 |
 |
11.11.2003 - 23:59
Bazarvaniya Arif Zêrevan bi navê kurd û Kurdistan
Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com
"Em ji bo doza kurd û Kurdistanê hatine Swêdê û me mafê
rûniştinê jî li ser vê dozê girtiye. Ji ber vê yekê,
em nikarin îmkanên ku me bi vê rûniştinê bi dest xistine,
li ziddî hêjayiyên doza kurd û Kurdistanê û tenê ji bo berjewendiyên
xwe yên şexsî û malbatî bi kar bînin."
M. Aslan Kaya (Sidîq)
(1952 - 09.04.2001)
Li Ewropayê, ti welatî wekî Swêdê xwedî li kurdan û parastina çand û zimanê kurdî der neketiye.
Ji dema ku kurd çûne Swêdê û ta roja îro jî, hikûmet û dezgehên swêdî
ji bo pêkanîna projeyên kurdan ên çandî, kulturî û civakî bi melyonên dollaran alîkarî dane wan.
Swêdê bi piştgiriya aborî derfet da kurdan, ku bi dehan kovar û bi sedan pirtûkên
xwe biweşînin. Herweha wê bi vê alîkariya aborî hişt û hîn jî dihêle ku projeyên
kurdî yên civakî pêk werin, komele û rêxistinên kurdan vebin, zimanê kurdî bi pêş ke ve
û kurd weke grûpeke xurt di civata swêdî de cih bigrin. Li ti welatên din ên Ewropayê
(û belkû yên cîhanê jî), tiştekî wilo ji bo kurdan nehatiye kirin û ez bawer im dê
neyê kirin jî.
Di xurtkirin û pêşxistina çand û zimanê kurdî de, Swêdê roleke pir giring lîst û dilîze.
Kî dizane, bêyî vê alîkariyê rewşa me dê niha çawa ba!?
Gelek kurdên Swêdê sîstema Swêdê ya lîberal û alîkariya wê ji kurdan re ji bo armanc
û berjewendiyên xwe yên taybetî bi kar anîne û hîn jî tînin. Li ser navê kurd û Kurdistanê, bi dehan kurdan ev sîstem xapandine û dixapînin. Gelekan bi fen û fûtan pere ji bo projeyên xwe yên xeyalî wergirtine û ew xistine bêrîkên xwe. Hinên din jî ev yek ji xwe re kirine kar û ji van tiştan dijîn.
Lîsteya kurdên ku li Swêdê bi navê kurd û Kurdistanê bi fen û fûtên xwe dezgehên swêdî xapandine û ji wan pereyên pir wergirtine, dirêj e. Kurdên Swêdê bi xwe ta radeyekê dizanin, kê çi kiriye
û çi nekiriye. Lê agahiyên li cem wan jî nîv-agahî ne. Wek li her derê, kurdên Swêdê jî pir li ser hevdu diaxifin. 'Qîl-û-qal' pir in, lê agahiyên baş li ser diziya ku dibe, li cem kêm kesan hene. Berî çend salan, nivîskar Malmisanjî pirtûkek bi zimanê swêdî li ser diziya kurdan li Swêdê weşand. Lê wekî din, ta niha tiştekî hêja nehatiye nivîsandin.
'Şerê' Zêrevan li dij Dagdeviren
Berpirsiyarê Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê Nedîm Dagdeviren û xwediyê fîrmeya (şirket) bi navê Nefel Journalistik, ku di sala 1997ê de li Swêdê hatiye qeyd kirin, Arif Zêrevan, du kes in, ên ku gelek kurdên Swêdê bi şêweyekê nerênî (negatîv) li ser wan diaxifin. Li ser wan tê gotin, ku wan gelek alîkarî ji dezgehên Swêdê wergirtine û ew alîkarî ji bo berjewendiyên xwe yên taybetî bi kar anîne û tînin. Ta kîjan radeyê ev agahî rast in an na, kesek tiştekî eşkere na bêje û ez bawer im, ew bi xwe jî hemî agahiyan nizanin. Lê ev mijar bûye mîna karê bêkaran.
Di roja 21.10.2003ê de, Arif Zêrevan di malpera xwe 'Kerkûk Kurdistan e' de raporek li jêr navê "Nedim Dagdeviren Kitêbxaneya kurdî wekî mertalî bo qezenca şirketa xwe ya şexsî bi kar tîne" weşand. Di wê raporê de, Zêrevan bi şêweyekî berfireh li ser karûbarên Dagdeviren, ên ku bi Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê ve girêdayî, nivîsandiye, ku Dagdeviren pereyên alîkariyê, yên ku wî ji bo Kitêbxaneya Kurdî wergirtine, ji bo berjewendiyên xwe yên taybetî bi kar tîne.
Di 31.10.2003ê de, Nedîm Dagdeviren daxuyaniyek ji bo raya giştî bi zimanên kurdî û swêdî belav kir û tê de daxuyand, ku ew tiştên ku Zêrevan li ser wî nivîsandine, dûrî rastiyê ne.
Ji wê rojê de, Zêrevan di rêya 'Kerkûk Kurdistan e' re êrîşî Nedîm Dagdeviren dike û 'şer' hîn berdewam e.
Di nivîsên xwe û helbijartina peyvan de, Zêrevan eşkere dike ku ew bi nerîneke subjektîv li meseleyê dinere. Çendîn ew dibêje, ku ew mîna rojnamevanekî kar dike û "ji kurdan re jî baştir e, ku em [kurd] jî wekî ewropiyan û swêdiyan fêrî medyaya "kritisk [rexnegir]" bibin û bersiva hemî pirsên wan bidin rojnamevaniyê", lê ji xwendevanên malpera 'Kerkûk Kurdistan e' re yekser eşkere dibe, ku ne hayê Zêrevan ji pîvanên rojnamevaniyê heye û ne jî ew dikare nerîna subjektîv û objektîv ji hevdu cuda bike, ku cudakirina wan di xebata rojnamevanan de pîvana serke ye ya rojnamevaniya serbixwe. An jî Zêrevan bi zanebûn pîvanên rojnamevaniyê binpê dike û ev bi xwe dikeve warê rojnamevaniya bêexlaq de.
Arif Zêrevan bi navê rojnamevaniyê malpera xwe mîna dadgehekê bi kar tîne, ku di rêya wê re êrîşî "dijminên" xwe dike û pesnê "dostên" xwe dide. Ji rapor û nûçeyên wî derbarî Nedîm Dagdeviren jî eşkere dibe, ku Dagdeviren jî ketiye "lîsteya Zêrevan a reş".
Wekî min berî niha jî nivîsandibû, Nedîm Dagdeviren bi damezirandina Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û wergirtina hejmareke mezin ji pereyan ji bo vê projeyê, bûye yek ji mijarên axaftina kurdên li Swêdê. An bi rastî Dagdeviren pere xwarine û ji bo berjewendiyên xwe yên taybetî bi kar anîne, an jî kurdên li Swêdê ji çavnebarbûn û zikreşiya ku li cem kurdan peyda dibe, gotinên negatîv li ser Dagdeviren belav dikin. Ev mesele dê nêzîk eşkere bibe. Lêkolînên Zêrevan û xweparastina Dagdeviren dê ji me re her tiştî pêşkêş kin.
'Rojnamevaniya' Zêrevan
Tiştê ku di vê meseleyê de bala min kişand, ew e, ku Zêrevan xwe mîna rojnamevanekî zîrek dide xuyanî kirin, ku dixwaze bi navê rojnamevaniyê şaşitiyên kurdan eşkere bike.
Bi rastî jî pêwîstiya me bi xebateke wilo heye. Tenê rojnamevaniya serbixwe û bêalî dikare civaka kurdî bi pêş xîne û wê li ser bingehine rast û durust ava bike. Gavine biçuk ji aliyê hin malperan hatine avêtin, lê rêya li pêşiya me hîn dirêj e.
Arif Zêrevan bi xwe yek ji zîrektirîn kesayetiyên kurd e li Swêdê, yên ku bi karûbarên projeyan rabûne û radibin. Ew sîstema Swêdê ji serî ta binî nas dike û bi vê xibreta xwe gelek pere ji dezgehên swêdî ji bo pêkanîna projeyên ji bo çand û zimanê kurdî wergirtine. Wekî piraniya kurdên li Swêdê, hayê wî jî ji mêj ve ji karûbarên Nedîm Dagdeviren heye.
Ev bûye demek, ku Zêrevan û Dagdeviren li ser projeyên dîjîtalkirina pirtûkên kurdî dixebitin. Her yekî ji wan pere ji dezgehên cuda ji bo dîjîtalkirina pirtûkên kurdî wergirtine. Ev yek dihêle, ku mirov gumanê bike, ku Zêrevan Dagdeviren mîna konkurênsekî dihesibîne, ku rê li ber wî girtiye, û ji ber vê yekê jî ew di vê demê de di rêya malpera xwe re êrîşî Dagdevirenî dike û karûbarên wî eşkere dike.
CDeyek ji bo 'Mem û Zîn' û 'Dîwana Melayê Cizîrî'
Di sala 1997ê de, Arif Zêrevan dest bi nivîsandina daxwaznameyan ji bo dezgehên swêdî kir, da ku ew projeya wî ya bi navê "CDeya Kurdî" fînanse bikin. Wek ku wî di belgeyên xwe de ji wan re nivîsandiye, wî dixwest dîwana Melayê Cezîrî û pirtûka Ehmedî Xanî 'Mem û Zîn' bi nivîs û deng bixe ser CDeyekê. Ji bo vî karî wî hesabê xwe û 406.950 kronan kribû. [ http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/7.pdf] Dezgehên ku wî alîkarî ji wan xwest û stand, ev in: Kultur- och utbildningsnämnden (Stockholm), Framtidens kultur (Uppsala) û Statens Kulturråd (Stockholm).
Kultur- och utbildningsnämnden di biryarake xwe de eşkere dike, ku wê ji bo pêkanîna projeya CDeya kurdî 100.000 kronên swêdî dane Arif Zêrevan [ http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/4.pdf].
Di nameyekê de ji bo Arif zêrevan, Statens Kulturråd di 25.02.1998ê de nivîsandiye, ku wê biryar standiye, ku ew ê bi 25.000 kronên swêdî piştgiriya projeya jorîn bike [http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/1.pdf].
Ji ber ku Zêrevan hesabê xwe û 406.950 kronan kiribû, wî berê xwe da Framtidens kultur li bajarê Uppsala û ji wan re behsa projeya xwe kir. Framtidens kultur projeya wî qebûl kir û di 07.10.1998ê de biryar stand, ku bi 282.000 kronan alîkariya projeyê bike [http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/12.pdf].
Lê di nameyeke din de, Framtidens kultur radigihîne, ku ew dê di destpêkê de 85% ji pereyan bişîne ji Zêrevan re û piştre, dema ku proje pêk hat û dezgehê biryar stand ku her tişt li gorî pîvanan pêk hatiye, ew dê 15% ên din bigihînin Zêrevan û encaman jî belav bikin [http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/13.pdf].
Piştî vê biryarê, Framtidens kultur 239.700 kron (85% ji 282.000) şandin ji Zêrevan re, bi hêviya ku Zêrevan CDeyê amade bike û kopiyekê ji wê CDeyê jê re bişîne.
Di 18.11.1998ê de, Arif Zêrevan nameyek ji Framtidens kultur re şand û tê de diyar kir, ku ew ji bo peydakirina materiyalên ji bo CDeyê çûbû Kurdistanê û li wê derê 45 rojan mabû. Wî ragihand, ku ew ê 2 CDeyan derxîne û ji be vê yekê demek dirêjtir pêwîst e. Lê wî soz da, ku CD dê berî Newroza sala 1999ê amade bin! Lê wî diyar kir, ku versyona internêtê amade ye û navnîşana malpera internêtê ji wan re nivîsand. [http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/14.pdf]
Zêrevan û hicetên wî
Lê Newroza 1999ê jî derbas bû û ti CD ji Framtidens kultur re nehatin şandin. Piştî Newrozê bi 9 rojan, ango di 30.03.1999ê de, Zêrevan nameyek ji Framtidens kultur re şand û tê de eşkere kir, ku ji meha yekê ve ta dema nivîsandina nameyê, bêtirî 5000 kes derbasî malpera wî ya internêtê bûne û ev yek ji bo wî suprîzeke mezin bû, çimkî "wî qet yeqîn nedikir, ku wilqas kes ji klasîka kurdî hez dikin."
Ew vedigere li ser meseleya CD, a ku ji bo amadekirina wê wî pere wergirtibûn, û dibêje, ku ew hîn jî ne amade ne. Lê ji ber ku ew dixwaze kalîteya CDeyan hîn baştir bike û herweha dixwaze nivîsên orîcînal jî derbasî wan bike, demek dirêjtir ji bo amadekirina CDeyan gerek e. Ew sozê dide, ku her tişt dê berî havînî amade be. Herweha ew dibêje, ku piştî hefteyekê ji nivîsandina vê nameyê, ew dê biçe cem Framtidens kultur û demo-CD pêşkêşî wan bike. [http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/15.pdf]
Di 31.08.1999ê de, Arif Zêrevan nameyekê ji Framtidens kultur re dişîne û dibêje ku CD amade ne. Ew berhemên li ser CDeyan şirove dike û dibêje, ku mirov dikare di navbera 3 alfabeyan helbijêre. Herweha ew dibêje, ku hemî helbest bi deng hatine tomar kirin û ji bo vê yekê wî baştirîn dengbêjên Kurdistanê peyda kirine. Li ser teknîkê ew radigihîne, ku ger xwendevan bi mişkê xwe rêzekê ji helbestan nîşan bike, yekser dengbêj dê ji wê derê de dest bi gotina helbestê bi dengê xwe bike. Zêrevan diyar dike, ku bêtirî 10 demjimêran deng li ser CDeyan peyda dibin.
Li vê derê jî, Zêrevan careke din balê dikşîne ser malpera internêtê û xwe pir ecêbmayî dike, ku hejmara mêvanên malperê pir bilind e.
Di dawiya nameyê de, Zêrevan dinivîsîne, ku ji ber wî ji bo programkirina CDeyê kesekî swêdî peyda nekiriye, yên ku wî peyda kirine jî, kêmî 300.000 kronan naxwazin kar bikin. Lê ew dibêje, ku wî yekî kurd peyda kiriye û ew dê kar li gor kêf û razîbûna wî çê bike.
Herweha ew dinivîsîne, ku ew CDê amade ne û ew niha li çapxaneyê ne. Zêrevan berdewam dike û dibêje, ku ji bo pêşkêşkirina CDeyan, ew dê di demeke nêzîk de civînekê li dar xîne. Ew dê bangî rojnamevan, sponsor û hemî kesên ku alîkariya wî kirine an jî interesa wan ji bo vê projeyê hebe, ku beşdarî vê çalakiyê bibin.
Di hevokên xwe yên dawî de, Zêrevan eşkere dike, ku internêtê roleke pir giring di reklama projeya wî de lîstiye. Ji ber ku pir kes di internêtê de li helbestan guhdar dikin, daxwaza wan jî, wiha Zêrevan, ji bo peydakirina CDeyan pirtir bûye. Herweha "vê projeyê hiştiye ku hejmara dengbêjan jî pirtir bibe." [http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/17.pdf]
Çi bi CDeyan hat?
Di 22.01.2000î de, xanim Birgitta Persson, a ku hemî belge û agahiyên derbarî vê projeyê ji min re şandin Elmanyayê û ta niha jî ez pê re di têkiliyê de me, ji Framtidens kultur emailek ji Arif Zêrevan re şand û ew agahdar kir, ku wî di nameya xwe ya dawî de gotibû, ku CD li cem çapxaneyê ne, lê ta niha ti CD negihane Framtidens kultur. Xanim Persson ji Zêrevan xwest ku CDeyan bişîne, da ku ew bikaribin pereyên mayî jî bidin wî. [http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/20.pdf]
Di roja 25.01.2000î de, Arif Zêrevan bersiva xanim Persson da û jê re got, ku di dema testkirina CDeyan de, wî dîtiye ku veyrûsekî di CDeyan de cih girtiye. Zêrevan berdewam dike û dibêje, ku dema CD jî veyrûsan paqij bibin, ew dê kopiyekê ji Framtidens kultur re bişîne.
Di dawiya emila xwe de, Zêrevan careke din balê dikşîne ser malpera xwe ya internêtê û dibêje, ku di salekê de dora 31000 kesan li malperê nerîne û li helbestên klasîk guhdar kirine! [http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/21.pdf]
Di 03.03.2000î de, xanim Birgitta Persson careke din emailekê ji Zêrevan re dişîne û pirsa CDeyan jê dike.
Di 07.03.2000î de, Zêrevan bersiva emaila xanim Persson dide û wê agahdar dike, ku wî veyrûs ji CDeyan derxistine û herweha wî agahiyên nû derbasî wan kirine. Ew berdewam dike û dibje, ku Ferhad Şaklî li zanîngeha Uppsala nivîsek li ser nivîskarê dîwanê (mebesta wî Ehmedê Xanî ye/SHB) nivîsandiye û ev nivîs bi ingilîzî û kurdî peyda dibe.
Di dawiya emaila xwe de, Zêrevan dibêje ku zarokek jê re çê bûye û zaroka wî nexweş ketibû. Ji ber vê yekê, wî nikarîbû bergên CDeyan amade bike. Ew berdewam dike û xanim Persson agahdar dike, ku zaroka wî rehet bûye û ew êdî dikare karê xwe berdewam bike.
Ta doh jî ti peywendiyên din di navbera Zêrevan û Framtidens kultur çê nebûbûn. Yanî ne zêrevan CD şandibûn, ne jî Framtidens kultur doza tiştekî kiribû.
Zêrevan ji lêkolînan tirsiya
Berî 4 rojan, min telefonî Zêrevan kir û pirsa CDeyan jê kir. Wî bersiva min da û got, ku CD amade ne, lê ji ber ku di vê demê de rewş ji bo firotina wan ne alîkar e, wî ew li cem xwe hiştine û ti agahdarî derbarî wan belav nekirine.
Îro, dema min telefonî xanim Birgitta Persson kir û çend pirsên dawî derbaî vê projeyê jê kirin, wê ez agahdar kirim, ku îro nameyeke Arif Zêrevan gihaye wê û li gel wê nameyê 2 CD hatine. Xanim Persson li ser telefonê baş keniya û ji min re got, ku ew ecêbmayî maye, ku CD jê re hatine şandin. Dema min jê re got, ku ez bi Zêrevanî re li ser CDeyan axivîme û teqez piştî vê yekê Zêrevan bi vê gavê rabûye, ew careke din keniya û got 'weleh tiştekî baş e'.
Min jê xwest ku nameya Zêrevan ji min re faks bike û wê daxwaza min pejirand.
Di nameya xwe de, Zêrevan nivîsandiye, ku hejmara mêvanên malpera wî ji sala 1999ê ve pir bilind bûye. Ev yek, wiha Zêrevan, nîşan dide, ku interêseke mezin ji klasîka kurdî re heye. Ew radigihîne ku ji ber pirguhdarkirina helbestên klasîk, trafîka malperê di mehê de digihê 20 GB û ev yek dibe sedema ku şirketa ku malpera wî li cem e, pereyên zêdetir dixwaze.
Herweha ew dibêje, ku wî di malperê de Framtidens kultur weke sponsorê malperê eşkere kiriye.
Zêrevan berdewam dike û dibêje, ku wî projeya CDeyên klasîka kurdî danye aliyekî, ji ber di tecrûbeya wî ya bi CDeya perwerdekirina zarokan de (Arif Zêrevan berpirsiyarê projeya Weqfa Kurdî li Stockholmê bû, ya ku berî du salan bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê û hin dezgehên swêdî CDeyek ji bo fêrkirina zimanê kurdî ji bo zarokan çê kiribû û Arif Zêrevan mafê firotina wan wergirtibû/SHB) wî dît, ku xelk CDeyan nakirin û ew wan tenê kopî dikin. Ji ber vê yekê, ew baş nabîne ku ew niha CDeyan daxîne bazarê.
Di dawiya nameya xwe de, Zêrevan ji Framtidens kultur dixwaze, ku ew pereyên mayî (42.300 kron) jê re bişînin. http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/22.pdf]
Min ji xanim Persson pirsa wan herdu CDeyan kir, ên ku Arif Zêrevan ew li gel nameyê şandibûn.
Wê ji min re got, ku yek ji wan CDeya fêrkirina zimanê kurdî ye (ya Weqfa Kurdî) û ya din jî CDeyek normal e, bê berg û bê tiştekî din û bi pênûsa normal 'Dîwan' li ser hatiye nivîsandin.
Li ser daxwaza min, wê li hundirê CDeyê temaşe kir û ez agahdar kirim, ku çend faylên helbestên bi deng li ser hene li gel çend nivîsandinên bi zimanê kurdî.
Min çend caran telefonî Kultur- och utbildningsnämnden (Stockholm) kirin û ji wan agahî derbarî vê projeyê xwestin. Xanim Christina Klotblixt ji Kultur- och utbildningsnämnden ji min re çend rûpel faks kirin û got, ku sîstema dezgeha wan hatiye guhertin û ew nema dikarin gelekî li ser tiştên kevn rawestin û nikarîbû ji min re bigota, ka çi bi projeya Zêrevan hat. Wek min fêm kir, ji bo wan mesele bi dawî hatiye û ew naxwazin serê xwe bi vê yekê re biêşînin.
Herweha ez bi û Kulturråd (Stockholm) re jî axifîm û min ji wan jî agahî xwestin. Lê wan jî mîna Kultur- och utbildningsnämnden kir.
Tenê Framtidens kultur û bi taybetî xanim Birgitta Persson hemî agahiyên ku min xwestin, ji min re şandin. Ev agahiyên ku min wergirtin, her kes dikare her demê li cem wan bixwaze, yanî ne tiştekî veşartî ne.
Arif Zêrevan çi kir û çi nekir?
Li gorî ku min mesele fêm kir, Arif Zêrevan ta roja îro jî CDeyên klasîka kurdî, wek ku wî di danasîna projeya xwe de nivîsandibû û ji bo pêkanîna wê 364.700 kronên swêdî (dora 36500 euro/sîhûşêş hezar û pêncsed euro) wergirtine, çê nekirine. Tenê wî di malpera xwe de çend helbestên ji dîwana Melayê Cizîrî û 5 ji yên 'Mem û Zîn' bi nivîs û deng weşandine. [http://www.nefel.com/klasik/]
Helbestên 'Mem û Zîn' jî berî çend salan bi dengê Xelefê Zîbarî di beşê kurdî yê radyoya Dengê Emêrîkayê de hatibûn weşandin û ew nikarin ji bo projeyên tîcarî bêne bi kar anîn. Min bi xwe berî çend mehan ji Xelefê Zîbarî xwestibû, ku wan helbestên 'Mem û Zîn', ên ku wî bi dengê xwe tomar kiribûn, ji min re bişîne, da ku ez wan ji bo projeyeke taybetî ya malpera Amûdê bi kar bînim û pêşkêşî guhdarên kurd kim. Zîbarî xwesteka min bi cih anî û CDeyek bi wan helbestan ji min re şand.
Ji ber Arif Zêrevan ti CD belav nekirine, hîn kesek nizane ka wî helbestên bi dengê Xelefê Zîbarî bi kar anîne an na. Lê ji ber ku Zêrevan weşandina helbestên Melayê Cizîrî û 'Mem û Zîn' di malpera xwe de kiriye beşek ji projeyê, û wî di hemî name û derfetan de bala dezgehan dikişand ser malpera xwe û çawa bi hezaran xelk li wê derê li klasîka kurdî guhdar dikin, eşkere dibe ku wî helbestên bi dengê Xelefê Zîbarî jî kirine beşek ji projeya xwe ya tîcarî.
Wekî din ez balkêş dibînim, ku Arif Zêrevan di nameyên xwe de tim derxistina CDeyan dereng dixtist û her car hicetek ji xwe re peyda dikir. Lê di nameya 31.08.1999ê de, Zêrevan radigihîne ku CD amade ne û wî ew ji bo çapkirinê şandine çapxanyekê.
[http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/17.pdf]
Lê pirsa ku min mijûl dikir ev bû: Ger CD amade bûbûn, wek ku Zêrevan ji Framtidens kultur re dinivîsand, çima wî CD yekser ji dezgehê re nedişandin û doza pereyên mayî nekir? Nemaze wî di raporên xwe de eşkere kiribû, ku wî ji bo amadekirina CDeyan 100% mesrûf kiribû, yanî pêwîstiya wî bi pereyên mayî jî heye.
Lê tenê piştî ku Zêrevan bi lêkolînên min bihîst, wî -wek ku min li jor nivîsandiye - yekser nameyek ji Framtidens kultur re şand û li gel wê jî 2 CD. Îşê CDeyekê ji herduyan bi projeya Zêrevan tune ye, ya din jî -wek ku xanim Persson ji min re got - bê qalib û bê tiştek e. Lê li gorî belgeyên projeyê, Zêrevan bi hezaran pere ji bo amadekirina CDeyan wergirtibû û di nav wan de jî bûhayên amadekirina şiklê CDeyan ên derve. [http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/7.pdf û http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/10.pdf û http://www.amude.net/kurdi/zerevan/cd-klasik/belge/18.pdf]
Eger bi rastî Zêrevan CD li gorî pîvanên projeyê amade kirine -wek ku wî di nameyên xwe de nivîsandiye û ji min re li ser telefonê got-, çima wî berî niha CD ji dezgehan re neşandibûn? Herweha çima wî niha CDeyeke ji wan CDeyan ji Framtidens kultur re neşand û li şûna wê CDeyeke belengaz û neamadekirî şandiye?
Di nameya dawî de, ya ku îro giha Framtidens kultur, Arif Zêrevan behsa malpera xwe dike û çawa mêvanên malperê pir bûne û dixwaze baweriya dezgehê pê bîne, ku her roj 2000 kes tenê ji bo guhdarkirina helbestên klasîk serdana malpera Nefelê dikin. Lê ew dezgehê agahdar nake, ku malper ji beşine din jî pêk tê û gelek mêvan li stranên kurdî di malperî we guhdar dikin, epirtûkên di malperê dixwînin, programên font û tastatûrên kurdî dadixînin û herweha li emailên xwe dinerin, ger wan emailên xwe li cem Nefel.com qeyd kiribin. Ji xwe Zêrevan ji bo beşine din ên vê malperê jî bi hezaran dollar wergirtine û ji wan dezgehên din re jî, ên ku ev alîkarî dane wî, gotiye, ku mêvanên malperê ji bo wan projeyan serdana malperê dikin.
Dibe ku ez careke din li ser van projeyan jî rawestim.
Paşeroja alîkariya Swêdê ji bo kurdan
Di nerîna min de, bi balkişandina ser malpera Nefelê, Zêrevan dixwaze ku dezgehên swêdî, yên ku pere ji bo projeya CDeyên klasîka kurdî dane wî, CDeyan ji bîr bikin û tenê bala xwe bidin beşê projeyê yê di internêtê de.
Tiştê ne xweş ew e, ku hin kes pereyan ji bo projeyên bi navê kurd û Kurdistanê werdigirin û karekî nedurust dikin.
Zêrevan perene baş ji bo amadekirina hejmareke mezin ji CDeyan wergirtine. Ger wî ew CD belaş jî belav kiribana, dê ti xisar jê re çê nebûya. Lê ji ber ku Nefel şirketeke tîcarî ye û Zêrevan jî li qezenca xwe digere, wî karîbû CDeyan bifroşe û pereyên wan bixe bêrîkên xwe. Di nameyên xwe ji bo dezgehan de, wî tim û tim bala wan dikşand ser hezkirina kurdan ji klasîka wan re û çawa ew di rêya internêtê re li klasîkê guhdar dikin û herweha gelekan CDê jê xwestine. Wî bi zanebûn dezgehên swêdî bi van agahdariyan germ dikirin. Lê niha Zêrevan tê û dibêje ku CD nayên firotin.
Xanim Birgitta Persson ez agahdar kirim, ku ew dê piştî du hefteyan biryara dawî bistînin û nerîna xwe derbarî vê projeyê eşkere bikin.
Dibe ku Arif Zêrevan xwe bi hesanî ji vê meseleyê xelas bike. Li gorî danûstandinên min bi swêdiyan re derbarî lêkolînên ji bo vê raporê, min nas kir, ku swêdî pir serê xwe bi van meseleyan naêşînin û xapandina wan ne tiştekî zehmet e, ger mirov wek Zêrevan jîr û zîrek be!
Mirovên mîna Arif Zêrevan dikarin bibin asteng li pêşiya projeyên kurdan ên din. Ger mînakên mîna Zêrevan pir bibin, dê di paşerojê de pir zehmet bibe, ku kurd alîkariyê ji bo xebata xwe ya civakî û çandî werbigrin, nemaze di demekê de, ku li seranserî Ewropayê rewşa aborî ber bi xerabbûnê ve diçe.
|
 |
 |