 |
 |
12.03.2003 - 00:33
8ê adarê di navbera şam û Bedxdadê de
Salih Cefer
salihcefer@hotmail.com

Salih Cefer
|
Roja 8ê adara sala 1963an, Partiya Beis bi tang û topên xwe û bi fermaneke
leşkerî desthilatdariya Sûriyê dagir kir.
Ji roja ku Partiya Beis Sûrya xiste bin destê xwe û ta roja îro,
zagona rewşa awarte tê bi kar anîn. Ev zagon divê tenê di rewşa
şer de bê bikaranîn, lê Partiya Beis bê şer wê zagonê
li dijî miletê Sûryayê bi kar anî û hîn jî tîne.
Danîna zagona rewşa awarte ne li gor bercewendiyên welatê sûrî bû; ew zagon ji bo parastina desthilatdariya Partiya Beis hate danîn. Ji roja ku Partiya Beis hate ser desthilatdariyê, dawî li jiyana siyasî ya sûrî hat, hemû hêzên siyasî yên sûrî hatin qedexikirin û yên ku bi ya Partiya Beis nekirin, ketin binê zindanan û ta niha jî ew tê de mane.
Tenê hêzên ku koletiya Partiya Beis kirin û bi şev û roj pesnên wan dan, li holê man, ew jî bi rengekî qels û bê cemawer.
Piştî guhertinên salên dawiyê di cîhanê de, ketina Yekîtiya Sovyet û piştî 11ê êlûnê û ya girîntir piştî rizgarkirina Iraqê ji Partiya Beis, hîn beşê Sûriyê yê Partiya Beis ders û sûd ji van bûyeran wernegirtiye.
Sedema vê serhişkiya Beis a Sûrî ew e, ku tu hêzên siyasî li ber çavên xwe nabîne û tu hesaban ji kesî re nake û xwe bi hêzên parastin û leşkerî xurt dike û hîn amede ye, ku wan hêzan li dij welatiyê sûrî û hêzên siyasî û sîvîl bi kar bîne. Ev nîşanek e, ku hîn Partiya Beis welatê sûrî ji xwe tenê re dibîne û mafê tu kesî ji beisiyan pê ve napejirîne, ne mafê hemwelatî, ne mafê siyasî, ne mafên neteweyên din, ne mafên hêzên sîvîl, ne mafê nerînên din, ne mafê rojnamegeriyê û û û û.
Di 8 adarê de, li Bexdadê iraqiyan zagona dewleta (ne dewleta beisî) Iraqê imeze kiri, ew zagona ku mafê gelên Iraqê - kurd û ereb û turkmen û kildoaşûrî - tê de tê parastin.
Li şamê û li heremên kurdan polîsan û hêzên parastinê êrîş birin ser xwepêşanderan û çalakvanên ji bo daxwazkirina rêzgirtina mafê mirovan!
Hêzên siyasî yên sûrî bi hemû aliyên xwe li ber qonaxeke giring in. Divê ew ji bo jiyaneke bi rêzgirtinî û mafdarî di welatekî azad û demoqrat de dengê xwe bi hevre bilind bikin.
Beisiyên sûrî jî divê dersekê ji 8ê adara Bexdadê werbigirin, ku Sûrya bibe welatê hemû sûriyan, ne tene welatê beisiyan.
08.03.2004
|
 |
 |