www.amude.com - navenda çanda kurdî


18.10.2003 - 14:14

Çend têbînî û serastkirin derbarî nivîsên li ser Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê û xebata wan

Têmûrê Xelîl
temur_xelil@hotmail.com


Têmûrê Xelîl
>> Hevpeyvîna Salihê Kevirbirî bi Emerîkê Serdar re
Vê dawiyê, min di malpera "Êvar Baş" da hevpeyvîna Salihê Kevirbirî bi redaktorê rojnameya "Riya teze" Emerîkê Serdar ra xwend. Li wir hatiye nivîsîn, ku rojnameya "Riya Teze" hatiye girtin. Bi vê nivîsê, ez dixwezim wê şaşitiyê serast bikim.

Dema pirsa girtina "Riya Teze" dihate guftûgo kirin, min nameyek di rûpelên malpera "Avestakurd" da belav kir, da ku em bikaribin nehêlin ku rojnameya 72 salan bê girtinê. Gelekan ji min ra nivîsîn, ku ew ê alîkariyê bikin û ew ê nehêlin ku bê girtin. Lê hîç kesî jî alîkarî ne kir, xeynî hukumeta herêma Kurdistanê. Piştî ku min bi xebatkarê hukumeta herêma Kurdistanê birêz Îmadî Mizûrî ra peywandî danî, wî got, ku wî daxaza min gîhandiye serokê hukumeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî. Piştî çend rojan, hukumeta Kurdistanê biryar girt, ku 2000 dolaran bidine "Riya Teze". Ew pere bi destê serokê nûnertiya hukumeta herêma Kurdistanê li Skandînaviyayê birêz Taha Berwarî gihîşte destê min û min ew pere ji "Riya Teze" ra şandin. Mala wan ava û gelek sipas. Ango, rojnameya kurdî ya herî temendirêj weşana xwe berdewam dike.

Bi vê yekê ra girêdayî, dixwezim hinek şaşitiyên di wê hevpeyvînê da raberî we bikim.
Li wir tê gotinê, ku "Riya Teze" yek ji çar rojnameyên sereke bû li Yekîtiya Sovyeta berê. Lê ne wisa ye: ew yek ji çar rojnameyên sereke li Ermenîstanê bû. Ya duduya: li wir tê gotin, ku Keremê Seyad di rojnameya "Riya Teze" da kar kiriye. Ew hîç cara di rojnameya kurdî ya "Riya Teze" da kar ne kiriye û nikaribû kar bikira, ji ber ku xwendina wî tune, ango ew nexwendî ye. Wû çend mehan di wê çapxaneyê da kar kiriye, li ku rojnameya me derdiket. Herwiha Mirazê Cemal jî di wan deman da nikarîbû di rojnamyê da kar kiriba, ji ber ku ew jî nexwendî ye, lê niha kar dike, ji ber ku hejmarên rojnameyê di gundan da belav dike.

Gelek hevalên derveyî Yekîtiya Sovyetê ya berê, ku derheqa Kurdên Sovyeta berê da dinivîsin, şaşitiyên wiha berdidin. Ew ji wê ye, ku haya wan ji Kurdên Sovyeta berê kêm heye, an jî ewên hevpeyvînê didin, bi şaşitî an jî qestbende agahdariyên şaş ji wan ra dibêjin. Gava Emerîkê Serdar behsa xebatkarên "Riya Teze" yên berê dike, navê çend kesan dide, ku hinek ji wana bi hev ra serhevdu weke 7-8 salan di rojnameyê da kar kirine. Lê navê Egîtê Xudo nade, ku weke 40 salan li wir kar kiriye, serokê beşa edebiyatê bûye, ku ji bo Kurdan beşa herî giring bû. Min û Prîskê Mihoyî jî bi hev ra weke 30 salan li wir kar kiriye, lê behsa me jî nake. Eva pir ecêb e û gerekê şaşitiyên wiha nebin.

Şaşitiyên wiha di dema xwe da M. Aktaş jî berdabûn. Dema wî derheqa Karapêtê Xaço da nivîsîbû, wisa dabû xuya kirin, ku dengê Karapêtê Xaço xwdêgiravî Casimê Celîl daye nivîsarê, ango dengê wî xistiye radyoya kurdî ya Yêrîvanê. Lê di rastiyê da, eksî wê ye. Gava Karapêtê Xaço bona stiranên xwe bêje tê radyoya kurdî, wê çaxê Casimê Celîl redaktorê radyoyê bû û jê ra dibêje, ku stiranên wî yên derheqa kuştinê, şer û lêdanê ne û ew nikarin wan binivîsin. Bextê Kurdan lê xist, ku Casimê Celîl nikarîbû redaktorî li radyoyê kiriba û piştî salekê dewsa wî Xelîlê Çaçan (Muradov) bû redaktorê sereke yê radyoya kurdî. Û Hema Xelîlê Çaçan car din gazî Karapêtê Xaço dike û hemû stiranên wî dide nivîsarê û dixe radyoyê.

Li ser radyoya kurdî ya Yêrîvanê gelek caran spêkulyasyn çê dibin, lê bira her kes bizanibe, ku hema bêje hemû stiranên radyoya Yêrîvanê bi saya serê Xelîlê Çaçan hatine dengnivîsandin. Ji ber ku ew 24 salan serokê wê radyoyê bûye û - wek me li jor got - berî wî tenê salek radyo hebûye û piştî wî jî her tişt hilweçûye, Yekîtiya Sovyet jî, çanda kurdî ya li Ermenîstanê jî û radyoya kurdî ya li Yêrîvanê jî.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]