25.10.2001
Rojhilata navîn û qedrê ronakbîran
Tariq Ahmo - Elmaniya
Rojhilata navîn, ne tenê bi bûyerên şer û teqînan
û sîstemên xwe yên dîktatorî re tê nasîn, lê
belê her wiha bi dijminatiya mafên mirovan, û bi taybetî mirovên ronakbîr
û xwedî raman û pênûs. Hema emê ji cîhana Ereban
dest pê bikin û mezintirîn welatên wan Misir ji xwe
re bikin mînak. Li welatê Misrê îdyolîjiya "Selefî"
xwe wek şûrekî tûj li ser serê nivîskar û
pisporan dibe û tîne, û çavdariyek dijwar li ser berhemên wan
dimeşîne, çi roman an jî lêkolîn be. Di vî warî de
berjewendiyên kesayetî rola xwe dilîzin, wek ku bi serê
Dr. Nesir Hamid Abûzêd hat. Ji ber çend berhemên wî yên
zanistî di warê şîrovekirina nivîsên olî de grûpên
olperest doz li dadgehê lê vekirin û biryara berdana jina wî jê
bidestxistin.
Bêguman ev bûyera han mîna derbek serekî ji azadiya ramanê
re hat û civak 1000 salî li paş xist.
Li welatên dî jî weke Sûrî, Îran û hwd. rewş
ne baştire. Ji xwe em behsa Tirkî nakin, çimkî hebûna wê
li ser inkarkirina gelê Kurd. Ne pêwîste ko mirov
tu mafan li dewletek wisa bişopîne.
Di civaka me ya Kurdî jî de problêm in wisa hene. Di navberan saziyên
siyasî û kesayetiyên ronakbîran de, ev têkelî - di nerîna min de -
dikeve warê diyalektîka desthilatdariyê û têkeliyên wê
bi rewşenbîr re, an jî bi karanîna rewşenbîr bo xizmeta meramên
siyasî. Lê, li vêderê rewşenbîr tiştekî ji azadî
û serxwebûna nivîsa xwe winda dike. Tevî ko ev tişt ji bo
xizmetkariya pêkanîna armancên partiyetî be jî (wek mîna
berpirsiyarên siyasî guman dikin), çimkî dûrxistina rewşenbîr
ji rexn û kul û derdên civakê ji vê yekê dest pê dike.
Lewra pêwîst e ko ronakbîr bi raman û nerînên xwe azad
be û dema ko rexnek an jî nerînek wî cuda hebe, ev nayê wata
ko li hemberî berxwedana serxwebûnê radimeste, çimkî ew bi xwe
xemxwarê vê civakê ye û xebatkareke ji xebatkarên serxwebûna
azadiya Kurdistanê ye. Lewra ew bûye merama yekem ji sîstemên
dagirkerên welatê me.
Ronakbîrên Kurd gelek zehmetî di civaka xwe de kişandin û li hemberî
îdyolojiyên nijadperest kuştin û zindan dîtin. Lê dîsa
xwedî li Kurdistana xwe derketin û xwe kole û karmend nepejirandin. Lewra
pêwîst e ko bi çavekî mezin û giranbuha li wan bê nerîn.
Ez wisa dibêjim da ko em nebin kopiyek din ji sîstem û welatên devera me:
Rohilata navîn.
Ahlen (Elmaniya), 25/10/2001
|
|