www.amude.com - navenda çanda kurdî


16.11.2003 - 20:03

Di derbarê Îraqê de: Heft mehan li dû dawîhatina karbidestiya Seddam

Şahîn B. Soreklî
shahinsorekli@hotmail.com


Şahîn Soreklî (SBS)
Bi encama zêdebûna kiryarên sabotacî li Îraqê, bi tayebetî li dû teqîna li Nasiriye ya bûyî egera mirina 27 kesan, 18 endamên hêzên îtalî jî di nav de, hukûmeta emerîkî dest pê kir hinek guhertinan bi cîh bike. Hefteya çûyî, Paul Bremer, desthelatdarê emerîkî li Îraqê, ji nişkan ve bi daxwaza serokê emerîkî George W Buş çû Waşington. Emerîka her weha dest bi ablokeyeke li hember Sûriyeyê kir û seneta emerîkî mohra xwe li binê wê xist. Waşington li Encûmena Îraqî qedexe kir, ku çi tevdêrên rêkirina petrolê bi rêya Sûriyê di nav bernameyên xwe ke.

Serokê emerîkî nuha li gel wê yekê ye, ku desthelatdariya Îraqê bi zûtirîn dem têkeve dest îraqiyan. Ew tevdêrên ku bila berê destûrê nû amade bibe û dû re hilbijartinên nû cîh bigirin, nema di naveroka planan de ye. Wisa diyar e, ku koktêla di Encûmena Desthelatdariya Îraqê de nikaribû sozekî rêk û pêk di derbarê dema amadebûna destûr de bide. Aşkere ye ku serokê emerîkî ji encamên desthelatdariya endamên Encûmenê ne razî ye û dixwaze proseya derbaskirina kar û barê birêvebirina Îraqê bo îraqiyan bi xwe zûtir bike, li bervaciya texmînên ku Emerîka dê bi salan Îraqê dagire. Va yeka jî sozê ku serokê emerîkî dabû, sozê ku Emerikî dê tenê ta ku pêwîst bû li Îraqê bimînin, piştrast dike.

Bêyî guman, pirsa federalîzmê û şêweya parvekirina herêmî astengên herî mezin in li pêş amadekirina destûrekî nû. Va yeka bi serê xwe jî ji bo kurdan û ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Îraqê tehlûkeyeke mezin e û dikare di paşerojê de careke din bibe egera cîhgirtina şerê di nav hukûmeta li Bexdadê û Kurdan de, heta şerê di navbera aliyên kurd bi xwe de, eger ne yekgirtî bin.

Nuha hukûmeta emerîkî baştir dibîne ku hilbijartinên giştî bo hukûmeteke katî di nîvê 1em ê sala nû de cîh bigirin û destûrê nû di bin serpereştiya wê hukûmetê de bihête amade kirin. Lê Celal Talebanî, serokê katî yê Encûmena Desthelatdariya Îraqê, ragîhand ku endamên encûmenê dê her wek beşekî ji desthelatdariya amadekirina Îraqa paşerojê bimînin. Birêz Talebanî nûçeyên ku Encûmen di karê xwe de bi ser nekeftiye û rola endamên wê dê bi dawî bihêt, wek iftirayên endamên recîma par û xêrnexwazan bi nav kirin. Her weha matmayîna xwe di derbarê biryara Lîbya de diyar kir, biryara birrîna peywendiyên dîplomasî li gel Îraqê. Birêz Talebanî got, ku ew ê ji bo pûçkirina wê biryarê peywendiyê bi "brayê xwe" Muemmer el Qeddafî re deyne.

Wisa diyar e, ku serokê emerîkî wê hêviyê ji Paul Bremer dike ku di nav 6 mehên dihên de birêvebirina Îraqê ta radeyeke berfireh derbas îraqiyan bi xwe bibe û ta dawiya sala nû hejmareke ji endamên hêzên emerîkî bikaribin ji Îraqê biçin der. Her weha wê hêviyê jê dike, ku du encûmenên dewletî bihên bi rê xistin ku ji aliyê pirraniya îraqiyan de bihên pejirandin, yeke ji bo bicîhkirina biryarên dewletî û yeke ji bo amadekirina destûr. Çi agahiyên rêk û pêke di derbarê tevahiya guftûgoya de di navbera birêzan Buş û Bremer de a nuha di dest de nînin, lê encam ê bêtir zelal bibe li dû ku birêz Bremer naveroka axaftinê û encamên wê bo endamên Encûmena Îraqî ji bo guhlêdana bîr û baweriyên wan diyar dike.

Li Îraqê bi xwe, hefteya çûyî hêzên emerîkî tektîka nermbûnê piçekî guhertin û dest pê kirin bi çekên girantir û bi helîkopteran li aliyên bo recîma seddamî piştgir xin. Di nav rojên hefteyê de, enbarine çekan hatin tune kirin û bi dehan bergumanên seddamî hatin girtin.

Ji aliyekî din ve, biryar hat girtin ku serdarê hêzên emerîkî li herêma Rojhilata Navîn, Ceneral John Abizaid, navenda xwe ya leşgerî li Îraqê bi xwe bi cîh bike. Ceneral Ebûzaid roja pêncşemê li Tampa, Florîda, bi şêweyeke berfireh di derbaê Îraqê de axift û got, ku ew kesên dibêjin li Îraqê berxwedaneke mezin heye, şaş in. Ceneralî got, hejmara yên li dij hêzên hevalbendan kêm-zêde dora 5000 şervan e, pirraniya wan endamên liqên Partiya Beis in û bi pirranî li Bexdadê, Fellûce, Tekrît, Mûsil û Kerkûkê ne.

Wisa diyar e, ku kesên li dij hêzên hevpeymanan kiryarên sabotacî bi rê dixin ji van kom û komikan in:

- Partiya Vegerê, ku bi pirranî ji basiyên recîma par pêk dihêt
- Hêza Fîdaîyên Seddam, ku ji endamine eynî hêza ber rûxandina recîmê hebû pêk dihêt
- Leşgerên Muhemmed, ku ji endamên muxaberatên recîma par pêk dihêt
- Munteda el Wilaye, rêxistineke tundrêye şî'î, ku dixwaze li Îraqê recîmeke îslamiye wek ya li Îranê bi rê xe
- Îslamîst û erebîstên ji derve dihên Îraqê bo "cîhada" li dij Emerîka
- Peyayên Ebû Mûsa el Zerqawî, tundrêyekî urdunîyî ji bo El Qaîde layenger
- Ensarul Îslam, ku bi pirranî ji îslamîstên kurd bi El Qaîde û aliyên dervayî ve girêdayî pêk dihêt

Ceneralê emerîkî Ebûzaid got, ku eşkere ye ku endamên van kom û komikan dixwazin hîmeta DYE bişikênînin û hêvîdar in ku hêzên emerîkî dê ber katê biçin der, da ku Îraqeke demokrat nehêt holê û di nav civata navneteweyî de şûneke layiq negire. "Ji lewre," ceneralê emerîkî got, "pêwîst e ku hêzên emerîkî li hember wan rawestin, şûnên veşartina wan bibînin û tehlûkeya wan ji holê rakin,"

Di derbarê gotina ku Seddam Husên vê berxwedana li dij hêzên hevpeyman ji berê de amade kiriye, Ceneral Ebûzaid got, ew wisa bawer e ku Seddam Husên yek ji tênegihîşttirîn serdarên leşgerî ye di dîrokê de, û ji lewre ew tênagihê çawa hinek kes wî wek kesekî ku dikare ji bo paşerojê plan û tevdêran made bike, bi nav dikin.

Cenaral Ebûzaid her weha got ku ew aliyên sunnî, yên ku ji bo recîma Seddam Husên piştgir bûn, li dû rûxandina wê recîmê xwe wek ne di hesêb de dîtin. Li gor cenerêl, Emerîka divêt rêyeke ji bo têkelkirina wan bibîne, da ku ew jî xwe wek beşekî ji Îraqa nû hest bikin.

Van 7 mehên derbasbûyî baş diyar kirin, ku damezirandina Îraqeke nû, Îraqeke federale demokrat ne tiştekî hêsan e. Welatekî ku tê de dîrokeke tevliheve bi xwînê, stemkariyê û propagandaya corbicore ji aliyên cuda de bi dirêjiya dehsalan domandî; welatekî ku tê de hejmareke mezin ji xelkê wek dewarê li dû şivanan di rê de li dû şêxên eşîran, îmam û melleyên nexwende û nîvxwende; mezheb û rê û rêçikan; partiyên ji kevneperesttirîn rêxistinan bigir ta lîberaltirîn rêxistinên cîhanê; welatekî ku tê de yek mirovî bi dirêjiya dora 35 salan sama xwe di kûraniya dilên hemwelatiyan de bi cîh kiribû, ji zarokên di qundaxê de bigir ta kal û pîrên di payîza jiyana xwe de; welatekî ku divabû wek dewletekê nehatibûya damezirandin; welatekî ku tê de gelên ji nijad û bi zamanên cuda wek endamên neteweyekê hatine neçar kirin; li welatekî weha birêxistina sîstemeke demokrete li gor pîvanên hemdemî eger tew pêkan be jî, dê gelekî dijwar be. Hîn bi ser de dihên ew dewletên dirawsê û dewletine erebî û îslamî, yên ku dizanin eger li Îraqê dewleteke demokrate, federale serkeftiye ku tê de hemwelatiyên ji nijad û netewe û paşerehên cuda bi daxwaz û dilovanî li gel hev dijîne, bihête holê û bi ser keve, wê demê berdewambûna dîktator û stemkar û sextekarên desthelatdar li tevahiya herêmê dê têkeve tehlûkeyê. Wisa jî, hemî dijwariyên hundirîn li aliyekî, van karbidestan jî dê bêguman her tiştê ji dest wan dihêt der bikin, bi hêviya ku Îraq di şevreşiyê de bimîne, yan bi kêmasî ji dewletên wan çêtir nebe. Tevdêr û amancên van desthelatdaran gelekî tehlûke ne, ji ber ku Emerîka çiqa hêzdar be û çiqa di derbarê teknolociyê de pêşkeftî be jî, zanibûna wê di derbarê xasûkiyê, dekûdolaban, tevdêrên lihevristina derewan de çi caran nagihê ya wan.

Em hêvî bikin, ku li gel her tiştê li Îraqê di nav 7 mehên çûyî de cîh girtî û cîh negirtî jî, damezirandina Îraqeke demokrat û federal, Îraqeke ku gelên wê bi hev re bi aştî û aramî bijîn, Îraqeke rewşçak, bihête holê. Yan na, sedsala 21emîn jî dê wek ya berî xwe ji bo Îraqiyan yeke bi janê dagirtî be. Gelo kurd ji bo îmkaneke weha amade bin û gelo bikaribin çemê qedera xwe ji ya Îraqeke weha bi aliyekî din ve badin, pirsa herî grîng ji bo wan ew pirsa ye.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]