www.amude.com - navenda çanda kurdî


16.01.2004 - 23:17

Ji polîtikayê revîna Ciwan Haco xwekuştina wî ye

Rêbiwar Pîremêrd - Stenbol
rebiwar@hotmail.com


Ciwan Haco li Stenbolê stand-upa kurdî temaşe kir (dîha)
Navê Ciwan Haco piştî salên nodî li bakûrê Kurdistanê hêdî hêdî belav bû. Ewil, tenê ciwanan ew guhdarî dikir. Bi taybetî jî ciwanên xwendekar. Kasetên wî li Tirkiyeyê tune bûn, lê di bin destan de bi awayekî dihatin peydakirin û kopîkirin. Piştî ku kaseta wî ya bi navê "Sî û sê gule" li Tirkiyeyê bi awayekî zagonî derkete piyaseyê, êdî hêdî hêdî ew di nava gel de jî hate naskirin. Dûre kasetên wî yên bi navê "Dûrî", "Bilûra min", "Destana Egîdekî" û yên din yek bi yek li Tirkiyeyê hatin derxistin... Ji xwe bi vebûna MED TV re êdî me reng û rûyên wî jî dîtin û konserên wî jî temaşe kirin..

Ciwan Haco di demeke kin de bi hunera xwe ya hêja di dilê me kurdan de cihekî giranbûha girt. Ji çar hêlên welêt ve her kesî ew bi hezkirineke mezin hêmbêz kir. Bi taybetî jî ciwanan. Ew di warê mûzika kurdî ya nûjen de bû destpêka serdemekê. Gelek hunermendên kurd ew ji xwe re wekî mînak girtin. Bi taybetî jî di nava wan salên dawîn de...

Di destpêka salên 2000î de, ku li Tirkiyeyê gelek zagon, guherîn û qedexeya li ser zimanê kurdî rabûn, daxwaza her kesî ew bû ku Ciwan Haco were Amedê konserekê bide... Lê ew yek ji ber sedemên ku em pê nizanin, pêk nehat... Çavên her kesî li rê bû... Gelek kesan xeyalên wê rojê dikir...

Herî dawî xewn bi dawî bû. Ciwan Haco ji bo ku beşdarî Mîhrîcana Heskîfê bibe, hate Tirkiyeyê. Û bi beşdariya 350 hezar kesî li Êlihê konsereke mezin da... Ji bo ku beşdarî konsera Ciwan bibin, gelek kes li bajarên cûr bi cûr çûne Êlihê... Di dawiyê de, konser bi coşeke mezin pêk hat... Dûre, di çapemeniya Tirkiyeyê de pê re gelek hevpeyvîn hatin kirin û derbarê wî gelek nûçe hatin çêkirin. Min ev nûçe û hevpeyvîn yek bi yek şopandin. Ciwan beşdarî televîzyonan jî bû... Min ev jî şopandin... Piştî ku min ev bername temaşe kirin û hevpeyvînên di çapemeniya tirk de xwendin, a rast ez ecêb mam: Gelo ew kes Ciwan Haco bû? Ev kesê wisa çilmisî, wisa a-polîtîk! Bi taybetî jî piştî ku min di bernameya Hulya Avşar de Ciwan Haco temaşe kir. A rast, min wekî kurdekî fedî kir... Min çima fedî kir?

Niha tu hedê min nîn e ez li ser hunera Ciwan Haco zêde tiştekê bêjim. A rast, ez gelek jî muzîka ku ew çê dike, hez dikim. Fedîkirina min ji ber sekinîn û bersivên wî ye... Yên ku wê nivîsê bixwînin, ez nizanim temaşekirine yan an? Lê ji bo kesên ku temaşe nekiribin, ez dixwazim qala çend hevpeyvîn û bernameyên ku Ciwan Haco beşdarî wan bûbû, bikim.

Bernameya Hulya Avşarê

Ez sedemê wê nizanim, lê berê jî me dizanî Ciwan Haco heyranekî Hulya Avşarê ye. Qet nebe wî berê jî ew yek di hevpeyvînan de gotibû... Ev yek tişteke xwezayî ye jî û ji bo vê yekê tu gotinên min nîn in.
Îcar heke em vegerin ser bernameyê. Berî ku Ciwan derkeve, Hulya Avşarê xeziyekî (gazî) ku di herba damezirandina Tirkiyeyê de cih girtiye, derxist bernameya xwe, û pesnê mezinahiya Ataturk û tirkan da... (Di vir de tu gunehê Ciwan nîn e). Dûre bangî Ciwan Haco kir. Haco dema ku hate ser dikê, te digot qey ew kes cara yekem derdikeve ser dikê. Xweya bû ku pir bi heyecan e. Wekî kesekî ku bixwaze bibe xwedî şohret, li ber Hulya Avşarê çilmisî bû. Bi rastî ez nikarim sekna wî bînim zimên. Dûre strana xwe ya bi navê "Sê sê" got. Stran bi awayekî playbêk hate pêşkêşkirin. Îcar Ciwanê min jî hem dilîst, hem digot. Ciwan bi awayekî ecêb xwe dihejand... Qaþo dilîst, lê qet samîmî nebû... Yanî te digot ew kes dixwaze xwe bike çavên tirkan. Dûre dema pirsan hat. Hulya Avşarê ji Ciwan pirsî: "Tu li Tirkiyeyê kesekî polîtîk nas dikî yan na?" Wî got "na". Avşarê got: "Tu kê nas dikî?" Ciwan jî got: "Ez Hulya Avşar, Sezen Aksu.." û hew... Ne tenê ev, Ciwan di hemû hevpeyvînên xwe de yên bi çapemeniya tirk re ji polîtîkayê direve. Peyva "zimanê kurdî qedexe bû" nagire ser lêvên xwe. Dibêje 'muzîka min ne polîtîk e...' û hwd...

Îcar me di serî de gotibû, em di warê hunerî de ji bo Ciwan tiştekê nabêjin. Lê mafê tu kesî tune, ku bêje muzîka Ciwan ne polîtîk e (ji bilî her du kasetên dawî). Ji xwe bi ya min, herdu kasetên dawî jî hem di warê hunerî de, hem jî di warê teknîkî de li Tirkiyeyê nehatin ecibandin.

Îcar em werin ser naveroka muzîka Ciwan. Her çiqas Ciwan dibêje 'muzîka min polîtîk nîn e' jî, bi ya min nankoriyê dike. Heta ez îdîa dikim ku stranên Ciwan ên polîtîk ew anîn vê rojê. Heke bo vê yekê mînakek gerek be, em navên çend stranan bêjin: "Girtiyên Azadiyê", "Sî û sê gule", "Pêşmerge", "Zinge zinga dilê min", "Ey hevala Evîndar", "Zîlan", "Diyarbekir û bi dehan stranên din... A rastî heke populîteya Ciwan û pêvajoya Yekîtiya Ewropayê nebûya, Tirkiye tenê ji ber gotinên strana "Zîlan" dikare Ciwan bike zindanê. Niha dê hin kes bêjin 'tu li vir bi nivîsandina van agahiyan hatina Ciwan a li Tirkiyeyê dikî talûkeyê'. Bi ya min Tirkiye nasnameya Ciwan a polîtîkî ji me hemûyan baştir dizane û nas dike. Dîsa bi ya min ji bo ku Ciwan a-polîtîk bibe, ji polîtîkayê dûr bikeve, ew qas wî derdixin pêş. Ji xwe Ciwan jî wê yekê dike. Yanî heya ku wî bê ji tiştên polîtîk direve. Lê bi ya min ji polîtîkayê revîna Ciwan tê wateya xwekuştina wî. Ez nabêjim bila di bernameyan de dirûşman berz bike. Ez nabêjim bila wekî siyasetmedaran siyasetê bike. Lê dikare di hevdîtinan de qedexeya li ser zimanê kurdî bi awayekî polîtîk bîne zimên. Wekî mînak, birêz Behman Qubadî jî hate Tirkiyeyê. Min ew jî ji nêz ve şopand. Her peyv û her gotineke wî ya li ser hunera kurdî, li ser sînemaya kurd dibû tîrek li dilê tirkan diket. Qubadî qet dirûşm berz nedikir. Lê rastî jî înkar nedikir. Yanî wekî Ciwan nedigot 'muzîka min polîtîk nîn e'...

Ciwan bi hestên kesekî bindest tevdigere. Di psîkolojiya bindestan de ev yek heye. Lê bi rastî, min digot niha Ciwan bi pêşketin û ronakbûna xwe ew hest kuştine. Lê mixabin...

Wekî encam, Ciwan xeyalên min di avê de birin. Gelo ew kes e, yê ku strana "Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir"? Gelo ew kes e, yê ku dibêje "Generalekî tirsonek, zalimekî bêînsaf"? Gelo ew kes e, yê ku dibêje "Diyarbekir mala min e, Diyarbekir paytexta min e..."? Û peyva dawî: Neke birayê min neke.

Ji xwe bi têra xwe tu bi nav û deng î û ti pêdiviya te bi Hulya Avşarê nîn e. Heke tu yê biçî wir jî, bi nasnameya xwe ya rastîn biçe. Bi a-polîtîkbûna xwe întîxar neke!


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]