 |
 |
28.05.2003 - 01:22
Doza gelê kurd ne tenê bi pêşkêşkirina pirtûkan tê danasîn
Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com

wêne: amude.com
|
Berî çend rojan, gotarek bi zimanê erebî di malpera qamişlo.com de derketibû,
û piştî wê bi du rojan di 2 malperên din jî de. Gotar li jêr navê "Hacî Xelîl"
û sernivîsa "Medya TV û kirîza wicdanê kurdî" hatibû weşandin.
Piştî weşandina vê gotarê, ew ji malpera Amûdê re jî ji bo weşanê hatibû şandin. Tevlî ku me ji mêj ve biryar standiye ku em nivîsên ku di malperên din de hatibin weşandin, di Amûdê de naweşînin, me xwest em wê biweşînin ji ber ez beşek ji "rexne"ya di gotarê de bûm. Lê ji ber ku me dît ku ew ne tenê di qamişlo.com de hatiye weşandin, lê belê di malper in dî jî de (Xwedê dizane bê ew hatiye şandin kuderê jî), me biryara neweşandina wê stand, ji ber me nexwest vê lîskê bilîzin û piştgiriya adeta nebaş a gelek kesan bikin, ku ji kêfa dîtina navê xwe di malperan de, nivîsên xwe ji hemî malper (ên heyî), kovar û emailan re dişînin.
Lê bi kêmanî min pêwîstî dît ku çend gotinan binivîsînim da ku em çend xalan ji xwendevanan re zelal bikin.
Di destpêkê de, dixwazim li vê derê xwendevan agahdar bikim ku ta niha navê "Hacî Xelîl" weke kesekî nivîskar (an nenivîskar) di warê nivîsandinê de tune bû. Ev yekemîn car e ku ev nav derdikeve holê. Ez behsa vê yekê dikim, jiber dixwazim li vê derê ji xwediyê wê nivîsê re bêjim ku "parêzger" (avokato) hertim bi navê xwe dixebitin, ne bi nav in ji xeyala xwe. Û ji ber ku nivîsa wî mîna axaftina parêzgerekî bû ku di dadgehekê de xebata Medya Tv ji "neyar, durûtî û xêrnexwazan" diparêze, diviya bû ku ew bi navê xwe yê rast bihata vê "dadgeha internêtî" û karê xwe bi wicdan kiriba, ne mîna tirsonekekî li pişt perda internêtê ku ji siya xwe ditirse.
Ez naxwazim li vêderê behsa herdu kesên din bikim ên ku mîna min di gotara jorîn de bûbûn mijara "rexneyê", lê dibe ku ez çend agahiyan ji wan hevokan ji xwe re bi kar bînim da ku em bikaribin bi hev re meseleyê baştir fam bikin. Herweha ez naxwazim bersiva nerînên wî derbarî xebat û rola Medya Tv û ya Mezopotamiya Tv bi giştî de bidim ji ber ew ne bi navê wan diaxife, tevlî ku ew di hevokekê de bi awayekî neyekser (indîrêkt) eşkere dike ku ew xebatkarekî Medya Tv ye. Lê ezê derbarî şirovekirinê de piçekî li ser vê yekê rawestim.
Birêz "Hacî" di gotara xwe de, agahdar dike ku ez du caran bûbûm mêvanê du bernameyan ("Heval" di Medya TV de û "Roj baş Kurdistan" di Mezopotamiya Tv de). Ew dibêje ku ez di programa "Heval" de wekî
"ciwanekî biçûk ku hewl dide malperên kurdî bi pêş xîne, tevlî ku yên ku li Ewropayê dijîn dizanin ku ev yek çiqas hesan e ji ber peydabûna internêtê bi awayekî xurt" bûbûm mêvan.
Birêz "Hacî" xwe mîna mirovekî zana û agahdar dide xuyanîkirin û li ser mijarekê diaxife ku ew
ji dawî û pêşî ve hay jê tune ye, an jî bi mebesteke zikreşane dixwaze xebata Malpera Amûdê û yên din piştguh (inkar) bike.
Rast e ku internêt li Ewropayê baş belavkirî ye û her kes dikare malperan çêke. Lê gelo çima hejmarên malperên kurdî û bi zimanê kurdî yên xwedî xebat û roleke berbiçav di warê çand, wêje û polîtîkaya kurdî de wiha kêm in ta radeyekê ku mirov dikare wan li ser tiliyên destekî bihejmêre? Çima ew behs nake ku vekirina malperan hesan e, lê xebatek cidî û paqij di wan de zor e û ne herkes dikare û dixwaze vî karî ji ber gelek sedeman bike, û bi taybetî ger serbixwe be û piştgirên xebatê tune bin?
Sedema herî hesan û berbiçav ew e ku vekirina malperan û berdewamiya xebata wê bi şêweyekî hêja ne karekî hesan e. Ne herkes amade ye ku rojê bi dehê demjimêran li pêşiya compûterê rûnê, berhem û babetan peyda bike, wan bo weşanê amade bike û piştre bi şêweyeke ciwan biweşîne. Herweha ji malperan tê xwestin ku tim agahî û berhemên teze biweşîne.
Vekirina malperan barekî giran e, û qurbaniyek mezin jê re pêwîst e da ku bikaribe bi şêweyekî profesyonêl xebata xwe bike. Birêz "Hacî" bixwe jî van tiştan dizane, lê mebesta wî eşkere ye û armanca wî tenê biçûkkirin û piştguhkirina xebata malpera Amûdê ye. Lê ji ber ku ew baş dizane ku malpera Amûdê di temenê xwe yê kurt de (ta niha 2 sal û nîv) guhertineke berbiçav di civaka Kurdistanê bi giştî û ya Başûrê-Rojavayî Kurdistanê bi taybetî di warê çand, polîtîk û rojnamegeriyê de kiriye, zikreşî û hesûdiya wî zorê dixîne û dihêle ku gotinên vala mîna ramanên wî binivîsîne. Hecwe nake ku ez li vêderê bêtir li ser xebata malperê binivîsînim, ji ber xwendevan bixwe dizane ev xebat ta kîjan radeyê bi ser ketiye.
"Hacî" çima "rexneya" min dike?
Di roja 29.12.2003an de, min nûçeyek derbarî bernameyeke taybetî di Medya Tv de li ser Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê di malperê de weşandibû. Kekê Helîm Yûsiv, xebatkarekî Medya Tv, ev agahî ragihand min û min jî ew ji ber giringiya wê weşand.
Di wê nûçeyê de min wiha nivîsandibû:
"..ev yekemîn car e ku kenala Medya Tv bernameyeke bi vî awayî li ser Başûrê-Rojavayî Kurdistanê diweşîne. Ji destpêka weşana xwe ta roja îro, Medya TV xwe dûrî pirsgirêk û mijarên siyasî dibe yên ku bi Kurdên Sûriyê ve girêdayî ne. Herwiha ew guh nadin çalakî an gotinên rexneyî dijî hikumeta Sûriyê." (Kesê ku bixwaze nûçeyê bixwîne, bila biçe vêderê:
www.amude.net/kurdi/nuce-medyatv.html)
Lê mixabin ji ber sedemin nediyar ew bername pêk nehat!
Birêz "Hacî" ez di gotara xwe de kirime nexweşê "şîfrozînayê" ji ber ku (li gor ku ew dibêje, tevlî ku ez du caran bûbûm mêvanê televizyonên Medya û Mezopotamiya), "min di nûçeya jorîn de neheqî li Medya Tv kiriye û gotinên nerast nivîsandine."
Rastiyeke eşkere ye ku ta roja îro kenala Medya Tv bernameyên guftûgoyê li ser siyaseta Sûriyeyê li hemberî Kurdên Binxetê pêk neaniye. Min ev gotin ne ji xeyala xwe ya "nexweş" afrandine. Pêwîst nake ku ez li ser têkiliyên xurt ên PKK bi rêcîma Sûriyeyê re biaxifim ji ber ev mijareke din e û cihê wê ne li vê derê ye.
Herweha "Hacî" ji me re eşkere dike kîjan nivîskar û hunermendên kurd ji Binxetê bûne mêvanên kenalên Medya û Mezopotamiya. Ew navê wan li gel girêdana wan bi partiyên wan re ji me re rêz dike û dibêje ku her yekî ji wan bi şêweya xwe li ser rewşa kurdî li Sûryayê axift.
Gelo "Hacî" henekê xwe bi xwe an bi kê dike?
Rast e ku hejmareke baş ji nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurd ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê di herdu kenalan de bûne mêvan.
Lê gelo çima "Hacî" rastiyê nabêje û li şûna wê derewin beloq dinivîsîne?
Çima rastiyê vedişêre ku di tevaya programên ku ew ji me re behsa wan dike, mijar li ser huner, muzîk, nivîsandinê, pirtûkan û hwd. bû?
Rast e ku hin caran behsa astengiyên Kurdên Binxetê di warê çandî de bûne. Herweha rast e ku di çend bernameyan de bajar û kesayetiyên kurd ên Başûrê-Rojavayê Kurdistanê hatine pêşkêş kirin. Lê di kîjan bernameyan û kîjan demê de? "Hacî" behsa bernameya "Gava Sêyemîn" dike. Lê ew jibîr dike ku ev bername her du hefteyan di şeveqa roja şemiyê de carekê tê weşandin, û axaftinên bi nivîskaran re li ser pirtûkên wan pêşkêş dike.
Herweha rast e ku di dema şerê dijî Iraqê de, xebatkarên beşê erebî di Medya Tv de, Helîm Yûsiv û Jan Dost, ku herdu jî ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ne, çend hevpeyvîn bi hin kesan re kirin û bi wan re li ser çend pirsgirêkan derbarî Sûryayê axiftin.
Kesê ku piçekî ji medyayê fam bike, ew dê stratîciya televizyonênên PKK/KADEK zû nasbike.
Ew televizyon nikarin û ne ji fêdeya wan re ye ku perçeyekî ji Kurdistanê piştguh bikin û wiha bikin wek ku tune ye. Ji ber vê yekê pêwîst e ku bi kêmanî li ser beşekî ji tevgera vî perçeyî rawestin da ku armancên xwe pêk bînin, dema ku ew vî miletî bi xwe ve girêbide û wî ji xwe dûr nexîne. Birêvebirên Medya Tv kesin zane ne û naskirine ku em Kurd miletekî hestdar in, û bi taybetî Kurdên Binxetê. Kêfa herkesî tê dema ku hunermend û nivîskar û bajarê xwe di televizyonê de bibîne, an behsa wan bê kirin. Ev tiştekî mirovane ye.
Lê kînga Medya Tv di nûçeyên xwe yên rojane de agahiyên siyasî derbarî Kurdên Binxetê ragihandine, tevlî ku roj bi roj bêtirî agahiyekê ku hêjayî weşanê be, peyda dibin?
Kînga Medya Tv programeke guftûgoyê li ser siyaseta Sûryayê li hemberî Kurdan pêk aniye?
Çima Medya Tv behsa girtiyên kurd di zindanên Sûryayê de nake, û bi taybetî herdu siyasetmedarên ku ji dawiya sala borî de ji aliyê hêzên Sûryayê ve hatine girtin ji ber ku wan mafê xwe yê xwepêşandanê li pêşiya perlemana Sûryayê bi kar anîn?
Min carekê ji xebatkarekî wan ev pirs kir, wî bersiva min da û got ku birêvebirên televizyonê vê yekê naxwazin. Gelo çima?
Wek min li jor jî got, ez naxwazim bêtir li ser xebata Medya Tv rawestim. Lê min tenê xwest ji "Hacî" re diyar bikim ku çêtir e ew biçe henekê xwe li kesin dî bike, ne li me!
Doza miletekî ne tenê bi pêşkêşkirina muzîk û pirtûkên wî tê danasîn, lê belê herweha bi agahiyên rewşa wî ya siyasî ya rojane!
Ez Kurd im! Û herkesê ku neheqiyê li gorî boçûna min li Kurdan bike, kî jî be ne giring e, ez ji mafê xwe dibînim ku rexneya wî bikim û nerazîbûna xwe li hemberî wî diyar bikim (wek çawa ku "Hacî" li gorî bercewendiya partiya ku pişta wî lê ye, ji mafê xwe dît ku "rexneya" min bike).
Wek ku ez Medya Tv rexne dikim, ez herweha Kurdistan Tv û Kurdsat jî rexne dikim û dibêjim ku ew jî li xuşk û birayên xwe li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê di warê siyasî de xwedî dernakevin. Bila tev li dîrokê vegerin da ku bibînin Kurdên wî perçeyê çi wan re kirine û çi na.
Bila "Hacî" û kesên mîna wî bizanibin ku ne ez im yê ku bi du rûyan e û helwesta xwe li gor
kêf û fêdeya xwe diguherîne.
Berî mehekê, xebatkarê beşê erebî yê Medya Tv, Jan Dost, di gotarekê bi zimanê erebî de, ku di
malpera Efrîn.nêt de hatibû weşandin, bi şêweyeke eşkere êrîşî siyaseta
PKK/KADEK û serokê wê Ocelan kir. Di wê gotarê de, ew behs dike çawa pîrozkirina kesayetiya Ocelan
hiştiye ku PKK/KADEK pirsa kurdî li Bakurê Kurdistanê bifroşe û berê xwe bide zindankirina
Ocelan û wê bike mijara xwe ya sereke. Kesê ku bixwaze, dikare gotarê li vê derê bixwîne:
(www.efrin.net/arabi/fiker-u-siase/2003/04/24-2.htm).
Lewra baştir e ku "Hacî" biçe ji xwe re bixwîne bê hevkarê wî di Medya Tv de çi dike.
Li aliyekî ji wan re kar dike, nanê wan dixwe û pera ji wan werdigre, û li aliyê din êrîşî wan
û siyaseta wan û ya serokê wan Ocelan dike. Ez bawer im herdu tişt li hev nakin. Bi kêmanî
mirov dev wî destî nake yê ku wî nan dide. Eger ez ji wî destî nerazî bim, ez nan jê nastînim!
Ez bi hêvî me ku "Hacî" û kesên mîna wî êdî hişiyar bibin û ji xwe re dîroka xwe
baş bixwînin da ku sûdeyê jê werbigrin û xwe û miletê xwe ji bindestiyê rizgar bikin
û dev ji êrîşên vala û bêbingeh berdin.
Herweha hêvîdar im ku ew (mîna kesin dî), berçavkên xwe yên partiyetî deynin kêlekê da ku bikaribin
bi zelalî li tiştan temaşe bikin.
|
 |
 |