www.amude.com - navenda çanda kurdî


09.10.2003 - 22:03

Yekbûna Mehrecana Helbesta Kurdî

Mislim Kobanî
mislimkobani@amude.com


Mislim Kobanî
Piştî demek nêzik, dê amadebûn ji roja Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûryayê were kirin û dibe ya îsal taybetiyeke xwe ya baş hebe, ji ber ku sed sal di ser bûyîna helbestvanê hêja Cegerxwîn re derbas dibin.

Di vê vê roja giranbûha de, divê mirov, rêxistin û komît bikaribin her tiştê ku li ser negihiştibin hev, ji bîr kin û ev roj ne be qurbana konevaniya partî û berjewendiya kesan; giringiyeke wê ya taybet heye û divê were paristin û li cem her Kurdekî perwer û zimanhez bibe xwedî bûhayeke mezin, ji ber ku vê rojê roleke mezin di jiyana helbesta kurdî de lîstiye û ziman bi me şêrîn kiriye. Vêca divê yek mehrecan were li dar xistin, ta ku dilê helbestvanê hêja Cegerxwîn jî di hûndirê gorê de şad û xweş bibe, ku ew jî bê kûl û xem di gora xwe de raze. Ji ber vê yekê, ji hemû Kurdên perwer û kurdhez tê xwestin ku bikaribin tev bi dil û can bixebitin, ku vê rojê xweş û geş bikin û heyamên lihevkirinê di navbera rewşenbîrên kurd de peyda kin, da ku careke din mehrecan ne be didu. Herweha ji her yekî ku berketiyê ziman û çanda kurdî ye, tê xwestin ku bi hemî awayan kar bike ku roja 22-10-2003ê bi serkeftî derbas bibe û di yek mehrecan de aheng li dar keve, ku dilên kesên kurdperwer şad û xweş bibin. Ne wek a sala borî, ku li du deveran hate li dar xistin û dilê gelê kurd xemsar kir û zirarek mezin bi Roja Helbesta Kurdî kir, ji bilî ku kete xizmeta dijmin û hîn bi ser de jî gelê kurd ji hev xist û bi taybetî ew kesên rewşenbîr, ên ku rêberitiyê ji gel re dikin.

Divê em li xwe vegerin, ji ber çêkirina Mehrecana Helbesta Kurdî li du çîgehan berpirsyariyeke dîrokî ye.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]