 |
 |
20.11.2003 - 01:44
Siyaseta guhertinan guhertina "siyasetê" pêwîst dike:
Tevgera "azadîxwaz" a kurd li Sûriyê û pêşwazîkirina guhertinên navnetewî
Tariq Hemo - Ahlen/Elmanya
tariqhemo@amude.com

Tariq Hemo
|
Li ber destê min niha çend nûçe hene:
1- Peyva serokê DYA Georg Buş, a ku wî di roja pêncşema borî de (06.11.2003) di
ahengek taybet de sebaret bi şerê cîhanî li dijî terora navnetewî gotbû: "Ev 60 sal in dewletên Rojava çavên xwe li ser nebûna demokratiyê li devera Rojhilata Navîn digirin. Vê siyaseta han tu sûd neda me, ewlekariya me jî garantî nekir, Sedam jî, çimkî afirandina istiqrareke demdirêj nikare li ser hesabê azadiya gelan bête bi dest xistin..."
2- Celal Talebanî, sikretêrê YNKê û serokê encûmana desthilatdar a Iraqê bo maweya vê mehê, di hevpeyvînekê de bi rojnameya erebî (Alhayat, 09.11.2003) re weha got: "Me bingeha gotûbêjek berfireh û giştî di navbera Iranê û DYA de peyda kir ye. Di riya têkilyên xwe yên xurt bi emrîkiyan re, me xwest ku li ser nakokiyên herdu welatan danûstendin were dest pê kirin. Niha jî ev yek li Genew pêk tê..."
3- Di hevpeyvînekê de (ku wek hevpyvîneke awarte û nenormal hat li qelemdanê) bi rojnameya Radikal a tirkî re, serok erkanê artêşa tirk Hilmî Ozkuk şirovekirineke taybet û "tirsonek" li ser rewşa Başûrê Kurdistanê derbirî. Ozkuk da zanîn, ku êdî Bakurê Iraqê ji bin kontrola dewleta tirk derket û bi nerêkirina hêzên xwe yên leşkerî, Tirkî nema dikare ti rolê di neqişkêşana siyasî û ciyostratîjî ya Iraqa dahatû de bilîze.
Li vê gotinê zêdetir, Ozkuk got: "Ji kesekî nayê veşartin, ku merama kurdên Iraqê di dawiyê de damezirandina dewletek kurdî ye. Ew bi xwe jî vê yekê inkar nakin û di her helkeftinê de eşkere dikin. Bi alîkarî û piştxurtkirina DYA, ew (kurd) dikarin vê gavê pêk bînin. Ev jî bo Tirkiyê tehlûkeyek meyin e".
Ev her sê nûçeyên cihêwaz dikarin ji me re rewşa devera Rojhilata Navîn a halhazir bi kurtî şirove bikin. Jêderên van nûçeyan ji sê cihan in: 1. DYA= mezintirîn û xurttirîn hêz di cîhanê de, 2. Dewleta Tirk= dagîrkera Kurdistanê û ya ku di ecnîdên xwe de hewledana têkçûna dewletek kurd - eger li Efrîka Başûr be jî - îlan dike û ji xwe re pêdeviyeke rewa dibîne, 3. Kurdên Başûr, ên ku bidestkeftinek mezin ji şerê azadkirna Iraqê wergirtin û cihekî taybet ji dema "damezirandina" dewleta Iraqê û heya niha bi dest xistine.
Wek xwendinek destpêkane jî, ev nûçe dikarin bo me bibin mirêka (neynika) rewşa qewimandin û pêşveçûna bûyeran a aktuêl di devera Rojhilata Navîn de, ya ku bi desttêwerdana DYAyê re ket nava qonaxek nû de, tê de avahiya neqşa deverê bi giştî ji nû ve tête kêşan (Iraq, Efganistan).
Piştî rûdanên 11ê sepemberê, Deweltên Yekgrtî yên Amrîka şerê cîhanî yê 3êyemîn li dijî terora navnetewî îlan kirin. Pîlankerên siyaseta DYA hemû hatin ser eynî biryarê: Desttêwerdan di kar û barên rêjîmên dîktatorî de bo rawestandina pirosesa piştgitrina terora navnetweî.
Ev gava han wek siyasetek nû ji aliyê çavdêran hat nirxandin, Şoreşek bingehîn bû sebaret bi têkilyên DYA bi "hevalbendên" wê yên nedîmokrat re, loma serokatya DYA şerekî eşkere vekir.
Di gotina Buş de hat dîtin: (Yê ne bi me re ye, xwe li dijî me dibîne!). Tê de hemû imkanên xwe bi kar anîn, da ku tiracîdiya 11ê septemberê dîsa dubare nebe. Pilankirinek giştî ji deverê re hat li dar xistin. Her dewletek û ecnîdeyên taybet bo wê hatine danîn: desttêwerdan, ferizkirina reforman, gefxwarin..
Li cîhana erebî jî (malzaroka terora navnetewî), ev biryarên DYA xweş hatin bihîstin: li Misr, Yemen, Saûdî Arabî, Sûrî, Lîbiya hwd. Bi vê qonaxa nû re, ew buhayên ku dewletên totalîrîzm her car dubare dikirin ("mafê tu kesî nîne, ku tedexilî karê me yê navxweyî bibe"), êdî hatin rûxandin, ji ber di bin siya vê buhayê de van rêjîman gelek kuştin û komkujî kirin û encama siyaseta wan jî derçûna îdyolojiyên fundamentalîst bûn, ku gelek tevgerên teroryane ji bin kontrola dewletê derketin û li nava qada navnetewî bi karên xwe yên teroryane belav bûn ( ji berhemên wan: rûdana 11ê september).
Birêvebiriya DYAyê û şêwirdarên wê nirxandinek nû ji siyaseta DYAyê re kirin û xistin rojevê de. Navnîşana vê siyaseta nû jî: lidijderketina dewletên ku terora cîhanî fînanse dikin û bingehan jê re peyda dikin, her weha hewldan bo belavkirina demokratiyê di devera Rojhilata Navîn de (ya ku wek devera rêjîmên dektator tê bi nav kirin). Loma gelek ecnîdeyên reformên siyasî û aborî li ser van rêjîman hatin ferz kirin, da ku lihevhatinek di navbera wan û gelên wan de pêk were û aşîtiyek navxweyî saz bibe û maliyeta dewletê bi şêweyekî durist û nazkirî li ser gelê/ên wê were dabeş kirin.
Siyaseta DYA ya kevin, a ku naveroka wê piştgirtina rêjîmên dîktator û totalîtarîst bû, bi qewimandina rûdanên 11ê septemberê û hatina hêzên terorê bo navenda DYAyê bi xwe hat rûxanidin û ji berpirsiyar û zaniyaran re xuya bû, ku êdî ev rêjîm nikarin xwe li ser sîstem û rêbazek diktaorî bi rê ve bibin û gelê/n xwe baş îzole bikin, nexasim ku gelên di bin destê van rêjîman de sedema vê dîkatorî û dijwariyê vedigerîne alîkariya DYA bi xwe.
Ferzkirina reforman û pêkanîna siyaseta desttêwerdanê di deverê de bûye navnîşana nerîna stratîjî ya DYA û wek siyasetek gerdûnî hatiye liqelemdanê. Hemû pispor û pilankerên siyaseta DYA ev nerîna nû pîroz kirin û ala teyoriya dîmokratîkirina Rojhilata Navîn hildan bo rêlibergirtina terorê û zuhakirina çavkaniyên wê yên rojhilatî (çi bi êrîşkirina bingehên terorê yên leşkerî be wek Efganistan û Iraq be, û çi jî bi guhertina sîstema perwerdekirin û hînkirinê be, ya ku li ser esasekî fanatik (isûlî) hatiye ava kirin).
Li ser vê bingehê, birêvebirya DYAyê daxwaza reforman li "hevalbendên" xwe kir û lidijderketinek xurt û çalak sebaret bi rêxistin û grûpên ku terorê belav dikin (Saûdi Erebî, Misir, Yemen, Sûrî, Îran, Pakistan...hwd ) xwest.
Desthilatdarên DYA an jî grûpa Parêzvanên Nû (neokonservatîve), yên ku rêbaza kar û xebata xwe ya stratîjî ji ber teyorya ronakbîrê cihû Leo Strauss (1899-1973) girtine, gelek pilan bo devera me di girfanên wan de hene. Li gorî wan, neqşeya ku niha li dar e, pêwîste ku ji bingehê ve were guhertin.
Paul Wolffowiz, yek ji vê grûpê, cihgrê wezîrê bervaniya DYA, xurtrîn alîgerê vê teyoriyê ye, wek endeziyarê şerê Iraqê tê bi nav kirin. Di gelek axaftinên xwe de, Wolffowiz eşkere behsa rûxandina rêjîmên deverê dike. Li gorî Wolffowiz, gerek cîhana îslamî ji nû ve were saz kirin û sîstemên demokrat lê bincih bibin, û ev yek jî pêk naye, heger ne DYA bi xwe têkeve rojeva guhertinan û li ser van guhertinan bisekine. Ji xwe ev sînaryo niha pêk tê. Wek zincîrek dirê xeleka yekê bi Efganistan û rûxandina rêxistna El-Qaîda û rêjîma Talîban dest pê kir û di Iraqê jî re derbas bû - bi helweşîna rêjîma dîktator Sedam Husên û rizgakirina gelên Iraqê ji prosesa mirina berdewam û bê sînor.
Ta kêlîka nivsîa van xêzan, hîn jî ev teyorî li dar e.
Rewşa kurdan bi giştî
Farûq El-Şaree, eezîrê karê derve yê surî, DYA, Israîl û kurd wekî sûdwergêrên şerê azadkirina Iraqê li qelemê dan. El-Şaree got: "Ev şerê ku qewimî, ne li gor berjewendiyên ereban bû û her weha ew ne rewa jî bû. Tenê DYA û Israîl û kurdan sûd jê wergirtin"!
Bi hilweşandina rêjîma dîktator Sedam, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê gelek armancên xwe pêk anîn, deverên li jêr destê rêjîma Sedam carek din azad kirin û bi ser xaka herêma Kurdsitnê ve girêdan. Cihgirtina kurdan di encûmana desthilatdatiya Iraqê de, ku bi 5 kesan hatin temsîl kirin, derfetek mezin da serkêşn kurd, ku wê "têkiliya" ne dadyane ya di navbera neteweya ereb û kurd de ji nû ve serast bikin, ew "têkiliya" ku li ser bingeha serdestiya neteweya ereb li Iraqê ji dema girêdana wilayeta Mûsilê bi wilayeta Besrayê ve û damezirandina dewleta Iraqê di sala 1932ê de hatibû ava kirin. Lê ta niha, asta vê serkeftinê bi giştî nehatiye destnîşan kirin, çimkî pirsgirêka fedralîzmê li ser binmayek etnîk ta vê kêlîkê jî cihê guftûgoyê ye. Li gel çend meseleyên din wek çareserkirina kêşeya erebkirina hinek deverên Kurdsitanê ji layê rêjîma rûxandî ve, û vegerandina penaberên kurd bo cih û warên wan (bi taybetî li parêzgeha Kerkûkê, ku vegerandina 300.000 kudan bo wê di rojevê de ye).
Tevî ku neyekbûna hukûmeta herêmê ta niha cihê pirsê ye, lê bihevrepilankirina gavên nû sebaret bi rûdan û bûyerên nû û yekdana helwestek xuya û yekgirtî li hemberî hêzên ereb û desthilatdariya DYAyê mefa û rastqîniyek daye herdu hêzên sereke li Başûr. Lê ew helwesta xurt dij hatina leşkerên tirkan bo Iraqê dimîne serkeftirîn gav ta niha.
Lidijderketina desttêwerdana tirkan bo xaka Iraqê û Kurdistana Başûr giringiyek ciyo-stratîjî da kurdên Başûr (bi şêweyê ku hat qadê, wek girêdana berjewendiyên hêzên navnetewî (DYA) bi kurdan ve û pişitdana dewleta tirk a ku di deverê de xwedî giraniyek berbiçav e). Wek encama vê serkeftinê "Washington têkilî û berjewendiyên xwe bi kurdan re ji berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re balkêştir dîtin. Bi vê yekê re hat eşkere kirin, ku DYA kurdên Bakur (Başûrê Kurdistanê) xistine bin basikên xwe, berovajî (û carnan li dijî) nijadên din ên Iraqê. Ev helwest ji destpêka vî şerî ve dihat guman kirin, berî dagîrkirina Iraqê." (Fikret Bila, Milliyet, 09.11.003).
Kurdên Başûr di qonaxa xwerêkûpêkirinê de derbas dibin. Di eniya navxweyî de (di riya sazkirina hevbendiyekê di encûmana desthilatdarya Iraqê de, bo garantîkirina forma fedralîzmê) û di eniya jiderve û navnetewî de, bi têkilyên xwe bi DYA re, xwendina PDK û YNKê ji qonaxa nû re û hayedarî û birastîwergirtina şert û mercên cîhanê yên piştî rûdanên 11ê septemberî, hişitin ku encamek mezin û berbiçav bi dest xin. Ev yek wê ta radeyke mezin bandora xwe li ser beşên din bihêle.
Li Kurdistana Tirkiyê jî rewş hêdî hêdî tête guhertin. Tirkiyê di bin gelek sedeman û awayên çewisandinê de, dê neçar bimîne ku beşekî ji mafên kurdên Bakur bide. Endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) (pêkanîna pîvanên Kopenhagen) û hatina DYA bo deverê û damezirandina hevalbendiyek "stratîjî" li gel kurdên Başûr û derxistna Tirkiyê ji derveyî vê lîstikê (redkirina hatina leşkerên wê bo Iraqê) qonaxek nû ye, ku tê de rewşa ciyo-siyasî û miwazenatên navnetewî tên guhertin.
Saziya leşkerî li Tirkiyê di qonaxek nû de derbas dibe, neçar dimîne ku xwe li gorî rewşa deverê ya nû tev bigerîne.
Bi dayîna çend biryaran bo mafên "kêmnetewan" li gorî zagonên YEê, wek serbestkirina navên kurdî (her çiqasî ku ne tekûz bû jî û wek her car nîvçe derçû!).
li Amedê wek mînak, cara yekemîn konferensek mezin li ser ziman û çanda kurdî pêk hat ( Amed ji 3-5.11.2003). Gelek pispor û nivîskarên kurd ji her çar beşên Kurdistanê û cîhanê amade bûbûn. Dewleta tirk ji ber gelek sedeman neçar dimîne ku siyaseta xwe ya inkaryane li dijî neteweya kurd biguherîne, bi taybetî piştî cihgirtina kurdên Başûr bi hejmar û hêzek balkêş di birêvebiriya Iraqê de û sazkirina têkiliyek xurt bi DYA re. Loma jî (wek xwendinek destpêkane) tevgera azadîxwaz û demokratîxwaz gavên nû avêt û şêweyê kar û xebata xwe guhert. KADEK (xurttirîn hêza kurdan li Bakur) îlana fesixkirina xwe kir, çimkî "bi destketiyên têkoşîna 30 salan a Tevgera Demokratîk a gelê kurd û di çarçoweya bûyerên nû yên li herêmê de, bernameyeke nû û avakirineke nû ya bingehîn a rêxistinî, wek wezîfe ket pêşiya gelê kurd" (binêr danezana Kongra Gelê Kurdistan, ww.pkk.org). Di vê rewşê de, gelek faktor dikarin li Bakur bibin alîkarê aşîtiyê (DYA dikare rolek bingehîn û sereke bilîze). Hêzên kurd (HADEP wek mînak) dikarin di riya xwebirêxistinek çalak de bandorek giran di beyava tekoşîna dimokratiyê de bilîzin û bi alîkarya cîhana pêşketî di riya çarçevkirina doza kurd di warekî demokrat û aştyane de bihêlin ku rêjîmên totalîtarîst xwe di tengasiyeke mezin de bibînin û di dawiyê de di bin çewisandina civaka navneteweyî û birêvebirya DYAyê de mafên gelan bidin. Ji xwe wek tê zanîn jî, ku her serkeftinek bo kurdên Bakur di prosesa şerê azadîxwaziyê de li dijî menalîtêta inkarkirinê (bingeha îdyolojiya kemalîzmê) ji bo hemî gelê kurd serkeftin e.
Rûxandina pûtên dîktator li Bexdayê wek nîşana helweşîna îdyolojiyên totlîtarîst û nijadperest hat liqelemdanê. Li Sûrî, Tirkî û Îranê rêjîm ketine ber fikarên mirin û têkçûnê. Ji layekî ve, ew nikarin dergehên xwe li pêşiya guhertinên cîhanî bigirin û ji layekî din ve jî nikarin reformên cidî û rasteqîn pêk bînin, çimkî hebûna wan li ser binmayek nijadperest û inkaryane hatiye danîn û çi hewldana demokratîkirna sîstemê dê bi helweşîn û rûxanina rêjîmê bi dawî bibe.
Lê sebaret bi Kurdistana Sûrî?
Gelo kurdên Binxetê (Kurdistana Sûrî) dê bi çi awayî sûdê ji van guhertinên herêmî werbigirin? Aya pêşveçûna pirsgirêka kurd û bi taybetî li Başûr wê çawa bibe ilhama pêşveçûnê û karekî serkeftî? Gelo partiyên tevgera kurd li Sûriyê çi xwendin li cem wan heye sebaret bi rewşa kurdan li Sûrî? Aya ecnîdeyên wan çi ne (heger peyda bibin)? Gelo dikarin van ecindeyan bo raya giştî eşkere bikin? Alavên xebata siyasî li cem wan çi ne û li kîjan astê sînor dibin? Aya şêweyên danûstendinê bi rêjîmê re (ya ku xweguhertin têkçûna wê ye) dê di vê asta xwe de bimînin, asta "diyalogek" tune yî an jî yeklayane?Gelo ji bilî "çalakiyên" niha, yên ku ev 47 sal in tevger li dû xwe ve dikşîne, çi heye, alternatîv çi ne? Aya alîkarîxwestin ji hêzên biyanî di rojeva tevgerê de heye? Ka tevgerê bo vê qonaxa nû çi stratîjî daye pîşiya xwe û wê gelê kurd li Binxetê li ser çi bingehê û ber bi çi armancan ve tevbigerîne? Gelo têkilyên tevgerê bi hêzên muxalefa Sûrî re çawa ne? Gelo hêzên tevgerê ta çi radeyê di xwendin û agahîwergirtina rûdanên cîhanê û bikaranîna wan bo xizmeta berjewendiyên miletê xwe serkeftî ne?
Bi sedan pirs derdikevin qada xebata siyasî, ya ku partiyên Tevgera Kurd li Kurdistana Rojava serkêşiya wê dikin. Neserkeftin û qelsbûna tevgerê ta niha nebaweriyek dijwar li cem miletê kurd afirandiye, hiştîye ku têkilyek bêber di navbera gel û rêxistinên siyasî de peyda bibe.
Mirov di prosesa çavdêrya xwe de dikare 2 sedeman destnîşan bike sebaret bi vê kêşeya han (kêşe û rastiya neserkeftina tevgera kurd li Binxetê wek diyar e û wek ku endam û berpirsyarên tevgerê bi xwe jî vê yekê dibêjin û lê mikur tên):
1. Ji kesekî nayête veşartin, ku rêjîma sûrî wek dijwartrîn rêjîm di Rojhilata Navîn de tête hesibandin. Bo parastina xwe, ew dikare komkujiyên mezin pêk bîne, dikare embargo li ser beşên dijberî siyaseta xwe deyne. Rêjîma sûrî bi riya alavên xwe yên polîsî cih li tevgerê teng kir, derfeta xweîfadekirinê neda hêzên kurdî da ku bi şêwiyekî rewa karê xwe di nav gel de bikin. Dewleta sûrî dergehên zindanên xwe bo girtina siyasetmedar û endam û çalakvanên kurd vekir, bi awayekî xurt û hêzdar li tevgerê da, ew ji terazebûna wê xist, beyava berbihevhatinê di navbera partiyên tevgerê de ta ku jê hat teng û têk bir. Prosesa rêlibergirtna xebata siyasî ta niha jî berdewam e. Ev hemû cêgeh li bincihkirina nijadperstya rojane ya ku komar li dijî kurdan li Cezîr û Koban û Efrînê pêk tîne.
2. Felaketa jihevketnê: ji dema damezirandina tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê û ta niha, prosesa jihevketin û îlankirina partyên nû li gorî mîzaca berpirs û partîvanên tevgerê li dar e. Program û rêbazên kar û xebatê li cem hemî partiyên tevgerê eynî yek in: daxwaz, armanc, alavên pêkanîna siyaseta teyorî... hwd.
Mirov li vê jidaykbûna nexwezayî matmayî dimîne: sedem, rerwş, paşxane çi ne? Mirov çawa dikare di çiloniya vê jidayikbûna nexwezayî têbighêje?
Bi sedema dijwarî û qedexekirna ku rêjîmê daniye ser çalakiyên tevgerê, têkiliya rastûxo ya di navbera gel û saziyê de li beyava Kurdsitana Sûrî nîne. Piraniya biryarên ku tên standin, li ser astê serkîşiyên rêxistinê, hemû bêyî beşdarbûn û nerînxwestina gel tên standin. Loma wilo bi awayekî lezok û nepilankirî tên dayîn. Encama her nakokiyekê an jî newekheviya nerînek siyasî di nava endamên qatên serkêşiya partiyê de, bi jihevdûveqetandinekê û îlankirina partiyeke nû bi dawî dibe (ya ku xwe wek partiya eslî dide nas kirin û eynî wî navê berê li xwe dike!!). Heger ev nakokiyên ku di gewdê partiyê de çêdibin, bo raya giştî hatibûna îlankirin û naverokên wan bihatana rêz kirin, dibe ku wê demê jîwarekî nû niha li beyava siyasî li Binxetê xuya kiriba û hejmara partiyên me ne ewqas bûya.
Şertê pêkanîna prosesa siyasî bi şêweyekî demokratîk û xwezayî li her cihî û di her demê de xwestina nerîn û raya gel e, û ev yek jî li rewşa siyasî li rojavayê Kurdistanê nîne. Loma pêşketina prosesa siyasî di astê xwe yê destpêkane de mayî û lihevketin di kar û barê xebata siyasî de heye.
Neqedirdayîna nerîna gel û nebeşdarbûna gel bi xwe di prosesa xwepêşvebirnê de, hiştiye ku hejmara van partiyan zêde bibe û tevger ji hev bikeve û encama xebatê ne li gorî xwestin û hêvîkirna gelê kurd li Binxetê be.
Ji aliyekî din ve jî, balkêş e ku bihevrerabûna çalakiyekê di navbera çedn partiyan de, li hemberî wê germiçanek dijber derdikev e (ev di çend xwepêşandanan de xuya bû; ya dawî li Şamê roja 5.10.2003ê bû). Aya bo serrastkirna vî karî û livandina tevgerê ber bi yek armanc û bi yek xîtab û xebatê ve, pêwîstiya guhertinek giştî nîne? (Heger em bi wê nerînê re bin a ku dibêje: bo guhertina saziya totalîtarîst guhertinek giştî di avahiya wê de pêwîst e).
Bi serlêdana serokê sûrî Beşar El-Essed bo parêzgeha Hassekê di 18 tebaxa 2002ê de, hêviya gelek tiştan hat kirin. Lê belê wek piştre hat xuya kirin, ku El-Essed ji bo çavdêriyê û geflêdanê hatibû herêma kurdan (piştî ku kurdên Başûr eşkere piştgirtina teyorya rûxandina rêjîma Sedam kirin), ti niyeta rakirina zilm û zordaya li ser gelê kurd li herêma Cezîrê di ecnideyên El-Essed de tune bûn, amaje bi ti reforman nekir û bi şêweyekî giştî (û paşkole!) axift.
Partiya Yekîtî ya Kurd di roja 10.12.2002ê de xwepêşandanek li pêşiya parlemanê sûrî li dar xist. Ev meşa han wek xwendinek nû ji qonax û rewşa deverê re hat. Bi birina kêşeya kurd bo navenda dewletê li Şamê û balkişandina raya giştî ya navneteweyî li ser kêşeya kurd li Sûriyê, qonaxek nû û cegerdar dest pê kir. Û tevî ku hêzên ewlekariya rêjîmê amedekarên vê çalakiyê xistin bin çavan de (niha herdu berxwedanvanên kurd Merwan Osman û Hesen Salih dane ber dadgeha leşkerî), û bi şêweyekî hov li dij çalakiyê derketin, lê wek gavek serkeftî hat hesibandin û ew dîwarê tirsê li cem gel xist û gav kir (tevî ku hinek partî li dij vê xwepêşandinê derketin û wek çalakiyek ne rewa û "radîkal" li qelemê dan. Biner gotina Ebdulhemîd Hac Derwêş di civîna ku PDPKS di 16.07.2003ê de li Qamişlo li dar xistibû. Birêz Derwêş sebaret bi wê xwepêşandanê wilo got: "Heval li ser xwepêşandanê axift. Em bi xwe ne bi wan re ne! Em dibêjin: em ne pêşengê tevgera demokrat a Sûriyê ne. Em beşek jê ne û ne ji pêdiviyên me ye ku em xwepêşandanan li Sûriyê çêbikin. Em ne doza guhertina rêjîmê dikin. Em bi hebûna xwe ya hevrêjî (nisbî) doza mafên xwe dikin... Rola me jî wek hebûna me hevrêj e! Em ji wan re dibêjin: Hûn bi vê çalakiya xwe zirarekê digihînin kurdan... Bila ereb bi xwepêşandanan rabin. Em naxwazin kurdan ber bi tahlûkê ve bajon!" Jêder:
www.amude.net/munteda/nuce/seminar-siyasi-qamislo1.html)
Di 25.06.2003ê de jî xwepêşandanek din li ber avahiya rêxistna UNICEFê li dar ket. Beşdarên xwepêşandanê zarokên kurd bûn ûarmanc jî bidestxistina mafê hemwelatiya sûrî bû (ya ku di serhejmartina 05.10.1962ê ji beşekî kurdan hatibû standin). Ev xwepêşandan jî rastî desttêwerdana hêzên ewlekariya dewletê hat û 8 kes hatin girtin û bi "lidijderketina siyaseta dewletê û hewldana bo perçekrina xaka sûrî" hatin tewanbar kirin.
Nîşanên xwendinek nû ji bûyer û rûdanên deverê li cem hinek beşên Revgera Siyasî ya Kurd li Sûryê tête dîtin. Hewcedariya tevgerê bi xîtabek nû heye, bi geşpêdana prosesa xwepêşandan û protestoyê heye. Loma ji partî, serkêş û rewşenbîrên kurd li Binxetê hêviya serhildanek giştî di warê xwendina qonaxa nû û "çiloniya" sûdwergitinê ji rûdan û guhertinên cîhanî û pilankirina kar û xebatê li ser bingeha berjewendiyên gelê kurd li Kurdistana Sûrî bi hemû şêweyên berdest tê kirin.
Ewrên ku baranê nadin, bê ber in!
Girêdayî vê merselê, di roja 08.11.2003ê de Bingeha NAVEND bo Lêkolînên Kurdî semînarek li jêr navê "Guhertinên Rojhilata Navîn bo kurdên Sûrî şensek e ?" li dar xist, tê de gelek rewşenbîr û kesayetiyên kurd amede bûbûn. Her weha nûnerên partiyên kurdî jî amade bûn. Kêşeya kurd li Sûriyê hat goftûgo kirin. Her kesekî nerîna xwe got û derbarî guhertinên ku li devera Rojhilta Navîn diqewimîn, şiroveyên xwe anîn ziman. Piraniya kesên ku axeftin, nerazîbûna xwe (tevî gelek nûnerên partiyan jî) sebaret bi kar û xebata partiyên tevgerê nîşandan.
Dr. Ebdulbast Seyda di gotara xwe de bi şêweyekî gelekî kûr û analîzek giştî bal kişand ser sazmendiya rêjîma sûrî û daxuyand ku lidijderketina reforman aliyekî balkêş e ji kesayetiya vê rêjîmê û rêjîm ne amede ye ku bi hêzên muxalefiyê re li ser masa danûstandinê rûnê, çimkî "avahiya rêjîmê li ser binmayek ewlekarî hatiye bi cih kirin û nikare di roj û şevekê de bête guhertin..."
Nivîskarê kurd Mihemed Mela Ehmed di gotina xwe de ber bi dîrokê ve çû, behsa têkilya kurdan bi rêjîmên sûrî yên cûr bi cûr re kir û got: "Hemû li ser inkarkina rastiya gelê kurd mutefiq bûn. Armanca wan, ku gelê me wek civakek penaber, ne wek xwedî xak û erd destnîşan bikin.." Li ser kar û barê tevgerê û bi taybetî di vê qonaxa hestdar de, birêz Mela Ehmed weha nêrîna xwe diyar kir: "Vêca, di nerîna min de, hember van tiştan, em kurd, ên 15 % kesên Sûriyê ne, yanî nîzîkî 2,5melyon, ji bo mafên xwe bikin di destê xwe de, ji me tê xwestin, em xebata xwe bikin yek, an bi kêmahî xebata yên weke hev difikirin, da doza dû daxwazan di yek demê de li hukûmeta Sûriyê bikin. ew jî:
1. Doza mafên xwe yên netewî li Sûriyê, bikin, 2. Doza demoqratiyê û mafên mirovan li welêt bikin" (jêder:
www.qamislo.com/2004/pencerok/nuce.php?niviskar=mihemedmeleehmed&ersiv=0&nr=1)
Birêz Mele Ehmed wek mirovekî xwedî xibret û tecrube li ser amedekariya zihniyetên dîktatror û yekalî (wek a li Sûrî serdest e) sebaret bi pêşwazîkirna van guhertinan û imkaniya danûstandinê bi gelên xwe re li ser bingehek "niştmanperwerî" weha domand: "Lê gelo ev desthilatên, ku bi dehan sal zordarî li vî welatî dimeşandin û bi tena xwe hukûm dikirin, dê bi hêsanî dest ji desthilatiya xwe bikşînin û demoqratiyê di welêt de bibin serî û rê bidin xeynî xwe jî, da desthilata welat bikeve destê wan de jî? Ez dibêjim, na!!!!" (jêdera berê).
Her weha Dr. Ibrahîm Mehmûd û Dr. Ebdulmecîd Şêxo û nivîskar Cankurd jî mijar bi nerînên xwe dewlemed kirin û jîwarê tevgera kurd li Sûriyê daxuyandin.
Lêkolîner Hoşeng Broka jî kurtnerînek derbarê vê mijarê derbirî. Wî bal kişand ser van guhertinên navnetewî û yên li derve diqewimin û ew wek "şoreşek giştî" di sazmendiya deverê de li qelemê da, ku dikare bandorek mezin di paşerojê de li ser neqişkêşana deverê bike. Loma wî afirandina xîtabek têgihîştî û ji guhertinên cîhanê hayedar pêwîst dît.
Nûnerên partiyên kurd nerînên partiyên xwe ragihandin (ew nerînên ku hinek ji wan ji serdema şerê sar ve nehatine guhertin!!). Di axaftinê de hat diyar kirin, ku nezelaliyek û tevlîhevbûnek di nerînên partiyên kurd de heye û bi taybetî sebaret bi sazkirina têkiliyan bi hêzên biyanî re (di civînê de çûna konfrensa Washingtonê li dar bû,15.11.2003). Her weha mizaca kesayetî û nakokî jî bi ser pêla "diyalogê" diket.
Tevgera kurd li Kurdistana Sûrî di jîwarekî hestdar û tirsonek de disekine. Bi rûdana van guhertinên mezin, êdî tevger neçar dimîne ku xwe jî bo pêşwazîkirina wan amede bike, xwe ji nû ve tevbigerîne, ecnîdeyên xwe destnîşan bike û bi rastiyên li ser rûyê erdê werbigerîne, xwe ji sawa rêjîmê rizgar bike û kirasê tirsê ji xwe bike. Tevger pêwîst e bi baldarî guhdariya nerîna gel û ronakbîran bike. Bicihanîna daxwazên gel sebaret bi mijara yekîtiya gotin û karê siyasî, guhdarkirna raya rewşenbîr û ronakbîrên kurd û şopandina xwendina wan ji guhertinên siyaseta navnetewî pêwîst e, ne tenê pişta xwe bide "zilamên" xwe (yên ku gelek ji wan hîn baş nizanin bixwînin û binivîsînin, hela em behsa hînkirna zimanên biyanî nakin!!).
Hayedarî ji berjewendiyên dewletên sereke, rewş û biserkeftina gelê kurd di beşên din de, ev hemû doz û ferzkirina xîtabek nû dike, tê de tevger serkeftî be, têgihîştî be, ji siyaseta cîhanê ya nû hayadr be û bikaribe wê di bin siya berjewendiyên gelê kurd de bixwîne. Wê demê tenê bi rastî dibe tevgerek azadîxwaz.
|
 |
 |