 |
 |
19.07.2004 - 01:04
"Ez" û "ew" duyemîna heyînê ne!
Mişel Temo
erdewan@amude.com

Mişel Temo
|
Di gotin an gengeşeya mirovan de û bi pêşkirina nerîn û nivîsan,
tim mirov dibêje: "Ev nerîna min e", ango "ez" li himber, dijnerîn an jî helwesteke
cuda ji yê din re, ango "ew". "Ez" û "Ew" duyemîna peywendiyek jiyanê ne. Ji xwe li
ser wê peywendiyê civat ava dibin an jî diherifin. Li ser mijara wekheviya "ez" û "ew",
yan nakokiya wan, dixwazim hinekî rawestim.
1. Gava mirov dibêje "ez", dide nasîn ku "ew" heye. Ango "ez" bi hebûna "ew" tête gotin û wateya xwe ji vê yekê distîne.
2. "Ez" bê hebûna "ew" nabe "ez" û "ew" bê hebûna "ez" nabe "ew". Bi wateya ku her yek ji wan rewabûna xwe ji hebûna yê din distîne, ji ber hebûna min bê wate ye, gava tu tune bî.
3. Ramanên "ez" tenê dibin nerîn û ferezî li himber ramanên "ew", û ne ev hawkêşa di navbera "ez" û "ew" de ba, wê jiyan tekreng ba û tu civatên mirovan peyda nedibûn.
Diyar e ku çiqas "ez" û "ew" lihevhatî bin, civat wê ewqas bi pêş bikeve û ramanên avabûna mirovan wê cî di mejî û bîrweriyê de bigirin. Ev nayê wateya ku "ez" û "ew" fotokopiyek bin, lê karîna şêwaz û hirmet ji nerîna cuda re di bingeha mejiyê "ez" û "ew " de hebe, ango hevpariyek bi hebûna fereziyek serbixwe dikin û nîrxmejiyê xwe di helwestên xwe de bi kar tînin. Lewma helwestên wisa hevbeş in û cuda ne di heman demê de, ji ber her nerînek dernewek e ji layekî diyaroka li ber çav di jiyanê de. Helbet her nerînek perçeyek ji rastiyê tê de heye û gava nerîna "ez" û "ew" kom dibin, rasteqînî tête hole. Ji xwe pirnerîn wekheviyê û hevpariyê tîne ziman û pê re jî vejîneke aştîxwaz û şareza di civatê de binkok dike. Ji ber wisa jî miletên kevnar weke romanan komîteya pendeyaran ava kiribûn û bi şêwira wan biryar dihatin standin û derbarî vê yekê jî Emamê Elî dibêje: "Kesê bi mirovan re bişêwire, hevpariyê bi mejiyê wan dike." Bi wateya ku tim "ez" û "ew" di axaftin û gengeşiya xwe de nerîneke hevpar pêk tînin. Ji xwe gava "ez" "ew " nebîne û bi hemû awayan li bişaftina wî bigere, helbet wê berevajî tiştê hate gotin di civatê de diyar be.
Mixabin heta nûha di civata kurdî de "ez" "ew" pelçiqandiye û ji rêvebiriya jiyana xwe dûr xistiye. Ev jî di civata me de binyat bûye, ji ber van sedeman:
1. Rewşa perçebûnê û desthiladariya îdyolojiyên ku "ew" nabînin û bi sîdana ramanên îdyolojiyî hate bincilikkirin.
2. Binkokiya fêmkirina me ji peywendiyên civatê re hîn ta roja îroj li ser pêvajoya "Mehmudkî û Utmankî" hatine avakirin.
3. Perwerdiya me di dema çûyî de bi teknerîn û tekserok û tekrastî û tek…, yên bi xwe berdewamiya peywendiyê êl û malbatan in. Tev ku gelek ji me di kêsima xwe de hatine guhertin, lê di naveroka ramanên paşmejiyê xwe de hîn ew cîmayên kevnar û payenizim hilgirtiye.
Bawerim ku jiyan sererast nabe, gava "ez" û "ew" tê de ne hevpar bin. Ji xwe heta ku li tenişt hev bin, divêt her yek ji me li xwe vegere û lêkedanek nûjin ji raman û helwestên xwe bike û helkewt weke heye bixwîn,e ne weke ku xewnên wî dixwazin. Ev jî bi hewceyî hin helwestên serekî ne, ku mirov bi hebûna wan bikaribe ji binyatên xweser û xweber ên di paşmejî de betink girtine û bûne wargehek ji nexweşiyê re, xelas be. Lewma pêwîst e di gava yekem de danasîn bi hebûn û dîtina "ew" hebe, ji ber bi nasîna "ew" helkewt berdewamiya heyînê dibe û heta ev nasîn jî pêda bibe, divê ev bingeh bêtin danîn:
1. Xelasbûna ji danasînên mafên pîroz, ji ber her mafê ku bi dest dikeve, hevrêjî ye.
2. Dûrketina ji çarçoveyên îdyolojîk, ên ku li "ew" weke dijmineke tewanbar dinerin û sînorên xwedanî li derdora xwe dipêçin.
3. Azadî ji ramanên pîlanger ên mejiyê mirovan bi xwe re dibin betlanê û ferwerdiyên amade vewêniya ramanên cuda dikin.
4. Guhertina binkokên fêmkirina mejî bi xwe û bi yê cuda re jî, helbet yê cuda bi hebûna "ew" tête sînor kirin.
5. Danasîna bi "ew", ku perçeyek ji rastî û mafdariyê bi xwe re hilgirtiye.
Bawer im ku gava "ez" karibe binyatên ferwerdiya mejiyê xwe sererast bike û weke hevbeşek li "ew" binere, wê civat bi hevpariya "ez" û "ew" pêş keve û rewşenbîriyeke şareza di azûmanên zelalbûna mejî de bête afirandin û wê binyata bîrweriyeke demoqrat bête damezirandin.
Qamişlo, 10.7.2004
|
 |
 |