 |
 |
04.03.2004 - 01:47
Endama Komîteya PENa Kurd bitenê xebata Ocalanî bi başî li qelem didit!!?
Selwa Gulî*
guli_salwa@hotmail.com
Bêguman vekirina saziyeke nivîskarên kurd li her cihekî
bit tiştekî baş û pîroz e. Hebûn û çalakiyên PENa Kurd jî çendî bi
hêz bibin, hîn baştir e. Lê divêt di destpêkê de jî mirov weke
niaamê serê xwe nexe nêv qûrrê xwe û laşê xwe li derve nehêlit.
Çendî endamên PENê bibêjin "saziya me demokratîk û serbixwe ye", ew mafê wan e, lê bêguman mafê yên din jî heye, ku li vê yekê bi guman bin û belge bo wê hindê jî pir in, ku ev gotar ne cihê wê çendê ye. Lê belgeya dawî, hevpeyvîna xanima birêz Hêvî Berwarî di gel rojnameya "Azadiya Welat" di 07.02.04an de, ku bi şêweyekî eşkere û zelal paldariya partiyekê dike û min nebawer e, ew dê di hundirê PENê de jî helwesta xwe biguherîne, çinkî bêhtirîn endamên desteya rêvebir bi wê xetê û wê îdolojiyê bawer in.
Babeta me belkî ne PEN e, lê axaftinên xanim Hêvî Berwarî ne, yên ku ji rastiyê pir dûr in, belkî mişt ji kîn û dexsê ne jî, di vê roja ku kurdan pêdivî bi yekîtiyekê heye.
Li ser pirseke ku bi Ocalan ve girêdayî ye, rojnamevanê rojnameyê vê pirsê dike:
"Serokê vê têkoşîna ku ev 30 sal e tê meşandin, birêz Abdullah Ocalan jî niha di girtîgehê de di bin tecrîda giran de ye. Ew bi xwe jî rewşenbîr e û gelek girîngiyê dide rewşenbîr û nivîskarên têkoşer, jinên têkoşer. Hûn li ser vê çi dibêjin?"
Xanim Hêvî Berwarî vekirî vê bersivê dide:
"Di nav me de pir şoreş hatine kirin, li Başûr jî, li Bakur jî berî vê şoreşê. Li Başûr jî pir hatin kirin. Lê me dît, yekê ji wan jî wekî vê şoreşê bandor nekir. Ez dibêjim, ev şoreşa li Bakur ku di pêşengiya birêz Abdullah Ocalan de dest pê kir, ev nêzîkî sedeyekê bû bandoreke taybet li kurdan kiriye. Berî wê, gelê kurd hemû mirî bû. Hatina wî goristanek giş hişyar kir. Ji mirinê rakirin."
Eger weha be, diyar dibe, ku ew şoreşên berahîka "şoreşa Ocalanî" rabûn, ti kar û xebat nekirine û ne jî kartêkirina wan heye. Ev şêwe-têgehîştin li dijî zagona mirovayetiyê û zagonên suriştî ne, yên dibêjin "tiştek ji valabûnê nayêt".
Eger ne weha be, naxwe çawa xanim Hêvî dişê hemî bizav û tevgerên kurdî bêhêz bibîne, bi tenê Ocalan û tevgera wî, ya ku em jî dizaneyn, ka niha di çi radeyê de ye û çendî di helwestên xwe de ne di berjewendiya gelê kurd de ye.
Aya bi rastî û ji dil tu bawer dikî, ku ewê gotî. Hikumeta herêma Kurdistanê xencereyek di pişta me de ye, baştirîn serok e, yan jî tu nan û pîvaza xwe pê dixwî, wek pir kesan?
Erê ew qehremanên mîna Şêx Seîd û Pêşewa Qazî Mihemed, ên ku li ber sêdaredanê gotin "eger em biçin û bêne kuştin, Kurdistan dimîne" û bi hezaran Qazî û Şêx Seîd hene. Lê ew şoreşa tu behsa wê dikî, ku duruşmên wê "eger serok Ocalan nebê, me Kurdistan navit" in, tu ji wan re çi dibêjî?
Erê, kî bi rûmetir e, ev qehremanên me behsa wan kirî yan Ocalan?
Bila şirovekirin li xanim Berwarî be!!!
Xanim Hêvî berdewam dike û weha dibêje:
"Lê sermayedar, zengîn, axa tevlî wan nedibûn. Lê dema em li vê şoreşa Bakur dinêrin, li ser bingeheke wisa hatiye avakirin, ku hemû çînên civakê li gel xwe digire. Ji olî, ji feodaliyê, ji zengîn û sermayedaran, hemû çîn bi vê şoreşê hişyar bûne, tu sînor nehiştine."
Baş e, ma gelo şoreş, serhildan û raperînên kurdî yên berê ev çîn tê de nebûn?
Dixwazim tiştekî din jî bibêjim, aya xanim Hêvî Berwarî, ya ku xwe wek xebatkarekê dibîne, -bê ez di vê babetê mijûl bibim- dîroka xwe dizane?! Yan jî dîroka hêzên Kurdistanê ta çi radeyê dizane.
Baş e, PKKê û Ocalan,dest pê kirin, lê encam çi bû?
Xanim Berwarî hemû zanîna xwe derdibire û tînê ziman, ku bitenê "şoreşa Ocalan" mafê jinê dayê û hemî şoreşên din ew maf xwarin:
"Ji aliyekî din ve jî, tiştê ku birêz Ocalan kiriye, ji bo rola jinê, ez dibêjim di cîhanê de tiştekî wisa nehatiye kirin. Wî da fêmkirin ku jin beriya bibe jin, jin mirov e. Wekî zilam xwedî her tiştî ye, xwedî şiyan e, xwedî bîr û bawerî ye, xwedî hest e. Wî bingeheke wisa danî. Nimûneyên me jî ji bo vê pir in, mîna Zîlanê, mîna Bêrîtanê, Bêrîvanê, mîna Zekiye Alkanê, ya ku di Newrozê de agir berda canê xwe. Ev ne tiştekî hindik e. Jin bi hemû warên xwe, bîr û bawerî, kulturî, çandî û fikrî ve hişyar bûye. Ev hişyarkirina ku birêz Ocalan ji bo vî gelî kiriye, tiştekî pir mezin e, ev bi serê xwe şoreşek e."
Pa gelo çawa Margirêt bû serkêşa hin hêzên leşkerî? Ka Leyla Qasim, a ku di dîroka Kurdistanê de yekemîn jin e, ku ji ber xebata wê ya siyasî û kurdperwerî hate sêdaredan, çi erk û wezîfeya wê bû?
Xanim Hêvî berahîka her kesî dizane, ka jinên kurd di dîroka "Şoreşa Êlûnê de çendî xizmeta pêşmergan dikirin û çendî renc kêşan. Jin û zaroyên her pêşmergekî pêşmerge bûn. Gelo ev ne xebateke siyasî ye?
Xanim Berwarî baş dizane, ku li Iraqê û başûrê Kurdistanê xebat ne wek deverên din bûn.
Aya bo wê û ji bo PENê jî ne baştir bû, eger Hêvî Berwarî bi kêmasî bi zimanekî rewşenbîrane û nêzîkî rastiyê biaxiviyaye?
Aya tu dibînî sotandina jinê bo girtina serokekî tiştekî baş e, û bi taybetî dema ew serok xwarzê tirkan derbiçe û bibêje "pirtûkên Kemal Atatürk bînin bo ez bixwînim" û bi wê siyasetê niha di gel kurdan dike?
Ocalan û birayê xwe serokê bizavê bûn, xwişk û birayê wî li Tirkiyeyê bi serbestî dijîn. (Mebesta min li vir ne ew e, ku rûyê hikumeta Tirkiyê ê rûreş sipî bikim û ne jî kesekî xwedî wijdan dişê çavan ji asîmîlekirina kurdên Bakur bigire û wê siyaseta qirêj şermezar nekit.)
Baş e, evroka li Kurdistanê tevgera jinên Kurdistan, ku roleke mezin di guherîna birayar 137an de ya pergala kesayetî ya Encumana Hukum li Iraqê hebû.
Xanim Berwarî baş dizane, ku kurdan bitenê li Iraqê jin wek wezîr pêşniyar kirin û xanim Nisrîn Berwarî wek wezîreke çalak û jêhatî niha dilive.
Aya Hêvî Berwarî baş li dîroka kurdî ya berî îslamê û rola jinê vekolaye? Aya agah li efsane, çîrok, û metelokên kurdî derbarî jinê heye?
"Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e"
Xanim Berwarî dibêje, ku ew di nav partiyên kurdî de bû, lê wê kar nedît:
"Ji biçûkatiya xwe ve em di nav partiyên kurdî de mezin bûne, lê ev tişt me nedîtine, tenê bi gotin hebûn."
Di hemî zaniyariyên cîhanê de heye, nayê wê wateyê ew tiştê ku mirov nedîtî an agah lê nîne, ew tişt nîne, ji bilî ku cihê xanim jê tê mişt in, ji nimûneyan, lê wê nexwestiye bibêje, yan jî tu têkilî û pêwendiyên wê bi civakê re nebûn.
Ez matmayî dimînim, ka ev xanim çûbû propegenda bo Ocalanî biket, an bo beşdarî li damezirandina PENa Kurd- şaxê Amedê.!!?
Bi her hal, babeta me ne Ocalan e, lê min dixwest çend bûyerên ku xanima birêz Hêvî Berwarî xwest wan binpê bike, da ku daxwaza xwe bi ser xîne, ne ya Ocalanî, bînim ser vê kaxezê.
Di dawî de dibêjim: Bêguman her yekî bo bîr, hizr û boçûnên xwe azad e, lê demê bi taybetî nivîskarek nûnerê saziyeke wek PENa Kurd be, - ku berê guman li ser hene- û biçe, divê ji dîsîplîna saziya xwe dernekeve û nebe boqa partiyekê, hêzekê yan jî kesekî. Û xweska min Hêvî Berwarî di vê rewşê de nedîtibaye, belê li ber helbestên wê carcaran xewn û xemên xwe girnijandibaye..!
* Helbestvaneke ji Dihokê ye û li bajarê Götteborg li
Swêdê dijî. Pirtûka wê ya helbestan "Sefera Xewnên Xema min"
berî salekê derket.
|
 |
 |