 |
 |
06.12.2003 - 04:46
Em ji kurdên Berlînê (Elmanyayê) re çi dikin?
Şêrwan Ebdulmecîd* - Berlîn
sherwan@ronahi.de

Şêrwan Ebdulmecîd
|
Na na, şaş nebe, ez nabêjim ku Kurdistan li Berlîne jî heye.
Lê belê hejmara kurdên Berlînê qasî hejmara bajarekî mezin ê Kurdistanê ye
(texminî: 60.000-70.000).
Wekî te zanîn, welatê me kurdistan yekem car di sala 1639ê de bi peymana Qesrî Şêrîn
di navbera Imperatoriya Sefewî di bin rêveberiya Ismail Sefewî û Imperatoriya Osmanlî
di bin rêveberiya Muradê Çaran de bû du perçe.
Di 23.07.1923ê de, bi peymana Lozanê Kurdistan careke din hate perçe kirin. Lê belê vê carê
bû 4 perçe di navbera Inglîstan, Fransa, tirk û farisan de (îro Irak, Sûriye, Tirkiye û Îran).
Ji wê demê ta roja îro, kurd ji bo rizgarkirin û yekbûna axa xwe û
standina mafê xwe li ber xwe dide. Bi ve berxwedanê re û herweha zilm û zor û siyaseta ku dewlêten dagirker ên Kurdidtanê li ser kurdan ta roja îro dimeşinên, kir ku gelek kurd ji ber pirsgirêkên sîyasî û aborî derkevin derveyî axa xwe. Hinek ji wan çûn bajarên mezin û hinên din jî derketin derveyî welat û koçber bûn.
Piştî şerê cîhanê yê duyem û bi taybet di salên 60î de, gelek kurd ji bo kar hatin dewletên Ewropa û bi taybetî Elmanyayê, ji ber ku wê demê pêwîstiya wê bi karkeran (Gastarbeiter-1960) ji bo avakirina wê
ji nû ve hebû. Wê demê karker ji gelek dewleten cîhanê hatin Elmanya. Ji Tirkiyê 400.000 mirov hatin û beşek mezin ji wan kurd bûn. Mirov dikare hatina kurdan ji bo Elmanyayê li ser 3 merheleyan perçe bike:
1. Karker (Gastarbeiter)
2. Penaberên siyasî (Politische Flüchtlinge)
3. Xwendekar (Studenten)
Li Ewropa hejmara kurdan di navbera 1.200.000-1.300.000 tê guman kirin. Ji wan 700.000-800.000 kurd li Elmanyayê dijîn. Ji ber passporta wan, ew wekî tirk, îranî, iraqî û sûrî têne nas kirin. Ji ber wê yekê jî, ta
roja îro ti kes hejmara kurdan a rastî ne li Elmanyayê û ne jî li Ewropayê nas dike.
Li Elmanyayê, wekî netew kurd piştî tirkan grûpa biyaniyan a duyemîn e (dewleta elman dibêje ku 500.000 kurd li Elmanyayê dijîn). Ji kurdên li Elmanyayê tê guman kirin, ku 200.000-250.000 boûne hemwelatiyên elman (Deutscher Staatsbürger). Piraniya kurdan jî li eyaleta Nordrhein-Westfalen dijîn.
Li paytexta Elmanyayê Berlîn 435.000 kesên ku aslê wan elman in (biyanî), dijîn, ji wan nêzîkî 60.000-70.000 kurd in. Di dibistanên Berlînê de, tê guman kirin ku10.000 zarokên kurd dixwînin, 700-1000 ciwanên kurd li zanîngeh û dibistanên din ên bilind dixwînin. Herweha nêzîkî 2.400 dikanên kurdan li Berlînê hene.
Piraniya kurdan di semtên (Bezirk) wekî Wedding, Kreuzberg,
Tiergarten, Neukölln, Schöneberg û Spandau de dijîn. Herweha li Berlînê
16 sazî, radyoyeke kurdî (Radio Multikulti her heftê 3 caran 30 xuleyan weşanê dike), herweha pijîşk, dermanxane û hd. hene.
Mirovên me yên ku li vir dijîn, bi rengên xwe kêm an jî zêde ketine nava
civaka elman de. Li vir xanî û dikan kirîne. Zarokên wan li vir hatine
dinyayê, li vir diçin dibistanê, kar dikin, gelek ji wan ji bo
bêhnvedanê her sal carekê diçin Kurdistanê. Yani bi kurtî, ew bûne perçeyek ji vê civakê.
Ta roja îro, gelekan ji me re digot, ku gava Kurdistan çêbibe, ew dê vegerin welat. Hinan digot ew dê tirênan vegerin, hinên din jî bi otobûasn. Lê rastiyek heye, ku mirovên me yên li vir dijîn, serê sedî 99 venagerin, ne ji ber ku ne welatparêz in an hez ji welatê xwe nakin. Ew venagerin ji ber ku fêrî jiyana Elmanya bûne û gelek sedemên din wekî demokrasî, mafê mirov, zagonan û rewşa aborî, ji hemûyan bêtir meseleyên nexweşî, nexweşxane û hd..
Baş e venagerin, em çi bikin ji wan re?
Îro em li Elmanyayê ber bi windakirina nifşekî (Generation) ve diçin, ji ber ku ta roja îro xebatên kurdan her tim bi rewşa welat ve girêdayî bûn ( ji derveyî ku hin kes û komeleyên kurdî hinek karên çandi û hunerî û zanistî dikin). Ji bo çareserkirina pirsgirêken û mafên wan, kesekî tiştek mezin nekiriye.
Di dibistanên Berlîunê de, zarokên biyaniyan û ji wan jî bêtir zarokên kurdan di dibistanên xwe de ne serketî ne (notên wan ne baş in). Ciwanên kurd beşek mezin bê 'ausbildungen' (3 sal dibistan û kar) in. Kar bi dest wan nakeve, li gel ku ewqas derfetên xwendinê yên fireh li vir hene. Beşekî din ên ciwanan ber bi karên kirîmînêl (karên xerab wek firotina heşîşê) ve diçin.
Baş e, ew sûçe kê e? Dem nehatiye ku em êdî tiştekî ji bo kurdên (Elmanyayê) Berlînê jî bikin?
Mirov dikare li ser vê mijarê pirtûkan binivîse, lê rastiyek heye ku kurdên
Berlînê bi jiyana xwe ya li Berlînê kêfxweş in û vê derê mîna welatê xwe dibînin. Werin em bi hev re ji bo wan piçekî kar bikin.
Berlîn, 30.11.2003
* Xebatkarekî dezgehe întegrasyona biyaniyan li Berlînê
Nêzîk: Întegrasyon!!! Himm.... ew çi ye?
|
 |
 |