www.amude.com - navenda çanda kurdî


11.02.2003 - 22:42

Alan rengîn

Salih Cefer
salihcefer@hotmail.com


Salih Cefer
Her miletekî di cîhanê de xwe bi aleke taybet daye nasîn. Piraniya miletên cîhanê mafê xwe yê neteweyî bi dest xistine û ala xwe bi ser ezmanê welatê xwe de li dar xistine. Lê hîn hin netew ji wî mafê bêpar in û hesreta bilindkirina ala netewey di dilê wan de maye.

Cara yekemîn ku gelê kurd ala rengîn li ser ezmanê Mehabadê bi şêweyeke fermî bilind kir, gelekî bi dilê dijminan zor hat; çavên wan bar nebûn ku ala rengîn li kêleka xwe bilind bibînin, zû zû êrîşê Komara Kurdistan a Mehabad kirin û ala rengîn bi xwîna şehîdên kurd xemilandin.

Gelê kurd tu carî ala xwe ji bîr nekir û di her boneyê de ew bilind kir: li serê çiyan, di şoreşan û newrozan de, di nava malan û di xaniyên xwe de; eger rê li wan teng dibû jî, wan ew di dilê xwe de bilind dikir.
Rengê kesk û sor û zer û sipî rengê doza kurd e, rengê hesret û hêviya kurdan e, rengê omîd û daxwazên kurdan e. Ji ber vê, dijminên kurdan van rengan baş nas dikin û tirsa ditîna van rengan di dilê wan de her dem heye.

Ji bo rengê ala kurdî, dijmin van rengan li seranserî Kurdistana bindest qedexe dikin û nahêlên gelê kurd van rengan bi kar bîne. Dijmin ji destmalên destan jî teng dibin, gava rengên wan kesk û sor û zer bin.

Berê, her partiyekê di xwepêşandanên xwe de ala partiya xwe bi kar dianîn, ala neteweyî bi rengekî hindik dihate bikaranîn; ew jî bi rewşa siyasî ya wan partiyan û bi hebûna ezîtiya partiyane û hinekî jî bi qelsbûna xwesteka mafê netweyî ya wan partiyan ve girêdayî bû.

Piştî serhildana 1991ê li başûrê Kurdistanê, gelê kurd qonaxeke nû di jiyana xwe ya siyasî de avêt û Perlemana Kurdistanê ala kurdî di hindir perlemanê de bilind kir û mafê federalî ji bo kurdan xwest.

Cara yekem di dîroka kurdan de, piştî rûreşiya Hewlêr gelê kurd ala xwe li Ewropayê bi rengekî fireh di xwepêşandana Kölnê de li Elmanyayê bi kar anî. Piştî ku partiyên kurdî tev gelê kurd gihiştin baweriyekê ku di vê qonaxa giring de gelê kurd wek netewek di biveyêde ye û dewletên dagirker û dijminên kurdan û ta bi dewletên herêmê bigire li dij mafê kurdan sekinîn û dijitiya kurdan kirin, kîn û dilreşiya xwe di rûreşiya Hewlêrê de eşkere kirin.
Gelê kurd bersiva vê yekê zû li her derê û bi hemû rengan da dijminan û gihişt baweriyekê ku divê êdî doza mafê xwe yê neteweyî bê tirs bike.

Li Kölnê, gelê kurd bi hezaran (tu caran bi vî rengê fireh ala rengîn bilind nebûye) ala kurdî bilind kirin û dirûşmên weke "bijî Kurdistan" û "Serxwebûn bo Kurdistan" evêtin kolanên bajarê elmanî j, da ku xelkên cîhanê bi tevde bibihîsin.

Ketina rêjîma dîktator li Iraqê û rizgarkirina başûrê Kurdistanê qonaxeke nû li pêş gelê kurd vekir, qonaxa şiyarbûna neteweyî. Kurd li her derê, partî, rêxistin, rewşenbîr, hunermend û hd. xwe li bin ala kurdî komî hev kirin û ala xwe bilind kirin.

08.02.2004


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]