www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

04.03.2003 - 02:35

Gerek rûmet di siysetê de jî hebe

Rozad Elî - Efrîn
Rozad@mektoob.com

Wekî ku ez bi danûstandinên bi partiyên me re têgihiştim, piranî, ger nebêjim hemû, partiyan tevgera me ya kurd li Sûryê di hunidrê xwe de ne bi daketina helbjartinan re bûn, lê wek dibêjin, dil gerk bû ku ji destpêkê de helwesta xwe diyar bike, hemî li bendê bûn ku yek zêngil di ustu pisîkê ke. Ji hêlekê de tirsa partiyan ji dewletê hebû ku wan bêşjîne yan nerîneke nebaş li ser wan bibe, û ji aliyekî din ve jî hinekan bi xwe didan bawer kirin ku dewlet dê hinekî rê bide ku helbjartin demokratîtir bin.

Lê belê yekî ku li Sûriyê dijî û sazûmên û heyama siyasî li wêderê nas dike, nemaze ger siyasetvan be, dê tekûz zanibe ku dewlet nehêle berendamekî kurd bi ser keve ger dengên bilind jî werbigre, û mirovê ku dewlet bixwaze yan peran pir bide, ewê here perlemanê.

Ji hêleka din ve, egerên ku Kurd bi dengekî bilinf û bêtirs bêjin: Em naçin helbijartinan, hene, li serê wan egeran pirsgirêka serjimara awarte ye, ji bilî tunebûna demokrasiyê û şax û şaxikên wê, ewên ku siysetê li Sûriyê dikin, civliq û şimotek.

Lê nexeme ku mirov dereng jî hişyar bibe, ew jî baş e. Li vê dawiyê partiyên ku li derveyî Hevbendî û Eniya Demokrat in, aşkere xwe ji helbijatinan kişandin. Eniye û Hevbendiyê jî li parêzgeha Hisiça (Hesekê) xwe kişandin, digel ku sedem çi bûn û ne çi bûn jî û derng hat, lê di dema xwe de hat. Ew helwesteke balkêş e û cihê nirxandinê ye, lê tiştê mirov gêj dike ew e ku çawa Hevbendî li parêzgeha Hisiça xwe ji helbijartinan dikşîne û li parêzgeha Helebê xwe bi sîng dide? Hevbendiyê çi di Helebê de ferq kiriye, mirov tênagihê. Ew çima hevalên xwe li wir jî nakşîne? Gelo ma dixwaze lingekî li mizgeftê û yekî li derve bihêle û dewletê nexeydîne? Nemaze gava mirov zanibe ku li Helebê derfeta biserketinê pir û pir hindik e.

Baş e, belkî hesabine Hevbendiyê hene, em pê nizanin. Lê ma berendamê Helebê jî li dora xwe nanerin, nabînin ti heval ji bilî wan li meydanê neman e. Bi ya min be gereke berî hinek diqumênin wan, gereke ew bi xwe bi ber xwe ve herin û bi hiceta piştgiriyê bi hevalên xwe yên Cezîre re, lêborîna xwe ji gel bixwazin û katjimêrekê pêşde ji helbijartinê vekşên, ji ber ku tam diyar e ku ev vebjartin e ne helbijartin e. Yan jî hinek av li rûyê parityan maye ew jî dê di van helbijartinan de birijê.

Efrîn, 25-2-03
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]