên Sûrî, Îran, Libnan, û gelek deverên din ji programan bê par in. Dibe ku ji salê carekê nûçeyek li ser wan bête gotin, an dengbêjek an hunermendek dibe mêvanê yekê ji van satelaytan, bi dijwarî ew careke din li ser a din an a dîtir derdikeve!! Ji bilî vê yekê jî, çima ev cudabûn di navbera nûçeyên yek rojê de, bi taybetî yên Kurdsat û Kurdistan tv, çimkî ji yek xakê û yek derd û êşê ne ji ber li hundirê welat in û bûyer bi bûyer dibihîzin...

Li gor nerîna min, ev asoyê teng, ku partiyên Kurdistanê dibin de karê xwe dikin, wê gelek ziyanê bigehînin ragihandin û mîdyaya kurdî. Lewra ez weke bangekê li hemû kesên berpirsiyar, ku hestê vî miletî yê birîndar nehêlin dikim, wek di pêşiya gotarê de min gotibû, milet gelekî ji ragihandina kurdî hêviyên mezin dike, bi hêvî me ku hûn û çapemeniya we, kovar, radyo, rojname, satelayt û malperên we li gilî û gazinê vî miletî guhdarî bikin, û dermanekî ji birînên sedê salan re bibînin. Bela nebêjin 'em ji pesnê serokan xelas nabin, ango "ji ber şirkê em hatin ber mezrîbê"'.

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]