www.amude.com - navenda çanda kurdî


05.06.2003 - 23:49

Partiyên kurdî li Sûryayê û pirsa zimanê kurdî - Komentar

Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com


wêne: amude.com
Meh bi meh, partiyên kurdî li Sûryayê daxuyaniyan li ser xebata xwe derdixînin. Ew bi vê yekê dixwazin gelê kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û Sûryayê agahdarî xebat û biryarên xwe bikin.
Ji dema ku tê bîra min û ta roja îro, min hîn nedîtiye ku daxuyanî an agahdariyek a pratiyeke kurdî li Sûryayê bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Tim û tim, daxuyaniyên partiyên me bi zimanê erebî dihatin û hîn jî têne nivîsandin û belav kirin.

Di programên xwe de, partiyên kurdî li Sûryayê doza mafê perwerdekirin û weşanên bi zimanê kurdî li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û Sûryayê ji rêjîmê dikin. Herweha ew bangî gelê kurd dikin ku xwe fêrî zimanê xwe bike û lê xwedî derkeve.

Kes nikare piştguh bike ku tevgera kurdî li Sûryayê - li gorî imkanên xwe- roleke baş di perwerdekirina Kurdên Binxetê de di warê ziman de lîstiye û dilîze. Lê herweha kesek nikare piştguh bike ku ev tevger ta roja îro piraniya hêza xwe daye perçekirin û êrîşên navxoyî. Ev yek bûye sedema alozî ta tunebûna xebata partiyan û windakirina baweriya piraniya Kurdên Binxetê di wan de.

Ji ber ku li Sûryayê hebûna partiyên kurdî bi şêweyeke fermî qedexe ye, rê li ber wan girtî ye ku xebateke eşkere û bê tirs bikin. Wiha belavokên partiyan tenê dikevin nav destên kesine bijarte ji dost û hogirên wan.
Lê ji dema ku internêt gihaye Sûryayê, derfet ji bo gelê kurd re jî çêbûye ku dengê xwe bi alîkariya internêtê bigihîne seranserî cîhanê. Malpera Amûdê gava pêşî di vî warî de avêt û bingehek ji bo Kurdên li Kurdistanê û Sûryayê re danî, ku sînorên bêdengiyê derbaskin û agahiyên li ser xwe di toreya internêtê de ji bo her kesî belav bikin.
Piştre malperên din vebûn û dengê Kurdên Binxetê bû xwedî hêzeke mezintir.

Wiha rê li ber partiyan jî vebû ku daxuyanî û belavokên xwe di malperan de biweşînin. Bi vê yekê hejmara kesên agahdar bêtir bû û doza gelê kurd li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê bêtir ji berê tê naskirin.

Lê mixabin ta roja îro jî, hîn jî agahiyên partiyan bi zimanê erebî têne nivîsandin û belav kirin. Ew bi vê yekê ne tenê xwedî li zimanê xwe yê kurdî dernakevin, herweha ew eşkere dikin ku ew xwedî li program û armancên xwe jî dernakevin. Wateya partiyên wiha çi ye?

Ez ne li dij im ku partiyên me weşanên xwe bi zimanê erebî derxînin. Giring e ku Ereb jî ji me fam bikin û bizanibin ku em xwedî maf in û doza vî mafî dikin. Lê çi ji wan kêm dibe ger zimanê kurdî cihekî li kêleka zimanê dagîrkeran bibîne? Çi ji wan kêm dibe ger giraniya xebata xwe bidin ser zimanê kurdî? Ev zimanê ku ta roja îro ji ber sedemên nelêmiqatebûn û kêmbikaranînê hîn nebûye xwedî standardeke ku hemû Kurd bi kar bînin!

Ji partiyên kurdî li Sûryayê tê xwestin ku ji xwe dest pê bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin, berî ku berê xwe bidin Şamê!

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]