www.amude.com - navenda çanda kurdî


21.07.2004 - 09:50

Xewnên revok

Pîr Rustem - Efrîn
pirustem@scs-net.org


Pîr Rustem (dîha)
Ji berî çar salan ve û piştî ku serok Beşar el-Esed li şûna bavê xwe rûnişt û desthilatiya Sûriyê bi dest wî hate xistin û wî di hundirê xwendina sûnda xwe de hinek soz ji miletê Sûriyê re berdabûn û ta roja îroj, ev gotin çêrok tête guftûgokirin. Ew carinan sar dibe û hema-hema yek dibêje hate vemirandin, lê tu yê bibînî û nemaze di piş derketina hinek bûyer û pirsgirêkan de, ku ew careke din hate beloqkirin û ev yek bi xwe jî ciyê lêpirsînê ye: Gelo kî vê yekê di dest xwe de dilivîne û çi xwestekên wan jê heye û ka ew çi sûdeyan ji vê konevaniyê dibînin.

Cara pêşîn ku ev nerîn li ber me hate dayîn, ew ji aliyê dostekî pispor, ê ku di Zanîngeha Helebê de weke mamosteyekî aboriyê dersan dide, bû. Ew bûbû demek ku serok Beşar ciyê bavê xwe girtibû û ew sûnda wî jî ji piraniya rewşenbîr û ta siyasetmedaran re weke heyameke nû bû û hişt - weke dibêjin - "Buhara Şamê" li pey xwe bîne. Ev dostê min jî yek ji wan kesan bû, yên ku hemû hêvî-hêkên xwe xistibûn wê selekê de û camêr kar û barên xwe dikirin, ku di wan çend rojan de ewê berê xwe bidin Şamê - helbet weke zaneyekî kurd di hundirê girûpekê de - û ewê çêroka pirsgirêka kurdî ne tenê bidin guftûgokirin, lê dê bête çareserkirin.

Cara dudiwan jî ku ev mesele bi reng û radeyeke bilindtir hate guftûgokirin, di rûniştineke şevbuhêrkî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd de bû, ewa ku ji bo rewşenbîr û siyasetmedarên bajarê Efrînê li dar xistibûn. Di wê hîngê de, du sal di ser xwendina sûndê re borî bûn û "Buhara Şamê" jî bi xêra hin biryarên desthilatên sûrî hatibû rawestandin û çend hevalên civaka sîvîl jî hatibûn binçavkirin û di nav wan de hin endamên parlemana sûrî. Vê yekê hêştibû, ku xwediyên vê nerînê hinek firk bidin xwe û dîtinên xwe careke din bînin zimên, lê bi şêwe û tewriyeke nû.

Di wê rûniştina ku me gotî de jî, û careke din ev nerîn ji aliyê siyasetmedarekî kurd ve hate dîtin û pejirandin. Li gor nerîn û dîtinên wî, desthilatên sûrî bûne du pêl, yek bi guhertin û pêşxistina civakê bang dike û ew jî di bin serkêşiya serok Beşar de ne, û pêla dudiwan jî xwediyên konevaniya kevin in û wî ew weke "paşvanên kevin" bi nav dikirin. Wî digot, ku serokê nû dixwaze civaka sûrî ber bi pêş ve bide û wê têxe hundirê civaka hemdewletî û Sûriyê bike yek ji dewletên modêrn, lê ên din, ku hertim bi navê paşvanên kevin têtin naskirin, li pêş xwestek û projeyên guhertinê radiwestin, lewre ti gavên giring ber bi pêş ve nehatine avêtin.

Cara sêyemîn jî li vê dawiyê bû û nemaze piştî bûyerên Qamişlo û hemû deverên kurdan ên dîtir, ku têde miletê me nerazîbûna xwe ya ji konevaniya dewletê anîbû zimên û hiştibû, ku em careke din li pir çêrok û mesleyan vegerin û yek ji wan mijara vê gotara me bû. Vê carê mixabin dîsa sekretêrekî partiyeke kurd bû, ku em digel hev û di riya telefonê re, ku radyoyeke kurdî nerînên me li ser biryara rawestandina xebata partiyên kurd û pejirandina komeleyên civakî û rewşenbîrî ji aliyê desthilata sûrî ve werdigirt. Wî hevalî jî û weke hemû xwediyên wê dîtinê got: "Partiya Bees du pêlan di hundirê xwe de hildigre û ya bi serok Beşar re daxwaza guhartinan dike, lê paşvanên kevin weke kelem li pêş wan derdikevin."
Helbet ev nerîn û çêrok pir carên din li ber me hatiye guftûgokirin, lê emê bi van hersê caran tenê razî bibin û ew bes in, ku bi xwendevan bide naskirin, bê ka ev dîtin ta kûderê rehên xwe di nav me de berdaye û hatiye pejirandin û mixabin di mejiyê xelkê me yê di rêza pêşîn de jî. Vêca miletê xizan û perîşan dê çi bêje û dîtina wî yê çibe.

Piştî vê şirovekirina ji tonheyameke, ku di nav civaka sûrî de tête gurkirin, em dikarin bipirsin çima û ka xwediyên van dîtinan helwestên xwe li ser çi ava dikin.
Weke ku di cara pêşîn de jî û ji aliyê wî hevalê pispor ve hatibû gotin, xwediyên van nerîn û dîtinan hertim bi ser hinek tişt û kaniyan de pal ve didin û dibêjin: "Ew jêder û lêvegerîn dê bihêlin cudahiyek di navbera konevaniya law û bavê de derkeve û ewê li ser şopa berê neçê û dê bihêle, ku bayê guhertinê derbasî nav civaka sûrî bibe û ew wan sedem û bingehan jî di van xelekan de digerînin:

1. Ew ji nifşê nû ye û hertim bi guhertin û pêşxistinê re ye.
2. Ew weke bavê xwe ne ji dibistaneke leşkerî derketiye, lewre dê ser sazûmana leşkerî palnede û ev yek dê bihêle ev cureyên pir ji hêzên awarte kêm bibin û bişkên.
3. Ew ne lawê raman û hizra Bees e, lewre ewê dûrî wan dîtin û nerînên şoven û nijadperest be.
4. Xwendin û derbaskirina hinek dem di nav civaka ewropî de, dê bihêle ku ew bizavên xwe bike, ku civaka sûrî nêzîkî ya ewropiyan bike.
5. Dem û heyama îroj ne ya şerê sar e, ku bihêle her serokek di "dewleta xwe" de weke ku di bistanê xwe de be û tiştê ew bixwaze ew dikare bike.

Weke em dibînin, bêtirî wan bingehan heyştê ji sedî bi kesayetiya wî ve grêdayî ne û ev bi xwe jî ciyê lêpirsîn û guftûgoyê ye. Bi gotineke din: ew bi me dide naskirin, ku mejiyê me hîna li ser stûnê oliyê dizîvire û weke ku çawa Xwedê di "gerdûna xwe" de dikare hertiştî bike, eynî serokên êlan, partiyan û ta serokkomar jî dikare hertiştî di "kişwera xwe" de bikin, ev ji aliyekî ve. Û ji aliyê din jî, wan ji bîr kir, ku ev kes li ser destê sazûmana kevin û di wê heyamê de hatiye perwerdekirin û weke ku pisporên psîkolojî dibêjin: Pênc salên pêşîn di jiyana mirov de di perwerde û kesayetiya wî ya pêşeroj de yên herî giring in. Ango ev kes dê ta pileyeke bilind bi konevaniya berê re be. Lê tiştê herî girîng, ku wan nedixwest bidîta, da ku xewnên wan weke rasteqînên jiyanê bimînin, ev hatin û girtina serokê nû ji desthilatiya Sûryê re. Me tevan dît, ku di navbera şev û rojekê de zagoon û yasaya Sûriyê hatin guhertin, da ku li gor bejin û temenê serokê nû bin. Ewê ku bi qeşmeriyeke wilo razî bibe û li ji xwe re bipejrînê, ku bi vê tonpertavê bête ser daniştoka serokatiya komarê, dê qet bi pêşketin, guhertin û demokrasiyê ne bawer be. Weke dibêjin: Yê ku tişt li ba wî tunebe, dê nikaribe tiştekî bide.

Tiştê din ku em dixwazin bibêjin, ew e, ku roja îroj û piştî destberdana van hêzên awarte û asayêşî di hundirê civaka sûrî de û rêdana ji wan re, ku tiştê ew dixwazin, dê bikin, bêyî ku ti sazûman karibin li pêş wan rawestin an jî wan bidin ber lêpirsînê û vê yekê hişt ku ew weke kunêreke pençeşêriyê biwerime, ew dê zû-zû nehêlin ku civaka sûrî ji nav lepên wan derkeve, ta ku hin merc û dilxwaz hebin jî, tevî ku konevanî ne li ser hest û dilxwaziyan ava dibe weke ku li ser kêrtêgirtinanê ye, mixabin û weke ku ji heyam û "konevaniya" partî û siyasetmedar û dîtin û vekolînên rewşenbîrên me xuya dibe, ku emê ta demeke dîtir di bin akama wî mejiyê olî de bimînin û baweriyên xwe bi "Xwedê"yan bînin, ku ew dikarin bi gotinekê guhertinan pêk bînin û civaka me ya li şûn û paşmayî bigihînin radeya ewropî û wilo emê hertim bidin dû xewnên revok.

Cindirês 2004


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]