 |
 |
27.05.2003 - 14:45
Xwaziya pirsgirêk ev tenê ba!
Polat Can - Rojnamevan
Di gotara xwe ya bi navê "Pirsgirêka alfabeyê û pêşniyazek" de, rojnamevan Cemîl Oguz
li ser pêdevî û neçartiya yekbûna ziman û alfebeya kurdî radiweste û hin pêşniyazan
ji rayadarên Kurdan re dike.
Bêguman ev mijareke kevin-nû ye. Lê divê di serî de em jî dengê xwe -weke rojnemevanekî
kurd ê Qafqasiya- tevlî dengê C. Oguz bikin.
Di heman demê de jî, divê ku hemû kesayet û saziyên ku bi vê pirsê re têkildar in, bi awakî rêk
û pêk li ser vê mijara jiyanî rawestin. Ji ber ku ev mijarên wisa yekîtiya netewî diyar dikin,
ji ber neyekbûna alfebeyê jî, li pêşiya yekîtiya netewî û danstandina hemû kesayetên kurd
de astengî û kendalan diafrîne. Ev bi serê xwe jî pirsgirêkeke, tenê bi pêşniyar û nivîsandina
çend gotaran çareser nabe. Jixwe rewşenbîr û rojnemevanên me yên kurd,
têkoşîna xwe ya neteweyî tenê bi riya internetê bi rê ve dibin. Ev yek jî kêm û lewaz dimîne.
Divê ku êdî rewşenbîr û rojnemevanên me ji şêwazê xebata biroqratîk û lîberal dûr bikevin.
Em naxwazin ji mijara xwe ya bingehîn dûr bikevin. Mijara yekbûna alfebeya kurdî...
"Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya ziman çêdibe û yekîtiya ziman jî bi yekîtiya alfebeyê çêdibe."
Ev hevoka zêrîn ku M. C. Berdirxan gotiye, aniha ji bo me divê ku bibe rêbîşan û bingeh.
Lê pirsgirêk ne tenê wekî ku Cemîl diyar kiriye. Pirs ne tenê pirsa guheztina tîpên erebî bi yên
latînî ye! Ka divê di serî de em di nava tîpên latînî de yekbûnekê ava bikin.
Êdî ew qasî ku zimanzan, ziman-xar û zimannezanên me pir bûne ku li giramêra kurdî weke porê
jinên ereb bûye. Her kes radibe û dibêje: "Stîlê min, gramêra min, forma min û ziminê min!"
Bêguman her kes jî xwe rast dibîne û bangwazî dike ku her kes bên ser dîn (bibûrînin! stîl)ê wî.
Mînakên vê yekê jî bi dehan-sedan hene. Him di nava bikaranîna tîpan û him jî peyv û gramêran.
Mixabin ku ta niha zimannezanên me, li ser peyva herî biçûk "KU" de li hev nekirine.
Hinek "ku" dinivisînin, hinek jî bi xêra xwe komekî didin serî "kû" û hinek jî hîn dûr dikevin û
"ko" dinivisînin. Welahê êdî em jî bi we re heyirîn!
Di hejmara 379'an a rojnameya A. Welat de nivîseke min li ser têkoşîna Kurdên Ermenistanê
ji bo fermîkirina tîpên latînî di dibistanan de nivîsandibû. Niha ne tenê divê ku tîpên krîlî
bibin bi latînî. Di serî de divê ku ew 37 tîpên latînî yên ku hinek weşan -wek Riya Teze-
bi kar tînin û li ser gelek tîpan niçik-miçik û pêhnok-mêhnokan datînin û 2-3-4 tîpên bideng
li pey hev rêzdikin, divê ku ev stîlê latînî jî bi hîmlî bê guheztin. Rast e ku ev weşan bi
kurdî-latînî dinivsîne, lê ku Cemîl çi bike jî bila bike, ew nikare du hevokan bixwîne û
têbigihê... Her kes li daholekê didê. Yanî berî her tiştî divê ku em di nava tîpên latînî
de jî gramêrek û stîlekî hevbeş bi kar bînin. Lewra jî divê ku zimanzanên me
jî kêmekî li hev guhdar bikin û xaleke hevbeş di nava stîl û formên xwe de bibînin.
Ez ji birêzên zimanzan, gramêrvan, sernivîser û zargotinnasan dipirsim:
Hûn dizanin çima du guh û devekî me heye?
Ez bersivê jî bidim we: ji bo ku em tenê bi ya xwe nekin û du qatî axaftinê gohdarî bikin.
Bi rastî jî êdî xwendevan û mamosteyên zimanê kurdî jî bi we re matmayî û seyr mane! Ew ji we
li bersivekê dipeyn. Lê maşa ellah, zimannezanên me çavên xwe girtine û devê xwe ji lehiya
gotinan re vekirine. Di holê de jî tenê perçebûneke di hundir perçebûnê de derdikeve û...
Li ser pirsa tîpên latînî û erebî jî, jixwe candêrekî ku du çav di serê wî de hebin, tê derdixe
ku ev tîp ji bo zimanê me yê şêrîn nehatine afrandin. Ev yek ji bo tîpên krîlî jî derbas dibe.
Lê divê ku em bizanibin ku tîpên latînî jî ne yên Kurdan in! Tîpên resen ên Kurdan jî hene,
berî tîpên erebî ew tîp dihatin bi kar anîn, lê em neçar in ku di navbera du tahlan de
tehlekî helbijêrin, ew jî tîpên latînî ne... Ev cureyê tîpan jî di gelek aliyê Kurdistan
û derveyî welat de têne bi kar anîn, lewra jî ew biraderên Başur jî divê ku sernermî bikin,
ew tîpên latînî bi kar bînin.
Werin em kampaniyayekê amade bikin!
Lê ev ne tenê karê partî û rêxistinên siyasî ye. Ev erkê hemû rewşenbîr -jixwe rewşenbîrên
nesiyasî jî tunene- hunermend, wêjevan, mamoste, zimanzan, gramêrfiroş û her wiha..
Yanî bi giştî divê ku êdî em xwe ji quncik û rûperên internetê rizgar bikin û kêmekî di
nava jiyana kiryarî de jî hewldan û têkoşîna xwe bikin. Tenê bi pêşniyara
"Bila rayedar werin ser dînê me yê latînê" xebat nabe. Pêwîst e ku em ji tu kesî haya û
ricayan nekin: "Ku tu Kurd î, wê demê tu neçar î ku werî xeta yekîtiya neteweyî.
Ev xeta ji te çi dixwaze jî, divê ku tu bi cih bînî." Divê ku helwest wisa be.
Li ser vê bingehê ez pêşniyar dikim ku hemû Kurdd dest bi kampanyaya yekîtiya zimanê kurdî yê neteweyî
bikin, ankêtan çêbikin, îmzeyan kom bikin, name û biryaran ji rayadaran re bişînin.
Sîsteman neçarî pejrandina ziman û tîpên kurdî yên latînî bikin. Li gorî vê yekê jî divê ku
meteryal û amadekariyên baş ji bo xebateke wisa hebin.
Li vir ez dixwazim mînakeke biçûk bidim we: niha ev bo 70ê sal ku li welatê Ermenistanê li
cihên ku Kurd lê dijîn, perwerdeya zimanê kurdî di dibistanan de tê dîtin.
Li gorî yasayan, tîpên krîlî fermî ne. Xwendevan û mamoste jî dixwazin ku bi tîpên latînî dersên
xwe bibînin. Lê çi mexabin! Ne tîpên latînî bi fermî tên pejrandin, ne jî pirtûkên dersan ên
latînî tên peyda kirin. Êdî qirka xwendevan û mamosteyan ji bang û qîran zuha bûye.
Lê kesî bersiva banga wan bidin tune ne. Saziyeke me ya qaşo-zimana nikarin çend pirtûkên
dersan jî ji 500 xwendevan re peyda bikin. Ne tenê bi gotinê! Ez niha jî vê pirsê ji
Cemîl dikim: Em bêjin ku PDK Û YNK tîpên latînî pejirandin. Gelo amadekariyên me yên pirtûkên
dersan hene an na?
Belkî ku hûn bêjin: "Tu kurtan berî hespê dikirî". Lê hespekî bê kurtan jî kêrî
tiştekî jî nayê. Em neçar in ku xizmet bikin, lê divê em bizanibin çawa xizmet bikin.
Êdî dema me ya ku em vala derbas bikin nemaye... Divê ku di jiyanê de jî gav û xebatên kiryarî
û yên cidî bêne kirin. Ku ne wisa be jî, divê ku her kes li cihê xwe giran be û bêdeng bimîne.
Dîsa jî ez dengê xwe tev dengê Cemîl dikim û hemû kesî ji bicihanîna erkên xwe vedixunim.
--------------------------------
Cemîl Oguz: Pirsgirêka alfabeyê û pêşniyazek
|
 |
 |