 |
 |
18.10.2003 - 15:45
Îslam û zordarî (I)
Pîr Rustem - Efrîn
 Pîr Rustem
|
Me ji zû de dixwest, ku em nêzîkî vê mijara xwe bibin. Lê pir tişt û sedeman em didan
şûn û belkî ji yên beloqtir ev bûn: zor û dijwarbûna lêkolîneke,
ku bivetiyên wê pir in û dihêle yek bi tirs nêzîkî wê bibe, çi tirsa di
hundirê mejiyê wî yê veşartî de, û çi jî tirsa ji derdor û hêzên civakê,
û nemaze ji olperestan, tevî ku‚Dazana Cîhanî ya Mafê Mirovan' dibêje:
"Mafê her mirovekî heye ku, aza birame û ola xwe hilbijêre, û ji mafê wî ye,
ola xwe biguhêre.. û bi rengekî aşkere pê rabe,
çi bi tenê yan jî digel hinên din."1
Erê ew "dazan" rê dide yekî, ku ew di warê olî de aza ye, weke di her tiştekî din de,
lê xwediyên ramana kevneperest wê yekê li pişt guhê xwe dihêlin û bi navê "pîroziyê"
şerê ramana pêşverû dikin: "Îdyolociya olî (..) di destê kevneperestên ereb
de çekeke "dîtiye", ku pê şerê hêzên pêşverû dikin."2 Û em di roja îro de
karên wan ên teror dibînin. Sedema din ku dihêle yek zû-zû nêzîkî karekî wilo nebe,
kêmjêderên di dest me de, helbet ên bi erebî, ji ber ku bi zimanê kurdî tiştek nîne
û ewên ku têne wergerandin ji bo zimanê erebî jî, ev rêjîmên zordar rê nadin
ku derbasî hundirê civakê bibin.
Helbet hinek sedemên din jî hene, çi zor û zehmetiya wergerandina her tiştî ji
zimanekî din, û kêmdîtina zaravên ku tu pê karibî ramana xwe bighînî xwendevan, û çi
netêgihiştina yê ku bi zimanê kurdî dixwîne, ji ber ku hîn xwendevanê
me -helbet ne tev - di pileya elfabê de ye. Û tiştê din jî, pir caran
kovar û dezgehên me newêrin mijarên wilo belav bikin.. û hwd.
Evan tiştan dihiştin ku em zû-zû nêzîkî vê mijarê nebin,
lê piştî bizava rojnameya "Deng", em têgihiştin ku civak û xwendevanê
kurd dikare di gel van babetan bide û bistîne, lewre me wêrîbû xwe nêzîkî vê
çîrokê bikira.
Bê gûman, dê sitûna yekem ji mijarê re pirtûka "Quran"ê be, û emê bendên wê li gor
"daketin" û nivîsandina wan bixwînin, û ne weke ku di pirtûkê de hatine, tevî ku mirov
li ser wê yekê jî negihitine hev: ".. Û li ser rêzkirina bendan negihiştin hev,
ew li hev hatine yan jî zîrekiya hevlên pêximbe re.."3
Helbet mebesteke me ji wê yekê heye, ku em karibin sertî û hişkbûna wan bendan
li gor çûyîna demê û avakirin û xurtbûna dewleta îslamî nas bikin. Û di baweriya me de,
ev jî tiştekî girîng e, ji ber ku di bendên pêşîn de, di dema ku hîn ola Îslamê
qels bû, em ê bibînin, ku guftûgoya wan bi yê din re nerm e, lê her ku hêza wan xurtir dibe,
deng û guftûgoya wan jî bi "yê din" re sertir dibe, û wan dixin bin darê zorê.
Mijarên olî ji zû de bala mirov kişandine ser xwe, û hiştine ku ew gewreyeka
fireh ji bîr û ramanên xwe bide wê yekê. Ango, ew yeke ji babetên herî girîng e,
ku hiştiye mejiyê mirov pê mijûl bibe, û di derheqa wê yekê de K. G. Yong dibêje:
"Ol ji kevintirîn çalakiyên mejiyên mirovane û ya herî firehtir e."4
Û em dikarin bibêjin, ku ew dihêle jiyan - çi ya mirov be yan jî ya civakî - li dora wê bizîvire. Ango, sitûnê liv û tevgera jiyanê yê herî pêwîst, ol e, tevî ku di van sedsalên dawî de, zanyarî roleke girîng dilîze, û ew ê di rojên pêşîn de zora olê bistîne û têkeve şûna wê de.
Û ji ber ku mijara me li ser ola îslamê ye, em ê xwendineke bi lez li civaka
Qureyş bikin, û nemaze di warê olî de. Bê gûman civakeke weke ya wan, ku bingehiya
wê li ser êl û malbetan hatiye avakirin, dê cudayî û nelihevkirin navnîşana herî berz
be, û em dikarin di vir de "Şerê el Dahês wel Xebra" bi bîr bînin. Tiştê din:
Civaka koçeriyê û jicihhilbûna hertim û gera li cihekî nû, ku av û şînkayî lê
hebe, dê nehêle tu bibî xwedan bajar û şaristaniyê.
Lewra, û weke ku Dr. W. Beşor dibêje:
"Heya ji berî zayînê û bi sedsalî navê Ereban ne ketibû nav navên gelan,
kesî bi wan ne bihîstibû."5
Lê piştî damezirandina hin imperetoriyên mezin, weke ya Pars û Roman,
û bi xêra wan, hin xan û rûniştgeh li beyara Ereban têtin ava kirin, da ku
wan imperetoriyên ji hev dûr bi hev ve bêtin girêdan, û bazirgan li wan deran şevên
xwe biqedînin. Ev cih, û bi dirêjiya salan re dibin bajarên weke Mekê û jiyana bazirganiyê
dihêle ew şaristaniyê, ol û Xwedêyên miletên din nas bikin, û hin pûtên wan ji xwe
re bînin. El-Kelbî dibêje: "Emro bin Lihe kahin bû û (..) cina xwe pêşe wî dikir.
Wan jê re got: ‚Bilezîn û ji Tuhame derê. (..)Were Sefa Cedê, tu yê li
wir pûtin amade bibînî, wan bîne Tuhame û netirse, û bang li Ereban bike ku
nimêjê ji wan re bikin.."6 Û eger em vegerin jêdera vê xalê û bi zimanê erebî
bixwînin, em ê nas bikin ku zimanê Quranê û wê ta radeyekê nêzîkî hev in.
Lewra, di civakeke wilo de û piştî ku Qureyş ji civaka koçeriyê
derbasî ya bajartiyê bûn û bingeheke aborî xurt hate danîn, û naskirina wan ji hin olên dîtir re weke yên cihû û zaredeştiyan, divyabû ku ew jî rengekî bilindtir ji bîr û ramanê nas bikin. Û ew ê vê yekê di riya Mihemed re, yê ku yek ji serekên bazirganan bû, nas bikin û ew ê bihêle civaka Qureyş rengekî nû ji têkiliyan binase.
Mihemed, û hîn ji berî ku ew bibe xwediyê karwanekê, û dema ku bi apê xwe Ebî Talib re tête Şam ê, li ba Rahêb Behîra hînî hin baweriyên olî dibe. Lê hînbûna wî ya bingehîn û berztir, ew e, ya ku di civaka xwe de li ser hatibû perwerde kirin. Bi gotineke din, civaka Qureyş û weke ku em dixwînin, pir Xwedê nas kirin, ango ew ne civakeke rijbû, wek ku olperestên muslman dibêjin. Di hundirê Keibê de, sêsedûşêst pût hebûn û yek ji wan bi navê "Elah" dihate nas kirin. Ebdil Îlah bavê Mihemed nimêj ji wî re dikir û bi wî Xwedayî ve hatiye girêdan.
Civakeke wilo pir Pût-xweda helbet dê pir zor be, ku tu wan Xwedêyan û bi carekê re bavêjî.
Lewre, divyabû ew bi hişmendî û riyeke nerim, nemaze di destpêka banga xwe de,
nêzîkî wan bibe û pir caran zor û kotekiya wan jî daqurtîne, û em ê vê yekê bi rengekî
berz di bendên pêşî de bibînin, weke ku ew di vê bendê dibêje:
"Bila arama te ji gotinên wan re hebe, û bi rindî ji wan bi dûr keve."7
Ev bend ji yên pêşîn e, ku li Mekê daketine, û em baş dibînin, ku dengê wî di vir de pir nizm e.
Berdewam dibe..
Jêder:
1 Dazana Cîhanî ya Mafê Mirovan, Mada 18
2 Rexnekirina Ramana Olî, Dr. Ferec Fodê, r. 7
3 Xwedî du ronahî Osman bin Efan, r. 87
4 Ol di bin ronahiya zanyariya derûnî de, K. Yong, r. 9
5 Efsaneya Aram, Dr. W. Beşor
6 Rexnekirina zanyarî û zanyaran, Ibin El-Cozî, r. 53
7 Pirtûka Quranê, sûreta El-Muzemêl, benda 10
|
 |
 |