 |
 |
12.06.2003 - 11:52
Şerê Kendavê yê Siyemîn (1/2)
Reşoyê Pîrê*
Bêguman mirov di olên banî, zagonên navnetewî, bîr û baweriyên zanan de,
tiştê herî bûha û bi nirxtir e. Lewre şer, pevçûn,
kuştin, perçiqandina mafên mirov, gel, netew û olan cihê
şermezariya mirovatiyê ye.
Di bin navê guhartina rêjîma Bexdayê û pêkanîna demoqrasiyê de, dewleta Emerîka û Îngilîz bê biryara Komela Yekgirtî di 20ê Avdara borî de şer ajotin ser rêjîma Bexdayê. Di encama şer de, bilî hilweşandina avahiyan, bi sedan mirov hatin kuştin û birîndar kirin.
Di vê bûyerê de, dubendî kete nav desthilat û milatên cîhanê, her kes li gor berjewendiyên xwe, nerîn û helwestên xwe ji vî şerî re diyar kirin.
Kê hirç anîn nav mêweyên welêt?
Iraq di nav dewletên Ereban de, bi hebûna erdnîgarî, petrol, av û netewên curbecur (Ereb, Kurd, Tirkman û Aşur) , ji bilî şaxên olî, pir dewlemend e.
Di wergêra partiya Be's û bi taybetî ya Sedêm li serê serokê Iraqê Ehmed Hesen Bekir di 1977an kirî de, mafên mirov, netew û olan bi hovîtî hatiye perçiqandin.
Bêguman, gelê kurd wek netew di Rojhilata Navîn de, kevintirîn milet e. Di avakirina şaristaniya vê herêmê de, xwedî roleke berz û bi hêz e. Tu carî ne şerxwaz û dagîkir bû, xwedî roleke giranbûha di belavkirina ola islamî de lîstiye û yekem car bi destê wan Qudis hatiye rizgar kirin.
Tevlî ku gelê kurd li Kurdistana Iraqê di rizgarkirina welêt de ji Impiratoriya osmanî û dagîkerên ingilîz ve xwedî roleke berz e, lê piştî rizgarkirinê desthilata Iraqê şerekî hovîtî bi Kurdan re kiriye. Şerê herî dirêj û dijwar ji 11ê Êlûna 1961an ta Avdara 1970î berdewam kiriye. Di bin hukariya Şoreşa Êlûnê de, desthilata Iraqê neçr dibe, ku peymana xwedmixtariyê di 11ê Avdara 1970î de bi PDK re, bi seroktiya nemir Berzanî, li dar xe. Li gorî wê peymanê, şer ta sala 1975a rawestî. Di wê navberê de, desthilata Iraqê, li gor merc û hoyên heyî, têkliyên stiratîcî bi dewleta Sovyêt re li dar xistin û ji bo peymana 11ê Avdarê beravêtî bike, têklî bi şahê Îranê re hûnand. Di 6ê Avdara 1975an de, serokê Cezairê Hewarî Bomîdyen, cigerê serokê Iraqê Sedam û şahê Îranê li Cezairê civandin. Ji encama wê civînê, şahê Îranê piştgiriya Şoreşa Êlûnê birî û Sedêm bi peyman hin perçe ji kendavê baxişand Îranê.
Gava Sedam dibîne ku lihevkirin û berhevhatina di navbera herdu serokên Sûriyayê û Iraqê de pêş ve diçe û cih ji wî re namîne, serokê Iraqê E. H. Bekir neçar dike ku desthilatê berde. E. H. Bekir ji tirsa Sedêm re di civata komîta şoreşê de desthilatê berdide û Sedêm pêşniyar dike ku bibe serokê komarê. Piştî Sedam dibe serok, ji bo tirsê bixe nava gel û bi taybetî nava partiya Be's, bi lez û bez 54 berpirsiyarên Be's bi têkliyên dostane bi rêjîma Sûriyayê re gunehkar û tewanbar dike û bi şêweyekî hovîtî wan dikuje. Ji wê rojê ve, têklî di navbera herdu rêjîman - Sûriya û Iraq - de tê birîn û dijîtiya hev dikin.
Di sala 1979 an de, şoreşa islamî bi seroktiya Ayt Elah Elxumeynî li Îranê bi ser dikeve. Di sala 1980î de, ji bo ew perçeyên ji "kendavê paxişandine şahê Îranê vegerîne", Sedêm şer ser Îranê dibire. Dewletên Ereban, tev bilî Sûriyê, bi her awayî piştgiriya rêjîma Sedêm di vî şerî de kirin. Dewletên Ewropa û herweha Emerîka ji rêjîma Sedêm re bûbûn piştgir (Ji bo hesin bi hesin bikutin), ew piştgiriya ku Sedam di şer de ne bi ser keve û ne jî hilweşe. Şer ta sala 1989an berdewam kir. Di encama şer de bi sedhezaran mirov hatin kuştin, ji bilî birîndar û hilweşandina avahiyan.
Di 16-17ê Avdara 1988an, rêjîma Bexdayê bi çekên kîmawî li bajarên Helebçe, Xormal û Seyd Sadiq xist. Ji encama wê lêxistinê pênc hezar pîrek, zarok û pîremîr hatin kuştin û bêtirî pênc hezaran birîndar bûn. Ta niha ziyana wê lêxistinê berdewam e. Ev xişim û bêtara rêjîma Sedêm bi serê Kurdan ve aniye, tu dewletan - ne Ewropa Rojhilat, Rojava, Misilan, dewletên ereb û ne jî tu zanyar û meleyên misilmanan ev kuştin şermezar kirin û ne anîn zimên. Te digot qey ew Kurdên hatine kuştin ne hemwelatiyên Iraqê, ne misilman û ne jî mirov bûn!!
Rêjîma Bexdayê ji berî şerê bi Îranê re û di navbera şer de, bi alîkariya dezgehên Ewropa yên çekan çekên tevkujiyê ava kirin.
Di 1ê Tebaxa 1990î de, rêjîma Iraqê di şeveke reş û tarî de, bi tang û top dewleta Kwêtê takan kir. Komela Yekgirtî bi alîkariya dewletên ereb biryara rizgarkirina Kwêtê distîne. Li gorî wê biryarê, hêzên hevbend ketin Kendava Erebî û bi alîkariya hemî dewletên Ereban, hêzên hevbend Kwêt ji dagîrkerên Sedêm rizgar kirin. Bi derketina hêzên rêjîma Sedêm ji zeviyên Kwêtê, gelê Iraqê (Ereb, Kurd, Tirkman, Asor û hemî şaxên olî) bi hêvî bûn, ku hêzên hevbend wan ji zodariya Sedêm rizgar kin. Lewre, gelê Iraqê ji başûr ta bakur kar û xebata rizgariyê kirin. Lê dewletên hevbend tu berjewendeyên xwe di guhartina rêjîma Sedêm de ne dîtin. Rêjîma Sedêm ew stiratîciya han baş têgihişt, lewre bi şêweyekî hovîtî li gelê Iraqê xist. Ji başûr ta bakur, bi hezaran pîremêr, jin û zarok hatin kuştin û girtin, ji bilî bi hezaran ji neçarî welatê xwe berdan û bi dûriyê ketin. Li Kurdistanê jî, ji tirsa bikaranîna çekên kîmawî, melyonek (pîrejin, zarok, pîremêr ) ji malên xwe koçeber bûn û berê xwe dane çol û çiyan Di wê koçeberbûnê de, bi dehan zarok, jin û pîremêr ji tîbûn, birçîbûn û sermaye mirin. Piştî wê xişim û bêtara bi ser gelê Iraqê de hatiye, Komela Yekgirtî biryara cezakirina rêjîma Bexdayê distîne, başûr û bakurê Iraqê ji rêjîma Sedêm diparêze. Li gor wê biryarê, gelê Kurd di Avdara 1991an de piraniya zeviyên Kurdistanê bi dest xwe dixe. Ji wê demê ve, Kurd ji bin hukariya rêjîma Be's derdikevin û serbixwe dibin.
Piştî rizgakirina Kwêtê û ji bo parastina berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de, dewleta Emerîka bi erêkirina dewletên Kendava Ereban, avahiyên leşkerî di nav zeviyên wan de bêtir dike.
Di destpêka Avdara borî de, baş ji tevan ve xuyabû, ku tevlî nerazîbûna Komela Yekgirtî, dewletên Emerîka û Ingilîz tevdîra lêxistina desthilata Iraqê dikirin. Lewre, di kongirê Şerim El-Şêx de, biryar hate standin, ku komîteyek ji nûnerên şalyarên derve, piştî vegera wan ji Ewropa, berê xwe bidin Bexdayê, û ji Sedam bixwazin ku dev ji desthilatê berde û li nav welatên Ereban bi cih û war bibe, da ku ti şer pêk neyê. Lê mixabin, ji ber nerazîbûna hin rêjîmên ereb, ew komîte hate beravêtin. Di vir de, hêjayî gotinê ye, ku daxwaza berdana Sedêm ji desthilatê re, dazwaza pir dewletan û bi taybetî ya Rûsiyayê bû. Lewre, dostê Sedêm Birîmakov berê xwe dide Bexdayê ji bo bihêle ku Sedam desthilatê berde û li Rûsiyayê bi cih û war bibe. Lê xwînmij û xwîvexarê gelê Iraqê li serê xwe siwar bû û ew pêşinyar li erdê xist.
Di 20ê Avdarê de, dewletên hevbend bi hemî hêz û çekên xwe yên nû, ji zeviyê Kwêtê derketin û berê xwe dane zeviyên Iraqê. Şer ji 20ê Avdarê ta 9ê Nîsanê berdewam kir. Berxwedana hêzên Iraqê ya herî mezin 14 rojan li başûr ji Um El-Qesir ta El-Besra dirêj kir. Piştî ketina El-Besra, rêjîma Sedêm hemî hêzên xwe li derdora Bexdayê civandin. Di daxuyaniyên detsthilata Iraqê de, dihate gotin ku "derdora Bexdayê dê bibe goristana hêzên hevbend".
Bi rastî jî pir nezan û belengazên Ereban di bin hukariya ragihandina berpirsiyarên rêjîma Iraqê û fetweyên mele û olperestên misilman ên (selefî) de ji aliykî ve, û ji ber zilm û zora serdestên xwe ji aliyê din ve, bêtrî 8 hezar mirov ji hemî dewletên Ereban berê xwe dan Iraqê, da ku wê ji "gawiran " rizgar bikin. Bêyî ku bizanibin, ku ev rengê kar piştgiriya diz û xwînvexarê herî bi nav û deng di Rojhilata Navîn de dikin.
Piştî hilweşandina El-Besra, hêzên hevbend berê xwe dane Bexdayê, û derdora wê çember kirin û pêçan. Şerê giran û mezin di balefirgeha Bexdayê de rojekê dirêj kir. Piştî hilweşandina balefirgeha Bexdayê, tu hêzên Sedêm li wê derê neman, tevan çekên xwe avêtin û reviyan. Di 9ê Nîsanê de, hemî bajar, bajarok û gundên Iraqê ketin bin lepên hêzên hevbend û şer rawestî.
Di pêvajoya şerê kendavê yê siyemîn de, baş diyar dibe, ku yên ku hirç anîne nav mêweyên Iraqê ne Kurd in. Sedema serekîn Sedamê (Hecac) xwînvexar, xwînmij û kuştdarê Rojhilata Navîn ê herî bi nav û deng e, yê ku bi sedan hevalên xwe, bi hezaran rewşenbîr, nivîskar, partîzan, zanyar, olperest, pîrek, zarok û hdw. kuştine, yê ku 8 salan şer bi Îranê re kiriye û Kwêt talan kiriye, yê bi çekên kîmawî li Kurdan xistiye. Ew bû, yê ku hirç anîn nav mêweyên welêt.
Piştî hilweşandina Bexdayê, pirsên herî balkêş û beloq, ku piraniya gelên ereb nikanin bawer kin û ew matmayî hiştine, ev in: Kanî hêzên Sedêm yên bi hezaran? Ka girgira Sedêm û Sehêf? Çma Bexda bi wê hêsaniyê, mîna bêdera kayê hilweşî û nikanîbû çend rojan li berxw bide?
Ev pirs dê ta demeke dirêj di serê belengaz û nazanan de bimînin. Ji ber ew nikarin tê bigihên, ku gava di civakê de valahiya azadiyê ji tek mirovekî re hebe, ew mirov dibe welat, rêjîm, desthilat, civak, dîrok, erdnîgarî û Xwedê. Bi çûyîna wî re, hemî bingehên hebûnê hildiweşin. Gava mirov di welatê xwe de bêrûmet, tî, birçî, neazad û serbest be, bigehên mirovatiyê ne parastî bin, ew nikare ji ber welêt ve ber xwe bide û nimûna Bexdayê baş diyar e. Divê ev nimûne her û her li ber çavên mirov, rêxistin, dezgeh, dewlet û hwd. be.
Gulan 2003
Berdewam dibe..
--------------------------------------------
* Nivîskareke kurd ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ye. Ew endamê
desteya rojnameya NEWROZ e, ya siyasî ku bi zimanê kurdî li Sûryayê derdikeve.
|
 |
 |