 |
 |
30.04.2004 - 13:25
Berprisê Kurd
Pîr Rustem - Efrîn
pirustem@scs-net.org

Pîr Rustem (dîha)
|
Gotineke ewropiyan li ser me heye û Jonathan Randall jî ewê gotinê di
pirtûka xwe ya li ser navê "Miletek di perçebûnê de" diçesipîne, dema ku ew dinivîse:
"Tiştên ku kurd di şer û cengan de bi dest dixînin, di
rûniştinên xwe yên li ber masên danûstandinan de didin der."
Gelo em jî di vir de û piştî gotina wan bi cih dibînin, dipirsin: Çima berpirsê kurd ne li gor şerker û canfîdayê miletê xwe ye? Çima xebat û xwîna martîrên me "erzan" diçe û dijmin dikare hemî belgeyên me bi hêsanî ji dest me bigire, bêyî ku ew hinek danîn an jî hinekî rewşa civakî û konevanî ji miletê me re çêtir bike û evan pirsgirêkan çareser bike?
Helbet ev rewş ne di van bûyerên dawî de derket holê, lê ew di van bûyerên dawî de bêtir hate tazîkirin û milet bêtir pê hest bû û ne tenê siyasetmedarê kurd, ji ber ku wan ji zû de ev rewşa xwe naskirî, û ji hinekan re bêdengî û lênepirsîna li careyekê ji bo van meseleyan çêtire, da ku ew li cihên xwe bimînin û neyên bersivandin.
Û ta ku gotinên me ne tenê cûtina hevok û helwestên amade bin, em ê li wan tiştan vegerin, ên ku van bûyerên dawî de çêbûne, û li gor wan û kar û helwestên ku Tevgera Kurd wergirtine, binirin û bidin ber hev, da ku gotin û helwestên me li ser Tevgera Kurd - çi ya konevanî dibe yan jî ya rewşenbîrî - be.
Eger em karibin hinekî ji rewşenbîran re van kêmasiyan û helwestên wan ên ne li gor xebat û çalakiyên milet sivik bikin û wan kêmasiyan bi tinebûna dezgeh û sazûmanên wan, ên ku bihêlin ew bi rengekî xurtir û yekdeng bilivin, girê bidin, tevî ku ev rewş bi xwe jî cihê kêmasiyê ye û divê bête çareserkirin, da ku em jî karibin bi hev re û weke dezgeheke sîvîl di liv û destxistina rewşeke çêtir de xwedî roleke girîng bin.
Lê em qet nikaribin ji Tevgera Konevanî re tebrîr bikin. Eva ku ji sala 1957an de weke dezgeheke kurd hatiye damezirandin û ji wê dihate xwestin, ku rêvebiriya miletê xwe bike û li gor karînên xwe û rewşa hundir û ya derve konevaniya xwe bajota û bi desthilatdariya vî welatî re têketa danûstandinê û li gel û mafên gelê xwe xwedî derketa, ne ku piştî nîv-sedsalekî ji temenê tevgereke konevanî û li ser zimanê endamekî wê yê navçeyê werê pirskirin: "Ka hûn? Miletê ku derketibû kolanên bajaran û li dijî hêzên ewlekariyê serî hildabûn çi dixwezin?"
Tevî ku gotina evî camêrî mejî û bernameyên partiyên me tazî kirine û bi me tevan da naskirin, ku ev tevger bê bernameyeke aşkere û açiq e û cemawerê xwe tenê bi sloganin tevayî mijûl dike. Û eger ku hokereke navneteweyî lêhat û ji wan hate xwestin, ku ew pelê kurdî pêşkêş bikin û bi evê rêjîmê re li ber maseya guftûgoyê rûnin, ka ewê çawa karibin li doza xwe xwedî derkevin?
Bi gotineke sayî, divê Tevgera Kurd li xwe vegere û bi hev re li ser evan meseleyan rawestin, da ku karibin bernameyeke li gor rewş û doza kurdî deynin û pirsgirêka kurdî ji nav destên hêzên asayîşê derînin û bihêlin desthilatdarên evî welatî bi meseleya me re weke doza neteweya duyem, a ku bi ereban re hevpişkê evî welatî ye û divê hevpişkiya wî di hertiştî de be û ne tenê di jêxwestinan de, bide û bistîne.
Lê mixabin û tevî ku tevgerê di belge û daxuyaniyên xwe de digot: "Doza me ne dozeke asayîşî ye, da ku di riya asayîşê re çareser bibe." Lê weke me dît, hemî rûniştinên wan ji bo aramîkirina kolanên kurdan bi hêzên asayîşê re bûn, û wilo wan bi xwe û bêyî ku zanibin, eger ku em ti gûmanan navêjin ser kesî, doza me ji meseleyeke konevanî û hebûna kêm-neteweyek di hundirê vî welatî de xistin xefka asayîşê û ev ê bihêle, ku tevger bêtir lawaz û qels bibe, û eger ku roja îro çend heval li dora wê dicivin, tevî ku ew di lawaztirîn qonaxên xwe re derbas dibe jî, dê rojek were, eger ku ev ton konevanî bajo heya dawî, û ewê van çend camêran jî li dora xwe nebînin.
Helbet ev dîtin ne xwesteka me ye û ne jî em weke rewşenbîrekî kurd evê yekê daxwaz dikin, tevî ku baweriyên me bi evê tevgerê nayên jî. Lê careke din em dibêjin: Ev tevger û di roja îro de hîne nimûniya milet û doza kurdî dike, lewre ji me weke kesekî kurd û rewşenbîrekî evî miletî tête xwestin, ku em tev lê xwedî derkevin û ev têbîniyên me jî di ewê çarçeweyê de digerin, da ku em bi hev re ji evê rewşa wêran derkevin û bibin xwedî dezgehin li gor rewşa îro û doza miletê me û helbet ev yeka jî alîkariya me tevan dixwaze.
Lê ta ku bi rastî em bibin xwedî dezgeh û partiyin li pêş, divê ji berî hertiştî em ji hundirê mejiyê xwe, mala xwe, partiya xwe dest pê bikin. Ango divê em her yek ji cem xwe ve dest bi guhertinê bikin û bingehîntirîna evan guhertinan, li gor dîtinên me, divê em hevdu qebûl bikin, bipejirînin.
Bi gotineke din: Eger ku em ramyariya pejirandinê - pejirandina yê din, ê ne weke min - bi ya qirkirin û talankirin û kuştinê neguhêrin, emê hertim sêwî bin, çi sêwiyên mislimanan bin an jî yên markîsiyan û.. hwd. Û wilo emê dawiyekê ji serpêhatiya Iblîs re deynin, û ne ku herdu kes di hundirê partiyekê de li hev nekirin, divê ji hev cuda bibin û her yek partiyeke xwe li dar bixe û xwe li seriyê me bike serokê êleke nû. Mixabin partiyên me ketine şûna êlên me yên berê û tenê navên xwe guhertine.
Li dawiya evê gotara xwe, em jî weke gelek dengên din, bang li hemî partiyên kurd dikin, ku ew di hundirê du girsepartiyan de rêz bibin, weke çawa di hemî welatan de du dezgehên mezin hene û ewên din ên biçûktir xwe didin rex evê partiyê yan jî ya din û li gor kargerînên xwe û wilo li hember hev xebatên xwe dikin û her yek ji wan bernameya xwe pêşkêşî cemawerê xwe dike û li gor ewan bernameyan an ev partî yan jî ya dîtir bi ser dikeve, tevî ku herdu partî û konevaniya wan pir ji hev ne dûr in jî, lê tenê di hin tiştan de li hev nakin û xwestekekê dixin pêşiya ya din, weke Partiya Cimhurî û ya Demokratî li Emerîkayê. Eger ku yek li bernameyên wan binere, dê cudayiyên pir mezin di navbera wan de nebîne û tenê ew di pêşintirîn xwestinên ji bo miletê xwe, hin caran, li hevdu nakin.
Bi gotineke kurt: Divê em bi mejiyekî durist û hişmendiyeke li gor roja îro û kargerînên miletê xwe konevaniyên xwe bidin meşandin û ne li gor dil û hestên xwe û "ka kêfa te ji min re te lê na" û wilo hertim li ber maseyên guftûgoyê bi dijmin re em xwe riswa bikin û her tiştî bi derdin û tenê bêjin: Evqas şehîdên me hene û evqas ji miletê me bê nasname ye û zincîra erebî evqas hêktar ji xaka Kurdistanê daye ereban, tevî ku ti partiyên me ne gotiye "parek ji Kurdistanê di bin lepê Sûryayê de ye" jî û wilo em jî di rêcika ku felestînî tê re derbasdibin, derbas bibin û piştî çel-pêncî salî ji xwînrijandinê û evan sloganan em li kêmtirîn destkewtinan bigerin û ew bi dest me nekevin.
Cindirês, 2004
|
 |
 |