www.amude.com - navenda çanda kurdî


21.06.2003 - 23:50

Şerê Kendavê yê Siyemîn (2/2)

Reşoyê Pîrê

Di şerê Engilo-Emerîkî de bi Iraqê re, pirsên jêrîn xwe davêjin holê:

1. Gelo rast daxwaza hêzên hevbend ji vî şerî rizgarkirina gelê Iraq û pêkanîna demoqrasiyê ye? An yekem ji bo parastina berjewendiyên xwe ye?
2. Ji mafê Emerîka ye, ku bêyî hebûna biryareke navnetewî rêjîmeke mîna rêjîma Sedêm wergêre (teqleke)?

Berî em bersiva van pirsan bidin, hêjayî gotinê ye, ku guhartina rêjîma Sedêm a dizek, faşî û nemirovane, daxwaza hemî hêzên siyasî yên rikber û piraniya gelê Iraqê bû. Lê, ev daxwaz, gel, hêz û partiyên Iraqê - derve û hundir - nikanîbûn vê daxwazê bi cih bînin. Lewre, hemî siyasetmadarên serbixwe û rêxistin -yên derve û hundir- bi vî şerî re bûn. Di encama şer de, baş xuyabû, ku piraniya gel jî pê re ye.

Bêguman, sedema serekîn ji şerê Engilo-Emerîkî bi rêjîma Bexdayê û teqlekirina wê re ne ji bo xatirê çavên gelê Iraqê yên reş û belek bû. Belê, berî her tiştî parastina berjewendiyên xwe yên stiratîcî di Kendav û Rojhilata Navîn de û guhertina dostên xwe yên kevnar û pûç bi hineke nû ye. Di vê pêvajoyê de, wek Kurdan gotiye (çûk rastî kevirê me hat, ne kevirê me li çûkê ket). Bi wê guhartinê re, gelê Iraqê ji bin zordariya rêjîma Be's a xwîmij û xwînvexwar rizgar bû.

Lidarxistina Komeleya Yekgirtî piştî xişm û bêtara Şerê Cîhanê yê Duyem bi ser miletên cîhanê de aniye, peyman, hemî zagon û biryarên jê derketne, tev ji bo parastina mirov û gelan bûn. Lê, mixabin ew zagon û biryarên ha, ta niha nikarîbûn tu desthilatên zorker, mafxwer, xwînmij û faşî, yên mîna rêjîma Sedêm, neçar bikin û ustiyê wê badin, da ku ne mafxwer û xwîmij bin. Lewre, pêdiviya guhertina zagonên navnetewî heye, da ku Komela Yekgirtî, piştî lêkolîn û çavdêriya komeleyên taybet ên mafên mirovan, bikaribe wê rêjîmê li ser benekî deyne û mafên bingehîn ên mirov û gelan biparêze.

Desthilata Sûryayê û Şerê Kendavê yê Siyemîn

Di nav 22 desthilatên Eraban de, Iraq û Sûrya ji çil salî ve di bin hûkariya projeyên partiya Be's de dijîn. Herdu desthilat ji roja roj ve nakokî û dijîtî di navbera wan de hene. Ew dijîtî û nakokî ne ji bo berjewendiyên gelê ereb û projeyên mirovane ne.
Bi hatina serokê nû Beşar El-Esed re, têkliyên siyasî û bazirganî di navbera wan de hatin hûnandin.

Bêguman, ji destpêkê ve desthilata Sûryayê ne bi şerê Emerîka dijî desthilata Iraqî re bû. Lewre, di şer de, berê ragihandina xwe da vî şerî, rê li pêş meleyên mizgeft û olperestan vekir da ku şerê "gêwir" bikin û sînorê xwe bi Iraqê re vekir. Din bin hûkariya ragihandin, fetweyên mele û zanyarên misilman de, bi sedan belengaz û sergeriman berê xwe dane şerê bi "gêwir" re. Di nav şer de, hin hatin kuştin, hin hatin girtin û hinek pir poşman li xwediyan vegerîn. Di hundirê kesên, ku vegerîn de, cudahiyek mezin peyda bû. Baş têgihiştin, ku xewna di serê wan de çiqas pûç û vala ye.

Di nav şer de, serok û şalyarê derve yê Emerîka, gef dane desthilata Sûryayê. Gefgur û gunehkariya rêjîma Sûryayê di van bendên jêrîn de didîtin:

1. Piştgirtina hêzên filestînî yên terorê (Hemas û El-Cîhad)
2. Şandina çekan ji rêjîma Sedêm re
3. Hewandina berpirsiyarên rêjîma Sedêm
4. Avakirina çekên tevkuj

Desthilata Sûryayê baş tê gihişt, ku ew gefgur ne ji valahiyê tên. Tirsek mezin kete nava rêjîmê. Bi lez û bez, kar û xebata vegerandina têkliyên dostane bi Emerîka re kir. Lewre, şalyarê derve, Kolên Pawil got: "Desthilat Sûryayê name fam kir". Bi hatina hin berpirsiyarên Emerîkayê li Sûryayê, û di pişt re hatina Kolên Pawil, desthilata Sûrya sînorê xwe bi Iraqê re girt, berpirsiyaên rêjîma Sedêm vegerandin Iraqê, cîgehên El-Cîhad û Hemas çember kirin. Em di wê baweriyê de nem ku pir deziyên nexuya û veşartî di navbera wan de hatin hûnandin.

Bawerî ew e, ku hûnandina têkiliyên berjewendiyê ji taybetmendiyên her desthilatekê ye, lê divê ew hûnandin ne li ser hesabê hûnandina têkliyên bi hundir (gel) re bin. Jiber çiqas têkliyên bi derve re rast û durist bin, ya herî rast, durist û bisûdtir a hundir e. Gava mirov di welatê xwe de, ne serbest û azad be, mafên mirov, netew, ol û hd. li gor destûr ne parastî bin, ew dewlet mîna dareke kevnar, hundirê wê vala ye, bahozek dikare wê bixîne. Nimûna Bexdayê jî li ber çava ye.

Di vê bûyer û qonaqa nû de, mirov bi hêvî bû, ku desthilata Sûryayê wek çawa bi lez û bez ji erêkirina xwe da daxwazên Emêrîkayê, wiha bikarîba bi wê lezê jî daxwazên gelê xwe, yê ku ji çil salî ve di bin de dinale, bi cihbianîbana!

Em di wê baweriyê de ne, ku gava desthilata Sûryayê rast dixwaze li hembr êrişan (ji kîjan alî ve bin jî) bisekine, gava pêşîn, xurtkirina hundir e, rastkirina têkliyan bi gel re ye. Rsatkirin û xurtkirina hundir bi van karan dest pê dike:

1. Rakirina zagonên awarte û bi taybetî zagona El-tewar'ê, ya herî bi ziyan di jiyana gelê me de, û vegerandina mafên mirovên, ku ziyan ji vê zagonê dîtine.
2. Azadkirina hemî girtiyên siyasî di girtîgehên welêt de.
3. Lidarxistina zagona partiyan, li gor heyam û rewşa nû.
4. Rastkirn û lihevkirina têkliyan bi hemwelatî û welatparêzên li derve -rikber- re û parastina vegera wan, da ku cihê xwe di avakirin û pêşketina welêt de bigirin.
5. Guhartin û avakirina destûrekî nû, ku mafên mirov, netew û olan biparêze.
6. Pejirandina hebûna gelê kurd, ê ku li ser xaka xwe dijî, û rakirina zagonên awarte, yên bi taybetmendiya gelê kurd (Serjimara Awarte, Kembera Erebî û hd.) û vegerandina mafên, ku ziyan ji van zagonan dîtine.

Mirov di wê baweriyê de ye, ku hûnandin û ristina têkliyên rast û durist li gor berjewendiyên gel di hundirê welêt de, çareserkirina pirsgirêkên jorîn bi şêweyeke dadmend û demoqrasî bête kirn. Ew ji xurtkirina hundir re bingeha serekîn e. Wê gavê, tevaya gel û bi hêzên xwe ve, wê bi mêranî li hember êrişan li ber xwe bidin.

--------------------------------------------
- Şerê Kendavê yê Siyemîn (1/2)

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]