www.amude.com - navenda çanda kurdî


28.07.2004 - 17:01


>> Hikmet Cemîl di Kurdistan Tv de

>> Hikmet Cemîl di ahnegekê de
Jiyan helwest e!

Sîrwan Hecî Berko - DORTMUND (amude.com) - Fîlosofê elman Edmund Husserl (1859-1938) carekê di nivîsên xwe de gotineke xweş nivîsandibû: Jiyan helwest e! Nerîna mirovî çawa be jî, divê helwesta wî hertim diyar û eşkere be. Gelek kurd meseleya helwestê gelekî giring nabînin; helwesta xwe li gorî berjewendiyên xwe diguherînin. Hunermend Hikmet Cemîl (Bangîn) yek ji wan kesan e, yên ku helwesta xwe li gorî kêf û berjwendiyên xwe diguherînin.

Hunermend Hikmet Cemîl (Bangîn) stranbêjek dengxweş û leystekvanekî pir jêhatî ye. Bi dengê xwe, bi stranên xwe û bi leystikavniya xwe, Hikmet Cemîl di aheng û şahiyan de bala tevaya kesên amade dikşîne ser xwe û dihêle ku ew dinyaya li dor xwe ji bîr bikin. Ew dikare miletî bi hesanî germ bike û bihêle ku tevde rabin dîlanê bikin. Bi taybetî dema ew strana xwe "Zinara erebî" dibêje, xwîna guhdarên wî difure, hestên wan bilind dibin û tevde dibin "Bangîn", tevde xwe di wî de dibînin. "Zinara erebî" behsa êşa kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê ji siyaseta erebkirinê ya rêjîma Suryayê dike. Vê stranê "Bangîn" kir binavûdeng.

Bi pêşkêşkirina bernameya "Şeva Medya" di Medya Tv de, Hikmet Cemîl li seranserî Kurdistanê hate naskirin. Di vê bernameya xwe de, wî bêtir xwe dixist pirwazê û ne mêvanên xwe yên hunermend û dengbêj. Bi leystikine "çêkirî" û zimanê kolanan, wî zanîbû xwe zû bixe dilê temaşevanên xwe yên dilpak.

Piştî girtina serokê PKKê yê berê Ebdela Ocalan, "Bangîn" strana "Serokê min" çêkir. Vê yekê hişt ku ew bêtir ji aliyê apoçiyan ve bête hezkirin û mekînaya propagandaya bo wî dest pê kir. "Bangîn" bû stêrka Medya tv û şev û ahengên PKKê. Hema-hema bernameyeke wî derbas nebû, bêyî ku ew wê stranê nebêje. Ev qerebalixa li dor kesayetiya wî giha wê radeyê, ku carekê "Bangîn" di koçkeke Paltalkê de KADEK weke "partiya me" bi nav kir. Di nav apoçiyan de, "Bangîn" xwe dikir yek ji alîgerên PKK/KADEK, lê di nav kurdên din de, ew "hunermendek bû, ku karê xwe dikir."

Di çend mehên dawî de, navbera "Bangîn" û apoçiyan nexweş bû. Bi taybetî piştî ku ew carekê bi telefonê beşdarî programa "Merg û Çîmen" a Kurdistan Tv bû û daxwaza xwe bo çûna başûrê welêt diyar kir, xeta di navbera "Bangîn" û Medya Tv de sist bû. Ew ji televizyonê hate avêtin û piştî çend hefteyên din dîsa hate vegerandin. Lê xuya dike ku "Bangîn" careke din "bi terya xwe lîst" û berpirsên Roj Tv aciz kir. Ew careke din hate avêtin. Vê carê avêtina bê veger.

Deng nema ji Hikmet Cemîl hat, ta ku me ew yekşema borî di bernameyeke Kurdistan Tv a taybetî ya zindî de dît. Hîn berî ku ew tiştekî bêje, Cemîl dest bi pesindana başûrê Kurdistanê û PDKê kir û eşkere kir, ku wî "tucar mubalexe di bersivên xwe de nekiriye." Hikmet Cemîl ji me re got, ku serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrcan Barzanî "dengê wî vekir" û hişt ku ew stranên xwe bi şêweyekî xurt pêşkêş ke. Herweha wî ragihand, ku serdana mezarê Mele Mistefayê Barzanî hişt ku ew bes bi xwe karibe û "dest bi girî kir", lê ji "kamîreyên televizyonê daxwaz kir, ku wî di wê rewşê de pêşkêşî temaşevanan nekin."

Piştre û berî ku pirsên pêşkêşkerê bernameyê bibersivîne, wî dest bi spasiyên xwe ji bo birêvebirê Kurdistan Tv, Sendîqa Hunermendên Kurdistanê, çend berpirsên PDKê, tîpa muzîkê û û û.. kir. "Bangîn" yeqîn nekir ku bikeve televizyonê û dest bi şelafiyên xwe bike. Balkêş bû, ku gotinên gelek stranên xwe wilo guhertibûn, ku grêdaneke wan bi Iraqê û başûrê Kurdistanê ve çêbûbû. Mesaja "Bangîn" eşkere bû: Ez hatim cem we û hûn çawa baş dibînin û çilo hez dikin, ezê wek we bikim. Ji nişkê ve, wî "partî û serokê" xwe û helwestên xwe yên li dijî Başûr û birêvebirên wê ji bîr kir.

Kesê ku Hikmet Cemîl (Bangîn) nas nake, ew dê baweriya xwe bi wî bîne. "Bangîn" zane xweş û şahîk bike. Lê problêma wî ew e, ku rûyê xwe yê rast zû diyar dike. "Bangîn" ragihand, ku ew ê 6 mehên din mala xwe bibe Duhokê û li Kurdistan Tv bixebite. Dibe ku ew xwe li wê derê biguherîne û xwe tenê mijûlî hunera xwe bike, lê mesaja wî ya pêşî di Kurdistan Tv de dihêle, ku gumaneke mezin bi mirovî re çêbibe, ku ew dê ji bo vê yekê biçe Kurdistanê û li wê derê bi ser keve. Atmosfêr û jiyana li wê derê ne mîna atmosfêr û jiyana li Ewropayê û ya di nav apoçiyan de ye. Kurdên li wê derê ne mîna kurdên li derveyî welat in û siyaseta PDKê ne wek ya Ebdela Ocalanî ye. Ger "Bangîn" xwe neguherîne, ew dê li Kurdistanê bikeve û ketina li wir dê wî pir biêşîne.

Tenê ger Hikmet Cemîl bibe xwedî helwesteke eşkere, ew dê bi ser keve. Guhdarên muzîka wî dixwazin ku ew bi ser keve. Ew hunera wî dixwazin, ne tiştekî din.

>> sirwan@amude.com



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]