www.amude.com - navenda çanda kurdî


16.02.2004 - 11:46

Dilê birêz Gul "bi xizm û cîranan" şewitî

Şahîn B. Soreklî
shahinsorekli@hotmail.com


Şahîn Soreklî (SBS)
Li dû kiryarên nemirovane yên li Hewlêrê bi sedan kes kujtinî û birîn kirinî, wezîrê Tirkiyeyê yê peywendiyên derve Abdullah Gul li Enqereyê gotibû, ew gelekî xemgîn e ku tiştekî weha di roja cejna musilmanan de hat "serê cîran û xizmên me."
Li gor rojnameya TURKISH DAILY NEWS, her weha li gor Berhem Salih, serokwezîrê hikumeta kurdî li Silêmaniyê "kiryarên li Hewlêr cîh girtinî kurd û tirk ber bi hev anîne."
Her weha li gor rojnameya TURKISH DAILY NEWS, Celal Talebanî û Mesûd Barzanî peyvên wezîrê tirk Gul, peyvên "cîran û xizm" wek gotineke dilsozane nirxandine û bi wan dilşad bûne.
Sûna gotinê ye, ku berpirsiyarên dewleta tirk wek "bakurê Iraqê" behsa başûrê Kurdistanê dikin û bikaranîna peyva "kurd" li xweşiya wan nayêt..

Gelo Abdullah Gul li şûna ku kurd û Kurdistan anîbe ser zimanê xwe, "cîran û xizm" bi kar anîbin; gelo peyva xizm li vir xwebêjeya tirkmanan dabe; yan gelo birêz Gul rast nuha kurdan wek cîran û xizm dihesibîne?

Bersiveke rêk û pêk bo van pirsan hîn ne diyar e. Tiştê diyar ew e, ku Gul û hemî berpirsiyarên dewleta tirk naxwazin peyvên kurd û kurdistan bînin ser zimanî. Berpirsiyarên kurd li Başûr, li milê din, her û her dostaniya li gel Tirkiyeyê xwaztine, lê Tirkiyeyê ta nuha bi her awayî dijitiya bi kurdan re kiriye. Li gor raportine, Abdullah Gul ber kurtedemekê gotibûye ku ew "li dij xudmuxtariya kurdan e, heta eger li Arjantînê be jî!"

Em hêvî bikin, ku gotinên Gul ên dawîn guleke ji Enqereyê bi xwe re bi rê xistibin, ne ku bizaveke xwexelaskirina ji peyvên kurd û Kurdistan bin.

Li dû nivîsandina têbiniyên li jor, hejmara 6 ji kovara TÎROJ ji Stenbolê ket destên min. Li ser rûpela herî dawîn çend rêz hebûn, ku mirov dikare wan wek neynika têbiniyên li jor binirxîne. Ez ê beşine ji wa nivîsra TÎROJ li vir diyar bikim:

"Berê demeke dûr û dirêj navê me hilnedan (… ) Gava navê me dibihîstin, mûyên laşên wan dibûn şûjin. Em hebûn, lê navê me tunebû. Her û her bi navekî din gazî me dikirin. Wan ew bizava kirin, ku hawar û gaziya bi salan ji dil û hinavê me derdiket di tarîstaneke dijwar de bifetisînin. Paşê bi serê lêvan gotin "em realîteya we" qebûl dikin, lê ev jî ji dilê wan dernediket.

A nuha rewşeke seyr û sosret li dar e: Mafên me piç bi piç, hindik-hindik, didin, lê dîsa jî em tune ne, me bi nav nakin û qala "ziman û zaravayên herêmî" dikin. Em jî, ew jî, hemî der û cîran jî dizanin, ku ew kesê behsa wî dihêt kirin, em in, lê piştî wê dema dirêj ku hebûna me qebûl nedikirin, nuha nikarin navê me bi lêv bikin…"


Belê, em vê nivîsara TÎROJ li vir bi dawî bînin û dîsa hêvî bikin, ku dewleta tirk û berpirsiyarên wê êdî rast realîteya li holê bipejirînin, peyvên "kurd" û "Kurdistan" bêyî dijwarî û nefret bi kar bînin û dest ji dijitiya li hember kurdan berdin.

Lê çi heyf, ku mirov di kûraniya dil de bi wê yekê ne bawer e, ku dewleta tirk - bi kêmasî di vê demê de - dê bikaribe dest ji sinçiyên xwe berde û kurdan wek dost bihesibîne!



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]