09.04.2002
Fatma bû qurbana azadiya xwe
Qado Şêrîn - Holenda
Ev ne şeref û namûse wek ku tête gotin, belê şeref û namûsa herî mezin ku mere li welatê xwe bijî di rewsa xerab de, lê vêca ku mere barkir û bi çolan ket dibin siya kawdanin reş û tarî de divê mere ligor kulturê wî welatî jî bijî, kuştina Fatîmayê di nerîna min de nebû şeref û namûs ji bav re. Gelo ku Fatîma bi mirovekî Tutrk re zewicîba dê bavê wê ew kuştiba? Gelo Siwêdî jî bûne dujminên kurda.
Li gor musulmantiyê jî ev ne şerefek mezine çimkî wê ne bi dizî ev yek kiriye, belê jibo pêkanîna azadiya xwe ev yek kiriye, helbet ev ji musulmantiya teng û nezan tê, yê ku dîroka kurdî ji rojahatina musulmantiyê de xwendibe dizane çi bi serê kurda hatiye ji dû musulmantiyê, lê ez ji sedî sed bawerim ku kurd ne musulman bana anka welatê wan hebaya û jin û keçên wek gula nedihatin kuştin. Gelo em kurd hêjane di vê dunyaya xweş de bijîn? Ta niha em evînê..hezkirinê…ken..azadiyê..xewnên gulgulî..hêvî û sozan dikujin.
Em kurd jibo azadiyê kar û xebatê dikin lê di eynî çax de em hinek kes wek Fatîma dikujin çimkî ew jibo azadiya xwe dikin.
Gunehên me di vê dunyaya xwe sde pirin, guneha herî mezin ku em kurd in û em musulman in, lê ma çi gunehê me bû ku em kurdhatin dunyayê, çi gunehê mebû ku em musulman û dibin destên dêwan de wek Turk û Ereb û Eceman hatin dunyayê? Lê ligel bîrbirinê, ligel zanebûn û rewşenbîriya me em xwe ji gunehên xwe naşon, kî ji me dikare sûnda giran buxwe ku xuşkan qîza xwe dibin mirovekî de bibîne dê tuştekî neke, dê karibe xwe bigire û kuştinê neke, lê ku tu kuştinê jî neke mane tu ji gotinên xelkêxilas nabe, gotinên xelkê dê te bikujin û te ber bi kuştinê de bajon. Em miletekî rojhilatîne, em xêrê ji hevûdure naxwazin.
Ta ku kurd nebin wek Europiya ji hêla jinê de, ta ku jina kurd azadiya xwe ji mêrê kurd nestîne bila kurd nebêjin dê welatekî me çêbibe, nemaze ji hêla sêksî de. Çi çaxê me şeref û namûsa xwe di welat de dît ne di laşê jina kurd de wê çaxê em dê rêzgar bibin ji her tuştî, çaxê ku kurda keça xwe an jî xuşka xwe bi têkiliyek evînî an jî sêksî bi xortekî re dîtin û kuştin nekirin wê çaxê dê Kurdistan rêzgar bibe. Ez bi azadiya keça kurd re me ji hemû hêlan de bi teybetî hêla cinsî û ev tenê dê me jiher tuştî rêzgar bike.
Jina kurd ji her hêlê de bindeste, ji hêla kirîn û firotinê, ji hêla pismam û heyirandinê. Jina kurd ta niha nikare hevalê jiyana xwe helbijêre. Ma ev ne nexweşî ye, ma ev ne rengek ji bindestiyê ye? Fatima ne ya pêşî û ne jî ya dawî ye ku tête kuştin, helbet dê gelek din bêne kuştin di ber azadiya xwe de û li van welatan ango welatên Ewropiyan, çimkî xort û keçên kurd yên nû hatine van welatan ligel malbata xwe bi berebabên Ewropiyan re mezindibin helbet dê wek wan bin, lê dê û bav dê wek xwe li paş bi hiş û ramanin paşketî bimînin da wê ji qîza xwe re nehêlin ku azadbe. Gelek keçên kurda dê li van welatan bibin qurbana azadiya xwe wek serok wezîrê Siwêdê Goera Persson li ser Fatimayê got: keçek cesûr û ciwan û bedew bû, ew bû qurbana azadiya xwe.
Ez careke din gotina xwe vedigerînim, kî ji me qîza xwe an xuşka xwe di rewşek sêksî de bibîne dikare kuştinê neke, ku neke jî dê kesê derdora wî wî ber bi kuştinê de bajon û em kurd mixabin em vê yekê bi xurtî dikin, gelacî û axaftina li ser hevdu, lê çi çaxê me keça xwe an jî xuşkaxwe di rewşek sêksî de dît û me kuştin nekir bizanibin wê di eynî çax de Kurdistan rêzgar bibe.
Yê ku nikaribe mejiyê xwe li gor kultura van welatan biguherîne bila vegere welatê xwe kuştinê bike.
Bang :
Ez dengê xwe yê bi şewat bi xurtî bilind dikim û digihînim hemû kesên bi rûmet û yên ji azadiyê hesdikin ku roja 21-01ê ji her sal li EWROPA (mixabin) bibe roja azadiya jina kurd. Ez bi hêvî me ev banga min cihê baweriya hemû partî-hêz-komele-rêxistin-kovar-rojname-nivîskar û rewsenbîran be.
Pirs: Ku tu di şûna bavê Fatîmayê de ba, xwendevano, te yê çi kiriba…?
Ez li hêvya bersiva we me…….
|
|