 |
 |
03.01.2003 - 04:25
Hêzên kurd û ereb ji bo demoqrasiyê dengê xwe li Sûriyê bilind kirin
Salih Cefer
salihcefer@hotmail.com

Salih Cefer (kamera: S.H.Berko)
|
Hêzên kurd û ereb ji bo demoqrasiyê dengê xwe li Sûriyê bilind kirin.
Piştî bûyerên salên heştêyî ku li Sûriyê qewimîn, tevgera siyasî ya sûrî bi hemû
hêzên xwe (ji bilî partiyên eniya deshilatdar) kete ber êrîşeke pir dijwar ji aliyê
hêzên leşkerî û paristinên sûrî ve.
Gelek hêzên siayî karê xwe yê rêkxerawî di bin zor û zehmetiyên hêzên parastinên sûrî de dane sekinandin û yên mayî jî bi rengekî gelekî zor û zehmet karê xwe berdewam kirin. Zindanên welêt tije endamên hêzên siyasî yên dijber bûn û ji kiryarên hêzên ewlekariyê tirsek kete jiyana sûrî ya siyasî de.
Ne veşartî ye ku gelek hêzên siyasî yên sûrî û bi taybet ên dijber, çi demoqrat, netewperest, olperest, komunîst, ên ku dijberiya desthilata partiya Bees kirin, gelek zor û zehmetî dîtin û hatin bi xiyaneta niştimanî û guherandina rêjîmê ya bi zorê tawanbarkirin.
Li gor şert û mercên wê demê, her hêza ku dijberiya rêjîma Bees bikira, dihate tawanba kirin û dikete nav lepên dadgeha bilind a ewlekariya dewletê yan nav lepên parastinên leşkerî û endamên wan bi salan di odeyên tek de man.
Erê, di wê demê de tevgera siyasî ya kurdî nekete qonaxa dijberiyê. Lê partiyên kurdî neketin nav partiyên eniya deshilatdar de jî. Tevgera kurdî di nav herdu hêzan de ma û para xwe ji girtin û şopandinê û îşkenceyê jî xwar û hîn jî dixwe.
Ji salên heşteyî ve û ta salên du hezarî, Sûriyê kete qonaxeke rawestandina karê siyasî; ne hêzên eniya desthilatdar û ne jî hêzên dijber ên erebî yan kurdî tu kiryarên berçav nekirin, ji bilî hin gavên bi sînor ji aliyên partiyên kurdî ve. Ev qonax bi mirina serokê sûrî Hafiz el-Esed re hate rawestandin. Piştî hatina serokê nû Beşar el-Esed, qonaxeke nû di jiyana siyasî ya sûrî de dest pê kir. Gelek rêxistinên sîvîl û kombendên rewşenbîrî û siyasî dengê xwe bilind kirin. Lê, hêzên ewlekariya sûrî rê li pêşiya wan girtin û dîsa bi dehan kesayetiyên siyasî girtin û avêtin zindanan .Berpirsiyarên siyasî ala tawanbariya xiyaneta niştimanî li ba kirin û pê hêzên siyasî careke din tirsandin û gelek kesayetiyên siyasî û andamên ancûmenên sîvîl xistin zindanan.
Piştî bûyêrên yanzdehê êlûnê ku li Emerîka qewimîn, erdhejek kete dostaniya Emerîka û rêjîmên dîktatorî li Rojhelata Navîn. Mayîn û nemayîna rêjîmên dîktator ji rêjîman mezintir bû. Emerîka nema di bin şert û mercên berê de qîma xwe bi mayîna wan rêjîman anî. Eşkere û vekirî Emerîka doza guherandinên bingehîn ji wan rêjîman kir. Mebesta Emerîka çi be jî, lê ev siyaset kete holê, çarenûsa rêjîman kete ber talîzokên dijwar û bi hêz. Hêzên siyasî û rêjîmên siyasî li Rojhelata Navîn gef û gurên Emerîka bi cidî nebirin û bawer nekirin ku Emerîka vê carê bi rastî dixwaze gelekt tiştan biguherîne. Vê gumanê dirêj nekir, ta ku pûtên Sedam Hisênî bi alîkariya hêzên leşkerî yên emerîkî ketin ber lingên iraqiyan. Vê bûyera nû guman ji ser siyaseta Emerîka li Rojhelata Navîn bi tevde rakir.
Her çiqas dengê hêzên siyasî yên sûrî bilind bû jî, lê beesiyan guhên xwe digirtin û tu giranî nedidan bangewaziyên welatparêzan, çi kurd û çi ereb.
Dema ku bahoza emerîkî berê xwe da Sûriyê, tevliheviyek kete nav berpirsiyarên sûrî de. Piştî ku hemû hêzên siyasî yên sûrî li xwe dananîn ku bibin destikê kêrê ji Emerîka re, vê yekê hişt ku serokê sûrî Beşar el-Esed ji rojnameyeke emerîkî re bêje: "Hemû hêzên dijber ên sûri li hundir û derve razî nabin, ku Emerîka demoqrasiyê bi darê zore li Sûriyê bi cih bike."
Ev gaveke gelekî girîng e û helwesteke erênî ye, ku serokê sûrî ev helwesta hêzên sûrî ya niştimanperwer di rojên teng de berçav anî û ji xwe re kire pişteke siyasî.
Lê gelo hêzên siyasî yên sûrî çi ji rêjîmê dixwazin?
Hêzên siyasî yên kurdî û erebî dixwazin yekîtiya niştimanî xurt bikin û rewşa xelkên sûrî ya aborî, civakî û çandî pêş bixin û doza çareserkirina kêşeya kurdan çareser bikin, da ku welat bibe yek dest li hember awirên derve.
Ev nerîna hevbeş di nav hêzên siyasî yên kurdî û erebî de peyda bû û piştî gelek dan û standinan (bi gaveke dîrokî) gihiştin biryarekê, ku ev hêz bêdengiya salan bişikînin û bi rengekî demqqrat û aştiyane li paytexta sûrî Samê herin ber deriyê serokatiya wezîran û dengê xwe bigihînin wan û daxawzên xwe bidin serokwezîrê sûrî. Lê ew ji aliyê serokwezîr ve nehatin pêşwazîkirin û bi seetan li derve sekinandî man û bi dilsarî vegeriyan.
Mirov dikare çend xalên giring ji vê xwepêşandinê werbigire:
1. Di dîroka Sûriyê de, ev yekemîn car bû ku hin hêzên siyasî yên kurdî û erebî bi şêweyke fermî bi hevre ji bo karekî hevbeş derdikevin xwepêşandanekê. Tevî ku siloganên xwepêşandanê ne li gorî daxwazên partiyên kurdî bû jî, lê dîsa giringiya vê xwepêşandanê hebû, ji ber:
a) hemû partiyên kurdî (Hevbendî, Eniya Demoqrat, PHGKS,Yekîtî) û hin saziyên din bi hevre bûn
b) gelek partiyên ereb û hêzên sîvîl ên ku îroj giraniyekê didin jiyana siyasî ya sûrî, beşdar bûbûn .
2. Piştî sala 1986an (piştî xwepêşandana kurdan di Newroza 1986an de li Samê), ev yekemîn car bû ku xwepêşandanek ji aliyê gelek hêzên siyasî bê destûra partiya Bees tê bi kar anîn.
3. Di dîroka partiya Bees de, ev yekemîn car bû ku xwepêşandanek bê girtin derbas dibe. Erê ev bi qonqxqa siyasî ya li heremê girêdyî ye, lê ev nîşaneke ku êdî beesî piştî bûyerên dawiyê ku li heremê qewimîn, difikirin serê xwe nerm bikin.
4. Leyistina roleka giring di amedebûn û birêvebirina kurdan û herweha û hejmara wan a mezin di xwepêşandanê de, dide xuyakirin ku pirsa kurdî li seranserî Sûriyê bûye pirseke niştimanî.
Ji berjewendiya hemû gelê sûrî ye, ku destê xwe ji bo Sûriyeke demoqrat û di hemû waran de ( aborî, siyasî, çandî, civakî,..) pêşketî bidin hev; Sûriyeke ku hemû hemwelatiyên wê bigihêjin mafê xwe û wekhev bijîn, bê cudabûn û cawazî. Ev yek jî bêyî ku hemû hêzên siyasî yên sûrî li seranserî welat hevdu negirin û nebin yekdest pêk nayê.
12.12.2003
|
 |
 |