 |
 |
07.07.2003 - 01:30
Qêrînek ji qiralgeha bêdengiyê
Tariq Ahmo - Elmaniya

Tariq Ahmo (kamera: SHB)
|
Riyad Al-tirk, sikretêrê Partiya Kar a Kominîst, û yek ji mezintirîn û
dijwartirîn muxalfê rêjîma Be´es a sûrî (18 sal di girtîgehê de), di
gotineke xwe ya binavûdeng de li ser sîstema totalîtarîst li Sûryayê,
ku navê "Qiralgeha Bêdengiyê" lê kiribû, bêdengî wek wateya çewisandin
û "hûnera kuştin û veşartinê" bi nav kiribû. Al-tirk
(Mandêlayê Sûryayê) di hevpeyvînekê de gotibû, ku "serokê sûrî
yê berê dîktator Hafîz Al-essed bi sawa xwe û qamiçiya leşkeran
tirsa mirinê û bêdengiya miriyan xistibû nava beşên gelê xwe de".
Piştî çend demjimêran, dîsa berê wî dane girtîgehê
(vê carê tenê 2 sal lê birîn!!)...
Ji dema ku rêjîma sûrî tevgera Ixwan El-muslimîn (Biraderên Misilmanan) bi komkujeke bêdengiyane têk bir û ta niha, ti tevger û dengbilindî li hiemberî wê ne hatiye holê; her tişt wek xwe maye, pirosesa helweşîn û dizî û piştguhkirina mafên gel berewam e. Ji bilî girtin û devgirêdana rewşenbîr û muxalifan, tiştek di asoyên "Qiralgeha Bêdengyê" de naxuye. Bêguman, ev bêdengî ji xwendineke taybetî, ku bi nerîna serokê berê Hafiz Al-essed ve girêdayî bû, û rewayîwergirtina xwe (ya idîolojî û niştimanperwerî) ji dîtin û anlîzekirina wî (ya serkeftî, bi rastî....) ji jîwar û rewşa cîhanê re, wateya xwe werdigirt.
Al-essed ê bav baş nependahiyên siyaseta herêma Rojhilata nNavîn fahm kiribûn. Lewra beyava danûstandin û biryardanan têgihîştibû. Niha jî, piştî têkçûn û jibingehhelweşandina partiya El-be´es, a ku 35 salan serkêşiya Iraqê dikir (bi wî şêweyê xwe yê komkujî..), ev beyav hindik hindik teng dibe. Li ser rûyê erdê êdî "rastiyên" nû hatine xuya kirin û hêzeke biyanî ji aliyê rojhilat bûye cîrana dewletê (bi vê yekê re Sûrî di nav devê kelbetanekê de ma, DYA ji rojhilat û Israîl ji rojava), û pêla demokrasîkirina deverê wek nerînek stratîjî û pêşbîbî ji layê birêvebirina DYA yê (wek encama rûdanên 11ê Septemberê) berê xwe daye herêmê û di nava lîsta "ecendên" xwe de, wek ta niha dixuye, navê Sûrî jî (tevî ku ne bi şêweyeke leşkerî be jî) di qonaxa duyem an jî sêyem de diyar dibe........
Li gorî van pêşveçûnan, dewlet di prosesa meşa xwe ya brê de neçar dimîne, ku hinek "mafan" li pêşiya raya giştî bide gel (bêguman bi şêweyeke xapînokane, çimkî dana mafan bi şêweyekî rasteqîn, wek divê em ji bîr nekin, rastûxwe li dijî bingeh û saziyên vê dewletê wek saziyek mafxwar û totalîtarî tête nîşandan). Dana van "mafan" dikare wek çend tiştan were: serbestberdana çend girtiyan, derxistina çend zagonên kertonî sebaret bi damezirandina partiyan û rakirina qedexekirinê li ser karê siyasî, yê ku ne di bin kontrola Partiya El-be´es de ye..
Tevgera kurdî jî, wek beşek mezin û sereke ji beşên oposîsyona sûrî, kar û barê xwe li gor vê siyasetê digerîne. Bi pêkanîna meşa (10.12.2002)an, a ku ji aliyê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê hatibû li dar xistin, êdî xwendinek rast û cegeryane di dîroka tevgerê de dest pê kir. Xurtkirin û gurkirina çewisandin û xwenîşandina li hemberî rêjîma dîktaor di cîhana karê partiyên tevgerê de gaveke nû bû, û ji layê min ve weke xwendinek stratîjî û pêşbîbî ji rûdan û guhertinên, ku li cîhanê diqewimin, tê nirxandin.
Bi birina pirsgirêkê bo navenda rêjîmê li Şamê û hetikandina wê li ber medyaya navnetewî û raya giştî, jîwarekî nû hatiye afirandin (tevî hemû goriyan û şidandina prosesa çewisandina gel jî).
Di vê çarçoweyê de , meşa zarokên kurd li Şamê wek xelekeke duyem di zincîra vê stratîjiyê de hatibû plan kirin. Xwestina û dozkirina mafên zarokên kurd ên nehemwelatî û ji layê van zarokan bi xwe jî, rûyê vê rêjîmê yê reş nîşanî dinyayê dike, û di atmosfêreke aştiyane de doza bidestxistina mafên van minalan dike.
Meşa zarokên kurd -her çiqas, ku rexneyên komara Eflaton xwe ji bo "rexnekirinê" tev birin û anîn jî- dibe mînakek baldar û lehengiyane, ku dikare dawiyê li wê "qeyrana", ku tevgera "azadîxwaz" a kurd tê de digere, bîne....
Qêrînek di qiralgeha bêdengiyê de (ya ku carekê 30 hezar mirov bi komkujiyekê têk birin û kes pê nehisya jî, wek divê her kat were bîra me..) bi devê zarokên Kurdan bilind bû.
Li gel rûxandina pûtên diktatorê Bexdayê bû nîşana berbihatina azadiyê û têkçûna mentalîteya "diyalogê" ya xapînok û derewane..... wek hindek partî û "serokên" hemdemî dibêjin û neqşekêşana "planan" di hişê xwe de, ji 40 salî û ta niha hêdî hêdî dikşînin....
|
 |
 |