www.amude.com - navenda çanda kurdî


23.02.2004 - 23:04

Ez serbixwe me

Şêrwan Ebdulmecîd* - Berlîn
sherwan@ronahi.de


Şêrwan Ebdulmecîd
Gotinek gelek xweş û balkêş tê ber guhê mirov. Serbixwe tê wateya ku mirov fikrê aliyekî neparêze yan jî ne endamê alîyekî, rêxistin an jî organîzasyonekê be.

Heta berî 4 salan, gelekan gotina rewşenbîr piştî guhertinên dawî di Rojhilata Navîn û bi taybet di saha kurdî de bi kar dianîn û gotina serbixwe hêdî zêde tê bi kar anîn.

Ev herdu gotin jî tenê di nav kurdên Ewropayê de têne bi kar anîn û di dema dawî de hema di her semîner, civak an jî civînên ku ji layê saziyên kurdî ve têne amadekirin, gotina serbixwe tê ziman. Sedema bikaranîna wê jî ew e, ji bo ku diyar bike ku ew ne endamê ti rêxistin an jî organîzasyonê yê.

Ez bi xwe vî tiştî gerek nabînim, ji ber ku endametiya rêxistineke kurdî ne şerm e. Lê belê rast e, gerek bê gotin, gava mirov endamê rêxistinekê be. Ji xwe kesek "binbixwe" yan jî bindest nîn e, tenê gelê kurd bindest e.

Gelek mirov di bin sîka serbixweyetiyê de dibeşerin û ji xwe re dijîn. Gelek jî hene, ji bo ku karekî nekin, dibêjin ku ew serbixwe ne. Gelek camêr jî hene, serbixwe ne û gelek karan jî dikin û gelek kar jî hene, gereke bikin.

Mirovên ku xwe di bin sîka serbixweyetiyê de dibeşerin, gava gotin di civînan de digihê wan, şiroveyekê dikin û pêşniyarina dikin, gelek baş in û weha dibêjîn: "Wekî min berê got, wekî hemû biraderan jî anî ziman, ez dîsa dibêjim û sibe jî dibêjim gereke weha bibe... weha bibe û weha bibe....... "

Gelek caran nerînên wan rast in, lê belê gava ku tê ser praktîk û kar, kes ji wan li meydanê nîne. Ew bi xwe di vê dema giring a ku kurd tê de ne, ji dema berê bêtir gereke, ku her kes tişekî bike, tabî li gor imkanên xwe û serbixweyetî jî tiştek gelek baş e û me ne gotiye hûn "binbixwe", ne jî serbixwe nin.

Not: Hirmeta min ji hemû serbixweyan re heye. Berî ez ji bîr bikim, ez jî binbi.... pardon serbixwe me, lê kar jî dikim.

24.02.2004



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]