www.amude.com - navenda çanda kurdî


14.01.2004 - 12:41

Nameyek vekirî ji rewşenbîrên ereb re*

Şahînê Bekirê Soreklî - Sydney
shahinsorekli@hotmail.com


Ş. Soreklî (SBS)
Dostên hêja,

Ez vê nameyê ji we rewşenbîrên ereb re dinivîsînim, ku xwediyên wjdaneke li ser hîmê mentiqê û edelatê ne, bo rewşenbîrên xwe wek beşekî ji civata mezin a mirovan, ku bi demê re dihêt guhertin dihesibînin, bo ewên ku piştgiriya mafên bingehîn ên hemî mirovên cîhanê dikin, paşrehên wan ên neteweyî û olî çi dibin jî. Dizanim, ew ê windakirina dema min be, eger nameyekê ji ewên ku wisa dizanin, ku ereb endamên nijadeke ji civata mezin a cîhanê der in, an wisa bawer in, ku Xwedê divêt tenê wek Ellah bête binavkirin û yên ku bawer in, ku tenê desthelatdariyeke erebî îslamî dê bikaribe rewşa bi tenî û paşvemayîna li welatên ereb û musilman li holê bi dawî bîne re, binivîsînim. Nameya min ne ji bo wan e, ne jî ji bo wan ereban e, ku bi neteweperestiya eşîrtîşêwe serxweş in, an tew di nav pêlên neteweperestiya faşî de vedigevizîne.

Guman niye, ku di nav ereban de rewşenbîrên weha dê hebin ku baweriya wan bi siberojeke, ku tê de mirov di cîhaneke aştiyane de bijîn, cîhaneke ku wekheviya mafan û rêzgirtina dualî tê de normal bin, heye. Gelek ji van rewşenbîran ê bizanibin, ku egera herî mezin a rewşa kambax li piraniya welatên ereb û musilman xwe bi şaşitiya ramanan û fesada di nav desthelatdariya van welatan bi xwe ve girêdayî ye. Mixabin piraniya rewşenbîrên ereb tenê derbarê aliyên dervayî rexnegir in. Wek nimûne, di dema ku rewşenbîrên ereb li hember siyaset û kiryarên rêjîma Şaron ên derbarê filistîniyan bi hêrs û rexne ne de, ew xwe ji piştgiriya mafên komên ne-ereb ên ji stemkariya rêjîmên ereb kişandinî û dikişînin bi dûr dixin. Stemkariya ku va bû bêtir ji sedsalekê li kurdan dibe, nimûneyeke baş e.

Ereban bi xwe bi dehan salan stemkarî dîtine. Bi milyonan ji wan herweha ji ber stemkariya hikumetên xwe naliyane. Mirov xemgîn dibe, dema dibîne ku gelekan ji wan ji vê yekê dersek wernegirtine, bi taybetî dema diyar dibe ku wan rêz ji mafên ên din re nîne. Rê bidin ez li vir nimûneyekê bidim: Di nav 50 salên par de, bi hezaran xwepêşandanên piştgiriya filistîniyan ê li welatên erebî cîh girtibin. Bê guman filistînî layiqê piştgiriyeke hîn mezintir in jî. Gelê kurd bi xwe jî her dem ji bo mafên filsitîniyan piştgir bûye, heya di wê demê de ku filsitîniyan wêneyên Seddam Husên hildigirtin. Lê pirsa min ji we ev e: Gelo di eynî demê de, ku li hemî beşên Kurdistanê stemkariyeke bêhûde li gelê kurd dibû, çend xwepêşandanên ji bo wan piştgir li welatên ereb û yên musilman cîh girtibin? Her ku gelê kurd ji bo mafên xwe yên adilmend têkoşiyaye, erebine neteweperest ew wek "ajanên komonîzmê, impiryalîzmê, ziyonîzmê, Emerîka,…" bi nav kirine, û hîn dikin jî. Mirovekî aqilmend ê ta nuha têgihiştibûya, ku dewleteke kurdiî ya serbixwe dê nuha li holê bûya eger Emerîka rast tiştekî weha xwestibûya. Li milê din, gelê kurd ne li dû erdê kesekî ye. Ew li ser erdê xwe ji mafên xwe yên bingehîn bêpar e.

Dema em bala xwe bidin Ewropaya îroj, em ê bibînin ku ewropiyên ku bi sedan salan şerên hev kiribûn, nuha li dû yekîtiyê ne, da ku di cîhanê de xwediyên hebûneke bi hêztir bin. Yekîtiya ku nuha di nav ewropiyan de li holê ye, bi encama rêzgirtina dualî û berjewendiya hevbeş pêkan e. Ma divêt gelên Rojhilata Navîn hîn bi sedan salên din dijmintiya hev bikin, ber ku tê bigihên ku şer tenê dibin egera rijandina bêtir xwîn, zêdetir serhişkî û jiyaneke tije êş û jan?

Di van rojan de, gelek ereb û îslamiyên rêhişk diyar dikin, ku ew çiqa derbarê "yekîtiya Îraqê" bi xem in! Mirovekî ku xwe bi wijdan û xwedan rewşen bihesibîne, em bibêjin erebekî li Misir, li Lubnanê, yan tew li welatekî dûr wek Yemenê, gelo çawa bikaribe weqa bi şêweyeke otomatîkî bo erebên îraqî piştgir û li dij kurdên îraqî bi nefret bêt, bêyî ku ji rewş û paşerehên pirsa kurdî haydar bêt? Bê guman yek ji egerên vê yekê xwe bi propagandaya wan dewletên ku ew bizava dikirin gelê kurd û navê welatê wan ji holê rakin ve, girêdayî ye; herweha bi tengbûna asoyê hinek neteweperestên ereb ve, ku hîn îroj jî bi ramana "ez li dij birayê xwe, ez û birayê xwe li dij pismamên (kurmamên) xwe û em hemî li dij yên ne ji me" dijîn.

Di van rojan de, piraniya rêjîmên ereb û gelek hemwelatiyên ereb weqa derbarê îmkana ferderebûna Îraqê xemgîn in, ya rast bi tirs in. Mirov dikare tirsa desthelatdaran fêhm bike, lê ne ya xelkê ereb. Rê bidin ku ez derbarê federalîzmê Australya wek nimûne bidim. Australya ji van dewletan û herêman pêk dihêt: New South Wales, Victoria, Başûrê Australya, Queensland, Rojavayê Australya, Tasmanya, Herêma Bakurê Australya û Herêma Paytextî. Her dewletek xwediya hikumet, parleman, paytext û ala xwe ye. Hêzên wan ên polîs ji hev cuda ne, herweha sîstêmên perwerdeyê û gelek tiştên din, û wan maf heye, baca xwe jî berhev bikin. Lê di eynî demê danişvanên van dewlet û herêman xwe wek hemwelatiyên Australya dihesibînin û di nav dewleteke fedaral de, ku paytexta xwe Kanberra (canberra) ye û hikumeta federal lê ye, yekgirtî ne. De çima tirsa ji Îraqeke federal? Gelo ji ber ku îraqî nezan û lipaşmayî ne û nikarin sîstêmeke weha bipejirînin an bi rê ve bibin? Gelo ji ber ku ereb û îslamî tenê fêrî jiyana di dewletên fermandar (otorîter) û navendkirî (yanê her biryar li paytexta welêt dihêt girtin) de bûne? Gelo ji ber ku kurd ne layiqe xwebirêvebirinê ne? Yan gelo ji ber egerên ezotiyê û hestên şofênî?

Di Îraqa îroj de beşek heye, ku xwediyê şanên erdnîgarî û etnêke teybet e. Her kesê seredana herêmên erebî û kurdî bike, dê vê yekê di çav xwe re ke. Eger yekîtiyeke Îraqê dike hebe, wê demê federalîzm misogeriya wê yekîtiyê ye, ne ku bervajiya wê. Nedana mafên kurdan di nav Îraqeke federal de dê zû-dereng bibe egera têkoşîna wan ji bo dewleteke serbixwe, çimkî "biratiyeke" li ser hîmên ezotiyê, newekheviyê û xiyanetê nikare her bidomîne.

Ber vê nameyê bi dawî bînim, rê bidin du wêneyên li bervajiya hev pêşkêşe we bikim, yeke ku mafên ji bo ereban û musilmanan li welatekî ku musilmanên tundrê heye, ku navê "kafir" lê bikin, raber dike û yeke ku nebûna mafên du milyon kurdan li welatekî musilman raber dike.

Australya: Erebên li Australya wek koçber û penaber hatine. Piraniya wan li dû destpêkirina şerê navxoyî di salên heftêyan de ji Lubnanê hatin û nuha li Sydney û Melborn cîhwar in. Bo wan dezgeh û bernameyên radyo hene, di nav de ewên ku hikumeta australî mesrefên wan dide û hinekên ku rojê 24 saetan li ser bê ne, hene. Bo Erebên li Australya mafê bidestxistina televizyonên erebî yên satelîtî heye. Televizyona australî SBS nûçeyan, filman û bernameyên din bi zimanê erebî belav dike. Hejmara rojnameyên erebî li Sydney û Melborn ji hejmara rojnameyên ku li welatine ereb hene, zêdetir e, û hinek ji wan bi şêweyên rasterast an nerasterast alîkariya diravî ji hikumetê werdigirin. Zimanê erebî wek maddeyeke fermî di xwendegehên Australya de hatiye pejiranbdin û zarokên ereban dikarin di xwendegehan de fêrî erebî bibin, eger daxwaz hebe. Li vî welatî bi sedan rêxistin û navendên alîkirina civatî yên ereban hene û piraniya wan alîkariya diravî ji hikumetê werdigirin. Endamên civata erebî maf hene li dij biryarên hikumetên australî, ya federal jî di nav de, û bo daxwazên xwe derkevin xwepêşandanan…

Sûriye (welatekî ku tê de bêtir ji du milyon kurd hene): Pejirandina nasnameya kurdî: Na; Radyo, TV û rojnameyên bi zimanê kurdî: qedexe ye; Dersdana bi kurdî, yan heta hebûna yek xwendegeha bo zarokan ku tê de zimanê kurdî tew yê 2yem be: Qedexe ye; Nûnerîtiya kurdan di parlemanê de: Na; Rêxistin û navendên kurdî yên ku ji aliyê hikumetê de hatibin nasîn an hikumet alîkariya diravî dide wan: Na…

Gelo hikumeteke erebî, rêxistineke ereban an komeke ji ereban derbarê rewşa kurdên Sûriyeyê bi emanca baştirkirina rewşa wan, peywendî bi hikumeta sûrî re danîbin? Bila bersivdana vê pirsê ji wijdana we re bimîne.

Dostên hêja,

Tika ye, derbarê naveroka vê nameyê bi şêweyeke objektîv û adilmend biponijin. Dizanim ku hûnê wisa bikin, an na, min ê dema xwe di nivîsandina wê de winda kiribe. Heye ku yek ji we nameyê tew wergerîne erebî jî, da ku hinekên ku nikarin bi şêweyeke mirovahî rewşê bidin ber çavan, fersenda xwendina wê bi dest xin. Bila em bi wê hêviyê bijîn, ku Rojhilata Navîn rojekê bibe warekî baştir, bi kêmasî ji bo nifşên siberojê. Bînim bîra we birêzan, ku ewên ku yên din layiqê bidestxistina mafên ku ew ji xwe re dixwazin, nabînin, bi xwe ne layiqê wan mafan in.

Li dawiyê, ji dil hêvîdar im ku dewlet û xelkê welatên ereb, herweha yên Tirkiyeyê û Îranê, dê êdî tê bigihên ku gelê kurd demeke dirêj ji ber stemkariyeke bêhûda kişandine. Yekîtiya li welatên ku kurd tê de îroj dijîn, bi guherandina wan ve girêdayî ye û bi wê yekê ve ku kurd di wan welatan de wek hevpar bêne pejirandin; ne ku bi kurdan ve, çimkî ew in yên ku bi dirêjiya salan rastî êşandinê û newekheviyê hatine. Em di wê demê de dijîn, ku mirov bi alîkariya pêşketina teknolojiyê xwe gîhandiye kûraniya gerdûnê. Êdî dem hatiye ku hişmendiya (zihniyeta) kevneperest ber bi aliyê baştir ve bête guhertin. Tenê hûn, rewşenbîrên bi wijdan, dikarin xewneke weha wergerînin rastiya di jiyanê de, heta eger di rewşa îroj de azadiya we bi xwe jî hatibe berbendkirin.

Bi hêviyên serkeftina we.

Şahin B. Sorekli
(Nivîskar / Rojnamevan)
Sydney, 11.01.2003

* Ji înglizî hatiye wergerandin



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]