 |
 |
04.06.2004 - 03:17
Partiyên kurdî li Suryayê: pêvajoya perçebûnê
Mişel Temo
erdewan@amude.com

Mişel Temo
|
Her gelek an miletek derneweka xwe diyar dike û ew dernewek dibe
amîrek ji xebata wî gelî re. Helbet ew amraz kêsim û naveroka xwe ji kêşa ku
ji bo wê hatiye avakirin, pê re jî serpêhatiyên rojane di civata gelêrî de kom dibin.
Amrazên miletan pêvajoya berevedaniya doza wê ne, nemaze gava milet bindest be.
Lewma ew amraz li gor wê civatê ne û li gor pirsgirêkên jiyanî ne, ango civat bi hebûna
xwe û bi pirsên di nava wê de dikelin, amrazên xwe diyar dikin.
Ew amraz jî reng rengin, hin bi doza azadiyê pêktên û hin jî bo xebata cînî rola xwe
distînin û hin jî bo mafê çarenûsa gelê xwe rewaniya xwe esehî dikin.
Di hemû rewşan de, gelên bindest amrazên xwe bi kirasê azadiyê dixemilînin. Berevedaniya ji bo hilanîna stemkariyê armanca serekî ji wan amrazan re ye. Normal e jî, ku derneweka herî şareza di civatê de partî ne. Belkî gelek amrazên civata sîvîl hebin, lê partiyên siyasî kêsima herî pêşketî di nav wan de ye.
Hebûn û damezirandina partiyan jî bi hest û qonaxa civata ku tê re derbas dibe, girêdayî ye, ango bi hestên neteweyî û radeya stewîbûnê li cem pêşengiyên wê civatê yan wî miletî. Helbet pêşengiya herî dûrbîn rewşenbîr in, ên ku hestên neteweyî li cem wan zû diyar dibin û pê re jî bindestiya gelên wan di avabûna bîrweriya wan de agirek bingehîn e. Ji bo ku berevedaniya mafê gelê xwe bikin, ew bi hewceyî amrazekê ne, ango partiyeke u bikaribe li hember proje û pilanên serdaran raweste. Wisa hebûna partiyên siyasî pêwîstiyeke dîrokî, mijadî û razberî ye.
Têbîner e ku hestê neteweyî yê gelê kurd di sedsalên dawî de diyar bû, ango bi bandora hestên neteweyî yên gelên hawîrdor re, nemaze gava ew gel di encama projeyên parkirina herêma Rojhilata Navîn de ji layê hêzên Ewropayê ve bûne dewlet û coxrafiya siyasî ji herêmê re hate danîn. Tev ku ew parkirin bi peyman bû jî, lê tenê kurd mane bê dewlet; ne tenê wisa jî, lê belê li çar sînoran ew belakirin, weke xak û weke gel jî.
Wisa her perçeyek ji Kurdistanê bû dîlê rengek ji perwerdiyê, rengek cuda ji rêjîmê, hesteke cuda ji netewebûnê, çand, fêr û reftarek cuda. Ev cudahî berevajiyek mezin li ser gelê kurd di her perçeyekî de kir û bandoreke taybet anî holê. Helbet di wê qonaxê de hestên gelê kurd ên neteweyî ne di radeya serbixwebûn û azadiyê de bûn, tev ku gelek şoreş û raperîn hebûn. Ev nayê wateya ku ew gelên ku kurd ketin bin destê wan, ji kurdan pêştir bûn; na belkî hinan ji kurdan xerabtir bûn, lê berjewendiyên hêzên mezin wisa dixwestin.
Sînor hatin danîn û şoreşên kurdan bi ser nediketin û dihatin herifandin, çi Komara Mehabad an jî kişwera Mehmûd el-Hefîd, çi ya Şêx Seîd û Raperîna Dêrsim.
Herifandina şoreşa Şêx Seîd bû sedema ku hin ji endamên wê bêtin binê xetê û xebata xwe li wir berdewam bikin. Wisa, bi alîkariya welatparêzên kurd ên ji bakurê Kurdistanê Komela Xoybûn di 1938an de li bajarê Behemdûn li Libnanê hate avakirin. Helbet ew komel di bingeha damezirandin û armanca xwe de ji bo rizgarkirina Kurdistana mezin bû.
Komele roleke giring di hişyarbûna gelê kurd li Suryayê de kir, çi ji layê vejîna hest û giyanên neteweyî û çi ji layê fêrbûna zimanê kurdî be. Ev jî beramberî vejîna hestê neteweyî yê erebî bû, ango partiyên erebî bi cûreyên neteweya xwe hatin avakirin, bang û dûrişma wan a sereke erebkirin bû. Wisa jî di pêlika yekem ji karê wan de bişaftina neteweyên din bû.
Di wê demê de, di orta çerxa bîsatn de, kurd weke netewe heta ku karibe li hember bişaftin û erebkirinê bisekine, bi hewceyî çarçoveyeke siyasî bû. Ev rastî di bîrweriya hin rewşenbîrên kurd de cî girtibû, nemaze di mejiyê Dr.Nûredîn Zaza û Osman Sebrî û hin xortên kurd ên ciwan û nûhatî de.

Osman Sebrî
|

Ebdilhemîd Derwîş
|

Selah Bedridîn
|
Di bin bandora kelandina hasten neteweyî de, di havîna sala 1956an de, çar mirovên kurd civînek kirin, ew jî Osman Sebrî, Ebdilhemîd Derwîş, Şêx Mihemed Îsa û Hemze Newêran bûn. Ji xwe civat bi têvedana Dr. Nuredîn û bi alîkariya wî pêk hat û bi encama wê civatê biryar hate standin, ku partiyeke kurdî bi navê Partiya Demoqrat a Kurdistanê li Suryayê bête damezirandin, û ji ber vê yekê bernameya yekem ji partiyê bi navê rêzan hate belavkirin.
Di 14ê hizêranê sala 1957an de, hin mirovên din tev her çaran bûn û Partî bi rengekî fermî hate ragihandin û ew roj bû roja damezirandinê. Ji xwe Dr. Nuredîn bû serokê partiyê û rojnameyeke bi navê Dengê Kurd û bi zimanê kurdî (tîpên latînî) hate weşandin. Ango Dengê Kurd bû zimanê partiyê. Tev ku gelek astengî hebûn jî, lê gelê kurd bi kêf û şadî pêşwaziya partiyê kir û bi qeflan xwe li dor wê kom kirin.
Di demeke kurt de, Partiya Demoqrat a Kurdistanê li Suryayê ciyê xwe weke nûnerê gelê kurd li perçeyê Rojava girt, lewma jî kelîj bi tergeza wî dihisiya û hêdî bingeha dijîtiya kurdan û partiya wan dihate çandin.
Cemseriya partiyê ji gelê kurd re bûbû jêderek hingirîbûn ji rêjîmê re. Lewma jî piştî ku Komara Yekbûyî di navbera Misir û Suryayê de ava bû, ferman hate standin, ku partiyên welat tevde xwe çareser bikin. Lê partiya kurd ev yek nepejirand û bi neyênî bersiva fermanê da û xebata xwe berdewam kir. Ji ber vê yekê, di sala 1960î de û bi behaneya bersiva leşkerên komarê tev parastinên wê dest bi girtina endamên partiyê kirin, ango di wê êrîşa girtinê de nêzîkî 5000 kes hatin girtin, ji wan jî serok û berpirsên partiyê.
Piştî azadbûna girtiyan di sala 1961ê de û bi encamên nakokiya di navbera berpirsan di zindanan de, navê partî hate guhertin û bû Partiya Demoqrat a Kurdî li Suryayê.
Nav hate guhertin û nakokî dest pê kir. Helbet gelek sedem ji wê nakokiyê re hebûn, lê babet ne ji bo şirovekirina wan e, tenê dixwazim roniyekê bidim ser damezirandin û pêşketina partiyê û guhertinên di bername, dûrişim, armanc û kesîtiya berpirsan de diyar bikim, ango pêvajoya partiyê şop bikim heta roja îroj.
Di 5ê tebaxê de, bi amadebûna 34 kesan, ku tevê wan ji endamên xeleka dûyem û sêyem ji partiyê bûn, civatek li dar ket û bi encama civatê partî bû du qet (bê ku em di sedem û nerîna xwe de li ser wê parçebûnê bidin, tenê weke bûyerek derbasbûyî):
1- Çep: damezirandina xwe roja 5ê tebaxa 1965an nivîsand û Osman Sebrî bû serokê vî beşî.
2- Rast: berdewamiya karê mirovên ku ji layê dî nerazî û Hemîd Derwîş bû serokê wî beşî.
Herdu beşan xebata xwe berdewam kir, lê bi hevrekî û dijîtî. Herduyan li rewabûna xwe digeriyan, ne ji gelê xwe yê di perçeyê xwe de, lê belê ji Mele Mistefayê Barzanî; ango cara yekem bû, ku jêdera rewabûnê ji derveyî sînorê perçeyê Rojava dihate dan.

Kemal Ehmed
|

Hesen Salih
|
Çep di sala 1969an de serokê xwe tawanbar kir û dûr xist, li şûna wî Selah Bedridîn bû serokê Partiya Çep.
Di sala 1970ê de, Barzaniyê nemir xwest ku herdu layên partiyê bibin yek, lewma ew bi amadebûna gelek kurdên serbixwe li başûrê Kurdistanê civandin. Herdu partî ji wê civînê bi navekî derketin û bi komîteyeke nû ji berpirsan, ango berpirsên sereke yên çep û rast hatin dûrxistin, lewma Dehamê Mîro bû serokê partiya nû ya bi navê Partiya Demoqrat a Kurdî li Suryayê.
Ev yekîtî roj lê nebû êvar, ji ber ku piştî vegera herdu serokên berê, her yekî sed sedem ji xwe peyda kirin û bi navê partiya xwe berdewamiya xebata xwe kir, ango çûn bi duduyan bû, lê veger bi sisyan xemilî.
Da ku xwendevan bikaribin pêvajoya her partiyekê bişopînin, divêt em rewşa her yekê ji wan bi rengekî cuda bînin ziman:
1- Partiya Çep a bi navê "Partiya Demoqrat a Kurdî ya Çepker li Suryayê": serokê -an sekretêr- Selah Bedridîn bû. Ev partî di sala 1973an de bi îdyolojiya marksîzmê bawer anî û kire rêbazek xebatkerî, Bi wê li xwegirtina marksîzmê jî hin ji berpirsên partiyê veqetiyan. Di sala 1975an de, çep bû du qet. Yek serokê wê Ismetê Seyda û ya dî Sealah bediraldîn bû; helbet herdu bi yek navî man ta sala 1980ê, ku parçeyê Selah navê xwe kire Hevgirtina Gelê Kurd li Suryayê.
a. Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Suryayê: partiyeke radîkal e; di sala 1991ê de perçe bû û bû du beş, yek ma weke berê û yek nû bi serokatiya Hesen Salih hate nasîn, lê herdu man bi yek navî ta ku perçeyê Hesen Salih yekîtiyek bi du parçeyên din re kir û Partiya Yekîti ya Demoqrat a Kurd hate ragihandin. Wisa jî di sala 1978an de hin ji endamên Hevgirtin bi hin kesên din re Partiya Sosyalîst a Kurdî damezirandin, ew jî di 2002an de yekîtî bi Partiya Pêşverû (navê nû ji perçyê Rast re) kir.
b. Partiya Çep a Kurdî li Suryayê: ew jî partiyeke marksîzmî ye; di sala 1982an de bû du qet, yek ma bi nav û serokê berê û yek jî bi navê Partiya Zehmetkêşan hate nasandin. Partiya Çep, a ku piştî serokê wê Ismetê Seyda koça dawîn kir û çîgirê wî Yûsiv Dîbo bû sekretêr, bû du qet, yek bi serokatiya Xeyridîn Murad û yek bi serokatiya Dîbo, yê ku piştî demekê ji partiyê dûr ket û Mihemed Musa kete şûna wî. Herdu perçeyên Çep ta roja îroj hene û bi yek navî ne. Lê ya zehmetkêşan piştî demekê perçe bû û layek jê yekîtî bi perçeyê Hesen Salih re Partiya Yekîtî ava kir û layê dî yekîtî bi perçeyê Çep yê Xeyridîn Murad re ragihand.
2- Partiya Demoqrat a Kurdî li Suryayê (Rast): serokê wê Hemîd Derwîş bû û di sala 1966an de navê xwe kir Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî li Suryayê. Ev partî jî piştî demeke dirêj di 1993an de perçebû, yek bi serokê berê Hemîd Derwîş û re yê din ket bin serokatiya Ezîz Dawê, lê herdu bi yek navî ne. Layê Ezîz Dawê jî perçe bû û Partiya Welaparêz a Demoqrat a Kurdî li jêr serokatiya Tahir Sifûk jê derket. Wisa herdu layên mane ta îroj hene û bi yek nav berdewam in.
3- Partiya Demoqrat a Kurdî li Suryayê (Elpartî): serokê wê Deham Mîro bû. Di sala 1972an de serok û hin ji hevalên wî hatin girtin û heşt salan di zindanên baasiyan de man. Bi encama girtina serok û herifandina Şoreşa Barzaniyê nemir, di 1975an de Partî perçe bû, yek bi navê Konferans (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Surî) hate nasandin û serokê wê bû Şêx Mihemed Baqî. Ev lay ta roja îroj berdewam e, lê bi serokatiya kurê Şêx Mihemed Baqî Cemal.
Layê din, serokê wê bû Hemîd Sîno û piştî girtina wî Mistefa Ibrahîm bû serok, heta demekê Kemal Ehmed bû serok. Di 1981ê de, perçeyeke nû bi serokatiya Mihyedîn Şêx Alî jê çê bû; vî layî ta sala 1988an berdewam kir û perçeyeke din ji Partî bi serokatia Ismaîl Umer derket. Herdu perçe bûn yek û bi perçeyê Hevgirtin (Hesen Salih) û perçeyek ji Zehmetkêşan Partiya Yekîtî ya Demoqrata Kurd li Suryayê damezirandin û serokê wê bû Ismaîl Umer. Ew jî di demeke kurt de ji nû ve perçe bû, yek ma weke berê û yeke nû bi navê Partiya Yekîtî ya Kurd li Suryayê, serokê wê Ebdilbaqî Yûsiv e.
Layê din ji Partî, ya ku serokê wê Kemal Ehmed bû, piştî ku Kemal Ehmed koça xwe ya dawîn kir, Partî bû du qet, yek bi serokatiya Nesridîn Ibrahîm û yek bi serokatiya Nezîr Mistefa. Helbet herdu ta roja îroj bi yek navî ne. Tenê layê Nezîr Mistefa perçeyek ne ragihandî bi birpirsiyariya Ebidlrehman Alucî lê ketiye.

Ebdilbaqî Yûsiv
|

Ismaîl Umer (Emo)
|

Nezîr Mistefa
|

Nesridîn Ibrahîm
|

Mistefa Cuma
|

Xeyridîn Murad
|
Di vê keftelefta perçebûnan de, divêt mirov bêje ku ji yek partî di 1957an de ev kom peyda bû; tenê partiyek li Elmanyayê çêbû bêyî ku ji kesekî perçe bibe, ew jî bi navê Partiya Demaoqrat a kurdistanê li Suryayê. Wisa jî li şûn PKKê partiyeke bi navê Kombûna Welatparêz a Demoqrat a Surî hate holê û piştî guhertinên herêmî hate hilandin û nêzîk yeka din bi navê Yekbûna Demoqrat a Surî hate damezirandin.
Di rewşa hazir de du çarçove hene:
A. Hevbendiya Demoqrat a Kurdî li Suryayê.
Di endamîtiya wê de çar partî hene, ew jî ev in:
1- Partiya Demoqrat a Pêşverû a Kurdî li Suryayê (Hemîd Derwîş)
2- Partiya Demoqrat a Kurdî li Suryayê -Elpartî- (Nesridîn Ibrahîm)
3- Partiya Çep a Kurdî li Suryayê (Mihemed Musa Mihemed)
4- Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Suryayê (Ismaîl Umer)
B. Eniya Demoqrat a Kurdî
Ew jî ji çar partiyan ava bûye, ew jî ev in:
1. Partiya Demoqrat a Kurdî li Suryayê - Elpartî- (Nezîr Mistefa); helbet perçeyê (Alucî) hîna tu ragihandin nekiriye (ji xwe di van rojên dawî de tev partiya ku Nesridîn serokê wê ye, bû).
2. Partiya Çep a Kurdî li Suryayê (Xeyridîn Murad)
3. Partiya Demoqrat a Pêşverû a Kurdî li Suryayê (Ezîz Dawê)
4. Partiya Welatparêz a DEmoqrat a Kurdî li Suryayê (Tahir Sifuk)
Partiyên kurdî yên ne di herdu çarçoveyan de ev in:
1. Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Suryayê (Mistefa Cuma)
2. Partiya Yekîtî ya Kurd li Suryayê (Ebidlbaqî Yûsiv)
3. Partiya Demoqrat a Kurdî ya Surî (Cemal Şêx Baqî)
4. Partiya Demoqrat a Kurdistanî li Suryayê (peyvdanê wê Dr. Tewfîq Hemduş)
5. Partiya Yekbûna Demoqrat a Surî (şûnmayên PKKê ne).
Armanc û dirûşmên partiyan:
Her partiyek ji vê komê bernameyeke wê heye; kêm û zêde tiştê beşdar pir in, wisa jî cudabûn jî heye. Mirov dikare bêje, ku armanca herî bi kar tê ev e: "berevedaniya ji bo mafê neteweyî yê kurdî". Hin ji wan wisa tenê dinivîsin û hin jî dibêjin: "Mafê siyasî-çandî-civakî". Hin ji wan jî mafê çarenûs dixwazin. Hin jî gotina Kurdistan di belavok û bernameyên wan de cî nagire, berevajî hinin din ku ev bingeheke bi bernameya wan de.
Wisa ev partî beşdar in di piraniya armancên xwe de û cuda ne di hinan de. Lê belê cudahiya herî mezin di rahatinên wan de ye û nerîna her yek li ser rengê çareserkirina kêşa kurdî, ango şêwaza xebatê û dûrbîna bîrweriya kurdî li Suryayê.
Bawer m ku cudahiya partiyan gotareke şirovekirî jê re divêt û di vê pêşindanê
de tenê mebest ew bû, ku em ramaneke kêsimî li ser partiyan bidin xwendevan,
ango hebûn, nav û çiloniya pirbûnê.
Qamişlo 04.03.2004
|
 |
 |