 |
 |
22.10.2003 - 11:25
Doza serxwebûnê û şerê çekdarî Kurd birin
Reşîd Battê - Uppsala/Swêd
resit44@yahoo.se
 "Na ji bo şer, na ji bo terorê" (usatoday.com) |
Îro li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund û zivîng wêran in.
Bi milyonan Kurd li bajarên Tirkiyê li roavayê Anadolê di navbera
man û nemanê de ne, bêyî ku bikaribin liberxwedanê bikin û di bin
asîmîlasyona zimanê tirkî de dinalin.
Jinên kevnare yên bi çarik û poşî li van bajaran bi neviyên xwe re bi tirkiyeke şikestî dipeyivin. Hisên xwe yên kurdî, yên ku ji bav û kalên xwe girtine, bi zimanekî şikesti-tirkî û bi dilkulî û bêyî dilê xwe ji neviyên xwe re dibêjin.
Ew zarokên ji Kurdistanê, yên ku bi malbatên xwe re ji ber şerê çekdarî û zordestiya leşkerên dewletê koçberî bajarên monopola Tirkiyê bûne, êdî nema zanin Kurd û Kurdistan çi ne; ew bûne qurbanên wî şerê çekdarî, yê ku berê bi milyonan Kurd daye vê asîmîlasyona bê wijdan.
Jiyana wan Kurdên ku bi milyonan in, ne tu jiyan e; bêkarî, bêmalî bêolî û bê neteweyî ya wan nayê wesifdan û gotin. Serdestiya neteweya tirk, wan milyonên Kurdên koçber dike rewşeke ne mirovane. Keç û kurên Kurdan bi pereyekî hindik ketine xizmeta malbatên rûniştvanên van bajaran. Sermî û şerpezebûna vê jiyana bêdil dike ku kal û pîrên, keç û jinên Kurdan ji hebûna xwe û ji neteweya xwe şerm dikin; bi zimanê tirkî dipeyivin, xwe asîmîlayî ser civata tirkî û zimanê tirkî kirine û dikin.
Xeyalên wan yên serxwebûnê tev ketine avê, hêviya jiyaneke xweş û geş li welatê xwe li ser cografeya xwe ji Kurdan re êdî bûye zindan û goristan.
Di navbera salên 60î û 70ê de, asîmîlasyon û zordestiya li ser Kurdan, a ku bi damezirandina komara Ataturk re hat, hinekî sivik bûbû û keç û kurên Kurdan dest bi xwendinê kiribûn. Xwendin herçiqas bi tirkî jî bû, lê şiyarbûna gelê kurd di nava wan 20 salan de pirr bilind bû. Heger salên 80ê û 90î jî bi wî awayî berdewam bûba, wê îro Bakurê Kurdistanê ji nifûsa xwe bi nêvî nebana ,bi milyonan koçber dê li metropolan asîmîle nebûna û Kurdan dê îro bê teqûrek û bêyî wî şerê çekdarî, yê ku di sala 1984ê de dest pê kir, mafê xwe yê neteweyî wergirtiba!
Lê çi mixabin, îro ew bîst salên xerab hatin, 20 salên baş jî bi xwe re birin û van 40 salan doza Kurd û Kurdistan li paş xistin, nîvê cografya Kurdistanê pûç û tine kirine.
Yên ku li nîvperçeyê Nakur mane jî, îro di binê serdestiya bi sedhezaran leşker, korûcu û tirsa çekdarê "serxwebûna xeyalî" de dinalin, ji tirsa wan di nav nivînên xwe de jî bi tirkî dipeyivin.
Di rastiya xwe de, çekdarê li Bakurê Kurdistanê heyî tev bi yek armancê dirabin, ew jî ew e ku neteweyê kurd ji cografiya wî dûr bikin, zimanê wî pê bidine ji bîr kirin, wî asîmîle bikin, ji ber ku tev wek hev dibêjin, wek hev dikin û zimanê wan jî yek e, tirkî ye; tev di armanca xwe de dighên hev!
Bi hezaran xort ji ber vê tofana han direvin Rojavayê Tirkiyê û Ewrupa. Kal û pîrên Kurdan li ser cografya Kurdistana Bakur bêkes û kûs mane, êdî nema dikarin gorên miriyên xwe jî bikolin û wan li gor toreya xwe bidin veşartin.
Zimanê leşker û çekdaran - çi eşkere û çi neyênî û tevî yên dozxwazên "serxwebûna xeyalî û komara demokratîk" jî - zimanê tirkî ye. Asîmîlasyon ji bo vê yekê û bi alîkariya wan, ên ku ez qala wan dikim, ji 90% bi ser ketiye.
Hêviya neteweyê kurd maye li Başûrê Kurdistanê û biserketina wî perçeyê welatê Kurdan. Divê her Kurdê welatparêz ji bo biserketina wan xebatê bike û yên ku bûne sedemên asîmîlasyona mezin - çekdarên PKK jî - ji bo ku leşkerê tirk neçe Başûr û wê nexe binê kontrola xwe de, divê ji Başûrê Kurdistan derkevin an jî xwe û çekê xwe bispêrin hikûmeta Kurdistanê. Heger vî tiştî ne kin, dê ti cudahiya daxwaza wan û ya Tirkan nemîne. Armanca leşkerê tirk ew e ku dewleteke serbixwe yan jî dewleteke federal ji bo Kurdan neyê damezirandin.
Netew bi ziman, cografiya û toreya xwe netew e. Dema ev nebe, ji xwe netew jî wê nebe. Bakurê Kurdistanê asîmîle dibe û ber bi nemanê ve diçe. Rastî tal e, lê rastî îro ev e!
Ji ber tofanê çi bimîne û çi xelas bibe, ew jî fêde ye. Divê xebat ji bo vê yekê bê kirin.
Uppsala 15.10.2003
|
 |
 |