 |
 |
16.11.2003 - 02:14
Serokê gelê kurd tune ye!
Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com

Abdullah Ocalan (afp)
|
Doh li Başûrê Kurdistanê, partiyeke nû bi navê
'Kongreya Gelê Kurdistan' (KGK) damezirandina xwe eşkere kir.
Ev partî kete şûna partiya KADEK, a ku di 26ê meha borî de
bû beşek ji dîroka kurd û Kurdistanê.
Di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de, 'Kongreya Gelê Kurdistan'
eşkere kir, ku di kongreya damezirandina wê de, endamên wê
Zubeyîr Aydar ji xwe re wek serok hilbijartin. Herweha wan serokê
PKK û piştre yê KADEK Abdullah Ocalan wek 'serokê
gelê kurd' hilbijartin.
Dema min ji bo Malpera Amûdê nûçeyek derbarî
damezirandina partiya KGK amade dikir û min agahiya li ser hilbijratina
Ocalan wekî 'serokê gelê kurd' xwend, min çavên xwe
firkandin da ku ez binerim ez baş dibînim an na. Min bawer kir ku
şaşitiyeke çapê ye. Lê dema min malpera
KADEK vekir û li wê derê jî eynî
agahî dît, min dît ku Ocalan bi rastî jî
bûye 'serokê gelê kurd'. Wê demê min
ji xwe re got: "Ez kurd im, ango endamekî gelê kurd im. Eger
Abdullah Ocalan bûye serokê gelê kurd, ew bi vê yekê
dibe serokê min jî."
Li vê derê ez dipirsim: Kê maf daye partiya
KGK û endamên wê ku Ocalan bikin serokê gelê kurd?
Ma ew temsîla piraniya kurdan dikin, ku bikaribin biryareke wiha bistînin?
Ocalan berê serokek ji serokên kurdan bû, lê
di warê fermî de, ew niha ne berpirsê ti partî
yan rêxistinê ye. Eger endamên partiya nû wî dîsa ji xwe re serok dibînin,
ew dikarin vê yekê bikin. Lê ne ji mafê wan e, ku
wî bikin 'serokê gelê kurd'. Gelek serokên kurdan hene,
lê ti kes nikare bêyî destûra piraniya kurdan xwe
bike serokê gelê kurd.
Ez bawer im, hêvî û xewna her kurdekî ye, ku bibe
xwedî dewlet û serokekî vê dewletê jî hebe.
Lê dewleta me tune ye û ji ber ku dewleta me tune ye,
serokê me jî tune ye. Ta niha gelê kurd (mebesta min tevaya gelê kurd e!)
ti hilbijartin ji bo serokatiya xwe pêk neaniye.
Li Kurdistanê gelek partî hene. Her partiyek xwedî serok an jî sekretêr e.
Ger ev partî bihatana û bigotana 'serokê partiya me serokê
gelê kurd e', dê gelê kurd ê belengaz di rojekê de
bûbûya xwedî 50 serok.
Wek ku ez Mesûd Barzanî û Celal Talbanî û
serokên hemî partiyên Kurdistanê ji xwe re
nabînim serok, ez herweha Ocalan jî ji xwe re wekî
serok nabînim. Ew serokên partiyên xwe ne, ne yên
gelê kurd in!
|
 |
 |