 |
 |
23.10.2003 - 14:21
Bangewaziyek bo hunermend û rewşenbîrên kurd
Seîd Gabarî
Wergêran ji erebî û herweha pêdeçûn: Sebrî Silêvanî
 Seîd Gabarî
|
Wek ku hûn dizanin, ji serdemê damezirandina peristgehan li devera me bi hezaran salan hunera kurdî heye û miletê kurd bi hemû şiyanên xwe pêkolî kiriye, ku wê hunerê biparêze û heta radeyeke mezin jî kariye, serareyî dagerkirinê û derdeseriyê bi taybetî li sedsala bîstê.
Nehez û neyarên Kurdistanê bi rêya dezgehên zanistî û peymangehên muzîkê li Tehranê, Bexdayê, Enqereyê û Şamê, hemû behane bi kar anîne, da ku nasnameya hunera kurdî pêşêl bikin. Lê çunkî nikarîn li ser zemînî bi awayekî rasteqîne bi cih bînin, neçar bûn ku bi hindek alavên din ên nerewa û neguncayî wek çek bi kar bînin, tevlî ku bi rêya destkîz û kaselîsên xwe diravên mezin mezaxtin, lê belê di encam de sexer bûn û ji henasesariyê pê ve tiştek din ne çinîn, çunkî miletê kurd heya dawîn radeyî pêgirî bi resenayetiya huner û kultûra xwe dikir dewleserê gelek kesayetiyên paye bilind mîna Hesen Zîrek, Tehsîn Teha, Elî Merdan,Tahir Tofîq, Mehemed A. Cezrawî, Eyaz Yusif û Erdewan Zaxoyî, zêdebarî bi gelek hunermendên din ên ku herdem ji bo parastina resenayetiya wê hunera dêrîn bûhatirîn tiştên xwe kirin gorî.
Heyam diçin û heyam tên û em dikevin bext û barê dilovaniya derazînka sedsaliya bîstûyekê de, lê cihê daxê ye ku hindek kes dixwazin bi awayekî yan yeke din wê bikin, ya ku neyaran bi dirêjahiya salgarê nekarîn bikin, û bi erzanî û bêbiha û li jêr hindek nûbarên seyr wek werarkirinê û pêşveçûnê yan nûxwaziyê. Lê ez dixwazim dîsan bangewaziya xwe arasteyî tevahiya hunermend, rewşenbîr û wêjevanên bi rûmet bikim, xwedî pirinsîp û wijdan û dengên bilind li her demî û li her cihî, herweha arasteyî her kesî, ku xwe li cihê berpirsiyariyê bibîne, nemaze kesayetiyên kurdistanî, ku hevsoziya xwe li gel pirsê derbibirrin ji bo ku rastiya rasteqîne bihê çespandin.
Ji ber kawdanên qurs û dijwar ên ku hunera kurdî tê re derbas dibe, li serdemê cîhanbûnê û satelîtan, bedaxe hindek mirov hene dixwazin bi rengekî yan yekî din tûşî çarenivîsê hunera kurdî bibin û rewşa wê zivêr bikin û herwesa hewl didin li catî, coreyek din û nû bi navê hunerê peyda bikin, egerçî dûr jî be ji rewş û şengestên hunera kurdî ya pak û resen, lê belê ez wek kes, hunermend, xwedî erk û berpirsiyar, nikarim êdî beramberî çewtî û sîkar û zêdegaviyên ne rewa bêzar û destgirêdayî bimînim. Lewra ez dixwazim helwesrta xwe bivebirrim û bangewaziya xwe biragehînim bo hunermend û rewşenbîrên kurd li seranser cîhanê û ji bo bêhtir rohinkirinê û şîrovekirinê ez ê van mijarên jêrîn wek serxal destnîşan bikim:
1- Guhorîna ritma kurdî bo ritmên din wek rock - pop û bi şêwazên seyr dûrî lojîk û ekadîmiyetê.
2- Gotinên stranên kurdî daketine nizimtirîn ast tenanet ciyawazî di navbera nêr û mê jî e raçav nabe.
3- Her kesê ku dengê wî xweş e, bûye hunermend, bêyî ku çandek hunerî li bal wî hebe yan ji hunerê têbigihêje. Lê belê wek bijîvanî bi rêya berpirsekî yan xwedî desthilatekî dihê teqez kirin ku bi hêsanî bibe hunermend û çi kesê ku ne pejirîne jî, wî çaxî gazindeya wî li xesûya wî.
4- Di dema dawî de, gelek nav derketine, ku ne hêja ne nasnavê hunermendî hilbigirin, belê ez piştrast im, ku ew ji hunera kurdî kêm tiştan têdigihêjin. Lê bi piştgiriya filan berpirsiyarî yan bêvan desthelatdarî, bêhtir ji mafê xwe distînin û bêtirî du caran di rojekê de li ser ekranên Tv ên kurdî derdikevin. Vê yekê hiştiye ku civaka kurdî weke elternatîv li dengê Ibrahîm Tatlîs û Kazim El-Saher û çend hunermendên din ên biyanî guhdarî bikin. Hûn dizanin sedemên vê yekê çi ne?
Sedem ew e, ku hunera ku guhê guhdarê kurd bikşîne, tune ye. Ez naxwazim hemî hunermendên ciwan bixim bin vê rexneya xwe, ji ber çend hunermendên ciwan hene, ên ku bi şêweyeke zanistî kar dikin û û ji aliyê guhdarên kurd ve jî têne hez kirin, lê dengê wan di satelîtan de belav nabe.
5- Nebûna dezgeheke zanistî ji bo sansora astî û şêweya awaz û gotinan sedema rewşa me ya niha ye. Û eger dezgeheke we ya wiha jî hebe, dikeve cihê gumana min de.
6- Dadgeha Hewlêrê bi çavdêriya şalyariya çand û rageihandinê biryarek saz kiriye, ku qet nabe bi çi awayî ji awayan kasêt û Cdeyên hunermend Zekeriya Ebdella bêne çap kirin, û her kesê ku zêdegaviyê bike, dê tûşî lêpirsîna yasayî bibe!
Tiştekî xweş û balkêş e, ku biryareke wiha hebe. Lê çima ew ne ji bo tevaya hunermendan e. Ma qey ev biryar ne cihê sersamiyê ye gelo? An ev biryar tenê ji bo wan kesan e, yên ku pişta wan xurt e? Hûn ê kînga şerê li dij hunermendan rawestînin û kesên ku hûn dixwazin ji yên din çêtir bikin?
7- Hunermendê kevnar û biha giran, ên zindî û yên koçkirî jî, ku di qorziyên tarî de jibîrbûyî dimînin û kes li rewşa wan na pirse, mafê wan çi kî dê bibexşe? Ne tinê ev, belê belkî hunera wan ji aliyê kesanên bêbar û helperist ve dihê dizîn û veguhastin bêyî ku mafê parastinê li ber çav bihê wergirtin. Şalyariya çand û ragehandinê çi dike û xerîkê çî ye li hember van kiryaran?
8- Lewaneye ku amadekar û berpirsên Tv an vê rewşê bi hevrikî yan dahênan li qelem bidin lê ne wesa ye, ne hevrikî ye û ne jî dahênan e? Ka li Tv yên biyaniyan binêrin ka çawa hevrikiyê û dahênanê dikin û di encam de pêş dikevin lê çima em pêş na kevin ger hevrikî û dahênan be? Mîna hunermendên tirkî dikin, li kerên mirî digerin da ku nalan jê bivekin. Hunera erebî ji welatên herêmî didizin û bi kirasek nû dixemilînin û bi Arabisk bi nav dikin.
9- Li resenayetiya hunera kurdî, li folklorî binêrin ka çwa hunermend stiranek folklorî distirîne û li pêş û paş wî qîzikên Almanî û Swêdîbejn û bala xwe di ber re dihejînin, aya ev nûxwazî ye? Nexêr, ne reng yê nûxwaziyê ye û ne jî deng. Ne tinê ev belê mixabin afretê jî pîroziya xwe di vî corê hunerê de, bi mehaneya nûxwaziyê, ji dest daye û tinê bûye alavek ji alavên herbilandinê û arhandinê.
10- Ez bi hemû hêz û tiwanayên xwe ve li gel nûxwaziyê me, li gel efrandin û dahênanê me, eger pêgiriyê bi helûmercên hunerê û efrandinê yên nasyar bike û baştir e eger li jêr çavdêriya hindek mamosta û bispor û dilsozên wê rêbaza resen bin yên ku şûncihên xwe bi awayek erînî li paş hêlayîn û hêjta jî, heryek bûye mînakek serketî di kardariya xwe de, tinê bo mînak û ne çêtirandin : Dilşadê M. Seîdî, Enwerê Qeredaxî, Rizgarê Xweşnavî, Zahidê Birîfkanî, Semîrê Zaxoyî û herweha gelek hêja û mamostayên din û li vêderê dixwazim vê pirsê arasteyî we bikim: Erê çima hûn têkeliyê bi kesên weha re saz na kin da ku ya mayî biparêzin û yê birêve jî biafirînin.
11- Ez daxwazyar im ku herkesê hay ji vê bangewaziyê hebe, bi sîngek berfireh û henaseyên bilind werbigire û tev jî jibo geşekirina rewşa hunera me ya kurdî ya ku îro ji her demek din bêhtir pêdivî bi me heyî.
Ez we yên birêz tevan vedixwînim bi korrek çandî û bi amadebûna pirraniya hunermend û torrevanên kurdistanî û herwesa rexnegiran jî - eger hebin- jibo ku em tev de hindek tîrêjên ronahiyê bidin ser van mijarên bi perdeyên tariyê nixavtî, mijarên zindî û hejî.
Ev nêrîn û ramanên min yên kesayetî ne û hêvîdar im ku çi kes bi şaşî tênegehe, lê delîveyê bibexşe jibo hevtêgehiştinê û alavên herî baş bo wê çendê giftûgo û peyvîn e.
Niyaza min ew e ku di rojgarek zehmet de ez dest dabihînim ser birînekê ji birînan. Baweriya min bi ayindeyî, bi azadiya derbirrînê , bi erk û mafan heye lew ez dixwazim bi erkê xwe rabibim da ku rojekê ji rojan hest bi serkoneya wijdanê ne kim.
|
 |
 |