22.01.2003 - 14:15
Û li cem me Kurdan jî
Nîzar Agrî - Oslo
nizaragri@amude.com

wêne: Dugir
|
OSLO (amude.com) - Piştî peydabûna Yekîtiya Soviet û welatên xwedêgiravî
sosyalîst, çend adetên pir kirêt li cêhanê belav bûn. Yek ji wan adetan ew
bû ku serokên wan dewletan yan sekreterên partiyên ku li wan deran hukumdar
bûn ( partiyên qaşo komûnîst ) rewşek ewha zeft kirin ku êdî her
tişt di destê wan de bûn. Herweha temenê wan di hukum de bê dawî bû.
Hetanî ku serok li ser darê lingan bûn divabû hukumdarî di destê wan de
bûya.
Ji ber ku ew welatan ji gelek civatên paşdemayî û tevgerên qaşo azadîxwaz re wek nimûne dihatin xuya kirin ew adetên pîs derbasî van civatan bûn. Partî, rêxistin, komel û cebhe û hemû sazumanên siyasî û ramyarî li gor normên "welatên sosiyalîst û li ser serê wan Yekîtiya Soviet" hatin ava kirin. Yek ji wan norman xwedêbûna serok bû:
- li Sovietistanê Stalîn û piştî mirina wî yên li pey wî
- li Romania Nikolai Çawçîsko ta ku hat kuştin
- li Bulgaria Teodor Çêvkov
- li Albania Anwar Xoca
- li Korya Bakur Kîm Îl Song û piştî mirina wî anuha kurê wî Kîm Jong Îl "Xwedê" ye.
- li Çînê Mao Tsê Tong û piştî mirina wî Ding Xiao Ping
- li Kûba Fîdel Kastro
Û her wekî din.
Diktatorên welatên paşdemayî ev rewş ji xwe re kirin nîşan. Partiyên"çep" ji hemû reng û celeban çavên xwe ji "Oktobera sor" ne zîvirandin. Her çend şêweyên birêvebirinê yên herî qirêj di dîroka mirovatiyê de hebûn, wan ew civandin û navên rengîn û xemilandî lê kirin:
- Demokrasiya gel
- Daxwaza milet
- Mafê çarenûsî
- Azadiya fikr û ramanê
- Wekheviya heman li ber yasayê
- Rexne û xwerexnekirin
Û her wekî din.
Di rastiyê de her celeb ji karên kirêt û bê rûmet dihatin kirin:
- Devgirtina xelkê
- xapandina cemaweran
- Kuştina muxalifan yan qedexekirina kar û barên wan
- Bikaranîna pîstirîn şêweyn dikatatoriyetê
Lê ya ji her tiştî berbiçavtir ew bû ku serokên dewlet û partiyan adeta xwexwedêkirinê (self deification) ji xwe re kirin qanûneke asmanî ku ti kes nikare red yan munaqeşe bike. Ji roja serok dibe serok, çi ji dewletê re û çi jî ji partiyê re, ew ta roja dawî ji jiyana xwe dimîne serok (eger bimire jî kur yan bira yan pismamên wî dikevin şûna wî de).
Îraq, Sûriye, Lîbya....nimûneyên berz ên Rojhilata Navîn ên vê fenomonê ne.
Mixabin ku vê kulturê di nav tevgera siyasî ya kurdî de cihê xwe xurt girt, û hîn jî girtiye.
Partî û rêxistinên Kurdan li ser hîmên "Lênînîst- Stalînîst" hatine ava kirin. Kesên muxalif wek neyar tên bi nav kirin. Di hundirê partiyan de azadiya nerînên cihêreng qedexe ye. Serok di partiyê de her tişt e û gotina wî wek ayetên muqedes tên qebûl kirin. Mafê rexnekirinê tune ye.
Ya balkêş ew e ku eynî wek wan welatên totalîter û partiyên despotîk, serok ne tenha her tiştî dixin destên xwe, lê her weha ta roja dawî ji jiyana xwe wek serok dimînin:
- Abdulrehman Qasimlo, ta kuştina xwe ma serkê PDK-Îran.
- Mesûd Barzani, ji roja ku partî ji bavê xwe ( yê ku çû rehmetê) wergirt ta nuha serokê
PDK-Îraq ê ye.
- Celal Talbanî, ji roja ku YNK saz bûye ta nuha ew serokê wê ye.
- Kemal Burkay, ji roja partiya wî PSK-Tirkiye saz bûye ta nuha ew serok e
- Abdulah Ocalan, ji roja PKK çêbûye ta nuha ew serok e( piştî girtina wî hevalên
wî di civîna xwe de ew wek serokê herdemî "îla el ebed" hilbijartin)
- Hamîd Haj Darwîş, ji roja partiya PDPSK saz kirî ta nuha ew serok e
- Selah Bedrudîn, ji roja partiya Hevgirtin çêbûye ta nuha ew serok e.
Û hwd.
Hinek ji wan zêdeyî 20 ya 30 salî serok in. Di vê demê de serokên Amerîkayê 8 caran hatin guhertin û yên Kanada 7 caran û yên Fransa 6 caran û yên Elmanya 6 caran.......hwd.
Ya ecêb ew e ku piraniya, belko tevaya, partiyên kurd xwe wek demokrat bi nav dikin.
Li welatên ewropî, yên bi rastî demokrat in (Ingiltera, Fransa, Elmanya, Swîsra....) eger serokên dewletê yan serokên partiyan xeletîkê bikin ew bi lez xwe ji serokatiyê dixin. Ew daxwaza lêborînê ji milet û partiyê dixwazin. Carcaran ew tên mehkeme kirin. Him xelkên normal û him endamên partiyan dikarin hemû cûreyên rexnan li wan serokan bikin. Rojname wan didin ber êrîşan. Ji wan tê xwestin ku bersiva pirsan bidin û ji xelkê re bêjin çi dikin û çima dikin.
Li cem me serok her tiştî dikin, hin derew û dizînê û hin jî kuştin û talanê û her dimînin serok.
Ma ne demokrat in? Ma ne hevgirtina gel dixwazin?
Dunya hate guhertin. Bloka "sosiyalîst û li ser serê wê Yekêtiya Soviet" hilweşiya . Dikatatorê Romania li ber lingan çû. Xelkê li Bulgaria, Poloniya, Çekoslovakia, Elmaniya Rojhilat, Albania......hwd serok û merokên sextekar ên "demokrat" qeşitandin. Dîwarê Berlînê hate xwarê. Serokên ku xwe wek Xwedê didîtin, hatin sûcdar kirin û ketin zindanan.
Tenha li Îraqê, Sûriyê, Lîbyayê, Koryayê, Kûbayê hîna serok û kurên wan her tişt in.
Mixabin li cem me Kurdan jî rewş hîn wiha ye.
|
|