17.06.2003 - 16:39
Tevgera kurdî li Sûryayê û siyaseta girtinê
Salih Cefer*
salihcefer@hotmail.com

Salih Cefer (kamera: SHB)
|
Bi boneya damezirandina Partiya Demoqrata Kurdistanê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
tevgera rizgariya kurd gaveke dîrokî û girin avêt.
Damezirandina Partî di wê demê de pêwîstiyeke netewî bû. Damezirandina
wê ji bo standina mafê gelê kurd li gor pêvajok û guhertinên,
ku li heremê çêdibûn û rewşa ku gêlê kurd tê re derbas dibû, hat.
Ji ber van sedeman û gelek sedemên din, ew gava pîroz hate avêtin.
Çavê hikûmetên sûrî ji roja yekem de li ser Partî bû, tevgera ereb ya netewperest di geşbûnekê de bû; regezperestên Ereban bi çavekî dijmanyetî li gelê kurd û mafên wî yên netewî dinerîn; hêzên desthilatdar Partî qedexe kirin û hevalên Partî girtin, işkence kirin û avêtin binê zindanan û hemû rengên astengiyê li ser riya Partî danîn.
Tiştek li dunyayê bê temen nîne. Girtiyên, ku partiyan dan, işkence û lêdan û zulm û zorî hilgirtin ser milên xwe, bi bawerî û bi pêdarî li hember siyaseta tunekirina partîiyan sekinîn. Wê pêdariya wan lehengan hişt ku partî berdewam bikin. Pir giring e, ku mirov wan lehengan bi nav bike, mîna Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Reşîd Hemo, û piştre Mihemed Emîn Gulî, Dehamê Mîro, Nezîr Mistefa û Rebhan Remedan û herweha girtiyên sala 1992an, û yên nû Hesen Salih û Merwan Osman. Nav gelek in, ev hinek nimûne bûn.
Eger mirov girtinên, ku li hemberp partiyên kurdî pêk hatine, bi nav bike, ew pir in û di gelek qonaxan de çebûne. Lê mirov dikare bêje, ku tevgera kurdî di sê qonaxên girîng re derbas bûye. Tevî ku girtin li hember tevgera kurdî li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê tu caran ne sekiniye jî, lê sê caran girtinên mezin li hember tevgera kurdî çêbûne:
1- Di despêka damezirandina Partî de
2- Di despêka salên hefteyî de.
3- Di despêka salên nodî de.
Giring e, ku mirov sedema van girtinan zanibe, yên ku bi van rengên fireh pêk hatin.
Qonaxa yekem amanc ew bû, ku partiyên kurdî tune bikin û nehêlin, ku ew berdewam bikin.
Qonaxa duyem ew bû, gava xwestin "Kembera Erebî" biçespînin.
Di qonaxa siyem de, xwestin ku dengê xwestekên gelê kurd û mafê wî bibirin.
Di navre jî de, her ku hunermendekî an rewşenbîrekî an welatiyekî kurd çalakiyek kiriye, ew jî hatiye girtin û bi salan di zindanan de maye.
Siyaseta girtinê li hermber gelê kurd berdewam dike; nîşana dawiyê jî girtina herdu andamên berpirsiyar ên Partiya Yekîtî ya Kurd li sûryayê, birêz Hesen Salih û Merwan Osman bû.
Piştî ku wan û hevalên xwe ligel hinek welatparêzên kurd çalakiyeke aştiyane li pêşiya perlemana sûrî li Şamê li dar xistin, herdu birêzan hatin girtin, da ku çalakiyên aştiyanê rawestin, û rê li hember daxwazên gelê kurd girtin.
Tu caran girtin di derheqê tevgera kurdî de nebûye sedema qelsbûna tevgerê.
Tu caran girtiyên leheng ji bîr û baweriyên xwe daneketine.
Tu caran girtinan gelê kurd dûrî tevgera kurdî nexistine. Berevajî wê, her ku andamên tevgerê hatine girtin gel li kêleka tevgerê sekiniye û piştgiriya wê kiriye.
Dem hatiye, ku êdî rêjîma sûrî dev ji girtina andamên tevgera kurd û niştimanperwer û welatiyên kurd berde, û wê siyasetê rawestîne û dest bi çareserkirna pirsa kurdî bike.
Çareserkiurina pirsa kurdî hêzbûnek e ji Sûrya û ji paşeroja gelê sûrî re.
12.06.2003
* Yek ji girtiyên sala 1992an; 2 salan di zindana "Filestîn" de girtî maye.
|
|